Krîzên ku netewe dewlet û desthilatdarî ava dikin

- Koordînasyona PAJK
255 views
Di vê sedsala ku me bi şerê cîhanê yê sêyemîn destpê kir de êdî pergala netewe dewletan nameşe û bi vê re krîz kûrtir dibe. Di sedsala 20. de hejmara netewe dewletan sê qet zêde bû. Lê hem pirsgirêkên neteweyan nehatin çareserkirin hem jî sînorên hatin diyarkirin bi xwe re pevçûn û şerên nû anîn. Ji bo projeyên li ser esasên neteweyên homojen ava bibin komên etnîkî, olî û çandî bi rêka bîrdoziyên neteweperestî û olperestî bûn qûrbanî.

Mîlîtarîzm di sedsala 21. de çawa bilind dibe mirov ji budçeyên ku ji qada leşkerî re her sal tê veqetandin de fêm dike. Budçeyên ku di sala 2019an de ji mesrefên leşkerî re hatî veqetandin li seranserê dinyayê bi giştî 1,917 trîlyon dolar e. Li gorî budçeyên dewletan ên ji mesrefên çekan re hatî veqetandin di rêza yekem de DYE, piştre li gorî rêzê Çîn, Hîndîstan, Rûsya, Erebîstana Siûdî, Fransa, Elmanya, Japonya, Koreya Başûr tê. TC (Komara Tirkiye) jî di deh salên dawî de bûdçeya çekdarbûnê du qat zêde kiriye û ketiye rêza 15. Tevî ku tê gotin şerê sar bi dawî bûye jî, budçeyên çekdarbûnê her diçe zêde dibe. Ev jî berfirehbûna şerê sedsala 21. û zêdebûna mîlîtarîzmê nîşan dide. Tê diyarkirin ku di şerên sedsala 20. de di navbera 136,5 milyon û 148 milyon de mirov jiyana xwe ji dest dane. 

Di sedsala 20. de neteweyên serdest

Di sedsala 20. de neteweyên serdest di nav xwe de li ser bingeha paqijiya etnîk (qirkirina nîjadî), jenosîd, asîmîlasyon û guhertina demografîk qirkirin dan destpêkirin. Bi van qirkirinan re derket holê ku karakterê esasî ya netewe dewletan faşîzm e. Hemû netewe dewletên li ser rûyê dinyayê hem di nav civakên xwe de hem jî bi netewên cuda re her tim pirsgirêkan derdixin. Kapîtalîzm ji bo ku xwe belavî her derê bike, xwezayê talan bike, jinan di bin zextê de bihêle, civakbûnên çandî yên li ber xwe didin bitepisîne, heqê kedkaran bixwe her tim pêwîstiya xwe bi rejîmên faşîzan tîne. Ji bo berfireh kirina sermayeya kurewî û her wiha ji ber fikra ku wê di encama van krîzên civakî yên avakirine de wê bên derbas kirin an go wê demokratîkbûyînê bijîn lê li tevahî dinyayê sedemeke ji nû ve deshilatdarbûna rejîmên faşîst ev e.

Netew dewlet û rejîmên qirkirina jinan 

Faşîzm îfadeya herî şênber a serdestiya mêr e. Faşîzm gelên ku wekî dijmin pênase dike tîne rewşa pîrekbûnê. Li ser beden û keda jinên ji gelên bindest û ji neteweyên serdest şêweyên hîn bi taybet ên mêtingeriyê pêş dixîne. Bi rêka qirkirin û asîmîlasyonê nifûsa civatên li ber xwe didin kêm dikin, bi rêka fuhûş-madeyên hişbir, jiyana ferazî, sîxurkirin, xirabkirin, bêkarî û xizaniyê re civatê teslîm digrin. Li ser bingeha ku nifûsa neteweyê serdest zêde bikin kûrtajê qedexe dikin; ji bo malbata mêrsalarî biparêzin, serdestiya mêr ya li ser jinê xurt bikin teşwîqî pir zarok anînê dikin. Ev hemû polîtîkayên hevpar ên rejîmên faşîzan in. Lewma em dikarin netewe dewletan wekî rejîmên qirkirina jinan jî pênase bikin.

Destdirêjî, revandin, tundî, kolekirin û kuştin

Ev rastî di şerên ku çavkaniya xwe ji netewe dewletan digrin de menzereyeke hîn hovtir nîşanî me dide. Artêş, polîs û çeteyên paramîlîter yên ku dagirkirina axê û dagirkirina bedena jinê wekhevî dikin êrîşên xwe yên li dijî jinê yên destdirêjî, revandin, tundî, kolekirin û kuştinê wekî perçeyekî şer bi awayekî biplan û sîstematîk pêk tînin. Di dîrokê de jî mînakên van kirinan pir hene. Ev sepanên ku di dîrokê de jî mînakên xwe pir in, bi zêdebûna şer û milîtarîzma ku çavkaniya xwe ji netewe dewletan digirin re hîn bêhtir belav bûn. Hêzên mêtinger û emperyalîst ji sedsala 17. heta 20. li ser jinên Afrîka, Awistralya, Rojhilata Navîn û Îndo-Amerîkayî bi awayekî sîstematîk tacîz, tecawiz, kolekirin, nezayokkirin(ji bo du canî nebin) an jî zarok anînê ferz kirin û jinan ji qirkirinê derbas kirin. Di dema şerê cîhanê yê yekemîn de dewleta Tirk li dijî jinên Ermenî, Asûrî, Sûryanî û Kurd heman sepanan pêk anî. Qetlîama Dêrsimê bi qasî qetlîama Kurdên Elewî heman demî wekî qetlîama jinan jî kete dîrokê. Di şerê cîhanê yê duyemîn de Naziyan li hemberî jinên Cihû, leşkerên Rûs ên ketibûn Berlînê li dijî jinên Elmanî, di salên 1970yan de artêşa Pakîstan li dijî jinên Bengladeşî û artêşa Amerîka di şerê Vîetnamê de bi avakirina kampên tecawizan qirkirinên xwe yên jinan berdewam kirin. Di salên 90î de Sirbî tecawizî deh hezaran jinên Bosnayî, li Iraqê rejîma Sedam bi Enfalan tecawizî jinên kurd û Şîî kirin, ew revandin û vê qirkirinê berdewam kirin. Di şerên navxweyî yên Rûanda, Lîberya û Sîerra Leone de bi sedhazaran jin bi awayekî sîstematîk ji aliyê terefên şer dikin ve hatin tecawizkirin û qetilkirin. Di dîroka nêz de di êrîşên DAIŞ ên li Şengal, Iraq û Sûriye; êrîşên Boko Haram ên li Afrîkayê de bi heman rêbazan qirkirina jinan pêk hat. Dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî êrîşî Bakurê Sûriyê kirin, van kiryaran li Efrîn û herêmên dagirkirine berdewam dikin.

Rewşa penaberan bikar tînin

Di sedsala 21. de têgihên wekî mafê mirovan, hiqûqa şer bi giştî ji meriyetê hatine derxistin, bê ku dewlet li hemberî hev şer îlan bikin teknolojiyên şer û amûrên hewayî yên bê mirov ku wekî zekaya çêkirî tên binavkirin, artêşên çete yên paramîlîter, krîzên aborî tên bikaranîn. Bi van re teşeyên nû yên şer û mêtingeriyê tên pêşxistin. Guhertina demografîk di van şeran de roleke diyarker dilîze. Gelên cuda yên ku li ser axên gelên ku bi hezaran sal in dijiyan hatine bi cih kirin, zemînên nû yên şer û pevçûnê amade dikin. Penaberên ji warê xwe bûne, ji hêla welat û emperyalîstên mêtinger ve wekî amûrên pir alî tên şixûlandin. Li gorî hejmarên fermî li dinyayê 210 mîlyon mirov di kampên penaberan de an jî wekî penaber dijîn û ev hejmar her diçe zêdetir dibe. Penaber wekî hêza erzan ê kar, zemîna ku mafyayên organê bela xwe li wan didin tên dîtin û jin û zarok jî wekî potansiyelên ku di sektora fihûşê de werin bikaranîn tên şixûlandin. Ji ber ku ji ax û civaka xwe hatine dûrxistin nasnameyên wan ên etnîkî, dînî û çandî asîmîle dibin. Di rêyên koçberiyê de bi rêbazên bizana tên qetlkirin. Di welatên diçin de di navbera hemwelatî û penaberan de cudatî tên kûrkirin, şert û mercên mafên hemwelatîbûyînê qezenckirin, tên girankirin û wekî çavkaniyên bêkarî û sûcê tên nîşandan. Lewma, dibin hedefên êrîşên neteweperestî, nijadperestî û zayendperestî. Kesên ku ji ber şerê Sûriyê koç kirine ji hêla dewleta TC ve çawa tên şixûlandin yek ji mînaka herî ber bi çav e. Li gorî lêkolînên hatî kirin li welatên ku penaberên ji Sûriye çûne, zewaca di temenê zarok de di jinan de di rêjeya 51,3 % de ye. Beşeke mezin a van jinan ji bo ku pêwîstiyên bingehîn ên mirovî bînin cih dizewicin. Lewma, ji neçarî, dibin hevsera duyemîn û sêyemîn. Derketiye holê ku li gelek cihên cîhanê ji bo ku jinên penaber nasname û hemwelatîbûyîn bi dest bixin zewacê wekî rêya mecburî dibînin. Li gorî lêkolînên komeleyên mafên mirovan dema jinên li kampan diçin cihekî ku rîska rastî tacîz û tecawizê bên hene, ji 60% zêdetir jin xwe di ewle de hîs nakin. Ev heman demî wekî çavkaniya neteweperestî, olperestî û zayendperestî ye. Ji ber tirsa çalakiyên terorî yên ku rêxistinên çeteyan ava kiriye netewe dewletan li ber sînoran tedbîrên hişk girtin û di bin navê ewlehî de rewşên awarte û kirinên antî demokratîk ên li dijî hemwelatiyên xwe rewa dikin. Di encama neteweperestiya tê gûrkirin de li gelek welatan dema desthilatdariyên rastgir tên ser kar rewşa penaberan wekî amûrekî tehdîdê bikar tînin.

Krîza ekolojîk

Di pêncî salên dawî de bandorên hilweşîner ên îndûstriyalîzmê ne tenê jiyana mirovan, jiyana hemû zindiyan tehdît dike. Bi xirabbûna hevsengiya ekolojiyê re gelek giyandar tine bûn. Ji ber guherîna avhewayê qeşayî dihelin, ji ber ziwayî û lehiyan her roj karesateke nû derdikeve holê û bi milyonan mirov, ajal û nebat ji vê bandor dibin. Hewayeke paqij ku mirov henaseyê bistîne, aveke paqij a vexwarinê, gidayeke tenduristî her diçe kêm dibe. Li gel van, nifûsa mirovan her diçe zêde dibe, bajarên pir mezin ên ku qadên çolterî ango gundewarî tine dikin bi mantiqê qezencê krîza ekolojîk kûrtir dikin û mîna girêbaya (tûmor) nexweşok her diçe mezin dibin.
Di pêncî salên dawî de nifûsa dinyayê ji du qatî bêhtir zêde bû û bi meha Tîrmeha 2020an re gihişte 7 mîlyar û 800 hezarî. Tê tehmînkirin ku wê di sala 2050an de bigihîje 11 mîlyarî. Li gorî lêkolînên hatî kirin di herêmên ku di rêjeya zayînê de zêdebûn heye de nêzî nîvê hejmara ducanîtiyan wekî ‘ducanitiyên nayên xwestin’ hatine qeydkirin. Her çiqas ev îfade di rewşên ku jinan neçar dihêlin ku zarok bînin dinyayê de tê şixûlandin jî; bi zextên civakî, teşwîqên netewe dewletan, rêbazen zayendperestî re jî li ser jinan zextek heye ku îqna bibin. Dibe ku zêdebûna nifûsa bi tena serê xwe ne çavkaniya krîza ekolojîk be lê yek ji faktora herî diyarker a krîza ekolojiyê ye.
Hêrsa kar a kapîtalîzmê û pêdiviyên starbûnê yên nifûsên zêde, betonbûyîn, kêmbûna daristanan û berhêmên ku ji bo pêdiviyên enerjiyê yên bajaran tên bikaranîn krîza ekolojîk hîn kûrttir dikin. Tenê di navbera salên 1990-2020an de nêzî 420 milyon hektar daristan hatine tinekirin. Daristanên Amazonê ku wekî pişika dinyayê tê zanîn, her wiha daristanên Tirkiye û Kurdistanê ji îmarê re tên vekirin an jî tên şewitandin. Ev bêdaristan hiştin veguheriye polîtîkayeke dewletan.
Rêhenda din a girîng a krîza ekolojîk nemayîna ava vewxarinê ye. Li gorî daneyên 2019 yên WHO û UNICEFê 2,2 mîlyar mirov nikarin xwe bigihînin xizmeta ava vexwarinê û 4,2 mîlyar mirov jî nikarin ji xizmetên tenduristî û ewle sûdê werbigrin. Tê diyarkirin ku xelaya avê ji 40% zêdetir nifûsa dinyayê bandor kiriye.

Krîza îklîmê dinyayê bandor dike

Guherîna îklîma ku di encama îndustriyalîzm û bikaranîna sotemeniyên fosîlan de derketiye holê her herêmekî bi awayekî cuda bandor dike û çerxa demsalan tê guhertin. Ji çavkaniyên enerjiya xwezayî zêdetir berhemên wekî petrol, komir tên şixûlandin û pêwîstiya enerjiyê bi santralên nûkleer tên temînkirin û her diçe zêde dibe. Krîza îklîmê jî girêdayî vê yekê her diçe kûrtir dibe. Krîza îklîmê hem her herêmekî bi awayekî cuda bandor dike hem jî encamên wê pir giran dibe. Leza helana qeşayên li cemseran(qutb) îsal bûye du qet. Tê raberkirin ku ji ber bilindbûna asta deryayê, di nav pênc salên li pêşiya me de li rojavayê Ewrûpayê wê bahoz hîn bêhtir werin dîtin û li Afrîkaya Başûr û Awistralyayê jî sala 2024 wê hîn ziwatir derbas bibe. Ji ber guherîna îklîm, bajarbûn, nifûsa zêde, qirêjiya çandî, hilberan û mezaxtina zêde ya di îndûstriyalîzma di qada çandî de çêdibe çeşîtdariya biyolojîk neyînî bandor kiriye û nêzî 1 mîlyon zindiyan bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû hiştiye. Li gorî daneyên NY ji her çar cinsan yek ji wan di nava 10 salan de bi tunebûnê re rû bi rû ye.
Bi pandemiya Coronayê re rewşa krîza ekolojîk hîn bêhtir xûya dibe, cureyên nexweşiyên şewbê, asta bandora wan û rêjeyên wan ê mirinê her diçe zêde dibe. Zêdebûna nifûsê, bêtenduristiya jiyana bajêr, guherîna îklîmê, gelek ceribandinên teknolojîk ên ku hê jî hurguliyên wan nayên zanîn sedemên zêdebûna rêjeya mirinê ne. Li gel van, di encama plansaziyên jiyangehên nû de, genên ajalên ku heta niha bi wan re temas nehatiye kirin rastî mûtasyonê tên. Ev jî sedemeke zêdebûna rêjeya mirinê ye. Encamên krîza îklîmê hemû dinyayê bandor dike lê jin bandora wê ya herî xirabker dijin. Li gorî lêkolînên ku di 141 welatan de hatî kirin rêjeya mirina jinê di guherîna îklîm û karesatên xwezayî de zêdetir e. Di bagera ku 1991’an li Bengladeşê hat jiyîn de ji kesên ku melevanî nizanîbûn û ji ber xwestin zarokên xwe xilas bikin jiyana xwe ji dest dan ji 90% zêdetir jin bûn û ev yek mînakeke pir balkêş e. Li Hîndîstan û Afrîkayê hişkesalî jiyana jinan li gorî mêran bêhtir bandor dike. Jinên ku ji bo avê peyda bikin bi saetan dimeşin bi gelek êrîşan re rû bi rû dimînin. Ji bo ku barê wan ê kar giran dibe, şert û mercên wan ê paqijiyê nîne gelek pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê derdikevin holê. Hatiye dîtin ku di karesatên xwezayî de îhtîmala mirina jinan li gorî mêran 14 qet zêdetir e. Piştî tsûnamiya 2004’an hejmara mêrên li Srî Lanka, Endonezya û Hîndîstanê mêrên ku jiyan kirine li gorî jinan di rêjeya 1/3 de zêdetir bûye. Di herêmên ku karesat çêdibin de tundiya li dijî jinê û bûyerên tacîz û destdirêjiyê zêde dibin. Li wan herêman ji ber deynên gel û pirsgirêkên aborî an jî bi rêka torên mafyayên ku bazirganiya mirovan dikin bazirganiya jin û zarokan jî zêde dibin.

BELGEYA ŞOREŞA JINÊ YA SEDSALA 21ê

BI JIN JIYAN AZADÎ RE BER Bİ ŞOREŞA JİNÊ VE!