Rola jin di avakirina neteweya demokratîk de

- Tekoşin Ozan
777 views

Di avakirina neteweya demokratîk de, rola sereke dikeve ser milê jin an. Çalakiya avakirinê, wek xebatek çêker; ji ber ku ev yek herê zêde nêzî kesayeta jinê ye û asta azadbûna jinê a ku bandora xwe vê li demokratîkbûyînê bike jî wê bibe bingehek xûrt, mayînde û kûr ji bo azadiya civakî.

Fêmkirina zîhniyeta jiyana demokratîk girîng e

MANSETPêvajoya avakirina neteweya demokratîk, di demên şer de hîn zêdetir bi zehmet û ji her pêvajoyekê zêdetir pêdivî bi kedê heye. Ji ber ku pergala demokratîk û dewletê wê zik hev de bin, dewlet wê vê pergalê ji bo xwe her dem wek faktoreke gef xwarinê bibîne, ji bo wê jî vê serî li rêbazên dewisandin, paşde xistin, berovajî kirin û rizandinê bide.

Di vê wateyê de, ji bo ku jin bikaribin di xebatên neteweya demokratîk de pêşengiyê bikin, pêwîste di her alî de, bi berfirehî û kûrahî xwe birêxistin bikin ku ev yek hem ji bo pêşeroja jinan û hem jî ji bo pêşeroja civakê pirr girîng e. Pejirandina jiyana demokratîk, rêveberiya demokratîk, zîhniyeta têkiliyên demokratîk di nav jinan de, yek ji tişta herê sereke û nabe dest jê bê berdan e. Pêwîste bê zanîn ku qalibên tevger û zîhniyeta koledar û meta kirinê ku netew-dewlet, bi giştî jî kapîtalîzm ji bo jinê rewa dibîne, astengiyên herê sereke yên li pêşiya demokratîk kirinê ne. Ji bo demokrasî û azadiyê, bi qasî ku pêdivî bi ji holê rakirina serdestiyê heye, ewçend jî pêdivî bi derbas kirina kesayetên kole heye. Avakirina avahiyên rêxistinî yên jinan, pêşxistina xebatên hişmendiyê û li ser vê bingehê jî xebatek ku hemû çand û baweriyên cûda bigire nav xwe; bê dijminahiya tu beşek ji civakê bike, a derveyê pêvajoyê digire, cûdakariyê dike na, berovajî pêwîste xwe bigihîne qadek berfireh a rêxistinî a ku ji aliyê siyasî, çandî, civakî, aborî, xwe parastinê û li ser vê bingehê ji civakê re pêşengiyê bike.

Serdestiya bîrdoszî  û mebdeya vezen a polîtîk

Xebatên avakirina neteweya demokratîk ji her alî de, bi giştî girtina dest, nirxandin û ligor wê pêk anîn girîng e. Tenê aliyê siyasî an jî aliyê civakî-çandî cûda girtina dest, vê rê li pêşiya xebatên avakirinê bigire. Bê guman di tevahiya dîroka têkoşîna me de, di qadên siyasî, civakî, ferdî, çandî, aborî û dîplomatîk de, heya rêjeyekê binesaziya têkoşînê derketiye holê. Bi qasî ku pişta xwe dana van destkeftiyan, zîhtiyet û zimanê têkoşîna demokratîk jî ligor karekterê pêvajoyê kêlî bi kêlî pêşxistin jî girîng e. Şêweyê têkoşîna li ser esasê dijberî û şer, bihorandin, ligor bingehê jiyanek hevbeş û bi serdestiyeke bîrdozî û mebdeyek vezen a polîtîk tevgerîn, avaker û veguherîner bûyîn biqasî ku karekterê pêvajoyê ye, ewqas jî pêkhatinek forma me ya zîhniyetê ye. Bi vê yekê re girêdayî, biqasî pêdiwiya di nav têkoşînê de bûyîn a li hemberî pergala kapîtalîst, sazî, dezgeh û şêweyê jiyana wî ku xwe belavê nav her kêliyek ji jiyanê kiriye, her wiha avakirina şêweyê têkoşîna demokratîk û wek çandekê birêxistin kirin jî ewçend pêwîst e.

Di bingehê avakirina neteweya demokratîk de, rûniştandina ahenga di navbera nasnameyên ferdî û civakî mevzû behs e. Tê zanîn ku bi jinan re hişyarbûna ji hêla civakî li pêş e; lê, di heman demê de, rastiya ku her roj di bin bombebarana hînbûyînên jiyana ferdperest a lîberalîzmê de dimîne jî mijara gotinê ye ku bi awayek cidî bandor li ser daye çêkirin. Seknên ku hîn nekarîne sînorin zayendperestiya civakî derbas bikin, an jî bi navê derbas kirinê ketine nav daxwazên azadiyên ferdî; derveyê rastiya ku herçend xwe rizgar kirin esas hatibe girtin jî di dawî de nekarine xwe ji çerxa pergalê rizgar bikin, hîn zêdetir li pêş e.

Ji bo ku jin nasnameya xwe a sereke avabike, lazime xwedî îrade bin, “xwebûn” a xwe pêk bînin, rêxistinên xwe yên xweser avabikin û ev yek jî yek ser bi rola wan a pêşengiya civakî re girêdayî ye. Weke ku civak li dora jinê hatî honandin, jin jî ger civakîbûnê pêk neyînin, wê nekaribin nasnameya xwe a bingehîn pêk bînin, hêza xwe a esasî û baweriya xwe bi xwe, wê nekaribin bidest bixînin.

Ji bo jin li her derekê xwe birêxistin bikin, civakê birêxistin bikin, têkoşîneke bi hêz a kêlî bi kêlî li hemberê dijderketina pergala kapîtalîst a li dijî civak û jinê hewceye. Di dibistanên pergalê de, sazî, dezgehan de, medya, qadên sînema û wêjeyê de; li hemberî metabûyînê, kûrbûna hiş û raman, di bin navê modeyê de tûşê nexweşiya xerîdariyê bûyîn, meyla tenê wek hebûneke cinsî mayîn, ferdperestî, popîlîzm, nexweşiyên nevrotîk, tirs, tundî, êş û netêrbûnê ku her roj zêdetir dibin, têkoşînek demdirêj a ferdî û li ser bingehek kolektîf dana birêvebirin hewceye. Qadên jiyanî yên komîn dana avakirin, bera tiştên heyî dana çanda jiyana komîn jî yek ji wan karane ku herê baş jin dikarin encam bidin. Bê ku jinên ciwan di nav jîngeha malbatê de bên hîştin, qadên jiyanî û birêxistin kirina perwerdeyên giştî, qadên  ekolojîk yên ku jin bi hevre karên hilberîn û xebatên perwerdeyê bidin meşandin avakirin, kareke herê esasî û pêwîst e. Dîsan ji bo ku sazî û dezgehên jinan hîn zêdetir û bi fûksiyona xwe rabin, bikaribin li dijî standartên jiyanî yên heyî çanda cîrantiyê, çanda diyarî, çanda arîkarî, bê ku cûdatî bê raber kirin herekes di nav hev de û li dora vê çandê bê gel hev, hîn xebatên berfireh dikarin bên pêş xistin. Jin dikarin di derbarê mijarên wek siyasî, civakî, aborî, estetîk, perwerde û tenduristî de nîqaş bikin, platformên parvekirinê û ji bo birêxistin kirina xebatên dezgehî jî ji xwe civak ji her demê zêdetir amadeye. Çiqas jin û civak bên polîtîk kirin, ewqas dikare asta azadî, kesayet û xwe baweriya wan jî bê bidest xistin.

Pergal herê zêde malbatê dike hedef 

HAKKARI KADIN ZAFER ISARETIXebatên birêxistin kirinê yên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê, hewldanên zîndî hîştina yekitiya netewî a ji hêla ruhî û pratîk de, nêzikatiyên kolektîf yên bi jinên herêm û cîhanê û rewşa tevlîbûnek çalak a di qada civakî de, yek ji xebatên herê girîng a polîtîkbûn an jî azadbûnê ye. Lazime jin, polîtîkbûnê ji rastiya dewlet û îxtîdarê cûda bikin, li ser bingehê azadiya zayendî, nêzikatiyek hevseng a nirxên gerdonî û netewî hertim xwedî derdikeve û pêş dixîne nîşanbidin, ev yek jî vê ji bo daîmî rê li qadên jiyana azad vebike. Ev pêşketin, vê carekedin rê li serkeftina sekn û rastiyek ligor van axan ku warê xwedawendane, derbixîne holê.

Qada civakî a neteweya demokratîk yek ji wan qadane ku pêwîste herê zêde nirxên madî û menewî yên jinan bi awayek herê bihêz tê de bê raber kirin. Her wiha yek ji wan qadane ku herê zêde dibin rûxandina pergalê de maye. Malat veguherandine dewleta jiyana civakî. Ev devleta biçûk a ku bi saziyên zilamê serdest li ser lingan dimîne, di heman demê de feraseta ku ´derveyê vê jiyanê, jiyanek ku bê hilbijartin nîne´ li ser jinan ferz dike. Ji bo ku mirov ferasetek a ´şensê hilbijartina jiyanek din jî heye´ ne tenê li ser malbatê, li ser tevahiya civakê belav bike, pêwîste di qadên xweser an jî taybet yên jinan de çareserî bên nîşandayîn,  tevlîbûna ji qadên civakî hîn zêdetir bibe û girîng e ku mehkûmê sînorên teng yên mirov kûr dike, neyê mayîn. Lazime pîvana bingehîn azadîxwazî, wekhevî, polîtîkbûn, exlaqî û civakî be.

Di pergala kapîtalîst de jiyana civakî tenê bi malbatê re nayê sînordar kirin. Têgeha neteweperest, zayendperest, olperest, desthilatdar û civaka xerîdar di tevahiya saziyên dewletê de li ser kar e, jin û civak tê perçe kirin, dijminahî di navbera wan de tê belav kirin, ji hêzê tên xistin. Raman, ziman, tevger û pisîkolojiya wê tê birêve birin. Civakên nexweş û ne saxlem tên avakirin. Rastiya netew-dewletê ne tenê pêkanînên xwe yên bişavtinê di ziman û çand de dide jiyan kirin. Bê ku li avahiya etnîk an jî çînî binêre, herkesekê mecbûrê tek cûre hizrandin û jiyan kirinê dike. Kes neçar dike ku heman xwarinê bixwe, eynî tiştan vexwe, heman cilan xwe bike, heman şêweyê têkiliyan bijî, qiyasa bedenê wan wek hev be, xwedî heman tevger û nizikatiyan be, bi heman terzî bikene-bigirî, heta digihe astekê ku kes êdî ji xwe biyanîbûnê bijî. Van hemû tiştan jî bi bê exlaqî û bê wijdaniyê ku tenê ji bo hîn zêdetir sektora heyî kar bidest bixîne, dike.

Di rewşeke wiha de, ji hêla mekan û zîhniyet de, xwedî qadên ji derveyê pergalê bûyîn pirr girîng û sûdên xwe hene. Ji bo vê jî hebûna jinên Kurd a li çiyayên azad xwedî girîngiyek mezin e. Ligor van derfetan, li dijî tek cûre bûnê, derxistina holê a nasnameya jina azad pirr girîng e.

Têkiliyên hevjiyana azad

MANSETJi bo ku jin bikaribin di derbarê jiyana xwe de xwedî gotin bin, lazime berê her tiştekê bi hêz bin. Ji bo têkiliya ku bi civak, xweza, zilam re dideynin, li ser bingehê bi xwe bawer bûn û seknek saxlem be, bihêz bûn pêwîste. Hêza jinê ji birêxistinbûna wê a şexsî û kolektîf tê. Têkiliya hevjiyana azad a ku Rêbertiya me daye diyar kirin, xwe dispêre ´xwebûn´a jinê, demokratîkbûna zilam û rastiya civakîbûnê. Hevjiyana azad, formeke pirr girîng a li dijî zincîrên koledariyê yên bênc hezar salan e. Pergala koledar çiqas di hiş û mêjiyê me de hatibe rûniştandin û çiqas civaka me hatibe bela vela kirin, avakirina hevjiyana azad jî wê ewçend zehmet û ewqas jî ked dixwaze. Bitaybet wek civak dema mijar ji bo me jiyanek di nav sînorên qirkirinê de be, hewldanek di asta herê jor de tê xwestin.

Dema ku em di nav pirsgirêkên civakî yên heyî de ku wek girêyek kûr lê hatiye dijîn, ji bo gihandina evînê, nirxên civakîbûnê yên dîroka mirovahiyê di xwe de dana rûnişkandin, gihandina wateya hebûna mirov di gerdonê de; di wateyek din de, girîngiya di xwe de ketina rê û xwe peyda kirin derdikeve pêş. Di cîhana wateyê de kûr bûn, vê asta jinê a nêzikatiya ji bedenê xwe û nêzikatiya ji zilam, her wiha wesfa têkiliyên civakî bide diyar kirin. Lêgera sekna hevjiyana azad, egera nasnameya jina azad e ku ne pêkan e dest jê bê berdan. Bê ku bikevin nav nêzikatiyek erzan, ji rêzê lê, di heman demê de, armanca gihandina heqîqetên herê hêsan jî yek ji wan tiştane ku nayê paş xistin û pêwîste wek lêgerek timî bi mirov re be. Ji ber ku rastiya jiyanî jî wek azadiyê ne stabîl e, berovajî herikbar û her tim di nav guherînê de ye.

Yek ji pêdiviya jinan jî xwe parastin e

Civaka ku nikare xwe biparêze, wê her dem bi tehlûkeya dagirkerî û mêtîngehiyê re rû bi rû bimîne. Jinên Kurd di vê mijarê de xwedî tecrubeyên mezin in. Bi vê yekê re girêdayî, li bajar, gund û taxan pêşxistina birêxistinbûnên jinan a ji hêla parastinê de yek ji pêdiviyên herê bingehîn e. Di van rojên ku em tê de dijîn, qirkirina jinê, tundî û destavêtin wek bûyerên rojane lê hatine, ji ber vê çendê jî girîngiya hêzên parastinê her roj zêdetir derdikeve pêş. Di heman demê de, di nav yekîneyên parastina gel de jî ji bo parastina civakê laizme hîn zêdetir hêza jinê cihê xwe bigire. Li rojava hêza fermandar û şerwanên jin yên di nav YPJ û YPG´ê de û asta wan a têkoşînê, mînaka herê ber bi çav ya rê li berpirsyariya jinê a ku xwe û civakê biparêze derxistiye holê.

Avakirina neteweya demokratîk evîn û azweriyek mezin dixwaze. Ji nedestdana kelecana xebatên ji bo azadiyê, her tim  hîn zêdetir li pey a herê baş, xweşik û rast de bezîn dixwaze ku rê li serdemek nû ya ku berhem bide de vebike. Belku jî jin û gel li hemberî hêzên desthilatdar tu caran evqas bi hêz nebûne, nirxên xwe yên madî û manewî tu caran evqas bi hêz amade nekiribûn lê, pergala şaristaniyê jî di tu demê de wiha pûç nebibû. Jin, vê bi hêza xwe ya birêxistinbûyî a pratîk, hizrandin û hest, ji avakirina neteweya demokratîk re pêşengiyê bike û bi vê yekê re rola xwe ya dîrokî bileyze, li ser vê bingehê jî ji keda şehîdan re bi xwedî derketina ji jiyana azad re erk û berpirsyariyên xwe bi cih bîne.

1-Rastiya netew-dewletê ne tenê pêkanînên xwe yên bişavtinê di ziman û çand de dide jiyan kirin. Bê ku li avahiya etnîk an jî çînî binêre, herkesekê mecbûrê tek cûre hizrandin û jiyan kirinê dike. Kes neçar dike ku heman xwarinê bixwe, eynî tiştan vexwe, heman cilan xwe bike, heman şêweyê têkiliyan bijî, qiyasa bedenê wan wek hev be, xwedî heman tevger û nizikatiyan be, bi heman terzî bikene-bigirî, heta digihe astekê ku kes êdî ji xwe biyanîbûnê bijî.

2-Hevjiyana azad, formeke pirr girîng a li dijî zincîrên koledariyê yên bênc hezar salan e. Pergala koledar çiqas di hiş û mêjiyê me de hatibe rûniştandin û çiqas civaka me hatibe bela vela kirin, avakirina hevjiyana azad jî wê ewçend zehmet û ewqas jî ked dixwaze. Bitaybet wek civak dema mijar ji bo me jiyanek di nav sînorên qirkirinê de be, hewldanek di asta herê jor de tê xwestin.