Qethe: Jina wêrek, şerker û jîr a Hewramanê

- Berjin TEKOŞER
306 views
Li ser erdnîgariya Kurdistanê, li çar parçeyên welat gelek şêre jin rabûne ku bi wêrekî, şerkerî û fermandariya xwe, hem ji bo welat û hem ji bo parastina xwe têkoşiyane.

Me carnan behsa jinên zanyar, hincaran jî behsa têkoşîna di qada wêje û hunerê ya jinan kir; lê di gelek çîrok û serhatiyên jinan de me hewl da ji we re behsa lehengî, wêrekî û şerkeriya jinên pêşkeng ku di gelek dîrokên cuda de, nexasim jî dîroka jinên Kurd de ji bo axa niştiman, parastina xwe û civaka xwe şer kirine, têkoşînên bê eman dane, kir. Belê, em ê vê carê jî rûpûş û siya li ser serhatiya şêre jineke bi navê Qethe Xatûn rabikin û di nav çîroka serhatiya wê de biherikin. Rastiya ku wek çîrokê di şaneşîn û civatan de her geriyaye û heya roja me ya îro hatiye; ger rastiya vê şêre jinê nehatibe nivîsîn jî, lê jinan kariye bi klam û çîrokan heqîqeta wê heya roja îro biherikîn û bînin.

Dengê lingê Qethe ji dûr destan tê bihîstin

Belê, di dîroka Kurdistanê de, li herêma Hewramanê behsa jinekê tê kirin, jinek ku bi navê “Qethe Çete” tê nasîn. Helbet navê wê Qethe ye, lê di wan zemanan de yên ku li dijî hikûmet û pergala wê demê şer dikirin, ji aliyê hikûmetên dagirker ve wek “Çete” dihatin bi nav kirin. Hîna jî kal û pîrên me yên li vê herêmê dema behsa vê şêre jinê dikin, bîbikên çavên wan dikene, nexasim dema behsa wêrekiya wê tê kirin, kelecanê bi dilê wan dixe. Belkî jî ev çîrok bin ku wiha jinên vê herêma çiyayî, jîr û wêrek dike. Dibe ev rihê serhildêr yê van çîrokan be, axa vê herêmê ku şahidiya van serhatiyan kiriye, wiha van jinan jîr û bêtirs dike û ber bi têkoşînê ve diherikîne. Qethe yek ji wan kesane ku bi hêz û wêrekiya xwe ya mezin li dijî rejîma Riza Şah Pehlewî şer kiriye. Ew jine ku bi wêrekî û têkiliya xwe ya taybet di dîroka Hewramanê û Kurdistanê de tê nasîn. Qethe Xatûn bi navê tê nasîn “Qethe” keça Nergêz Xatûna Mehmûd Bege; di dawiya salên 80’î hetawî, li gundê Herwey ser bi bajarê Pawe ya Hewramanê ji dayîk dibe. Di dema serdestiya şahê wê demê de ku dixwest desthilatdariya xwe li Hewramanê berfireh bike, nêzî 80’î kesayetên Hewramanê ku ji bo xwe wek dijmin didîtin, girtin û veguhestin zîndanê. Berzo Begê birayê Qethe jî di nav wan girtiyan de bû. Berzo dema ku dibin zîndana dewleta Pehlewî, ji nav destê wan xwe xilas dike, lê dîsan tê girtin. Ew di bin êşkenceya giran de jiyana xwe ji dest dide. Dema ku xwişka wî Qethe vê dibihîze, biryar dide tola birayê xwe hilgire. Bê dudilî cil û bergên xwe yên bûkaniyê tavêje û cilên birayê xwe li xwe dike û sonda tolhildanê dide. Ji bo wê jî, çek hildigire û berê xwe dide çiyayan. Wê bi wan kesên ku dest bi berxwedana li dijî dewleta Riza Şah ê Pehlewî kiribûn têkilî çêke. Çûyîna çiyayan û hilgirtina çekan ji bo jinek wek Qethe di wan rojan de, her wiha danîna peywendiyê bi dijberên dewletê re, hem ji bo civakê û hem jî ji bo dewleta wê demê tiştek ecêb bû. Dema ku dewleta Pehlewî bi Qethe hesî, hemû hewldanê xwe ji bo girtina wê xist dewrê dakû wê dîl bigire.

Destanek lehengiyê

Qethe li Hewramanê, di navbera salên (1920-1930) jiyaye. Salên ku Riza Şahê Pehlewî dest bi xwînrijandin, komkujî û kuştinan dike. Ev jina Kurd di bûyerekê de ku leşkerên Riza Şah hewl didin herêma Hewraman dagir bikin û wekheviya bawerî û civakî ya vê herêmê têk bibe, bi komên ku rêxistin kiriye dest bi şer dike. Wêrekî û şerkeriya wê hişt ku ew bibe efsane. Li gorî hin vegotinên dîrokî, Qethe hin caran bi rêya komên (ku wê demê wek çete jî dihat pênasekirin) li dijî dagirkeriyê sekiniye û bûye pêşenga jinên kurd. Helbet li gorî îro ger em binirxînin wek komên gerîlayan tevdigere û xwe dispêre çiyayan. Ev jî dihêle ku Qethe wek mînakek wêrekiya jinan di dîroka Kuristanê de bê nasîn û behsa wê bê kirin. Her wiha wê hiştiye ku rola jinan a di pêşîgirtina dagirkeriya li ser axa niştiman de li dijî serdestiya derve jî ji nû de şikil bigire. Di dîrokên gelan de gelek destan û çîrok hene, çîrokên ku em bi rêya wan dikarin xwe bigihînin rastî û heqîqetê. Nexasim destan û çîrokên kesên ku ji bo welatê xwe serhildan kirine û bûne xwedî têkoşînên mezin. Yanî mirov tenê nikare bêje ew destan an jî çîrok in, her yek ji van destan û çîrokan rastî û heqîqetên civakekê di nav xwe de dihewîne. Hin ji wan bi çîroka kesayetekê dikevin rê û li ser heqîqet û rastiya civakekê siyê didin alî, ronî dikin û dihêlin ku em di şexsê wê çîrokê de xwe bigihînin rastiyên ku nehatine nivîsîn, lê bi gotegotan heya roja me ya îro hatine. Destana Qethe, jina jîr a Hewramanê jî yek ji wan çîrokane ku em bi rêya wê, rewş, cih û rastiya jina kurd a di nav civaka wê demê de pê hay dibin.
Dema behsa destanên serî rakirinê di dîrokên cuda yên cîhanê de tên kirin, bi gelemperî behsa serhildanên mêra tê kirin. Lê, em li çar parçeyên Kurdistanê dikarin rastî destan an jî çîrokên bi dehan jinên kurd bên ku di dîrokên cuda de serî rakirine û bûne pêşengên serhildanên mezin.
Çîrok an jî destana Qethe; ku roja me ya îro jî hîna pîr û kalên me vedibêjin, çîroka jina Kurd a ku li dijî desthilatdariya Şahê Îranê serî radike tîne ziman. Ew çek radike û rêya çiyayan digire ber xwe. Wek gelek çîrok û destanên Kurdan, çiya pal û pişt e! Tê gotin, lehenga çîroka me heya salên şêstî dijî û li herêmê bi cengaweriya xwe tê nasîn. Ez ê jî hewl bidim vê çîrokê bi awayî ku hatiye vegotin, ji we re ragihînim. Ji bo ku neyê jibîrkirin û em nedin ji bîrkirin.

Ew ji bo parastina nirxên Hewramanê têdikoşe

Jina serhildêr, Qethe, di tevahiya jiyana xwe ya şer û têkoşînê de, wek mînakek azadî, wêrekî û jîriyê hatiye navkirin. Ew bêtirs û wêrek bû! Li beramberî leşker û hikûmetê radibe, serî natewîne. Her wiha ew ji bo zindî hiştina hişmendî û rihê Hewramanê gelek hewl dide, dixebite. Piştî jiyaneke dirêj a li çiyayan û berxwedanek bê eman, Qethe ji ber wêrekî û şerkeriya xwe, ji aliyê dewleta Pehlewî ve wek “Çete” tê binavkirin. Di hin pevçûnên bi leşkerên dewleta wê demê re, hin çalakiyên bi bandor pêk tîne ku heta roja îro di hişê civaka Hewramanê de zindî maye. Di nav hevalên Qethe de bo nimûne, “Xalê Mihemed Cîhan Ara li Nosme, Seyîd Nav Xasî Beleb Zanî”, dibêjin ku Qethe xwedî kesayetek çalak û wêrek bûye. Bi awayekê behsa wê tê kirin ku; bi şev winda dibe û bi roj dîsa xuya dibe. Tişta balkêş ew e ku dema em li dîrok û rastiya vê jina pêşeng a Hewramanê dinêrin, em rastî giyan û kesayetek bi tevahî şoreşger tên. Gelek hevalên wê yên wek “Lalo Miheme û Cehan Are”, pêşeng û azadîxwazên wê demê bûn. Belê, herçî şeran berdêlên mezin bixwe re anîbin jî, ew di her warî de bû xwedî bandorek mezin.
Ew kesên ku li dîrok û têkoşîna rêberên Hewramanê dinêrin, di rih û kesayetiya şoreşgerî ya Hewramanê de, di jiyana wan a rojane de û di têkoşîneke pir dijwar de li dijî hikûmet û neheqiyê radiweste, ji bo azadiyê û parastina nasnameya xwe hewl dide, têkoşînek bê eman dimeşîne. Di şêwazê jiyana wê de, derketina wê ya pêş dihêle ku dewlet dest bi reşkirina jinên wiha pêşeng bike. Ji bo wê, navê “Çete” bi wan ve dike. Yek ji wan jinan jî ku rastê tiştek wiha tê, Qethe bû.

Jiyanek ji Rojhelat ber bi Başûrê welat

Dîroknas li ser vê li hev dikin ku di sala 1322 yê Hetawî, di demekê de ku Qethe di veguhestina cihekê ber bi ciheke din in; li gundê Belander heta sînorên komarê, ev jina têkoşer ji aliyê hêzên dewletê ve dikeve kemînê û piştî şereke dijwar bi qehremanî û ji bo nekeve destê hêzên dewletê, li başûrê gund, li ciheke berz ku navê wê derê “Wezenew Waşere” bû xwe tavêje xwarê û lingê wê dişkê. Wek kevneşopiyeke dîroka jinên kurd, her ji çîroka qeleya Dim Dim bigire, Besê û Rindê Xanê û serhildana malbata wan, heya roja me ya îro ku nimûneya têkoşîn û berxwedana jina kurd ji çiyayên azad bigire heya Rojhelat û Rojavayê Kurdistanê.
Qethe ji bo nekeve dest berxwe dide û lingên wê dişkê, ji bo xwe ji leşkeran veşêre hildikişe ser darekê. Piştî lêgerînek berfireh a leşkeran; ku wisa dipên Qethe bibînin, lê her ku digerin bêhêvî dibin. Koyxwa Cafrî Komre çeka Qethe vedişêre ku nekeve dest leşkerên dewletê. Paşê, bi alîkariya xelkê Komre Qethe dibin şikeftek a bi navê “Tate Pîre” ku li bakurê gundê Komre ye. Her wê şevê, Koyxwe Hemeteqî dişîne ku lingê birîndar ê Qethe derman bike. Piştî demekê û bi alîkariya malbata wê, wê dibin gundê wê “Herwey”. Dovre, ew derbasî Başûrê Kurdistanê, bajarê Helebçeyê dibe. Ew piştî çend salan ji bo heta hetayî Helebçe dihêle û diçe. Diçe bajarê Kerkukê û ji mamosteyên olî dixwaze rê bidinê ew biçe ziyareta mala xwedê, lê jê re dibêjin tu nezewiciyî û destûra vê nadinê. Dema Qethe vê dibihîze pir hêrs dibe. Dovre diçe Bexdayê û rastî mele Kerîmê Muderîs tê, ji ber ku Muderîs di wêjeya kurdî de xwedî kesayetek arifane (mîstîk) bû, piştî rawêjekê çûna Qethe ji bo hêcetê asan dike. Piştî vegera xwe ji hecê, ew vedigere cihê Geylanî li Bexdayê. Ew heya rojên dawî yên jiyan xwe li goristana Xaneqa jiya. Li wir jiyana xwe ji dest dide û li ser axa biyanî tê veşartin.