Rûyê şoreşê jin e

- Berîtan Rojhilat
320 views
Li dijî rijandina xwîna jina Kurd, tolhildaneke demokratîk ji Seqizê destpê kir, gihîşt navenda desthilat û mêraniyê ya rejîma Velayetî Feqîh. Vê carê navê qêrîna jinan a li kolanan bilindibû bû, “Jin Jiyan Azadî”. Ev her sê peyvên bi sêhr xwediyên pergala Xosrewanî lerizand. Ev peyvên bi sêhr, peyama dawî li dîroka wan a derewîn dida. Ev demeke, êdî rêyên revê jî hatine girtin û êdî rêjeya erdhejê nayê pîvan. Weke mamosteyê zanîngehê û rojnamevan Xoşayar Dihemî jî dibêje; “Çil sal derbasbûn ji bo bihîstina vê dirûşma nû û resen ku di kûrahiya dilê xwe de hîs dikim û dibêjim, “Jin, Jiyan, Azadî”.

Ev qonaxa dawî ya serhildana gelên Îranê ye

   Dewlet neteweyên Rojhilata Navîn yên destpotîk, hîn jî li ser gelê Kurd siyaseta bêdewletbûn, bê rêberbûn, bindestkirin û bêzimanî esas digirin. Welatên heremê ji bo çaresernekirina pirsgirêka Kurd dixebitin, hêzên navnetewî jî Rêber Apo tecrîd dikin. Bi dorpêç û tecrîdê ve,  hewl didin ku di şerê cîhanî yê sêyemîn de jî, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn bêdeng bikin. Bi tecrîdkirina Rêber Apo re, dixwazin pêşî li şoreşa mezin a Kurdistanê û belavbûna wê ya li heremê bigirin. Qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, bû sedem ku, ew nerazîbûn veguherin serhildana ji bo jiyaneke azad û demokratîk. Lewma ew bertekên heyî, tenê bi hîcab re sînordar nema. Ev serhildan krîzeke cidî ya sîstemîk di sîstema desthilatdariyê ya Rojhilata Navîn de çêdike. Berê jî gelek serhildanên bêhejmar çêbûne, lê dikarin bêjin ku, ev qonaxa dawî ya serhildana gelên Îranê ye. Lewma, ger vê carê, ev fersend ji destê gelên têkoşer û şoreşgerên Îranê biçe, wê neçar bimînin li dijî zordarên olî yên dijminahiya li jinê û civakê dikin rawestin. Wê dê zehmet be sîstemeke nû ava bikin û rabûneke din dijî sîstemê çêbikin.

Jin, toleke dîrokî ji pergala zilamserdestiyê dihilînin

Dikare bêgotin ku, ew serhildana vê carê, çarenûsa gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê diyar bike. Têkoşîna gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, bi şêwazeke demokratîk, aqilane, domdar û bi bernameyî û gelek cûdatirîn be, ji xwepêşandanên berê. Gel û jin, di daxwazên xwe yên ji bo jiyaneke azad û demokratîk de bi israrin. Rûyê vê şoreşê, ‘jin e’ û jin jî toleke dîrokî û dijwar ji pergala zilamserdestiyê dihilînin. Hêrseke mezin heye ji bo derbe li dagirkeran bixin. Biryar hatiye dayîn, pergala zalim û nexweş ya gihîştiye lûtkeyê, wê êdî hilweşînin. Ev nifşê ku rabûye li ser piyan, tişteke winda bike nine. Berevajiyê wê, tiştên ku qezenc bike hene. Bi hemû vekirîbûna xwe ve, li kolana ye û êdî ketiye rêyeke ku vegera xwe nîne. Di sedsala 20’an de, gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, şoreşek herî mezin a cîhanê pêkanîn. Lê mixabin, ev ji aliyê melayan û sîstema wan a dijdemokratîk ve hate desteserkirin. Lê gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê, di sedsala 21’an de, dixwazin şoreşeke azad û demokratîktir, ji yên berê mezintir lidarbixin û piştî 43 salan şoreşa hatiye desteserkirin careke din vegerînin.

Pêngava şoreşgerî kete meha duyemîn

Ev qonaxeke pêşketîtir a şoreşê ye ku, xwedî karektereke gerdûnî, zanistî û mirovî ye. Şoreşa 1357’an, ji aliyê hemû gelan ve, bi hev re pêk hat, şoreşa îro jî bi heman bîr û ramanê ve, ji aliyê hemû gelan ve pêktê. Remza serkeftinê jî di vêya de veşartiye. Tevgera azadiya jinê a ku bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” remz girtiye; berxwedana rih, beden, vîn û dengê jina ye. Ew sekna jina, li dijî zilma zilamserdestiya ku dixwaze jinan, weke ‘objeyekî’ destbigire, bi vî awayî wê bi hîcab û kelepçeyan heps bike ye. Berxwedana wan jinan ya bi rih, beden û raman ku pêşdikeve, li dijî mêtîngeriya Komara Îslamî bûye qêrînek,  ji bo hemû daxwazên civakê yên ji bo azadiyê. Jin, niha daketiye qadan ji bo hesabê bipirse, hemû neheqiyan ji hole rake û xwe ji nûve pênase bike. Hewl dide hemû tiştên dij mirovane hilweşîne û jiyanê ji nûve bihûne. Ev pêngava şoreşgerî mehekî li pey xwe hişt û kete meha duyemîn. Ev jî derbeyeke mezin li sîstema baviksalarî ya çend hezar salî dixe. Komara Îslamî ya Îranê, bi nûnertiya hemû şaristaniya baviksalarî ve, li dijî tevgera “Jin Jiyan Azadî” disekine, lê, bi destwerdana xwe jî nîşan daye ku çiqas ditirse û wê têk biçe.

Ev destpêkeke dîrokî ye;

Di rojên destpêkê yên vê tevgera şoreşgerî de, girtiya siyasî ya berê Atîfeh Naboyî, twîttek wiha avêtîbû û gotibû: “Min cara yekem, di zindana Êvîn’ê de, dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ji Şîrîn Elemholî bihîst. Li ser dîwarê cihê ku lê diraza nivîsîbû, ‘Jin Jiyan Azadî’. Tê zanîn Şîrîn Elemholî di Gulana 2009’an de, ji aliye komara îslamî ya Îranê ve hat darvekirin. Li ser rêya tevgera şoreşgerî ya ku îro ava bûye, tê gotin ku girtîgeh jê re bûye mîna saheya  zanîngehê. Û ev hemû nîşaneyên rêya şoreşgerî a pêşengên jinên rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne ku, Rêber APO di parêznameyên xwe de, rêya wê diyar kiriye. Bi manîfestoyê xêz kir û diyar kir ku rêya azadiya her civakê, di azadiya jinên wê civakê re derbas dibe. Li bajarê Seqiz, bajarê ku Jîna Mahsa Amînî lê ji dayik bûye û hatiye definkirin, di vê bajarê de, banga xwedîderketina li ramana Rêber Apo ya ku azadiya jinê û gelên bindest di nava xwe de dihewîne, hate kirin. Ji bo jin û civak, azad bijî û azad nefes bigire, ji bilî nexşe rêya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ tu rêyeke din a bidestxistina jiyana azad nîne.”