Rewş û encamên şerê dagirkeran

- Berîtan ZAGROS
158 görüntüleme
Şerê herî dijwar ê dîroka gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê di navbera dewleta Tirk a dagirker û gerîlayên Kurd de dimeşe. Ji ber ev şer weke şerê diyarkirina çarenûsê tê binavkirin, lewma her aliyek çi ji destê wan tê texsîr nakin. Dikare bêgotin, wê ev şer çarenûsa têkoşîna azadiyê ya Kurd û ya dewleta Tirk a faşîzan jî diyar bike.

Helbet wê ev şer zelaliyekî di nava Kurdan de jî çêbike. Ji ber şerê niha li Kurdistanê şerê di navbera Kurdên welatparêz û Kurdên bi dagirkeran re bûne yek de ye jî. Wê çarenûsa wan jî diyar bike.

Fînansmanên sereke yên şerê li Kurdistanê

Ber bi sedemîn sala peymana Lozanê ya Kurdistanê parçekir ve diçin. Her nêzî sala 2023’an dibin, asta şer jî dijwartir dibe. Ji ber hêzên cîhanî jî êdî navê şerê li herêmê, cîhanê û Kurdistanê weke şerê sêyemîn ê cîhanî binav dikin. Beriya nexşeya cîhanî, bi taybetî jî ya herêmê ji nûve were dîzaynkirin, şereke dijwar a dagirkerî û îmhakkirinê li asta herêmê û Kurdistanê de dimeşe. Serkêşiya wê dagirkeriyê jî dewleta Tirk dike. Bêgûman herkes dizane dewleta Tirk a bi pêşengiya koalîsyona faşîst a AKP û MHP’ê bi xeyalên Osmaniyên nû pêleke dagirkeriyê li Kurdistanê daye destpêkirin. Ev kaolîsyona faşîst û dijî Kurd jî man û nemana xwe bi şerê dijî Kurdan û bi taybet jî PKK’ê ve girêdane. Lewma şerê herî dijwar a dema desthilatiya xwe li dijî gerîla dimeşînin. Ji bo Tevgera Azadiya Kurd sernekeve jî welatên sermayedar yên Ewropa piştgiriyeke tam a pir alî dide dagirkeriyê. Bi peymanên çekên modern hem aboriya xwe zindî dikin, hem jî hewl didin hemû aliyekî lawaz bixin û bixin xizmeta xwe de. Lewma çavkaniya sereke ya şerê li Kurdistanê û Rojhilata Navîn welatên Ewropa ye. Hemû îddîayên wan ên ji bo mafê mirovan, demokrasî û azadiyê ji derveyî demogojiyê ti tiştekî din îfade nake. Ev rastiya welatên Rojava li Afganîstanê îspat bû ye. Ji ber vê yê dagirkeriya Tirk fînanse dikin, sûdmendên herî mezin ên şerê li Kurdistanê û herêmê ne. Ji ber şer hem pîşesaziya wan a çek geş dike, hem koçberiya ber bi welatên Rojava ve zêde dike, hem jî rê dide bi rehetî siyaseta xwe li herêmê serwer bike. Bi rêya koçberiyê artêşeke xwe ya ji karkeran (koleyên modern) ava dike. Bi van koçberan nifûsa xwe ya bi temen û aboriya welatê xwe li ser pê digirin. Ji ber wê hete gotin ku şerê li Kurdistanê di dema xwe ya herî dijwar re derbas dibe. Me got, şerê çarenûsê û Tirk jî gotine, kilîd! Eger bikarin kilîdê bişkînin, wê êdî deriyên dagirkirina Kurdistanê yek bi yek ji wan re vebin. Helbet wê ev wer hêsan nebe. Tevî şerê di navbera gerîla û artêşa Tirk a NATO’yê de ne şereke adîl û hevsenge, gerîla dibin dorpêçeke mezin de ye û derfet kême jî, serweriya şer a psîkolojîk û heta erdnîgarî jî di destê gerîla de ye. Helbet ev jî di de nîşandan ku gerîlayên bi dagirkeran re di cengin xwedî hestên bihêz ên welatparêzî, aqil û îradeyeke mezin a îdeolojîk û polîtîk in. Eger ne wisabe, ne gengaze li beramber evqas çekên kîmyewî, bombebaranên dijwar, dorpêç, birçîbûn, westandin û her weke din li berxwe bide.

PDK 24 saet di xizmeta artêşa Tirk de ye

Li gorî bîlançoyên gerîla û çavdêriya xelkê herêmê li Zap, Metîna û Avaşînê şereke dijwar rû dide. Dewleta Tirk li herêmê ketiye nava çiravê û şaşomaşo bûye. Lê ji ber em nêzî sedemîn sala peymana Lozanê ya parçekirina Kurdistanê dibin û Tirkiye hedef dike, weke dema Osmaniyan wîlayeta Mûsil û Kerkûkê (Başûrê Kurdistanê) dagir bike, niyeta wê ya vegerê nîne. Ji ber baş dizane eger wê pîlana xwe pêkneyêne û gerîla tasfiye neke, wê ew tasfiye bibe. Çima venakişe, ji ber piştgiriya PDK’ê ya rasterast heye. Eger heya niha venekişiyaye jî sedema sereke PDK ye. Ji bo artêşa Tirk di dagirkirina Kurdistanê de serkeftî bibe û gerîla binbikeve, PDK herêmên dibin kontrola xwede bê sînor ji artêşa Tirk re vekiriye. Li hinek deveran baregeh bi pêşmergeyan dide çêkirin û paşê leşkerên Tirk lê bi cîh dike. Li aliyekî din mayînên li pêş dagirkeran paqij dike, li hemû qadên ku destê wê jê bigire kemîn diavêje pêş gerîlayan û rê nade ne locîstîk (erzaq) ne jî çek, cebilxane û maskeyên xwe ji gaza kîmyewî biparêzin bigihijin gerîla. Ya herî girîng jî li herêmên dibin kontrola gerîla de ji bo gel li dijî PKK’ê rake bi MİT’a Tirk re hevbeş rojane serî li provakasyonan û reşkirina gerîla dide. Medyaya xwe ya şerê taybet bêsînor ji MİT’a Tirk re vekiriye. Bênavber nûçeyên derew, bêbingeh, bêîtîbarkirinê li dijî gerîla diweşîne û hewl dide bala gel li ser dagirkeriya Tirk bibe û gerîla hedef nîşan bide. Dikare bêgotin, medya şerê taybet a kirêgirtiyên PDK’ê 24 saet di xizmeta artêşa Tirk û îdeolojiya faşîst a Tirk ya xwe dispêre dijminahiya Kurd de dişixûle. Di rewşa heyî de herhal asta beşdarbûna PDK’ê ya ji şerê li dijî dijî Kurd û bi taybet jî gerîlayan re kêm hatiye dîtin lewma dewleta Tirk ji PDK’ê xwestiye rastrast tevlî şer bibe.  Wisa tê fêmkirin ku PDK dixwaze li herêma Metînayê êrişê gerîla bike û eniyeke nû ya şer ji artêşa Tirk re veke. Li Metînayê eger weke Hezîrana 2021’an PDK êrişê qadên dibin kontrola gerîla de bike û bala wan li ser dagirkeriya Tirk bibe, bêgûman ewê weke her carê nebe û wê li her derê mafê bersivdayînê ji bo gerîla çêbike. Ji ber eger şer di navbera gerîla û çekdarên PDK’ê de çêbibe, bêgûman wê leşkerên Tirk bikarin qadên ku heya niha dagir nekirine dagir bikin û xwe nêzî hedefa xwe ya 2023’an bike. Li gel vê metirsiyê MİT û îstîxbarata Tirk li bajarên Başûrê Kurdistanê jî ji hewa û erdê ve li welatparêz û kadroyên Tevgera Azadî dixe. Dixwaze tirsek di civakê de çêbike, PKK’ê di nava civakê de tecrîd û krîmînalîze bike, bi qetilkirina sivîlan serweriya psîkolojîk bixin destê xwe. Ji ber wê bi qetilkirina welatparêzê ji Bakurê Kurdistanê Zekî Çelebî re ji hewa ve jî li Axceler, Mexmûr, Şengal û Kelarê jî êriş pêkanî.

Ew şer rê li ber koçberiyeke mezin vekir

Li gorî hinek amarên ku ji aliyê rêxistinên civakî yên Herêma Kurdistanê ve hatine dayîn, di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên ji sala 2015 heya 2022’an ve zêdeyî 130 welatî jiyana xwe ji dest dane. Rojana xwezaya Kurdistanê tê bombebarankirin û wêrankirin. Ji ber bombebaranan gundên Kurdistanê tê bê mirovkirin, çavkaniyên jiyanê tên zûhakirin û ya herî girîng jî pêşî li koçberiyeke mezin a ji welat ve tê vekirin. Koçberiya di van salên dawiyê de ber bi welatên Ewropa ve her diçe zêde dibe. Beşeke mezin a ciwanên Başûrê Kurdistanê ji ber polîtîkayên desthilatdariyê yên PDK’ê û partiyên din naxwazin li Kurdistanê bimînin û welat terk dikin. Ji ber sîstemeke perwerdeyê ya welatparêziyê di nifşê nû de pêşnaxe, li cihê têkoşînê ciwan çareseriyê di reva ji welat de dibînin. Ev reva ji welat jî dibe sedem ku gundên Kurdistanê vala bibin, çavkaniyên jiyanê ji ber êrişên dewleta Tirk hişk bikin, neçarê koçberiyê bikin, weke encam jî rê ji dagirkirina Kurdistanê, îlhak kirin û guhertina demografyayê re veke. Desthilata Herêma Kurdistanê ku bi piştgiriya hêzên hegemon ên cîhanî li ser piya dimîne, di çavê gelê herêmê de ti rewatiyeke wê nemaye û gel jê bêhêvî ye. Gelê Başûrê Kurdistanê desthilata Herêma Kurdistanê di warê siyasî, dîplomatîk, civakî, perwerdehî, ewlekarî û aboriyê de serkeftî û cihê çareseriyê nabî ne. Berovajî wê weke çavkaniya hemû pirsgirêkan dibîne. Mixabin, desthilata herêmê ji ber siyaseteke xwe dispêre dagirkeran dişopîne, heya niha bi dehan caran bûye sedem ku gel xwezî li dîkdatoriya Saddam bînin. Lê ji ber mûxalefeteke rasteqîne û alternatîf li Başûrê Kurdistanê nîne, yan jî eger hebin lawazin, nikarin bibin navnîşana çareseriyê. Li cihê rê nîşanî gel bidin, çareseriyê pêşbixin, hêviyê di ciwanan de pêşbixin û têkoşînê fêrî civakê bikin, bi demê re dikevin xefkên desthilatê û ji armanca xwe dûr dikevin. Lewma pirsigrêka herî mezin a civaka Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî jin û ciwanan nebûna hêviyeke xurt e. Ji ber sîstema Başûr li ser zemîneke saxlem ne hatiye avakirin, parçe parçe dirûxe û ji hev dikeve. Rojane jin tên qetilkirin, destdirêjî li wan tê kirin, di temenek zarok de tên zewicandin, çanda pir-jiniyê tê zindîkirin. Li aliyekî texrîbatên sîstema sermayedar ji aliyeke din ve jî zilamsalarî û desthilata bavikseler a Başûr jinê dixe nava bêçaretiyeke mezin de. Ji ber xwedî aboriyeke serbixwe nîne, hemû xêr û bêrên welat ji dagirkeran re tê pêşkêşkirin. Ev yek dibe sedem ku reşbîniyeke mezin li Başûrê Kurdistanê çêbibe.

Divê şoreşeke zêhnî û fikrî li Başûrê Kurdistanê çêbibe

Yegane hêza ku hêvî dide civaka Başûr û dibe sedemek biçûk ji bo li warê xwe bimîne jî têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û ya jinên Kurd a li parçeyên din ya Kurdistanê ye. Têkoşîna gerîla ya li dijî artêşa Tirk û siyaseta jixwe bawer a Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo wan çirûskeke hêviyêye an jî çiqeke xwe pê bigirin e. Lê li beramber ew têkoşîna gerîla ya hêviyê dide civakê, fikir û felsefeya Apoyî li gorî têxwestin nagihije civakê, qadên jiyanê, perwerdehî û aboriyê yên alternatîf ji bo civakê nayên avakirin. Yegane çareserî Tevgera Azadiya Kurdistanê û ya Têkoşîna Azadiya Jinan e. Lê lawaziya di vê qadê de, astengiyên partiyên desthilat yên Başûr ên li pêş têkoşînê, dibe sedem ku nebe navendeke kişandina civakê. Ji ber têkoşîna gerîla civakê moralîze bike jî, nikare ji bo hemû pêwîstiyên wê bibe bersiv. Qadên ku divê vê moralê rêxistin bikin û aktîv bikin jî têrê nakin. Civak ji desthilata Herêma Kurdistanê, ji partiyên baviksalar û desthilatxwaz, ji dagirkeriya Tirk neraziye û bihêrse, lê divê mekanîzmayeke pir alî were avakirin ku civak bikare xwe rêxistin bike, jiyana xwe dewam bike û bi vî awayî tevkariya wê ji têkoşînê re çêbibe. Lewma beriya her tiştî divê şoreşeke zêhniyetê û fikrî li Başûrê Kurdistanê çêbibe. Eger wisa bibe, dibe ku mêtîngerî, dagirkerî û zilma van partiyên xwe ferzker yên baviksalar li ser civakê û bi taybet jî li ser jinan rabe.