Ya diqewime bi her awayî şoreşek e

- Çîmen ARAS
329 views
Zêdeyî mehekêye ku hemû cudahî û pirrengiyên civakê, hemû çîn û esnafan kolan, mal, zanîngeh û zîndan kirine qada têkoşîn û berxwedanê. Ger em li dîroka berxwedana gelan binêrin em ê bibînin ku jin, ciwan û tevahiya civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji têkoşîn, serhildan û berxwedanê dûr nebûne. Di serdemên cuda yên desthilatdariyê de her çiqas çend kes hatine guhertin jî, fikir, bîrdozî û sîstem neguheriye. Sîstemeke wisa ye ku hemû cudahî paşguh kiriye, hemû mafên gelan binpê kiriye û li gorî ramanên xwe pênaseyek daye wan.

Rejîma Îranê navendperest e, ji ber vê yekê cudahiyan red dike. Ew pîrsalar e, ji ber vê yekê ciwanan negihiştî û nezan dibîne. Zayendperest e lewma jinan dike hedef. Lewma di van çend salên dawî de, em bûn şahidê têkoşînek xurttir ya gelên azadîxwaz ên Îranê li dijî desthilatdariya Welayetî Feqîh! Yanî dengê protestoyê ji nexweşxane, navendên perwerdeyê, zanîngeh, atolye û kargehan, girtîgehan her tim dihat bihîstin. Lê ferqa vê serhildanê û bi gotineke din vê şoreşê bi serhildanên din re çi ye? Xala yekem têkoşîna paradîgmatîk e ku zêdeyî mehekê ye tê meşandin. Wateya têkoşîna paradîgmatîk çi ye? Ev tê wê wateyê ku xelkê Îranê bi wê yekê dizanin ku guhertineke bingehîn pêwîst e û ew bi xwe jî peyaker in û dikarin paşerojê çêkin. Em li sloganên raperînê binêrin, israr dikin ku ev pêvajo şoreş e û dîktator naxwazin. Ev tê wê wateyê ku ew bi xeta sêyemîn bawer dikin û xwe disipêrin hêza xwe ya cewherî. Sedema berdewamkirina vê tekoşînê ev e.

Banga Jin, Jiyan, Azadî

Mijareke din a girîng jî rola mezin a jinan ya di vê têkoşînê û şopandina wê de ye. Weke tê zanîn destpêka van serhildanan di serdema Şilêr Resûlî de li Merîwanê bû û piştî kuştina Jîna Emînî li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê belav bû. Dirûşma ku di vê serdemê de pir hat behskirin di heman demê de têkiliya jin, jiyan û azadiyê ya nêzîk tîne ziman. Civaka Îranê û bi taybet jin li Îranê gihiştine asteke hişyariyê ku bêyî azadiya jinê wateya azadiya civakê namîne. Jin, jiyan, azadî ne tenê sloganek e, felsefeya jiyanê ye. Sloganeke ku hemû sînorên xeyalî yên hikûmetê bêwate kir û di nava çend rojan de tevahiya Îranê girt, çima? Ji ber ku jin di wê baweriyê de bûn ku ew ê bi fikir û zîhniyeta dûrî tundî, îşkence û dagirkeriya pergala baviksalarî civakeke azad û demokratîk ava bikin.

Yekdengiya pêkhateyên Rojhilat û Îranê

Yek ji mijarên din ên girîng di vê şoreşê de yekîtî û yekdengiya hemû pêkhateyên civaka Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Haya me hemûyan ji siyaseta Komara Îslamî ya “parçe bike û hukum bike” heye. Em hemû dizanin ku pêkanîna siyaseteke wiha bi armanca berfirehkirina şerê taybet e ku bi salane hikûmet li ser civakê ferz dike. Di van salan de ji bo neteweyên cuda yên Îranê gelek nav çêkirine! Ew yek bilindtir û yê din kêmtir nîşan dide. Yekî cudaxwaz, yekî nezan û bi dehan mînakên din nîşan dide. Ev jî li gel wê yekê bû ku bi salane li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi tevahî bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn. Û helbet ev peyama hevgirtin û yekîtiyê di meha dawî de dîsa hat nîşandan. Ji Kurdistanê heta Tehranê, ji Azerbaycanê heta Belûçistanê her kesê bi hev re qîr kir; em piştgiriya hev dikin û em paşde venagerin. Her bajarê ku rabû ji bo bajarên din bû çavkaniya hêvî û heyecanê.

Dinyayê dengê jinên Rojhilat û Îranê bihîst

Heya îro li Îranê asta têkoşîna jinan û tevahiya civakê bilind bûye. Bê şik ev tifaq bi îro ve sînordar nemaye û ji ber paşxaneya çandî û erdnîgarî ya berê ye. Bê guman yekîtî û hevgirtina gelên li hundirê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê li derve jî xuya bû. Em bûn şahid ku li cîhanê, Rojhilata Navîn û Îranê gelek piştgirî hatin ragihandin. Helbet ragihandina piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê ji bo van serhildanan xwedî girîngiyeke taybet bû, ji ber ku beriya çend salan jinên YPJ’ê dirûşma jin, jiyan, azadî berz kirin. Bi rastî jî jin li Rojavayê Kurdistanê di hemû qadan de xwedî helwesteke çalak e. Di warê xebatên siyasî, çandî û civakî de gelek guhertin pêk anîn. Ev awayê xebata jinan ji bo jinên cîhanê bûye mînak. Ji ber vê piştgiriya wan ji şoreşa berdewam a Îranê re xwedî giringiyeke taybet e. Lê ji bo berdewamkirina van tekoşînan divê çi bê kirin? Gelê Kurdistanê û Îranê li ber xwe didin. Daxwazên xwe tînin ziman û pir bi biryar pêşde diçin. Hikûmet bi xwe jî dizane ku serhildana jinan û gelan hêza guherînê ya bingehîn a civakê ye.