Şahbanû Boran Dext

- Berjin TEKOŞER
321 views
Boran Dext şahbanûya Îranî ku li gelek cihan de jî wek Poran Dext derbas dibe, beriya zayînê ji 630’an heya 632’an, çend meh di navberê de bûye Şahbanûya Sasanî Îran ê. Ew keça Xosro Perwîz (hikûmeta ji 590 heya 628’an) û Meryem, Şahzadeya Bîzansî bû. Ew jinek wêrek a serdema xwe bûye ku bandorek wê ya mezin hebûye. Her wiha ew yek ji sê jinên di dîroka Îranê de ye ku kariye hikûmraniyê bike û welat birêve bibe. Her du jinên din jî Moza, Şahbanûya Eşkanî û xwîşka Boran, Azremî Dext bûne.

Naveke mandîgar a dîrok ê

Siyemîn Padişaha Sasanî Poran ango Boran Dext, keça Xosro Perwîz e ku di sala 630’an de, piştî kuştina Şehrberaz û Cewanşîr diçe ser text ê hikûmraniyê dike. Xosro Perwîz di sala 628’an de, ji aliyê lawê xwe Şîroyî (Qobadê duyem) ve tê kuştin. Şîroyî hemû birayên xwe û birayên ji dayîka din a Boran darve dike û ev yek jî dihêle ku pêvajoyek nû bê destpêkirin. Her wiha vê yekê rê li rewşeke nû ya di nava pergala Şahenşahiyê de jî vedike. Jixwe piştî çend mehan Şîroyî dimire û kurê wî yê heşt salî, Erdeşîrê sêyem dibe canîşînê wî… Ku ew jî demek kin, piştî pêvajoyek a du salan ji aliyê Espehbedê Îranî Şehrberaz ve tê winda kirin û kuştin. Lê belê jina dilêr û wêrek, Şahbanû Boran ew ê ev yek ji Şehrberaz re nehîştiba û piştî demek kin şûnde bi alikariya fermandeyê leşkerî Ferx Hormoz, Şehberaz ji text bide alî û bixwe li ser textê şahenşahî daxwaza heq bike.

Yekemîn jina Sasanî ku hikûmdarî kir

Şahbanû Boran Dext yekem jina ji Xandanên Sasanî bû ku wê hikûm kiriba û li ser textê şahenşahî rûniştiba. Boran xwediya mîrateya împaratoriya mezin a ber bi hilweşînê bû. Ew mîratgira împaratoriyek têkçûyî bû ku di navbera du xanedanên mezin ên Persî (Parsîg) û Partî (Pehlewî) de ketibû nav şerekî navxweyî. Ew dilsoz bû ku bîranîn û rûmeta bavê xwe vegerîne, rûmeta ku di serdema serweriya xwe de di dema împaratoriya Sasaniyan de gihîştibû bilindahiya axa xwe. Di ser de pir derbas nebû ku Boran Dext jî ji Seltenetê dan alî û li şûna wê, pismamê wê yê bi navê Şapor Şehrewaz, ku heta ji wê pir kêmtir selteneta wî dom kir, bû canîşîna wê… Şapor jî bi Azremî Dex ku nûnera enmûmena Parsîg bû, hat guherîn. Ji xwe demek nekêşa ku ew jî ji hikûmraniyê hate xistin û ji aliyê Pehlewiyan, di bin fermandariya Rustum Ferx Hormoz (Ferxzad), lawê Ferx Hormoz ve hat kuştin. Ev yek jî bû sedem ku Boran Dext ji bo cara duyem û careke din bê ser desthilatdariyê.

Pêvajoya duyem a serweriya wê

Di dema pêyvajiya duyemîn a selteneta Boran Dext de, desthilatî zêdetir di dest Rustem de bû, ku vê rewşê jî hîşt dengê nerazîbûna Parsîgan û êrîşên wan zêde bibe. Ev jî bû sedem ku Boran tê fetisandin. Piştî wê, birayê wê Yezdger ê Sêyem hikûmetê digre destê xwe ku ew jî bi êrîşa Ereb a ser bi Îran ê û têkçûna Şahenşahiya Sasanî, dawî li hikûmranê vê împaratoriyê hat. Herçend ku du demên hikûmraniya Boran Dext kin dewam kir, lê belê wê hewl da bi anîn û erêkirina hin qanûnên wekhev, îstiqrarê bîne Îran ê, her wiha bi sepandina qanûnên dadmend, nûavakirina binesaziyê, kêmkirina bacan û derxistina pereyê sike, guherînên cidî çêkirin. Tê gotin ku ew ji aliyê dîplomatîk ve jî xwedî jêhatîbûnê bûye, kariye bi hemû cîranên xwe re têkiliyek baş deyne. Wê bi cîranên xwe yê Ereb, yanî Bîzansan têkiliyên dîplomatîk pêşxistine û di wê demê de kesekê dişîne cem împarator Herakliyos (Hikûmeta ji 641-610) ku ew kes ji aliyê împarator ve bi rêzdarî tê pêşwazî kirin. Ew bi qasî aliyê xwe yê leşkerî, cengawer, di aliyê diplomatic de jî xwedî bandorek mezin bûye.

Navê wê li ser sikeyan e

Sikeyên ku tê gotin di dema wê de hatine derxistin, navê wê li ser tê nivîsîn. Navê Boran Dext û wechê wê li ser sikeyan tê kirin ku dîroknasê Frensî Fîlîp Jîniyo jê re kurteya navê Biûraspa (Kesa ku xwedî gelek hespa) dibêje. Helbestvanê Îranî, Fêrdosî jî di berhema xwe de wê wek Poran Dext bi bîr tîne. Her çend di gelek cihan de bi her du navên Boran Dext û Poran Dext jî derbas dibe. Lê, hêjayî gotinê ye ku di berhema Ebû-Elî Belemî de, di sedsala çardehan a Hicrî de bi navê Tûran Dext tê bîr anîn. Pehlewî, bi serokatiya Forûx Hormoz ji malbata payebilind a Espehbod, dest bi piştgirîkirina Boran Dext, wekî împaratora nû ya Îranê kir û ji wê û pê de ew li herêmên Pehlewî Amol, Nîşapûr, Gorgan û Reyê dest bi çêkirina pereyan kir. Pereyên sike ku me jor qalê kir û nav û wêneya wê li ser e.

Seltena Boran Dext

Tac lêkirina Xosrû Perwîz, bavê Boran Dext ê, li kêleka Anahîta û Ahûramazda, li Taghbestan ê. Boran Dext şahbanûya yekem bû ku hikûmdariya Împaratoriya Sasaniyan kir. Beriya wê jî jin di nav seltenetan de cih girtibûn û gihabûn meqamên bilind, her wiha hejmarek jin beriya Boran jî di asta birêvebirinê de cih girtibûn û rol lîstibûn. Mînaka wê jî Şehbanûya mezin a sedsala pêncemîn a Sasanî ya bi navê Dîng e ku ji sala 457-459’an de, di tevahiya têkoşîna ji bo tac û textê, di navbera zarokên xwe Hormozê sêyem (hikûmeta ji sala 457-459’an) û Pîroz yekem (hikûmeta ji 459-484’an) wek Taybulselteneya împaratoriya ji paytext, Tîsfon, welat birêve bir. Dîroknasê Elmanî Yûsif Wîzehovfer jî îşaret bi jinên necîbzade yên Sasaniyan dike. Her wiha dide diyarkirin ku belgeyên Îraniyên sedsala sêyemîn (nivîs,dirav, ango sike) nîşan didin ku ji endamên jin ên malbata padîşah re rêz û hurmetek mezin tê girtin. Çîroka şahbanûya efsanewî ya Kiyaniyan a bi navê Hemaye Çeherzad û rêz raberkirina ji Anahîtayê re, xwedawenda Îranî, belkî jî ji bo piştrastkirina serweriya Boran Dextê jî bûye alîkar.

Serweriya wê ji aliyê herkesî ve tê pejirandin

Boran Dext di temenê 39-40 salî de; herçend pir zelal nebe jî, tac dideyne. Û Ferox Hormoz jî wek wezîrê mezin ê Şahenşahiyê destnîşan dike. Her wiha serweriya wê ji aliyê esilzade û oldaran ve tê pejirandin. Ji xwe ev yek bi çêkirina dirav, sikeyên ku navê wê li ser e û li bajarên Pars, Xozistan, Mad û Ebrşehr belav bûne, eşkere dibe. Li vir girînge ku mirov li ser rabiweste ku tu delîlên ji ber zayenda wê, hin kes li hemberî wê rabibin nînin. Di gelek cihan de qala cihê mirina wê tê kirin. Li hin ciha tê gotin ku ew ji aliyê kesek nenas ve tê fetisandin. Lê di Şahnameyê de jî behsa dawî hatina Padişahiya wê tê kirin û tê gotin ku wê bi awayekî xwezayî jiyana xwe ji dest daye. Hin dîroknas dema selteneta wê weke salek û çar meh, hin kes jî weke salek û şeş meh dinivsînin. Lê Sebûs jî dide zanîn ku wê du sal seltenet kiriye.