Parastin û jiyana bi zimanê dayikê

- Roza METÎNA
560 views
Hêza kesayeta mirovan nasnameya wan e. Yek ji nirxên girîng ê polîtîk e. Bingeha wê jî bi parastina zimanê dayikê tê xurtkirin. Ev parastin dînamîkên exlaqî derdixe holê û girîngiya yek ji armancên pêvajoya dîrokî radixîne pêş çavan. Axaftina bi zimanê dayikê Wijdanê başî û nebaşiyê ji hev derdixe şahidê herî girîng ê vê pêvajoyê ye.

Ev wijdan hêza darizandin a helwest û tevgera mirovan e. Ev wijdan pîvan û feraseta jiyanê ne li gor berjewendiyên rojane li gor aqilê ji mirovahiyê re xizmetê dike tev digere. Pênaseyek girîng a mirovahiyê jî axaftina bi zimanê dayikê ye. Bi qansî axaftinê parastin e jî. Jixwe yê mafê zimanê xwe biparêze wê mafê hevalên xwe jî biparêze. Her wiha vê yekê veguherîne helwest û tevgerekê jî.

Tundiya bi rêya êrişa li ser ziman pêk tê
Mixabin dema mirov veneguherîne helwest û tevgerê wê demê xwe bi tenê hês dike. Wekî mînaka Cristina Calderon a ku zimanê Yaghan herî dawî bi kar tîne û dibêje “Dema xwişka min Ûrsûla çû ser dilovaniya xwe kesekî ku bi zimanê xwe bi wan re biaxivim nema. Min hês kir ku ez bi tenê mame”. Ev dişibe tundiyê jî. Dema tundî li mirov tê kirin jî tenêbûna mirov tê bîrê. Ev tundiya bi rêya êrişa li ser ziman pêk tê û hêskirina tenêbûnê dide mirov ji wê tundiyê ne dûr e ku berî du roj tehliyekirina te tu li girtîgehê bi îşkenceyê bê kuştin.

Şêwaza hêza çareseriyê girîng e
Loma hêza kesayeta mirovan a ji serî de me bal kişand ser dîsa derdikeve pêş. Ev hêz encax pêşî li xizmeta ji bo bişavtinê bigire. Ev hêz encax pêşî li zihniyeta ku ji bo zarokên kurdan tirkî hîn bibin cetwel li destên wan dixist, bigire. Şêwaza hêza çareseriyê loma girîng e. Xwerêxistin û xwerêvebirin a zimanê dayikê esas digirin çavkaniya berxwedanê ye. Dibe ku ev berxwedan êdî nehêle mînaka bûyerên wekî “Kamber Ateş tu çawa yî?” (Kamber Ateş nasilsin?) derkevin pêşberî me. Çil û yek sal ji ser vê bûyerê derbas bû. Lê di sala 2022’yan de jî dema Kamile Aras xwest bi kurê xwe Ercan Aras ê di girtîgehê de ye bi kurdî biaxive telefon li rûyê wê hat girtin.

Lêpirsîna derbarê pratîkê de
Ger asta polîtîkbûyinê ya civakê û rêxistinbûyinê gelekî li pêş baya wê dîsa telefon bikariba li ser rûyê dayikeke kurd bihata girtin? Ma qey kes, civak nizane ku windakirina zimanê dayikê mîxê herî dawî yê darbestê ye? Ha te çermê hêştirekê derbasî serê mirov kir ha te zimanê mirov jê girt? Tu ferqî di navberê de heye gelo? Yê ku nizanibe bi zimanê xwe wê çiqasî bikaribe şoreşa azadî û hişmendiyê pêk bîne? Jixwe lêpirsîna derbarê pratîka me de jî ji vir dest pê dike.

Parastin û jiyana bi zimanê dayikê
Qada azadî û afirandina civakê ji vê pratîkê ne dûr e. Yek ji xerca girîng a qada azadî û afirandinê jî dîsa parastin û jiyana bi zimanê dayikê ye. Loma rojên mîna 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî serî li me bilind dike. Hevokên pîroz û efsûnî bi me dide nivîsandin. Hêza me ya serkeftin û serfiraziyê derdixe pêş. Ev roj e ku di heman demê de nasnameya me jî tîne bîra me. Ev roj e ku hêzê dide nasnameya me û dibe êgeya li dijî zilmê. Rûyê me bi dayikên me vedike. Ev roj ew roj e ku kêmasiyên birdoziyê bi bîra mirovan dixîne. Hunera rêveberiya wekî referans nîşanî me dide. Lê rêveberiya bi hişmendiya zimanê dayikê, tev digere.

Rihê çanda berxwedêr
Pêdivî her tim ji hişmendiya rêveberiyeke zimanê dayikê pêş dixe heye. Ji ber dûrxistina ji zimanê dayikê dûrxistina ji xwezaya xwe ye. Zirareke gelekî mezin bi rêya êrişên li ser ziman tê xwestin bigihêje nasname û rêxistinbûyina civakê. Ev yek bi salan e ji aliyê sîstema yekperest ve pêk tê. Ev hişmendiya li dijî paradîgmaya azadiya jinê, ji aliyekî zimanê kurdî tune dihesibîne ji aliyekî jî ve bi betonkirina Newala Qesabayê dixwaze kurdan bê hafiza bihêle. Kesên ku li ser jêrzemînên Cizîrê yên kurd tê de bi awayekî zindî hatin şewitandin TOKÎ ava kirin bi heman hişmendiyê berê xwe didin Newala Qesabayê. Yên li Dadgehên Îstiklalê ciwanên kurd ji ber ku bi tirkî nizanibûn dialiqandin jî ev zihniyet e. Lê divê em ji bîr nekin ku rihê çanda berxwedêr ê di kilamên dengbêjên jin de derdikeve holê hîmê bingehîn ê li dijî vê hişmendiya paşverû ye. Vî rihî her tim hêza hêvî û xeyalên gelê kurd zindî kiriye.

Esasên nirxên neteweyî
Esasên nirxên neteweyî û yekîtiyê çiqas bên parastin dê ev rih ewqas li ser piyan be. Ziman jî yek ji van esasên girîng e. Loma serdestan li ser her çar parçeyên Kurdistanê derfetên mezin ên civakî û aborî ji bo zimanê xwe ava kirine. Loma hiyerarşiya di navbera zimanan de bi rêya amûrên cuda xurt kirine. Bi taybet dema zarokên kurdan çûne dibistanên serdestan ev hiyerarşî bi awayekî xurt li hemberî wan hatiye bikaranîn û bandoreke mezin li ser derûniya zarokan kiriye. Zimanê kurdî yê ku zarokên kurdan ji xwe re wekî hêlîn û stargehê dibînin bi vî awayî her tim hatiye xwestin li ber çavên zarokên kurd bê reşkirin. Bi vî rengî hatiye xwestin rihê piştevaniyê yê di navbera zarok û zimanê zarok de bê tunekirin.

Lekeyeke reş a di nava rûpelên dîrokê de
Feraseta dixwaze zarok û civakê ji esasên gotina “Pirzimanî melhema saxlemî û zîrektiyê ye” dûr bixe û tenê zimanê xwe ferz dike wekî lekeyeke reş a di nava rûpelên dîrokê de ye. Ji ber pirzimanî kapasîte û pencereya hizirandina mirov berfireh dike loma em dikarin bêjin ev feraseta yekperest dijminatiya berfirehkirina hizirandina mirov jî dike. Ev jî rengekî tundiyê yê xwe dispêre cihêkariyê ye.

 

Serdestan ziman û nasname kirine hedef
Her wiha rengê tundiyê dibe sedem ku berê civakê bi aliyê qalibên egoîst û popîlîst bê vekirin. Li ser warê şaristaniyê û cihê pirçandiyê, Mezopotamyayê her tim ev rengê tundiyê mîna amûreke bişavtinê hatiye bikaranîn. Ji ber ku serdest baş dizanin kurd bi parastina zimanê xwe bêtir nêzî azadiyê dibin. Loma şerê di bingeha xwe de hiyerarşiyê diparêze û rê li ber şirîkên sermayeya kapîtalîst vedike di destpêkê de ziman û nasname kiriye hedefa ewil.

Pêla bişavtina mezin
Li dijî van êrişana ji bo em wekî gelê kurd bi ser bikevin divê em ji mala xwe dest pê bikin. Mixabin heta roja me ya îro jî hinek nivîskarên bi kurdî dinivîsin zarokên wan bi kurdî nizanin.Ev mînakên bi vî rengî milê têkoşînê qels dihêle.Li dijî hişmendiya sîstema yekperest a dengbêj jî dikir hedef û dixwest hişê civakê tune bike têkoşîneke di eniya hevpar de lazim e.Valahiya neaxaftina bi zimanê dayikê ya bi zarokên xwe re mixabin dema ji aliyê hişmediya îktidarê ve bê tijekirin wê demê pêla bişavtina mezin dibe xwedî bingeh.