Ziman stûna esasî ya netewe û civakbûnê ye

- Gulê HESEN
385 views
Ziman zanisteke serbixwe ye ku gelek şaxên wê hene. Ziman ji bo her neteweyekê nasname û bîrdanka wê ye. Zimanê ku mirov pê mezin dibe rêya hişê mirovî ye, lewma pêşketina ziman pêşketina hişî ye. Ji bo ku li cem Kurdan hiş bi pêş nekeve dagirkerên Kurdistanê serî li rêbaza qirkirina ziman dane û hewl didin ku bi hemû hêza xwe, ziman qir bike û rê li ber bipêşketina hiş û zimanî bigire. Ev yeka han di dîroka Kurdan de diyar e û di berxwedana wan a ji bo parastina çand û ziman de dixuye.

Ji kovara Hawar ber bi sazîbûyîna SZK’ê ve
Kovara Hawarê ya ku di 15’ê Gulana sala 1932’an de li paytexta Sûriyeyê li Dîmeşqê (Şamê) ji hêla Celadet Bedirxan ve hatibû çapkirin, encama têgihiştineke xurt a ziman û parastina ziman e. Çapkirina Hawarê di wê demê de şoreşek bû ji bo ziman û wêjeya Kurdî, ji ber ku di Hawarê de cara pêşî rêzimana Kurmancî bi Kurmanciya Latînî hatibû şirovekirin. Her wiha cara pêşî çîrok û helbesta nûjen a Kurmancî di wir de hatibûn weşandin. Hawar heta niha jî makereferansa zimannasî, rêzimannasî û wêjenasiya Kurdî ye. Çapkirina Hawarê li Sûriyeyê bi erêkirina Fransiyan hatibû pejirandin. Piştî ku Fransa ji Sûriyeyê derket û Misir û Şam ji hev qut bûn, êdî dewleta Sûriyeyê berê xwe da rê û rêbazên cihê ji bo Erebkirina Kurdan. Ji bo serketina wê armanca xwe, siyasetên mîna Kembera Erebî da pêş. Di nava siyaseta Kembera Erebî de navên gund û bajarên Kurdan bi navên Erebî hatin guhertin her wiha navên kolanan bi navên bajarên Filistîn, Libnan, bajarên Sûriyeyê … hatin binavkirin. Çi devera ku destê wê gihaştiyê dibistan ava kirin û êdî zarokên Kurdan di wan dibistanan de bi zimanê Erebî dihatin perwerdekirin. Li dibistan, gerînendetiyên hikûmetê … axaftina bi Kurmancî qedexe bû. Ev tevger û siyaseta han dihat meşandin ji bo ku rasterast bandorê li ziman û çanda Kurdî bike. Heke mirov li encamên wê binêre, mirov dibîne ku heta radeyekê ev siyaset gihaşt armanca xwe lê ne ji 100%. Ji ber ku Kurd di malên xwe de bi Kurmancî diaxivîn û dev ji ziman bernedidan. Her çiqasî Kurmancî bûbû zimanê malê tenê, lê dîsa jî hin kesayetên serbixwe kar û xebatên der barê ziman, wêje û folklora Kurdî de dikirin lê ew xebat li hundirê Sûriyeyê nedihatin çapkirin ji ber ku qedexe bû. Her wiha hin partiyên Kurdî perwerdeya ziman di malan de dida ku di encama wê perwerdeya bidizî de Saziya Zimanê Kurdî (SZK) di sala 2007’an de li Rojavayê Kurdistanê hat damezirandin. Yek ji armancên wê saziyê ew bû ku mamosteyên zimanê Kurdî amade bike û xwendin û nivîsîna bi Kurmancî xurt bike.

Kurmancî di dibistanan de bû bingeha zimanê xwendinê
Bikaranîna Kurmancî di nava malê de û gihandina hejmarek ji mamosteyan ji bo hînkirina Kurmancî bingeheke xurt bû ji bo Şoreşa 19’ê Tîrmehê. Bi gerîna çerxa Bihara Gelan re êdî li bajarê Kobanê 19’ê Tîrmehê bû çirûskek û geş bû. Bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê re şoreşa zimanî jî pêk hat. Xwendekarên ku di nav komên SZK’ê yên hînkirina zimanî de asteke xwendin û nivîsînê girtibûn, êdî pêşengiya Şoreşê kirin û êdî li bajarên Kurdan ên mîna Efrîn, Kobanê, Dêrik, Qamişlo, Dirbêsiyê… dibistanên Kurdî vekirin; ew dibistan yan malek yan odeyek yan jî dikanek bû. Tev li wan derfetên kêm Kurdan berê xwe dida wan cihan ku bûbûn dibistan. Her ku diçû hejmara xwendekaran zêde dibû û êdî wan mal û odeyên piçûk têrê nedikir. Lewma SZK’yê berê xwe da wan dibistanan ku dewleta Sûriyeyê ji bo perwerdeya erebî ava kiribûn û dest bi perwerdeya bi Kurmancî kir. Ji 19’ê Tîrmehê û heta bi damezirandina Rêveberiya Xweser, Kurmancî li dibistanan di çarçoveya çend saetan de dihat dayîn. Xwendekaran li kêleka perwerdeya dewletê -ya Erebî- Kurmancî wekî zimanekî dixwend lê piştî damezirandina Rêveberiya Xweser êdî komîteya pirtûkan ku niha bi Saziya Minhacan hatiye binavkirin, pirtûk ji bo dibistanan amade kirin. Her sal li gor derfetan materyalên hin refan dihatin amadekirin û bi rêya birêveberiyên dibistanan ên bajaran, ew meteryal derbasî dibistanan dibûn. Her sal meteryalên Kurmancî derbasî qonaxekê dibûn. Salekê qonaxa seretayî, salekê ya navîn û salekê ya amadeyî. Piştî ku meteryalên bi Kurmancî dihatin derbaskirin, perwerdeya dewleta Sûriyeyê dihat qedexekirin. Ev tevger û karên ku dihatin kirin, ji bo zimanê Kurdî û xilaskirina wî ji helandin û pişaftinê tevgereke dîrokî bû. Heta ku ev prose ket rê bi hezaran mamoste ketin tevgerê û ji bo serketina vî karî gelek ked hat dayîn. Hejmara mamosteyên ku bi Kurmancî perwerde didan her ku diçû zêde dibû, ji xwe 90% mamosteyên ku ev pêşengî kir, jin bûn. Jinan bi dilwêrekî û bi berpirsyariyeke mezin ev kar bi rê ve bir, ji ber ku her dem jin xwe berpirsyara perwerdekirinê dibîne ku ev berpirsyareke jinan ya dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de Desteyên Perwerde û Fêrkirinê yên Herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyeyê -ku berê kanton bûn- mamosteyên jin bi rê xist û êdî rêziknameyek ji bo wan amade kir û kotaya jinan di nava birêveberiyê de her wiha di nav hemû deverên cihê biryarê de, diyar kir.

Di zanîngehan de Kurmancî bû zimanê zanist û hînkirinê
Heta ku hînkirina bi zimanê dayikî li Rojavayê bû diyardeyek û êdî Kurmancî bû zimanê zanist, xwendin û hînkirinê êdî pêwîstî bi vekirina zanîngehan çêbû. Li gor pêwîstî û derfetan hin fakulte vebûn. Ji ber qedexeya li ser Kurmancî heta niha bi hezaran jêder û çavkaniyên zanistî yên ku ji bo xwendekarên zanîngehan pêwîst in, Kurmanciya wan tune ye ango nehatine wergerandin. Her wiha ferhengeke bingehîn ji bo Kurmancî tune ye ku çi têgiha ku tê xwestin tê de peyda bibe. Ev pirsgirêk û kêmasiyên ji dil in û dibin sedem ku êdî xwendekar piştî ku diçe zanîngehê bi zimanekî din jêderan bixwîne yan jî têgihên zanistî yên ku bi Kurmancî tune ne ji nû ve û li gor mentiqê zimanên din çêke. Piştî ku xwendekar dibistanê diqedîne û berê xwe dide zanîngehê rastî van arîşeyan tê. Ev arîşe jî dibin sedem ku proseya xwendinê dereng bimîne û derbasbûna têgihên nû yên ne li gor mentiqê Kurmancî bibin parçeyek ji Kurmancî ku di dema pêş de zehmet be mirov wan ji nav xwe derxe.
Xebatên kesayetî yên ku ji hêla zanayên Kurdî ve hatine kirin cihê rêzê ne lê ew xebat li hemberî berpirsyariya mezin a zimanî tên hejmartin. Lewma ev berpirsyarî ya hemû zanayên Kurdî ye ku ji bo biserketina proseya hînkirina bi Kurmancî xebatekê bikin û êdî li şûna xebatên takekes xebatên komî yên bi rêya akademî û sazgehan ji bo bilindkirina asta Kurmancî bên pêşkêşkirin.