Piştî 111 salan dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî”

- Nîlufer Koç
318 views
Her çiqas îsal jinan di 8’ê Adarê de li gelek deverên cîhanê di bin dirûşmeyên cûda cûda de bangawazî kirin jî, mirov heger hemûyan komê serhev bike; hemû dirûşman de rastiya ku jinan di bin dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de diqêran de veşartî bûn.

Mirov dikare bibêje ku piştî 111 sal an ku bi ser 8’ê Adarê ‘Roja Jinên Têkoşerên Cîhanê’ de derbas dibe, îro ev ezmûnên jinan yên gerdûnî di têkoşîna azadiya jinên Kurd de li Kurdistanê şînber dibe. Di van 111 salên berxwedan, serhildan û têkoşîna jinan de, li Kurdistanê di îdeolojiya rizgariya jinan de jî ev berxwedan di asteke bilind de hatiye jiyan kirin û piştî îlankirina konfederalîzma demokratîk a di sala 2005’an a ji aliyê Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan, di çerçoveya paradîgmayayek radîkal de hatiye veguhestin. Jixwe paradîgmaya Rêber Apo azadiya jinê dixe navenga xwe û jinê ne tenê wek kilît an jî dînamîka azadiya civakî pênase dike, belku bi azadiya jinê hevsengiya ekolojîk û her wiha dixwaze mêtîngeriya tîcaretê veguherîne ekonomî û siyasetek ku xwe ji baviksalarî rizgar kiriye, veguheriye siyaseteke demokratîk.

Banga jinan têkoşîna li dijî dîktatoriyê bû

Bêguman rêxistinên jinan, dirûşmên wan li gor rewşên taybet ên welatên wan cihê dibû. Li gelemperiya welatan, jin û rêxistinên jinan yên çîna navîn li pey dirûşma Komîsyona Jinan ya NY meşiyan. Ev dirûşm jî di bin nave; “pêşerojeke mayînde, bi wekheviya zayendî gengaz e” (Gender equality today for a sustainable tomorrow). Yanî Neteweyên Yekbûyî balê dikşîne ku wekheviya zayendan bi pirsgirêk e û ji bo pêşerojek hîn baştir pêdivî bi wekheviyê heye. Lê, li gel vê, gelek rêxistinên jinan ên Ewrûpayê ku di sendîkayan de birêxistinkirîne bal kêşandin ser bilindbûna rêjeya bêkariya jinan a di dema pandemiyê de. Her wiha hîna jî li gelek welatê cîhanê di navbera mûçeya jin û mêran de cûdahî heye ku ev jî newekheviya di vê qadê de radixe ber çav an. Helbet li gelek welatên Efrîqa û Asya jî jin bêdeng neman û dengê xwe yên dijber bilindkirin. Li welatên Efrîqa û Asyayê jin li dijî rejîmên dîktator ên baviksalar nerazîbûnên xwe anîn ziman û li dijî xêzanî û zêdebûna bûyerên destdirêjiyê bang kirin.  Lê, hema bêje li hemû parzemînan rêxistinên jinan balkêşandin ser zêdebûna tund û tujiya li nav male û bandga têkoşîna li dijî şîdeta ser jinê kirin. Jixwe daneyên ku Neteweyên Yekbûyî radigihîne bi têra xwe rewşa heyî piştrast dike.

Rengê jinan mohra xwe li çalakiyên 8’ê Adarê da

Bêguman 8’ê Adara îsal li Kurdistanê ji her salekê cûdatir bû, bi taybetî çalakî û daxwazên jinan radîkaltir bûn. Her wiha li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî jinên ji çîn û pîşeyên cûda, di bin sîwana Tevgera Jinên Azad de meşiyan. Yanî mirov dikare bibêje ku di çalakiyan de rengê netewa jinê derket holê û jinan mohra xwe li 8’ê Adara îsal dan. Ev jî israr û biryardariya jinan a têkoşîna li dijî pergala mêr-dewletê nîşan dide. Hertim yekîtiya jinan di bin dirûşmeyeke ne diyar de bû. Gelek caran li gor îdeolojiyên baviksalarî dibû ku hêza jinan jî parçe bibe. Jixwe ev rastî bixwe jî li dijî rihê dîroka 8’ê Adarê ye. Em ji bîr nebin ku 8’ê Adarê di encama Enternasyonala Jinan ya II.an de, di sala 1910’an de ji aliYê Clara Zetkîn ve hate pêşniyar kirin. Armanca wê ji vê pêşniyarê avakirina yekîtiya jinan a li dijî mêtîngerî û faşîzma pergala kapîtalîst bû. Lê belê mixabin ku siyseta 5000 salî ya pergala modernîteya kapîtalîst ku bi ezmûnên xwe yên perçe bike û birêve bibe, îro bi awayek serkeftî hêza jinan perçe parçe kiriye.

Biryardariya jinan a têkoşînê sînoran nas nake

A rast çalakiyên li bakurê Kurdistan û Tirkiyê carekedin biryardariya jinan a têkoşîna li dijî faşîzmê bi awayek zelal raxist ber çav an. Jinên Kurd  bi yek dengî û rengî li dijî mêtingerî û faşîzma dewleta Tirk meşîyan. Çawa ku jinan beriya vê bi 111 salan bê tirs li dijî pergala kapîtalîst serî rakirin û berxwe dan, îro jî jinên Kurd wek lingeke esasî ya berxwedana li dijî faşîzma rejîma AKP-MHP’ê têkoşin û berxwedidin, ji berxwedana jinan re pêşengiyê dikin. Ya girîng yekdengî û yekrengiya jinan a di çalakiyên 8’ê Adarê de bûn ku jin hem li tevahiya bajarên bakur û rojavayê Kurdistan ê, hem jî li derveyê welat, li gelemperiya Ewrûpa û Tirkiyê daketin qadan û bi yekdengî gotin; “em ji faşîzmê natirsin”. Bêguman ev wêrekî û biryardariya jinan a di têkoşînê de wê mohra xwe li berxwedana netewî Newrozê jî kir. Jixwe dema çalakiyên 8’ê Adarê di bin hestên têkoşîn û berxwedanê de bi girseyî bên pîrozkirin, wê demê Newroz jî vê ewqas bi girseyî bê pêşwazî kirin. Mirov dikare bibêje 8’ê Adarê roja referandûma jinan e, Newroz jî referandûma neteweyî ye. Rexmê hemû zext,çewisandin, gef, girtin û binçavkirinên sîstematîk jî, jinên Kurd li dijî faşîzma AKP-MHP’ê gav paşde neavêtin û helwesteke bê tirs raber kirin. Bi dehan jinên girtî yên nexweş li girtîgehanin û wan bi zanebûn bernade; bi vê yekê dixwaze jinan çav tirsî bike û bi wan gav bide avêtin. Lê, jin ji biryardariya xwe ya têkoşînê tenê yek gavê jî paş de navêjin. Mirov dikare bibêje ku jinan di 8’ê Adarê de erka xwe ya pêşengtiya neteweyî pêk anîn û bi vê biryardariya xwe jî reng û hêza beştariya ji Newrozê re jî tayîn kirin.