Louise Otto: Têkoşînek dem dirêj a ji bo azadiyê

- Berjin TEKOŞER
110 views

Louise Otto Peters di nîvê sedsala 19’an de, yek ji jinên pêşeng bû ku ji bo mafê jinan têkoşiya. Wê ji bo mafê jinên karker di gelek rojname û kovaran de nivîs. Ew avakera komeleya jinên Elman bû, ku çîrûska agirê tevgera li Elmanyayê gur kir. 

Pêşenga tevgera jinên Elman

“Wê demê hîna mijara mafê hilbijartin an jî hilbijirînê di rojevê de nebû, lê dema dihat gotin ku ‘jin dengê xwe didin partiyên ku hevjîn û hevalên wan deng didin’ ez her tim dikeniyam.” Ev hevok a Louise Otto Peters e. Jina ku pêşenga tevgera jinên Elman bû; ku di gelek cihan de jî wek avakera tevgera jinên Elman qala wê têkirin û wisa tê nasîn. Gelek tişt di nav Federasyona Jinên Elman a ku wan ava kir, derket. Ji ber ku li Elmanyayê gelek tiştên ku dûre hatin nîqaşkirin, wek mafê karkirina jinê, mafê bûna xwedî pîşe, mafê jinên kedkar ku bi awayek însanî bijîn, mafê dibistanên dayîkê ji bo dayîkên kar dikin, ku hin mijarên sereke yên vê komeleyê bûn. Louise 26’ê Adara 1819’an, li Meißen a Elmanyayê çav li cîhanê vedike. Bavê wê li dadgehê rêveberê îdarî ye. Li Baderbergê di nav malbateke bûrjûva de mezin dibe. Wê demê zarokên keç tenê heya temenekî diyarkirî dikarîn biçin dibistanê. Ji ber wê, piştî 14 saliya xwe neçar dimîne ku dest ji dibistanê ber dide. Louise di 16 saliya xwe de dayîk û bavê xwe jidest dide. Ji bo ku bikaribe wek jin li ser lingê xwe bisekine û fêrî karekî bibe, dixwaze pîşeyekî hilbijêre û tê de xwe bi pêş bixîne. Ew di dawiyê de biryar dide ku bibe nivîskar.
Ji ber ku ji malbata wê jê re mîras dimîne, ew ji hêla madî ve zoriyê nakşîne û dikare debara xwe bike. Louîse bi helbestan dest bi karê nivîsê dike. Yekemîn helbesta wê di sala 1843’an de, li rojnameya heftane ya Meißen tê weşandin. Di sala 1844’an de jî romana wê ya bi navê Kathinka tê weşandin û dûre di mijarên siyasî de dest bi karê rojnamevaniyê dike. Hejariya kûr a jin û mêrên karger û hewldana wê ya ji bo eşkerekirina vê rastiyê, dihêle ku ev jina ciwan ber bi siyasetê we biçe. Dûre diçe Lipzigê û gelek nivîskaran nas dike, her wiha bi tevgera olî ya azad re ku girîngî dide mijarên jinê re danûstandinê dike.
Di helbestên xwe de işaretê bi bi rewş û şert û mercên nebaş ên xebatê yên jinên ku di mal de kar dikin, dike. Piştre jî di nivîsên xwe de bextreşiya çîna karker û şert û mercên nemirovî yên ku di nav de dijîn tîne ziman. Her wiha romanek rexnegir a bi navê Qele û Febrîqeyê dinivîse. Di vê romanê de qala bandora pîşesazîbûnê ya li ser çîna karker dike û vê rewşê dinirxîne. Pirtûk di sala 1846’an de tê sansurkirin û wisa tê belavkirin. Yekem çapa bêsansur a pirtûkê di sala 1996’an de karî bê çapkirin. 

Daxwaza rizgariya jinê

Hîna dîmenê ku bavê wê dema ku diya wê hembêz dikir û bi keçên xwe re rizgariya jinan a di bin vesayetê de ya li Saksonyayê pîroz dikir, di bîra jina ciwan Louîse de mabû. Heya wê demê ji Louîse re wisa hatibû gotin ku nûnerê jinê yê siyasî, exlaqî û aborî, her wiha yê ku mal û heyîn a wê birêve dibe zilam e. Lê, ji wê gavê û pê de bi saya zagoneke nû jin di warê hiqûqa milkiyetê de bi mêran re wekhev tê nirxandin. Ji ber wê, ew ê di hişê Louîse de maba ku dema diya wê digot, “gelek şikir” û wê gavê, Louîse nizane ka ev ê guhertinek wiha qanûnî ji bo wê çendî girîng be.
Ew hîna di nav malê de dijî; lê ji aliyekî ve ew ji keçên din ên burjûwazî pir cuda bû. Dayîk û bavê wê, Louîse bi hestekê ku li hemberî xwe û cîhana ku tê de mezin dibe berpirsyar nêz bibe, mezin dikin.
Ew di sala 1835’an de dayîk û bavê xwe ji dest dide. Louîse û her du xwîşkên wê bi wêrekî nêz dibin û berpirsyariya jiyana xwe digirin dest xwe. Ji bo wê, beriya her tiştî birêvebirina mal û milkê xwe dixin destê xwe ku ji bo wê demê di nav civakê de wek “qehremanî” dihat pênasekirin.
Louîse di sala 1847’an de pirtûka xwe ya bi navê ‘Stranên keçên Elman’ diweşîne ku bandorek mezin çêdike. Ew di dema şoreşa 1848-49’an a Elmanyayê de gelek nivîs û helbestan dinivîse û diweşîne. Di yek ji van de jî ku di Gulana sala 1848’an de hat weşandin dihat gotin ku divê jin jî di nav komîsyona karkeran de cih bigirin. Di axaftinên xwe yên bi wezîr Gotthar Overlander re, balê dikşîne ser mafên jinan ên pîşeyî û çareserkirina pêdiviyên ji bo mêzekirina zarokan û dide diyarkirin ku divê ev bibin mijarên rojeva şoreşê. Her wiha di wê demê de civîn tên çêkirin, delegasyona karkeran tê avakirin. Louîse Otto ji bo başkirin û parastina mafên jinan gelek hewl dide û dixebite. 

Têkoşîna li dijî qedexeyan

Ew ji sala 1849’an û pê de dest bi weşana rojnameya jinan dike. Dirûşmeya wan jî “ji bo împaratoriya azadiya jinê” bû. Ev veguherî platformekê ku hemû jinên ji çînên cuda bikarin agahiyan ji hev werbigirin. Prenstiya Saksonyayê di dawiya sala 1850’î de bi qanûneke nû ya çapemeniyê, nerazîbûn nîşanî hatina ba hev a jinan da û rê neda ew rojnameyê biweşînin. Bi vî rengî rojname tê qedexekirin.  Rojnameya Jinê, li prenstiya Prusya Gera heya sala 1852’an û li Leipzig jî heya 1853’an karî hebûna xwe dewam bike; her wiha yek ji weşana herî dem dirêj a wê demê bû.
Dema ku Louîse di sala 1849’an de diçe serdana xwîşka xwe Antoine, nivîskar û rojnamevan August Peters nas dike. Dûre August ji ber beşdarî şoreşa 1848-49’an dibe, bi 6 sal cezayê girtîgehê tê mehkûmkirin. Ew di sala 1858’an de dizewicin. Di sala 1860’an de, ew bi hevjînê xwe re diçe Leipzigê ku li Mitteldeutsche Volks-Zeitung, ku wî îdare dikir, kar bike. Ew berpirsyariya rûpelên çandê yên rojnameyê bû. Louîse di sala 1865’an de, tevî mamoste Auguste Schmidt, midûr Ottilie von Steyber, pedagog Henriette Goldschmidt û hejmarek jin, komeleya perwerdeyê ya jinan ava dikin. Komele biryara kombûna Konferansa jinên Elman a di meha Cotmehê de dide.
Di sala 1865’an, li konferansa ku li Leipzig hat lidarxistin, Federasyona jinên Elman tê avakirin. Louise Otto wek serok tê hilbijartin û Auguste Schmidt jî wek cîgirê wê tê hilbijartin. Her jinên ku ji cihên cuda hatibûn û tevî vê federasyonê dibûn, xwe birêxistin dikirin. Zilam nedikarîn bibin endamê vê komeleyê. Lê ger bixwestan dikarîn bibin endamên rûmet ê. Helbet armanca wan ne xêrxwazî bû, dixwestin ji bo ku jin xwe bi xwe, bi hev re bibin arîkar wan bihêz bikin, wan bigihînin daku bikaribin bixwînin, bibin xwedî pîşe û bibin xwedî kareke serbixwe.
Kovara du hefte carekê ku di sala 1866’an de derdiket, ne tenê di belavkirina ramanên Federasyona jinên Elman de bibandor bûn, belku ji bo tevgera jin jî girîng bû. Di wê salê de federasyona jinên Elman xwedî 75 endaman bû, di sala 1870’an de ev hejmar 10 hezar derbas kir. Louise Otto ji vê dîrokê heya roja ku jiyana xwe jidest da bi Auguste Schmidt re xebata xwe ya edîtoriya rojnameyê dewam kir. 

Nabe ku karê malê tenê wek karê jinê bê dîtin

Di serê wê de ev pirs derbas dibûn ku zewac û karê malê nabe ku yekane karê jinê be. Karên giştî ne tenê karê zilaman e. Divê jin jî beşdarî van qadan bin. Ew ê ji bo cara ewil di sala 1843’an de di vê mijarê de ramanên xwe bi dengê bilind bianiya ziman. Li ser pirsa “gelo mafê jinê heye ku beşdarî karûbarên dewletê bibin?” di rojnameya welat a Saksonyayê de tê nîqaşkirin. Louie Otto mafê axaftinê dixwaze û wiha dinivîse: “Beşdarbûna jinan a di karûbarên dewletê de ne mafek e, belku erkek e.” Hevdîtina Louise Otto bi karkerên pîşesaziyê dihêle ku çavên wê hîn baştir vebe û hin tiştan binase û bizanibe. Ew bandor û çavdêriyên xwe di romana xwe ya bi navê ‘Qesr û Febrîqe’yê de vedibêje. Lê belê pirtûk di sala 1847’an de çawa ku tê weşandin, yekser tê qedexekirin. Bersiva wê ji vê sansur û qedexeyan re bi yek gotinê ev bû: “Ekselan, wek pîvan ez li dijî qedexeyê me.”Di dema Şoreşa Adarê ya Elmanyayê de, Louise  gavek din bi pêş de diçe û “Komîsyona Karkeran” a ji pispor û nûnerên pîşeyan hatiye hilbijartin tê avakirin. Her wiha ew ê prensîbên bingehîn ên rêziknameya nû ya li ser hunera destan destnîşan bike. Ew banga ku jê re dibêje “Xitaba keçên Elman” dinivîse: “Birêz, nefikirin ku tenê bi fikirîna li ser karê mêran ku bê jinan jî birêxistin bikin, hûn bikaribin jiyana xebatê rêxistin bikin. Ger herkes ji bîr bike ku bi jinan bifikire jî, ez ê tu caran ji bîr nekim!”
Louîse Otto, xebata xwe ya di komeleyên jinan de bi dildarî dewam kir. Xebata xwe ya nivîskarî û rojnamevaniyê jî her tim dewam kir. Wê 28 roman, kurte çîrok, tekstên operayê û portreyên ên di dîrokê de jin nivîsandin. Nêzîkî 60 pirtûk çap kirin ku ji broşur û gelek helbest û gotarên rojnamevaniyê pêk dihat. Di heman demê de ew damezîner û endama Komeleya Nivîskarên Leipzig bû. Ew ê di axaftineke xwe de wiha bigota: “Em bi dîtina tiştên ku ji bo çareseriya pirsgirêkên jinê pêk tên kêfxweş dibin. Lê belê çareseriya rastîn ew e ku jin vîna xwe bi dest bixin û hêza xwe kifş bikin ku encax bi vê ev yek pêk bê.” Louise Otto piştî xebat û têkoşînek demdirêj, 13’ê Adara 1895’an, di 76 saliya xwe de û di encama nexweşiya zature de jiyana xwe ji dest da.