Mekana şoreşa jinê, mekana jiyana mîna bihuştê ye

- PAJK Koordinasyonu
20 views
Dema êrîşên DAIŞê destpê kir, dema li Şengalê 7 hezar jin hatin revandin hêza yekane ya li hemberî vê li ber xwe da PKK û PAJK bû. Artêşên dewletan û hêzên pêşmerge ji vê qirkirinê re çavê xwe girtin an jî bûn şirîk. Rêxistin û saziyên li dijî pergalê, tevgerên azadiya jin ên li herêm û dinyayê, siyasetmedarên Êzidî û mêrên ku îdîa dikirin jinan diparêzin bêçare di pozîsyona temaşekirinê de bûn.

Rêbertiya me tespît kir ku ger nirxên dîrokî bi zanistê re bibin yek şoreşên Rojhilata Navîn dikarin serketî bin. Ji bo vê yekê dibêje ‘zanatiya xwedawend a hatî nûkirin’ (Parazname Rojhilata Navîn) pêwîst e. Ji ber ku qismek mezin a zanyariyên di derheqê Rojhilata Navîn de oryantalîst in, di fêmkirin û çareserkirina dîroka Rojhilata Navîn û pirsgirêkên civakê de dibin asteng. Lêkolînên oryantalîst ên ku ji bo civaka Rojhilata Navîn ku wekî bêdîrok, mirî, cemidî tê pênasekirin fêm bikin hatine pêşxistin di esas de Rojhilata Navîna ku dixwazin bi meyzandineke Ewropayî bibînin ava dikin. Bi meyzandina oryantalîst pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi nemodernbûnê re tê girêdan. Lewma, tê îdîakirin ku pirsgirêkên azadiya jinê jî wê bi modernbûnê re bê çareserkirin. Di tevgerên azadiya jinên di herêmê dê jî ev nerîn pir serwer e. Bandora herî rûxîner a oryantalîzmê ji meyzandina Ewropayiyan li ser Rojhilata Navîn zêdetir kesên ji Rojhilata Navîn bixwe wihali xwe temaşe dikin. Ti çalakî û rêxistinbûna bi vê zîhniyeta ku xeribbûye re çêbûne naye qebûlkirin û li gel vê dibe sedema pratîkên ku pirsgirêkên li herêmê girantir dike. Rojhilata Navîn warê berxwedana kevneşopiya şaristaniya demokratîk, mekana şoreşa jinê, mekana jiyana mîna bihuştê ye. Lewma xebatên zîhniyetê ya ku wê cudahiya Rojhilata Navîn ava bike pir girîng in. Ji ber ku mirovên vê erdnîgariyê wekî ku ji dojehê birevin welatên xwe diterikînin, bajarên Ewropa yên ku ronahiyên rengin ên kapîtalîzmê diteyisin wekî mekanên bihuştê dibînin. Ger ev xebatên zîhniyetê bi meyzandina jinê pêş bikeve bi qasî palpiştên dîrokî yên şoreşa jinê, wê heqîqeta civakî jî ronî bibe.
Ji bo ku mekana şikestina zayenda yekem û duyemîn a li hemberî jinê ye; pêwîstiya xwe şikestina zayenda sêyemîn a di eleniya mêr de pêk were dibîne. Çanda malbat û xanedanî derbaskirin, di zarokanînê de jin kirina xwedî vîna teqez, li ser bingeha azadîxwazî zarokên keç perwerdekirin, li dijî tundiyê xweparastinê pêşxistin mijarên jiyanî ne.

Femînîzma Îslamî

Handîkapa bingehîn a tevgerên azadiya jinê yên ku li herêmê têdikoşin rû bi rû dimînin nêzîkatiyên wan ê ji olê re ye. Ol di rewakirina îdeolojîk a koletiya jinê de tê bikaranîn, bi taybetî jî Îslam di hedefa qismekî tevgerên jinan de ye.  Bandor û rola ol ya di civakê de ji nedîtî ve hatin û azadiya jinê li ser bingeha dijberiya olê de pêş xistin ji encam girtinê dûr e û dibe sedem ku ev tevger marjînal bimînin. Tevgerên jinan ên li Rojhilata Navîn pêş dikevin di navbera Îslam û modernîteya kapîtalîst de tercîhkirinê re tên zorandin, Di vê çerxa bêsûd de têkoşînê pêşxistin, encam girtin ne pêkan e. Femînîzma Îslamî di lêgerîna derketineke li ser bingeha rexneya femînîzma ku navenda wê Ewropa ye û derketineke lîberal de ye. Qur’an û hadîsan li gorî azadiya jinê şirove kirin, Qur’anê ji nû ve nivîsandin an jî şirovekirin, hadîsên dijminê jinan redkirin, mafên jinan xistina nav şeriatên Îslamê xebatên bingehîn ên ku dimeşînine. Beşek ji wan ji bo ku femînîzm di eksena modernîte û rojavayî de ye naxwazin wekî femînîst bên nasin. Divê di mijara ol de meyzandina teng û dogmatîk a pozîtîvîzmê derbs bikin, nêzîkatiyeke ku tevnên civaka exlaqî-polîtîk a di olan de esas digrin pêş bixin. Di li dijî Îslama radîkal û desthilatdar Îslama demokratîk û çandî pêşxistin de perspektîfa jinê diyarker e. Di nav ol de nîqaşên felsefe pêşxistin ku di sedsala 12. de qûtbûn çêbûbû, wê ji bo derbaskirina dogma û olperestiyê bibe alîkar. Bi tevgerên jin ên ku di vê mijarê de xebat dimeşînin re li ser bingeha demokratîkkirina ol û derbaskirina hêmanên zayendperest hevkarî kirin wê bihêle ku jin ji ronesansa Rojhilata Navîn a nîvco mayî re pêşengî bikin. Di çalakî û rêxistinbûnên hevpar û zemînên nîqaşê yên bawerî û mezhebên cuda pêşxistin de jin bêhtir xwedî derfet in. Di derbaskirina olperestî de şirîkiyên ku jinên ji baweriyên cuda yên herêmê pêş bixin wê ji guhertina zîhniyetê re pêşengî bikin.

Li dijî polîtîkaya şer û talanê

Li dijî netewe-dewletperestiya ku du sed salên dawî pirsgirêkên herêmê kûr kirine bûyîn divê bibe navenda siyaseta jinê. Divê neteweya demokratîk di têorî û çalakiyê de wekî modeleke çareserker bê parastin. Divê li dijî neteweperestî, olperestî û zayendperestiyê bi helwesta xwişk û biratiya gelan, li dijî polîtîkaya şer û talanê pirsgirêk bi rêbazên guftûgo û aştiyane bên çareserkirin û ev bibin helwestên hevpar ên tevgerên azadiya jinê. Divê teqez jin tevlî pêvajoyên muzakere û aştî yên herêmê bibin û di dadgehên navneteweyî yên ji ber şeran hatî avakirin de wekî aliyek di mase de cihê xwe bigrin. Ji bo çanda tundî ya ku belavî hemû qadên jiyanê bûye derbas bikin divê ji têkiliyên dayik-zarok, jin-mêr destpê bikin û di qada zîhniyetê de veguherîneke çandî ji xwe re bikin armanc. Li gel vê yekê, divê jin û zarok li hemberî tundiya mêr, civak jî li hemberî êrîşên dewlet û çeteyan saziyên ku xweparastina xwe bikin pêş bixin.

Şoreşa Rojava mînakeke

Ji ber ku şerên cîhanê yên ku kapîtalîzm ji bo krîzên xwe çareser bikin dabûn destpêkirin hevsengiyan guhertin, di her du şerê cîhanê de jî derketinên şoreşgerî çêbûne. Ev rewş ji bo şerê cîhanê yê sêyemîn a ku berê xwe daye Rojhilata Navîn jî derbasdar e. Şoreşa Rojava mînakeke bi vî rengî ye. Serhildanên gel ên ku di sala 2011 de li dijî netewe dewletên statûkocû hatin destpêkirin û gelek jin beşdar bûn li herêmê hêviya şoreşê ava kiribû. Lê di 11 salên derbas bûyî de ji xeynî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ti herêman bi bandora şoreşa Rojava pergala alternatîf nekarî bê avakirin. Li gelek herêman pergalên ji yên bêrê hîn paşverû û antî-demokratîk serwer bûn û rewşa jinan ji ya berê xirabtir bû.

Rê û rêbazên şerê cîhanê yê sêyemîn

Şerê cîhanê yê sêyemîn a ku dewam dike bi rê û rêbazên ji şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn cudatir didome. Bi derbaskirina rastiya dinyaya du qutbî re gelek aliyên di nav pevçûn û nakokî de ne, dikarin li hev bikin. Gelek alî li ber çavan di nav pevçûnê de ne. Lê dema hîn kûrtir mêze dikin her çiqas di nav pevçûnê de xuya bikin jî hêzên emperyalîst, netewe dewletên paşverû yên li herêmê û komên çete yên paramîlîter hem ji heman koka dîrokî tên hem jî di xalên bingehîn de di heman refê de ne. Ev yek di êrîşên li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava de, bi taybetî jî di dagirkirinên Efrîn, Serêkanî-Girêspî de pir zelal xwe da der. Dewleta Tirk bi konsepta taybet û çeteyên paramîlîter ên wekî DAIŞ, El-Nusra êrîşî mekan û çandên dîrokî û herî zêde jî êrîşî jinan kirin. Gelên xwedî çanda resen in qir kirin, bi zorê dan koçkirin, asîmîle kirin li gel vê mekanên dîrokî hilweşandin, şewitandin, talan kirin, bi bendavan di bin avê de hiştin, ji qaçaxçiyên bermahiyên dîrokî re zemîn hat pêşkeşkirin û ev hilweşîn bi hezar û yek rêbazan tê domandin. Ev herêm mekanên ku şoreşa yekem a jinê pir bi hêz tê jiyîn û mekanên ku şopên heqîqeta jinê hildigre ye. Ji hilweşîn û talana Hêskîf, Serekanî-Til Xelef, Şengal, Efrîn-Endera, Nebî Hûrî, Nînova, Palmîra, Hatra, Muzexane û pirtûkxaneya Mûsûl, Horsabad, Marî û gelek mekanên din re bêdeng mayîn delîlê vê hevkariyê ye.

Li şoreşa jinê xwedî derketin

Şerê cîhanê yê sêyemîn wekî şerê paradîgmayan nirxandin di cih de ye. Hêz, gel, jinên ku kevneşopiya şaristaniya demokratîk temsîl dikin û şaristaniya serdestiya dewletdar mêr terefên şer in. Yek ji sedema ku gelên dinyayê di asta kûrewî de li şoreşa Rojava bi taybetî jî şoreşa jinê xwedî derdikevin hişmendiya şerê paradîgmayî bû. Çalakiyên xwedîderketina berxwedana Kobanê, di asta kûrewî de çalakiyên xwedîderketina li dijî şerên Efrîn û Serêkaniyê tên lidarxistin û destpêkê 1ê Mijdarê Roja Kobanê piştre jî di 2019 de 2ê Mijdarê Roja Rojava ya dinyayê hat îlankirin û her sal bi wesileya van rojan çalakî tên kirin. Çalakiyên girseyî yên ku li her derê dinyayê li derdora Organîzasyonên Parastina Rojava (Save Rojava), jin Rojava diparêzin (Woman Defend Rojava) pêş ketin vê yekê danî holê.

Xeta sêyemîn pêş dikeve

Di ronahiya pêşbinî û perspektîfên Rêbertiya me de pergala alternatîf pêşxistin, berxwedana fedayiyane ya di xeta xweparastin de pêş dikeve û bandoriya tevgera me ya azadiya jinê nîşan da ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de alternatîfên cuda jî hene. Hêza çareserker a alternatîfa neteweya demokratîk a ku di herêmê de li hemberî xeta polîtîk a dewletên statukoparêz û emperyalîzmê wekî xeta sêyemîn pêş dikeve hat dîtin. Derket holê ku hêza xweparastina jinê ya ku li hemberî êrîşên DAIŞ bi milîtanî li ber xwe dide nebe pêşiya qirkirina jinê girtin ne pêkan e. Kes nefikirîbû ku di sedsala 21. de jin wê di bezarên koleyan de bên firotin, bi hezaran jin wê wekî xenîmeta şer bên revandin û kes ji vê re ne amade bû. Dema êrîşên DAIŞê destpê kir, dema li Şengalê 7 hezar jin hatin revandin hêza yekane ya li hemberî vê li ber xwe da PKK û PAJK bû. Artêşên dewletan û hêzên pêşmerge ji vê qirkirinê re çavê xwe girtin an jî bûn şirîk. Rêxistin û saziyên li dijî pergalê, tevgerên azadiya jin ên li herêm û dinyayê, siyasetmedarên Êzidî û mêrên ku îdîa dikirin jinan diparêzin bêçare di pozîsyona temaşekirinê de bûn.
Li gel vê tabloya derketiye holê, Rêber APO, Rojhilata Navîn çima pêwîstî bi şoreşeke duyemîn dît û çima pêwîst e wekî tevger pêşengî bikin bi van gotinan îfade kir: ‘PAJK di merhaleya heyî de bala dinyayê dikşîne. Ez bi rojane li ser vê rewşê lêhûrbûn dikim. Jinên li çiya, jinên li Rojava divê hemû zanibin ku ez ji bo şoreşeke jinê têdikoşim. Lê va rewşa Viyan (Parlamentera Êzidî) di holê de ye. Tiştekî ku rewşa heyî bê qebûlkirin nîne.’[Ji hevdîtinên heyeta Îmrali ya 15ê Tebaxa 2014]
Ev nirxandin piştî qetlîamê Şengalê deh roj şûndetir hat kirin û bi binxistina DAIŞ, bi rêxistinbûna xweser a jinên Bakurê Sûriyê û Şengalê û bi avakirina artêşê re wê şoreşa jinê çawa şênber bibe danî holê. Ev artêş û rêxistinbûnên jin ji hedef û armancên şoreşa jinê ne qût in. Ger armanceke wiha nebûya jin nekarîbûn hêza şerkirin, artêş avakirin, hêza li hemberî DAÎŞê sekinandinê bibînin. Ev bi kesayet, evîn û fikreke mezin a azadiyê re derket holê. Bi perwerde, rêxistinbûn û mîrateya 40 salî ya Rêber APO re ev ast derkete holê.

“Bihara gelan û navenda wê jî Kurdistan e”

Rêber APO ji bo serhildanên 2011 yên fîtîla şoreşa Rojhilata Navîn pêxistin got, ‘Ne bihara Ereba, bihara gelan û navenda wê jî Kurdistan e’ û hîn ji 4 sal berê de dîtibû ku wê di şoreşa Rojhilata Navîn de Kurdistan bibe navend. Lewma, em dikarin şoreşa Rojava wekî şoreşeke pêşeng a ku Rojhilata Navîn kir mekana şoreşa duyemîn a jinê binirxînin. Di perçeyekî Kurdistanê de destkeftiyan bi destxistin wêdetir gaveke ku bibe bingeha şoreşa jin û şoreşa Rojhilata Navîn. Vê şoreşê çandî kirin, veguherandina pergaleke civakî, li hemberî her cure erîşan parastin û belavî hemû herêman kirin dikarin wekî di Rojhilata Navîn de stratejiya pêkanîna şoreşa duyemîn a jinê bigrin dest. Em nikarin bandora şoreşa Rojava belavî gelên din ên herêmê bikin. Ger em kêmasiyên xwe yên di vê mijarê de derbas bikin, hevkarîtî û rêxistinbûnên li gorî destkeftiyên me ava bikin wê Rojhilata Navîn bike erdnîgariya ku şoreşa jinê lê şênber dibe û belavî hemû dinyayê dibe.