Parazvanên çanda dayikê

- Medya DOZ
648 views
Bi hezaran sal e qêrînek ji bin axê tê… Çend dewranên sosret bihurîn nizanim. Guliyek jineke bedew bûye şîverêka me, wê dizanim. Dizanim malzaroka mêjiyê me ji bo zayînê jan dide. Dîrok jî dizane, şûrê zalima qesta keziyê me kirin. Kesî ne xwest fehm bike ku hutê heft serî jî bi rihek nazenîn nikare. Em namirin! Em ji mirinê mezintir in!..

Deriyê holê vebû, di hundirê vê hola mezin de bi dehan jinên ku weke kulîlkên çiya bûn rûniştibûn. Behna qurnefîla ji hundir dihat. Li gel bixwîrek dirokî, coşek bi bask ku bûye mîna perperîkan li ser porê wan jinan danîbû. Keziyê wan reş, keziyê wan weke simbilê genimî, keziyê wan sor gewez û hinekirî… Çirûskê çavê wan diberîqî. Çavê wan weke dilopê xunavan li ser giya bûn, çavê wan weke stêrkên çiya bûn… Hemû weke hev bûn, hemû ji hev cuda bûn. Bejna wan di nav şal û şapik de weke terha daran nû gihîştîbû. Li pişta wan şûtik, di stûyê wan de kefî û cemedanî… Her yek ji wan wek neqşek ji dirokê bûn. Her yek ji wan nobedarê çanda dayikê bûn. Li dîwarê hola wan wêneyê şahmeranê hebû. Weka ku şahmeran çiroka wan şervanê jin ya hezar salan di dilê xwe de vedişere disekinî. Hindek bi eqs, hindek bi henûnî li wan meyze dikir.

Jin, hunermend û gerîla…

Wenêyê Sakine Cansız jî li beramberî şahmeranê daleqandibû. Herdu jin jî ji ava zanistê vexwaribûn û niha li ser çiyayekî di hola konferansekî de li rûye hev dinêrîn. Weneyên din jî hebûn. Sarya jî reqsa xwe anîbû çiyayê azad. Mizgîn jî stranên xwe anîbû. Li raserî dîwana konferansê ev nivîs hebû: “2. Konferansa Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn” Li dîwarê holê ev nivîs jî pir bal dikişand: “Huner, baskbûyîna zihnî û ruhî ye” Gerilayên jin ku her yek ji wan di beşên cuda yên hunerê de cihê xwe digirin, di konferansê de diaxivîn digotin, “Jin çand e, jin huner e, jin civak e, jin jiyan e.” Hin ji wan şanoger bûn, hin ji wan stranbêj, hin ji wan wênexêz, hin ji wan jî sinemager bûn… Hem jin, hem gerila, him jî hunermend bûn. Hemû bedewî li xwe kom kiribûn. Li hemberî pergala zilamê serdest bi hêrs bûn. Li hemberî yek dengî, yek rengî, yek zimanî bi hêrs bûn. Rengîniya jiyanê pîroz didîtin û ji bo wan keskesor taca serî bû…

Helwest û banga jinan

Niqaşê wan “ji dîrokê heya çîrokê” dirêj dibû. Bahsa çanda dayikê dikirin. Bahsa zayîna hunerî dikirin. Bahsa azadiya gelê xwe dikirin. Li dijî bijaftinê ji kezaba şewitî diqîriyan. Li dijî tecawizê serî radikirin. Li van çiyayên ku şopa lingê xwedavendan hebûn, jinên nifşên vê demê bi bask dibûn û li van çiyayên azad bahsa çand û hunera Kurdî dikirin. Di hundirê hemûyan de raperînek hebû. Li hemberî qirkirina çandî di qirika wan de bangek bi nav û nişan dibû… Bi sedan biryar girtin û ji evînê re gotin erê! Ji azadîyê re gotin erê! Ji hezkirinê re gotin erê! Ji bext û soza hevaltiyê re gotin erê. Ji namerdiyê re gotin na! Ji bêrûmetiyê re gotin na! Ji desthilatdariyê re gotin na! Ji xiyanetê re gotin na! Baweriya wan bi helbestan hebû û bi agir jî bawer dikirin. Ji jin û jiyanê re di gotin amîn…

Soza berxwedanê dan

Di hola jinên azad de kevneşop nûjen dibûn. Bi hewar û gaziya xwe Êdulê û Zarîfe dibû mêvan. Dîrok li van çiyayan ji nû ve olan dida. Dengê denbêjek jin sewtika nezaniyek rebenok qut dikir. Ji nezaniyê hez nedikirin. Bi ronahiya zanînê, xwe tahir dikirin. Ji bo kes nikaribe axa wan, çanda wan, nasnameya wan inkar bike sond xwarin… Her weha sond xwarin ku welatê xwe bi azadiyê tacîdar bikin. Sond xwarin ku berxwedaniyê bikin bingeha jiyana xwe… Sond xwarin ku exlaq û çanda jina azad bikin nexşeya riya xwe… Piştî Konferansa Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn xilas bû, hemû jinên kezî simbil bi hevre bang kirin û gotin, “Bi can bi xwin em bi te re ne ey Serok”, “Jin jiyan azadî.” Piştre jî tufana çepik û tilîliyan rabû… Bi biryardariyek mezin belav bûn. Diyar bû ku heta yek ji wan jinên sozdar bijî wê zilm û zordarî nikaribe bi awayekî hesan hinasê bikşine… Soz dan û li çar perçê Kurdistanê belav bûn…