Bi rihê Nagîhan û Jînayê ber bi qadên 25ê Mijdarê ve

- Roza METÎNA
447 views
Li çar aliyên Kurdistanê li dijî polîtîkayên şerê taybet û sîstematîk, helandina di nava modernîteya kapîtalîst de, ji bo parastina paradîgmaya jina azad, destkeftiyên jinên cîhanê, nirxên rûmet û têkoşînê û modernîteya demokratîk, têkoşîna jinên Kurd didome. Jinên Kurd ên kevneşopiya têkoşîna Gelê Kurd esas digirin û hewl didin polîtîkayên qirkirinê li her derê û li her qadê teşhîr bikin îsal bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya ku li cîhanê bûye sembolek û bi rihê berxwedana Jîna Mahsa Emînî û Nagîhan Akarsel wê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê pêşwazî bikin.

Jinên Kurd ên şêwaza têkoşîna azadiyê ji xwe re kirine yek ji armanceke sereke wê îsal dîsa bi afirîneriya xwe ya xeta serfiraziyê diyar dike, mil bidin hevdu û derkevin qadan. Li dijî otosansurê, zagona sansurê, hewldana îzolekirina jinê ya ji civakê, wê bi perspektîfa nûnertiya wekheviya civakî dengê qêrîn, çepik û lîrandina jinan bigihêje lûtkeyê.

Êrişên li dijî destkeftiyên jinan

Li gel pêşwazîkirina bi rihekî têkoşer a 25’ê Mijdarê ya ji aliyê jinan ve wateyeke din a girîng a vê rojê xwedîderketina jinan a ji bo destkeftiyên bi salan e. Ji dîrokeke kevnar heta roja me ya îro bi rê, rêbaz û polîtîkayên cuda her tim hatiye xwestin jin ji destkeftiyên xwe bêpar bên hiştin. Gelek caran jî di bin navê ol, têgeha qeder û namûsê de hatiye xwestin jin ji civakê bên qutkirin. Jixwe dema jin ji civakê bê qutkirin gelek destkeftiyên wan bi awayekî otomatîk ji destên wan diçin. Zihniyeta ji bo mirina 41 kesên di kana madenê ya Bartinê de dixebitîn got “qeder” e tu carî tehemuliya rola diyarker a jinê ya di qada temsîliyeta civakî, wêjeyî, hunerî û siyasî nekiriye. Bi razandina budçeya zêde ya ji Diyanetê re ku berberî budçeya 7 wezaretan e vê zihniyetê xwestiye têgeha “qederê” bêtir di bin hişiya civakê de bi cih bike û mirovan ji gelek mafên wan bi dûr bixe. Ji ber vê ferasetê em dikarin di heman demê de bêjin loma dawî li mirinên bi guman, tundî, îşkence û teşwîqkirina xwekujiyê nayê. Mîlîtarîzm tê sorkirin û li jinan zayina zarokan tê ferzkirin. Qetilkar tên xelatkirin û tê xwestin her tim êşa dayikan ji nû ve zindî bikin. Wekî mînaka radestkirina alavên zarokê dayikekê ya 12 sal şûnde. Alavên Abdullah Hezer ê di pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dide û lawê Ayşe Hezer ê 12 sal şûnde radestî Ayşeyê tê kirin. Ayşe hestên xwe yên derbarê vê bûyerê de wiha rave dike:”Di nav çente de kinc, tizbî, saet, gustîl û kumê wî hebûn. Xwestin êşa min a 12 salan ji nû ve zindî bikin.” Loma ji bo parastina destkeftiyên jinan û êşa wan ji nû ve zindî nebe pêşwazîkirina 25’ê Mijdara îsal a bi rihê parastina destkeftiyên jinan, girîng e.

Têkoşîna jinan a li dijî qirkirina zayendê

Yek ji xala girîng a divê em balê bikşîne ser qirkirina zayendê ye. Ev jî yek ji rêbazên bêkêrhiştina jinê ye. Bi destê zihniyeta baviksalarî, civak, medya, dewlet û darazê qirkirina zayendê bi awayekî polîtîk û sîstematîk pêk tê. Qebûlkirina gelek madeyên Zagona Sansurê ya bi dengên AKP-MHP’ê yek ji parçeyê avakirina bingeha qirkirina zayendê ye. Qebûlkirina Zagona Sansurê û pejirandina wê ya di Rojnameya Fermî de ji bo weşangeriya serbixwe ya înternetê bû darbeyeke mezin. Di warê azadiya ramanê û ragihandina fikrê şexsî de wekî kelemekê dê ev Zagona Sansurê di dîrokê de cihê xwe bigire. Her wiha vekişandina ji Peymana Stenbolê û dijminatiya li dijî jinê. Ev jî gelek caran bi fermanan pêk tên. Jixwe gotinên Emîne Şenyaşar ên “Li Rihayê ne qanûn, ferman tên sepandin”, “Edalet di bin axê de ye” mînakeke berbiçav a vê mijarê ye. Belê li vî welatî qanûn tenê ji bo gihandina armancên desthilatdariyê tên bikaranîn. Vê desthilatdariya di heman demê de, li gor çavkaniyên herêmî di 6 mehên dawî de li Başûrê Kurdistanê 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar aniye, bi van sepanên li dijî jinan ji aliyekî jî dixwaze rastiya heyî binpaç bike. Li gel vê yekê paldankên îdeolojîk ên li dijî qirkirina zayendê ya polîtîk û sîstematîk çi ne divê em li ser vê baş bisekinin. Di rastiya xwe de mijareke girîng a divê jin di 25’ê Mijdarê li ser bisekine û balê bikşîne ser yek jê ev e. Xwerêxistinkirina jinê, xwedîderketina destkeftiyên bi salan, sekna polîtîk, parastina hebûn û nasnameya xwe û pêşketina hişmendiya jinê paldankên îdeolojîk ên li dijî qirkirina zayendê yên girîng in. Jixwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî dibêje:”Hişmendiya jinê pêş bikeve wê pirsgirêk çareser bibin.”

Polîtîkayên bişavtinê dewam dikin

Li cihekî ku hişmendiya jinê lê pêş nekeve, li wir pêşketina polîtîkayên bişavtinê û polîtîkayên parastina kujeran jî hîn zû pêş dikevin. Li Kurdistan û Tirkiyeyê polîtîkayên bişavtinê dewam dikin. Îktidara heyî ya li Tirkiyeyê ji bo van polîtîkayên bişavtinê jî sermayeyek gelek zêde vediqetîne. Ji bo mîhrîcanên li Sûrê û li Cizîrê jî budçeyeke mezin hat veqetandin. Bi ser de jî kesên bertek nîşanî van mîhrîcanan dan hatin binçavkirin. Îktidara ku ziman, çand û hunera Kurdî paşguh û înkar dike, bi mîhrîcanên li Sûrê û li Cizîrê dixwaze rastiya heyî binixumîne. Polîsan bi destên vê zihniyetê careke din bêyî ku biryareke hiqûqî hebe, li Otogara Amedê nehiştin ku Rojnameya Xwebûnê ji bajarên din re were şandin. Her wiha hat zanîn ku polîsan gef li fîrmayê xwarin ku rojnameyê bi xwe re nebin. Her wiha li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Çetîn Kûrşûn, 13 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Bi destdanîna ser Rojnameya Xwebûnê û birîna cezayê li xebatkarê Rojnameya Xwebûnê ya bi zimanê Kurdî weşanê dike, dirûtiya vê zihniyetê bi awayekî eşkere derdikeve holê. Loma di 25’ê Mijdarê de rengê sekin û rêbaza xweparastina neteweyî ya li dijî qirkirina çandê û polîtîkayên bişavtinê, hêjayî gotinê ye.

Hişmendiya netewperweriya tirk tê ferzkirin

Li Başûrê Kurdistanê jî heman polîtîka tên meşandin. Bi taybet bi rêya rêzefilmên tirkî rêyeke fireh ji bişavtina Gelê Kurd ê li Başûrê Kurdistanê re vedibe. Ev êrişên bi rêya rêzefilmên tirk bi awayekî vekirî tên kirin jî bi piştgiriya PDK’ê û medyaya wê tên kirin. Ji bo vêya jî sermayeyeke mezin tê veqetandin. Ger em li vir balê bikşînin ser bişaftina bi rêya medyayê divê em zarokan jî ji bîr neke. Bi rêya xêzefilmên bi tirkî zarokên Kurd hem zimanê xwe ji bîr dikin hem jî hişmendiya netewperweriya tirkan di bin hişê wan de bi cih dibe. Bi cîhana xêzefilman zarok teşeyê jiyana xwe diyar dikin. Tiştên ji xêzefilman dibînin di jiyana xwe ya rast de pratîze dikin. Xêzefilm bandoreke gelekî mezin li ser tevgerên zarokan dike. Ji bo çand û hişmendiya neteweya Tirk fêrî zarokên di navbera 0-6 salî bê kirin û di bin hişê wan de bê bicihkirin bi teknolojiya xêzefilman çand û hişmendiya neteweya Tirk piştgiriyeke mezin dibîne. Ger em yek ji mînakeke şênber bidin em dikarin behsa xêzefilmê ji bo zarokan ê bi navê “Pepe” bikin. Îro li gelek malên Kurdan pêlîstokên “Pepeyê” qaşo ‘şêrîn’ heye. Bi rêya vî xêzefilmî çand, huner û hişmendiya neteweyî ya Tirk tê parastin. Loma dîsa bersiva herî xurt a li dijî vê îktidara heyî ya her tim polîtîkayên bişavtinê li ser Gelê Kurd ferz dike, zarokên Kurd ji hebûna wan dûr dixe, kujerên zarokên Kurdan û Gelê Kurd diparêze û her wiha ‘ewlehiya’ kujerê Deniz Poyraz fikirî û doza darizandina kujer Onur Gencer bir Girtîgeha Şakranê ya Alîagayê û doza Mûsa Anter kir ber demboriyê, rêxistinbûyineke xurt û berxwedaneke mayinde ye. Wê rihê vê berxwedana mayinde bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li qadên 25’ê Mijdarê olan bide.

Jin Jiyan Azadî

Jiyan şopa hêviyên şoreşê pêk tîne ye û ev şoreş bi hêsanî nayê bidestxistin. Loma dirûşma “Jin Jiyan Azadî” li xwe wateyeke mezin bar dike. Jin îro bi vê dirûşmê li dijî zihniyeta, hêzên paramîlîter berdidin kuçeyan serî natewînin. Ev zihniyeta mêrane dewsa pêşî li çekgirtina takekesî û tundiya li ser jinê bigire bi rêya medyayê û bi helwesta nîşan dide tundiyê rewa dike. Çapemeniya vê ferasetê her tim tenê li ser rêya qetilkirina kujeran disekine û bi zimanê xwe hêzê dide kujeran. Tim aliyê magazînî yê kuştin û tundiya hatiye kirin derxistiye pêşberî temaşevanan. Bi vê helwestê jî dibin nûnerên tunekirin û jiholêrakirina delîlan. Loma xwedîderketina têkoşîna bi rihê Nagîhan û Jînayê wê hêviyên di dilê me de disitirin, geş bike. Loma dema kurd tifaqan ava dike divê ji dîroka xwe dersekê bigire û di van tifaqan de, xwediyê hêz û roleke diyarker be da ku neçewise û êdî dawî li vê zilma bi sedan salan bê.

Dê jin bi rihê Nagîhan û Jînayê 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin

“Polîsên exlaqê” li Tehrana paytexta Îranê, jina Kurd Jîna Mahsa Emînî ya 22 salî bi hinceta porê wê derketiya derve û laçika xwe baş nedaya serê xwe qetil kir. Li ser vê yekê jinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serî rakirin. Ev serhildan ji jinên cîhanê re bû hêz û îlham û jinên cîhanê rabûn ser piyan. Jinan gotin “Ger por tune be guneh jî tune ye” û dest bi çalakiya jêkirina por hat kirin. Her wiha li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê jî dîsa jina Kurd akademisyen, endama Navenda Lêkolînê ya jineolojiyê û rojnameger Nagîhan Akarsel hat qetilkirin. Li Bakurê Kurdistanê jî ceza li siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, nivîskar, parêzerên jin ên Kurd tên birîn. Tundî û îşkence li wan tê kirin. Nasnameya wan tê înkarkirin û tên kuştin. Ji vêya em derkevin rê, em wê demê dibînin ku li her çar aliyên Kurdistanê jî li dijî jinên Kurd êrişek polîtîk heye. Loma xweparastina rewa her tim dibe mijara sereke. Li dijî kesên popilîzma neteweperest ji xwe re dike mertal, xweparastina rewa û berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” jêneger e. Çawa li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li dijî qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî serhildana gel mezin bû û niha li her derê cîhanê dirûşma “Jin Jiyan Azadî” tê berzkirin wê îsal jî li gelek qadên 25’ê Mijdarê jin di nava tifaqekê de vê dirûşmê berz bikin. Dê jin bi rihê têkoşer ê Nagîhan û Jînayê 25’ê Mijdarê pêşwazî bikin. Encax bi vî rengî, bi têkoşîn û serhildaneke bêhempa em bikaribin bi ser bikevin û şoreşê pêk bînin. Wekî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dibêje, “Jiyana mirov bêrî dike ne bi mûcîzeyan, bi şoreşê pêk tê.”