Nakokiya Qedîm û Tawanbarê Serdemê

- Nurhaq Gulbahar
295 views
Jiyan û mirin weke bazinekî di nav hev de hatine honandin e. Yek ji van sedeman şahî, hêvî û berdewamiya hebûnê û ya din jî weke sedema şîn, bidawîbûn û reşbîniyê tê pêşwazîkirin. Du têgînên ku dijberî hev tên dîtin, weke reş û spî, weke şer û aştî û weke binkeftin û serkeftin. Lê di dualiteyê de heyamek bi heyamê dijberî xwe, wateya xwe ya eslî û rasteqîn werdigire. Ji ber wê jî di grîngiya wateya heyama jiyanê de mirin xwedî cihê herî navendî ye.

Di heman demê de heyameke wisa ye ku ji bo her bûnewerekê/î ye. Çawa ku li hemberî hêza jiyanê her tiştekî dijberî jiyanê serî ditewîne û hêza jiyanê bi ser dikeve, di heman demê de hêza mirinê jî ew e ku tu bûnewerek nikare xwe jê xilas bike. Jixwe di sertaserî dîrokê de çîrokên reva ji mirinê, tirsa ji mirinê û hewildana heta hetayî jiyînê heta roja me ya îro hatine. Lê ev lêgerîn her carekê bi encamên sosret, bi çîrokên dilşewat bi dawî bûne. Gilgamêşê bi nav û deng yek ji vana ye. Lê nemiriya di şexsê mirov de negihiştiye encamê, li şûna wê nav û pênase, çîrok, destan û nemiriya helwestê derketiye holê, helbet her wiha çendîn nemiriya navên baş derketibin jî, ew çend jî nemiriya hovîtiya mirov, bêbextî û zilma di encama aqlê nêr de jî xwe heta roja me ya îro aniye.

Mirin û pêvajoya piştî mirinê

Helbet her çend jiyan û mirin di bazinekî de di nav hev de hatibin honandin jî divê bê gotin ku mirin û pêvajoya piştî mirinê, di bîreweriya mirovayetiyê de pirseke herî kevnar û kûr a bûneweriya mirov bûye. Têgihiştina mirinê, watedayîn ango qebûlkirina mirinê ji bo mirov hêsan nebûye. Yek ji merheleyên herî zehmet, herî kûr û herî dijwar a di hizra mirov de watedayîna mirinê bûye. Dijwar e ji ber ku di roja me ya îro bi xwe de jî her yek ji me bi awayekî pêvajoya vê yekê jiyaye bê çawa mirovan ji kokê dihejîne. Çawa ku coşa jiyanê xwedî guhertinekê ye her wiha şîna mirinê jî ew çend xwedî hêza guhertinê ye. Ji ber wê her civakek, her çend rê û rêbazên cuda nîşan bidin jî lê şêwazê xatirxwestina ji miriyan peyda kirine û ev rê û rêbaz xwedî grîngiyeke taybet e. Beşdariya şîn û şahiyan ji bo mirovan weke pîvaneke civakî ya ji bo berdewamiya peywendiyan hatiye destgirtin. Êş û tirsa li hemberî mirinê bi hev re hatine parvekirin û bi vî hawî jî ew pêvajoya dijwariya li hemberî mirinê hinek sivik bûye. Ango bi gotineke din qebûlkirina mirinê û berdewamiya jiyanê bi pêvajoya şînê, bi xatirxwestina ji kesê mirî hêsantir bûye. Ya divê ev e. Lê dema ku ev pêvajoya şînê bi kamilî bi rê ve neçe çi dibe? Pirsa xedar û bi êş ev e. Şikestina bazinê jiyan û mirinê ji bo kesûkarê mirî êşeke herî dijwar û nekewandî ye. Deriyê vekirî, mêzekirina her li pey xwe, xatirnexwastin, xewnên windayî, dahatûya bi mij, brînên nekewiyayî ku her di rewşeke ne diyar de jiyan berdewam bike. Bendewariyeke bêhêvî xwe li derdorê radipêçe.

Rewşa ku li her deverê dinyayê tê dîtin

Mixabin rewşên bi vî hawî di sertaserê dîrokê de û her wiha di roja me ya îro de li her deverê dinyayê tê dîtin. Hêza zilmê ya di destê serdestan de, êrîşên li ser cenazeyan weke çekekê tên bikaranîn. Trajediya Antîgones yek ji van e. Li Arjantîn Dayikên Plaza Del Mayo her wiha mînakeke din e ku heta niha jî her berdewam e. Di dîroka Kurdan de nedana cenazeyên serhildêrên Kurd weke Seyît Riza û Şêx Seîd û hevrêyên wî dîsa li gorî heman aqliyetê bi rê ve çûye. Dayikên Roja Şemiyê ku di roja me ya îro de li aqûbeta kesûkarên xwe ev bi deh salane dipirsin, ji bo vê yekê mînaka herî sosret û dilşewat e. Dayê Berfo ya ku li pey zanîn û hestiyê kurê xwe, heta roja dawiya temêne xwe deriyê xwe boyax nekir û her derî vekirî hişt, di dilê hemû mirovan de, brîneke kûr vekir.

Kiryarên PDK’ê yên li ber deriyê Sêmalkayê

Di roja me ya îro de mixabin û hezar car mixabin mînakeke din li van mînakan zêde dibe. Li deriyê Sêmalkaya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de konê ku li hêla Rojavayê Kurdistan hatiye vedan, dîsa bi me nîşan dide bê çawa serdest, desthilatdar û ew aqlê nêr ku bi zilma xwe jahrî bûye, bi rêya nediyariya aqûbeta mirovan çi karesatek tê jiyîn. Di 26’ê Tîrmeha 2021’ê de li dijî grûbek gerîlla ji hêla hêzên leşkerî yên PDK’ê ve kemînek tê danîn û di encamê de komek gerîlla şehîd dibin, aqûbeta yekî ne diyar e û yek jî xwe xilas dike û xwe digihîne hevalên xwe. Di nav ên şehîd de du gerîlla ji Rojavayê Kurdistanê ne. Nesrîn Temir bi nasnav Tolhildan Raman û Yusif Brahîm bi nasnav Serdem Cudî. Û bi pêşengtiya dayikên her du gerîllayan û ji hêla Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ve, ji 5’ê Cotmeha 2021’ê ve bi çalakiya vedana kon, daxwaz ji PDK’ê tê kirin da ku cenazeyên ewladên xwe werbigirin. Ev demek e ku vê çalakiyê 100 roj derbas kir lê di vê dema derbasbûyî de kiryarên ku ji hêla deshilatdariya PDK’ê ve li ber deriyê Sêmalkayê hate nîşandan sosret, bi êş û xembar bû. Di bîreweriya gelê Kurd de xwedî cihekî tahl û bi êş bi dest xist. Çima cihekî wiha? Ji ber ku beriya vê mînakê, mînakên din ji hêla dagirkeran ve, ji hêla nîjadperestên din ve li hemberî gelê Kurd bi rê ve çûbû. Dijmin dijminahiya xwe kiribû û di roja me ya îro de jî di pêkanîna vê yekê de texsîr nedikir. Lê vê carê ferqa heyî, cenaze ji PDK’ê dihatin xwestin. Ji partiyeke ku di navê wê de Kurdistan û demokrasî derbas dibe. Ji aliyê ku bi heman zimanî diaxive xwestina cenazeyan dibe ku ji xwestina dagikerekî, ji ya dijminekî zehmetir be.

Pêwist e rûpelên tarî bên ronîkirin

Lê divê neyê jibîrkirin ku ev kiryar di rista tawanbariya PDK’ê de ne ya yekem bû. Mînaka herî sosret, bi saw û xembar ku di sala 1997’an de li Hewlêrê hatibû jiyîne. Dîsa heman partiyê bi ser cihên şoreşgerên ji çar perçeyên Kurdan de girtibû û bi dehan ji wan qetil kiribû. Heta niha jî hejmara kuştiyên vê komkujiyê ne diyar in. Ji ber ku ji xeynî PDK’ê kesek nizane bê hejmar çend bû. Her wiha ji derveyî PDK’ê kesek nizane bê kesên bi bêbextiyeke sosret hatin kuştin li ku derê hatine veşartin. Rûpelên tarî ku PDK’ê di dîroka Kurdistanê de nivîsandiye pêwîst e bên ronîkirin. Divê bê hincet û sedemên pûç û beredayî aqûbeta cangoriyên axa Kurdistanê aşkere bike. Deyndarê gelê xwe, deyndarê dîroka bi êş ya Kurdistanê ye ku vê ronîkirinê bi cîh bîne. An na edaleta di destê jinê de wê baş bizanibe bê çawa hesabê dîrokê, yê şoreşê û yê tawanbariyê bipirse.