PKK´î hatin, heval hatin!

- Xemgîn NETEWÎ
622 views

Ji berxwedêrên Şengalê Netewî Xemgîn qala wan rojên dîrokî kir

Di dîroka nêz de Kurdan û temamê cîhanê ji trajediyeke mezin re şahidî kir. 3’ê Tebaxa 2014’an civaka Êzîdî li Şengalê hem bi êrişeke hovane re, hem jî bi xiyaneteke mezin re rû bi rû ma. Fermaneke din bi ser Êzîdiyan re hat. Lê vê carê ne weke fermanên berê bû. Ji ber ku vê carê keç û xortên wêrek û dilêr yên Kurdistanê weke Xizir û Teyrê Tawis xwe gihandin hawara Şengaliyan.

Li dijî hovîtiya DAIŞ’ê û xiyaneta PDK’ê, wan lehengan bi berxwedana xwe bawerî dan civaka Êzîdî û rêveçûyîna dîrokê guherandin. Ew bi ezim, sebir û tebata xwe bûn 12 siwariyên Derwêşên hemdem. Di pey wan re bi hezaran Derwêş û Edûlê meşiyan û heta roja îro li deşta Mûsilê vê çanda qedîm a berxwedanê diparêzin. Dîrokê hertim yên berxwedêr rêve dibin, rêwiyên heq û heqîqetê îro jî bi heman rûhî bi vîn û baweriyeke ji pola bi ser zalim û xayînan de diçin. Werin berxwedana wan Derwêş û Edûlan ji jineke Kurd a berxwedêr a bi navê Netewî Xemgîn ku şahidiya wan roj û kêliyan kiriye bibihîsin. Netewî Xemgîn Newaya Jin re qala wan rojên berxwedanê û fermana Şengalê kir. Êdî em gotinê ji Netewî Xemgîn re dihêlin da ku hûn jî kêlî bi kêlî wan rojan bixwînin û hîs bikin:

Beriya Fermanê rewşa Şengalê

“Ji 2013´an heya 2015´an em li Şengalê bûn, piştî ku me Meclîsa Şengalê ava kir û me xweseriya wê ava kir, em ji wir derketin. Di 2013´an de em hatin Şengalê ji bo ku em gel bi rêxistin bikin, ji ber ku dewleta Iraqî ti girîngî nedida miletê Şengalê û heta hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ti girîngî nedabû miletê Şengalê û herêma wê. Em kanin bêjin, ne di milê ewlekarî de û ne di milê parastina wê de û ne di milê aborî û ne di milê xedemî de, girîngiyek nedabûne civaka Êzîdî.
Em çûn Şengalê ji bo em civaka Êzîdî birêxistin bikin û di vê çarçoveyê de me ji milet re civîn çêkirin. Civîn li ser wê yekê bû ka divê milet çawa xwe birêxistin bike. Ji ber ku li Rojavayê Kurdistanê şerekî pirr dijwar heye, divê miletê Şengalê li gorî wê xwe bi rêxistin bike. Me dizanîbû ku ev şer wê bigihêje Şengalê. Ji ber wê me got, heger em civaka Êzîdî neparêzin, koka Kurdan wê biçe ji bo Kurd werin parastin, divê miletê Êzîdî di wir de were parastin. Di Tebax û Cotmehê a 2013´an de ji bo ku em jinên Êzîdî birêxistin bikin, me dest bi civînan kir. Xetereke pirr mezin hebû û baweriya gel bi civînên me tine bû. Di rabihuriya wan de nihêrîna li siyaseta li pêş tine bû. PDK´ê jî dihişt ku civaka Êzîdî ji siyaseta xwe dûr bikeve, milet birçî dikir û bi pereyan milet ber bi xwe ve dikişand. Her wiha di milekî de parastina wan nedikir lê di milê din de jî bi pereyan çek difirot wan. PDK´ê dixwest miletê Şengalê mîna sîstema çeteyan ava bike bi rêya peran bi rêxistin bike. Wê nedixwest Êzîdî bi vîn û îradeya xwe, bi fikra xwe, bi siyasata xwe azad bibin.
Ev rewş heta sala 2014’an wisa bû. Di sala 2014’an de ji bo şermezakirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê a li dijî Rêber Apo me amadekarî dikir. We demê jî me panêl û civîna gel a tevgera civaka sivîl ya salekê çêkir, lê PDK´ê dixwest di nava gel de rêveberî û endaman bike hedef. PDK dixwest nakokiyên olî derxe pêş û ji bo ku TEVDA bi nasnameya xwe ya Êzîdahiyê nebe nakokiyan çêdikir û digotin siyaseta TEVDA îslamî ye. Ji bo ku civaka Şengalê rastiya TEVDA’yê nas bike, me lez da xebatên xwe yên birêxistinkirinê.
Wê demê serokê TEVDA´yê şehîd Seîd Hesen û şehîd Zerdeşt bûn. Endamên jin, keça heval Seîd Hesen, Zinar bû. Ew jî niha şehîd bûye. Zinarê zanîngeh dixwend. Bi dehan endamên wan şehîd bûn. Wan di milê siyasî de xwe bi rêxistin dikir. Her wiha di hêla çandî, civakî û zanistî de jî civakê perwerde dikirin. Lewma jî PDK’ê ew heval tengav dikirin. Em şahidê wê deme ne, dema em ji Mûsilê diçûn Şengalê em bi saetan li rê diman û ji me dipirsîn bê ka em ê biçin Şengalê çi bikin. Hevalên ku diçûn Şengalê jî dibûn mêvanên TEVDA’yê lê belê ew jî dihatin tengavkirin. Sala 2014’an de me 8’ê Adarê li wir pîrozkir û êriş birin ser şahiya ku ji hêla civaka sîvîl ve hatibû organîzekirin. Her wiha komîteya jinê jî ji birêxistinkirina wê şahiyê berpirsyar bû. Tevî ku 8’ê Adarê li temamê cîhanê tê pîrozkirin jî weke karekî siyasî û hizbî dîtin û êriş kirin.

Bi rêxistinkirina Şengalê û êrişên PDK´ê

Bi doçkayan, bi sîlahên giran êriş birin ser şahiya 8´ê Adarê. Wê demê hunermend Xemdar mêvan bû. Êrişî wî jî kirin. Wê demê dewleta Tirk hat bîra me, nêzîkbûna dewleta Tirk li ser 8´ê Adarê çawa bû ya PDK´ê jî ew bû. Di 2014´an de me cejna Newrozê jî pîroz kir, wê demê cara yekemîn li Şengalê Newroz hat pîrozkirin. Ji ber ku cejna Çarşema Sor her tim li Nîsanê tê pîrozkirin. Wê demê milet pirr bû, ji ber wê jî nekarîn girseyê belav bikin. Dema me yê ji bo Çarşema Sor şahî çêkira, dîsa bi çekên giran êrişî me kirin, wê demê hikûmeta Iraqê tinebû yanê ti giringî nedidan Şengalê. PDK’ê nehişt cejna olî jî bê pîrozkirin. Xelkê Şengalê di wê êrişê de jî li ber xwe da û li beramber êrişan rawestiya. Piştî vê êrişî, ciwanan pêwîstî dîtin ku xwe birêxistin bikin û lewma jî konferansa xwe bi tevlîbûna 80 ciwanan çêkirin. Ji ber ku cîh nedan, ciwanan konferansa xwe di bin konekî de çêkir. Tevî astengiyan hemûyan jî ciwanan konferanseke serkeftî pêkanî rêveberiya xwe hilbijart û komîteyên xwe avakirin. Her wiha di wê konferansê de tevgera ciwanên Êzdî yê Şengalê hat damezrandin. Wê demê hevalê Quto û Zerdeşt jî di nava wan ciwanan de bûn. Min bi xwe cara ewil dît ku ewqas ciwan tevlî dibin.

PDK´ê bi DAIŞ´ê re bazarî dikir

Piştî wê çeteyên DAIŞ´ê ketin Mûsilê, wê demê gel pê hesiya ku xeterî li ser wan heye. Di pey re DAIŞ ket Til Eferê. Wê demê tevgera TEVDA´yê bangawazî li hikûmeta herêmê [Hewlêrê] kir da ku parastina Şengalê bikin. Her wiha wî wextî xeta Rebîa jî vekirîbû, yanî dikarîbûn bi her awayî parastina Şengalê bikin. Lê belê rayedarên PDK’ê ji xelkê Şengalê re digot ku ew ê qaşo DAIŞ nekeve Şengalê. Wê demê PDK’ê 400 çekên giran dan wan û bi vî awayî bawerî da ku ew ê DAIŞ nekeve Şengalê. Digotin ji ber ku PDK bi DAIŞ’ê re hevdîtinan dike, ew ê şer neyê Şengalê. Xelkê bi çav didît ku berpirsyarê lîwa 15’an a Pêşmergeyan Serbest Bapîr bi DAIŞ’ê re hevdîtinan dikir.
Civaka Şengalê bang li PDK û dewleta Iraqê kir ji bo ku Şengalê biparêzin. Ew bang hîna jî di arşîvên çapemeniyê de hene. Xeterî pir mezin bû û êdî dor li Şengalê hatibû girtin. Xelk ji Til Eferê direviya. PDK’ê jî ew pêşî birin Hewlêrê û paşê birin Bexdayê. Xwedî li Til Eferiyan derket. Lê xwedî li Şengalê derneket. Nan, benzîn û hertiştî li ser Şengaliyan qutkirin. Tenê riyeke piçûk hebû wê jî DAIŞ’ê birrîbû. Tenê xeta Rebîa vekirîbû. Sibeha 2’ê Tebaxê, Pêşmerge bêyî ku fîşekek jî biteqînin, çekên xwe yên giran jî hilgirtin û reviyan. Tenê li aliyê Til Efer û Girkê Zerkê qismeke civaka Êzdî ku xwedî çek û sîleh bûn li gorî derfetên xwe li ber xwe dan. Min bi çavên xwe dît ka Pêşmerge çawa pê li zarokan dikirin, bi wesaît û sîlehên xwe direviyan. Ew bi xwe wesaîtên xwe dişewitandin û digotin DAIŞ’ê şewitand. Derew dikirin û direviyan.

Iraq û PDK reviyan, wê kî li ber xwe bide?

Di 3´yê Tebaxê de despêkê êriş birin ser milê Girzerik û Girhizêr. Paşê li derdora Şengalê tev de bû şer. Wê demê gel tirsiya, ji ber ku hemû li pêşiya wan reviyan. Wan got, heger dewleteke weke Iraqê reviya ku ewqas hêza wê heye û wekî PDK tevî ewqas derfetên xwe reviya, wê demê xelk çawa li ber xwe bide. Gel pirr tirsiya, her kes li wê fikirî ka çawa wê malbata xwe birevîne. Her kesî malbata xwe revand û berê xwe da çiyayê Şengalê. Li wir jî weke TEVDA´yê me got, divê em dest ji Şengalê bernedin. Me ji wir bang li Rojavayê Kurdistanê kir. Beriya wê bi mehekê jî me bangewazî kiribû, wê demê duwanzdeh heval ji me re bi rê kiribûn. Ji wan duwanzdehan, PDK´ê çar heval girtibûn. PDK´ê dixwest ji bo ku xebat û rêxistin bi pêş nekeve, endamên TEVDA´yê hemûyan bike zindanê da ku xeta berxwedanê nemîne û civaka Şengalê tine bike.

Fermana revê ya Mesûd Barzanî bû

Berî ku DAIŞ were, ji ber ku PDK´ê 4 heval kirin zindanê. ji wan heşt heval mabûn. Ji wan jî du heval derbazî Rojava bûn ji bo ciwanên Êzîdî perwerde bikin da ku xwe biparêzin. Axir şeş heval mabûn li Çiyayê Şengalê. Piştî wê, em çûn milê Çilmêra, ji ber ku sîlehên me tine bûn. Lê sîlehên gel pirr bûn. Gel jî sîleha xwe nedida me ji bo em parastina wan bikin. Wê demê, cilê me mîna yên gel bûn, wan nizanî ku em heval in. Lê çekên wan şeş hevalan hebûn. Lê sîlehên wan rûsî bûn, ne çekên giran bûn. Piştî wê, em li navenda xwe man. Paşê em çûn Çilmêra. Wê demê min û heval Adar me dixwest em pêşiya pêşmergeyan bibirrin. Digotin, “Ji Mesûd Barzanî ferman hatiye, em şer nakin. Hêza me lawaz e. Hûn jin in, hûn ê çawa şer bikin. Birevin.” Me jî ji wan re got “Em narevin, bila di ser cenazeyên me re biçin. Lê em weke we xiyanetê nakin. Hûn PDK’î xayîn in.” Me ji wan re got “ çekên xwe bidin me û dîsa birevin, lê em ê li ber xwe bidin.” Pêşmergeyan digot, “Hûn jin in, hûn ê çawa şer bikin! Em zilam in, em direvin, çima hûn narevin?”Ji bo nerevin, em qêriyan, me şêwazên cuda meşandin, lê tevî hemû hewildanên me jî Pêşmerge reviyan. Û pêşmergeyan xwest me şehîd bikin, sîleh nîşanî me kirin, me pirr bangawazî kir, digotin, “Barzanî ferman daye”. Yê min, kincên min medenî ango sîvîl bûn, ti çek bi min re tine bû, lê klêşeke hevala Adar hebû û cilûbergên leşkerî lê bûn. Dema gel dît ku ewqas hêzeke mezin ji ber DAIŞ´ê direve, ew jî tirsiya, reviya. Civakê digot, “Pişta me tine ye.” Milet êdî bê bawerî ma û dest bi revê kir. Hin ji wan berê xwe dan çiyayê Şengalê, hin ji wan berê xwe da herêma Kurdistanê, hin ji wan jî ji bo derbasî Rojava bibin berê xwe dan Rebîa. Piştre jî jixwe êdî şer pir giran bibû.

Heta doçka hat

Dema ez li wê rojê difikirim, hizrê mirov, fikrê mirov nemabû. Yanê dema ez wisa dibêjim, ez nizanim çi bibêjim. Yanê Nemrût wisa nekiribû, ne di ti olan da hebû û ne di felsefê de hebû. Di ti cihî de ewqas êrişeke bi dijwarî min nedîtibû û nebihîstibû. Komkujiyeke wiha bû ku nayê ziman. Bi destê DAIŞ’ê êriş kirin lê PDK bû sedem ku êriş bikin. Wê demê em heval, her yek ji me li milekî bûn. Heval Dilşêr niha şehîd bûye. Heval Dilşêr fermendarê 12 hevalan bû. Heval dilşêr û hevalekî din ji bo sînor biparêzin, di milê sînor de şer dikirin. Di şerê ser sînor de du heval birîndar bûn û heval Dilşêr ew derbasî Rojava kirin. Heval Merwan û heval Memo jî li hêla Kersê di şer de bûn. Heval Memo û heval Merwan ji bo parastina Şengalê bikin, ji wir berê xwe dan Şengalê. Heval Memo şehîd bû. Wê demê heval Can Polat jî hebû. Heval Can Polat ji xelkê Kopayê ye. Ew bangî milet dikin, lê gel wan guhdar nake. Wê demê, heval Can Polat wêneyê Rêber Apo nîşan dide û bi vî rengî berê xwe dide Şengalê. Bi tena serê xwe ber bi DAIŞ’ê ve çû. Herkes ji DAIŞ’ê direviya lê heval Can Polat ber bi DAIŞ’ê ve diçû. Heval Adar jî ji çavê xwe birîndar bû. Heval Adar xelkê Dêrikê bû. Ez û heval Adar bi hev re bûn ji bo wê jî heval Adar got: “hevala Netewî, ji bo parastina Şengalê divê em ciwanan li dora xwe kombikin. Ji bo vê lazime em çi bikin?” Lê ji ber ku em her du jî jin bûn, gel bawerî bi me nedîanî. Digotin ewqas hêzên mezin ji ber DAIŞ’ê reviyan ma wê du jin li dijî DAIŞ’ê biseknin. Bi rastî jî pirr zehmet bû. Av tinebû dinya pirr germ bû. Zarok, jin, kal, rewşa wan pirr xerab bû. Ji bona wê, ez û heval Adar em ji hev qut bûn. Piştî wê min dît ku doçkaya Êzdiyekî hebû. Min jê re got, ka doçkaya xwe bide min. Ji min re got, tu dizanî bi kar bînî? Min got erê. Ji min bawer nedikir ku ez ê parastina gel bikim. Wê demê heval Merwan û heval Adar û heval Memo hatin doçka amadekirin û ez li doçkayê siwar bûm. Min got, PKK´î hatin, heval hatin! Û hevalan bang dikir. Wê demê, min got, em bi ser ketin. Ji ber ku wê demê milet zûbizû xwe neda kêleka Gerîla. Ji ber ku baweriya wan bi ti kesî tinebû. Lê hêdî hêdî, gel hat cem me.

Gel li derdora Gerîla kom bû

Di 3´yê Tebaxê de û 4 û 5´ê Tebaxê de hevalên gerîla hatin hevalên YPG û YPJ´ê jî ji Rojava hatin. Gel ewqas hêz û moral girt ku bi şahî û govendê pêşwaziya wan kir. Wî çaxî gel digot; tawisî melek Gerîla û YPG’ê ji me re şandin. Di 6´ê Tebaxê de DAIŞ´ê xwest Şengalê bi dest bixe. Wê demê bi qasî 300 hezar xelkê Şengalê ji bo xwe biparêze li hev kom bû. Ji hêla Rojava jî di korîdorê de milet ber bi civaka Êzdî ve hat. Wê demê xelkê Şengalê ji me re got ‘heval eger hûn li pişta me bin, em terka Şengalê nakin.’ Me jî ew bawerî da gel û ji wan re got: heger DAIŞ di ser cenazeyê me re jî here em dest ji Şengalê bernadin.’ Piştî ku gel vê baweriya me dît, hêz girt û mil da milê me. Hevalan kalên ku di destê DAIŞ’ê de bûn xilas dikirin. Her wiha jinên ducanî jî ji destê çeteyan rizgarkirin û ew derman dikirin. Bi vî awayî gel hem berxwedana Gerîla dît û hem jî çand û exlaqê Gerîla dît. Ev yek di nava gel de baweriyeke mezin çêkir.

PDK´ê provokasyon kir

Piştî neh rojan Pêşmerge bi balafiran hatin. Lê pêşmerge ditirsiyan dakevin û diavêtin erdê. Wê demê yekî qelew hebû, lingê wî şikest, kes xwedî li wî derneket. Hevalên me yên Gerîla, hevalên me yên YPG û YPJ´ê bi hev re çûn, ew pêşmerge anîn, lingê wî derman kirin û ew derbasî çiya kirin. Dema Pêşmerga bi balafiran hatin, gel xwe avêt pêşiya wan û êrişî wan kir. Xelkê Şengalê ji Pêşmergeyan re got: ‘Gerîla hatin em xilaskirin. Ji bo korîdor vebe 50 heval şehîd bûn. Piştî 9 rojan hûn bi balafiran hatine çiyayê Şengalê çi? Em qebûl nakin!’ Di wê kêliyê de em ketin navbera wan da ku gel Pêşmergeyan nekuje. Her wiha PDK’ê bi zanebûn Pêşmergeyên Êzîdî şandibûn wêderê. Eger Pêşmerge bihatana kuştin jî digotin bila Êzîdî, Êzîdiyan bikujin. Lê me rê neda vê yekê û me pêşî li vê provokasyonê girt. Me ji wan re got niha şerê me li dijî DAIŞ’ê ye û divê em DAIŞ’ê ji vir derxin. Tenê kamereyeke me hebû û kamera di destê heval Xeyrî de bû. Me bi xwe li şûna wan Pêşmergeyan şerm dikir. Piştî 9 rojan hatine qaşo ew ê şer bikin, lê di rastî de şer jî nedikirin. Gel bi xwe didît bê ka Gerîla çawa şer dikir.

Li dijî xiyanetê rêxistin

Gerîlayan xwest bi herêma Kurdistanê re li hevkirinekê çêkin. Lê PDK´ê xwest fêlbaziyê bike. Gava me xwest hemleya xwe çêkin, wê demê dîsa xeta xiyanetê derket holê. Wê demê wan nekarî hemleyê bi ser bixin. Dîsa YPG û Gerîla û gel hemleyên bi sîleh ji bo jinûve vekirina koridorê û rizgarkirina Şengalê kirin. Û wan sînor rizgar kir, wan Xanesor rizgar kir. Di hemû milan de rizgar kirin. Bi fermandariya heval Egîd bû. Heval Zekî Şengalî piştî wî hat. Heval Zekî Şengalî rêveberiya fêrkirina sîstema neteweya demokratîk bû. Ji bona wê, xebateke pirr serketî bi rê ve birin, kesayet ava kirin. Yek ji wan heval Zerdeşt bû û heval Seîd Hesên jî serokê TEVDA´yê bû. Wê demê ji bo ku Şengal xwe bi xwe bi rê ve bibe, meclîsa demkî û meclîsa leşkerî ya YBŞ û YJŞ´ê ava kirin û rêxistineke jinan hat avakirin. Ji ber ku li hemberî sîstema pêşmergeyan a ku xiyanet li wan kiriye, xwestin xwe birêxistin bikin, xwe bi xwe bi rê ve bibin, da ku bibin bersiva li dijî xiyanetê. Wê demê sîstema xwe xurt kirin. Piştî sîstem hat avakirin, Gerîla parastin dewrî YBŞ û YJŞ´ê kir û ji wir vekişiya. Her wiha YPG û YPJ’ê jî ji wir derketin. Tenê sîstema rêveberiya xweser di wir de ma. Şengalî heta niha jî bi hêza xwe parastina xwe dikin. Û heta niha jî çavê dewleta Tirk a faşîst û PDK ya xiyanetê dike li Şengalê ye. Lê belê baweriya me bi Şengalê heye ku xwe baş birêxistin bike. Ji ber ku keda wan hevalên şehîd ên weke Seîd Hesên û heval Zerdeşt û heval Bêrîvan û heval Zekî Şengalî mîraseke pirr mezin li şûna xwe hişt. Hevalên din ên ku şehîd bûne, Şengal li ser şopa wan diçe. Her kes li gorî xwe dîrokê dinivîsîne. Lê dîroka berxwedanê li Şengalê hat nivîsandin. Yên xayîntî kirin nayên efûkirin, ew ê her li beramberî dîrokê hesabê vê xiyanetê bidin.”