Sala 2018’an sala bilind kirina têkoşîna azadiyê bû

- Koordînasyona KJK
640 views

Em wek tevgera azadiyê di pêvajoyeke pirr hesas de derbas dibin. Bi taybetî ji aliyê hêzên hegemonîk û herêmî de, tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO ji sala 1999´an  û vir de dom dike, tu rê û rêbazên derveyî mirovahiyê neman ku pêk neanîn û di van sê salên dawî de nehêlan tu hevdîtin bên çêkirin û armanc ew e ku di şexê Rêber APO de vîna tevahiya gel teslîm bigirin. Lêbele li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê Rêber APO berxwedaniyek bê hempa nîşanî dagirker û hêzên hegemonîk ku wê tu caran nekaribin vîna gelê Kurd têk bibin, raber kir.

Êrîşên modernîteya kapîtalîst ku ji despêka derketina Tevgera Azadiyê û heya vê gavê didome, hîn berfirehtir û girantir bûye. Ji ber ku hêza bîrdoziya Tevgera Azadiyê ewqas xort bû ku tu hêzî nekarî vê bîrdoziyê têk bibe; modernîteya kapîtalîst dide diyar kirin ku dema bîrdoziyan qediyaye, lê ya di rastiyê de tê meşandin heqîqeta şerê bîrdoziyane ku niha tê birêve birin. Pirseke wiha tê bîra mirov ku gelo hêzên hegemonîk û deshilatdar çima ewqas ji vê bîrdoziyê ditirsin? Ger mirov bersiva rast a vê pirsê bide, helbet bersiv di têkoşîna azadiya jina Kurd de weşartiye. Ji ber ku jina Kurd a ku berê mirî dihat hesibandin û bi qedera xwe a ku jêre hatibû destnîşan kirin razî bû, li hemberî vî tiştî û koletiya li ser dihat ferz kirin bertek nîşan nedida, Rêber Apo ev rastiya jinê dît û di vê mijarê de gav avêt. Berê wê gelek tevgerên sosyalîst ku derketin ser dîka dîrok ê û digotin pêwîste jin jî rola xwe di her qadeke civakê de bilîze, lê mixabin piştî ku ev tevger gihiştin armancên xwe, çawa ku jin berê jiyan dikirin, dîsan ketin heman rewşê û nekarîn xwe ji rewşa heyî rizgar bikin. Sedema vê yekê jî ew bû ku dahûrandinekî xort a ku di asta civakî de mijar û pirsgirêkê bigire dest û binirxîne, nînbû; Rêbertiyê ev rastî dît û ji vê yekê ket rê.   

Herê zêde jin û ciwan tên hedef girtin

Rêber Apo dît ku sedema bingehîn a hemû pirsgirêkên civakî koletiya jinê ye, ji ber ku a destpêkê hat kole kirin jin bû, ji ber vê yekê jî çareserî di azadiya jinê de dît. Ger pirsgirêka koletiya jinê bê çareser kirin, wê demê pêre hemû pirsgirêkên civakî yên din jî dikarin bên çareser kirin. Ji bona vê, tevlîbûna jinê a ji Tevgera Azadiyê re ku îro gihiştiye bi hezaran kesê, hêza rastî û heqîqeta bîrdoziya Rêber Apo radixe ber çav an. Ji ber ku modernîteya kapîtalîst xwe li ser vê beşa herî bingerîn ya civakê bi hêz dike. Modernîteya kapîtalîst qirîzan ava dike û tu carî nahêle ku qirîz bidawî bibe, ji ber vê sedem ê, em dibînin ku êrîşên derveyî mirovahiyê îro li ser Rêber Apo tên meşandin.   

Di roja me a îro de tê dîtin ku ji berê zêdetir zîhniyeta baviksalar a 5000 salan a li dijî jinê bi awayek herî hovane li ser jinê tê meşandin. Çi di asta Rojhelata Navîn de û çi jî di asta cîhanî de, îro li ser jinan zexteke her alî heye. Hemû qanûnên ku derdixînin jî li gorî berjewendiyên xwe pêş dixînin, tenê yek ji van qanûnan jî ne ligor berjewendiyên jinê ne, hemû li dijî jinê hatine pêşxistin. Ji ber vê, roj nîne ku fermana qirkirina jinan neyê dayîn, ji kuştin, destavêtin, zewaca di temenê biçûk de, şîdet bi awayek dijwar ji aliyê saziya herî biçûk ya dewletê heya a herê mezin, bi awayek herê metirsyar li ser jinê tê birêve birin. Di hedefa pergala serdest a zilam de di serî de jin û ciwan hene, yên ku ji vê herê zêde zirarê dibînin jî ew in.

Li bakurê Kurdistanê hema bêje roj nîne ku jin nayên kuştin, destavêtin neyê çêkirin û Erdogan her roj fetwayên nû yên ji bo çewisandina jinê derdixîne, bi vî rengî jî hewl dide desthilatdariya xwe a li ser civakê saxlem bike. Her jina ku dengê xwe bilind dike û li hemberî kiryarên Erdogan serî hildide, digire û davêje girtîgehan. Mirov dibîne ku bihezaran jin di girtîgehan de têne ragirtin, lêbelê li hemberî vê yekê jî li bakurê Kurdistanê hema bêje hertim jin di nav bilind kirina têkoşîn û berxwedanê de bûye. Ji bo vê jî jin girîngî bi birêxistinkirina pergala xwe didin.   

Jin bi sekneke berxwedêr bersiv didin

Li rojavayê Kurdistanê jî îro heman zîhniyet li ser kar e, heman rêbaz û tundî tê bikaranîn. Bi êrîş û ketina Efrînê re zîhniyeta faşîst a Erdogan hat ser kar ku îro bi dijminatiya xwe a bi jinê re tê nasîn û bi çeteyên xwe re dest bi her cûre kiryarên der mirovî û exlaqî dan, ji destavêtin bigre heya her cûre tun û tujî, ji rewandina jinan bigre heya şîdeta ruhî û fîzîkî, hema bêje tiştek nema ku nekirin. Lê, jina Rojava a ku di bin rohaniya bîrdoziya Rêber Apo de gihişti, ev êrîş bi sekn û têkoşîna xwe têk bir. Ya ku li hemberî zîhniyeta tecawuzkar şer kir û li hemberî van kiryaran li berxwe da, nîşanî dijminê jinê da ku bi vê sekna xwe a wêrek, vîna jina Rojava ku bi rastiya Rêber Apo re hatiye sitrandin, ne pêkane ku ji hev bê belav kirin.     

Em rewşa rojhelatê Kurdistanê jî dibînin ku ber bi şoreşê ve ye. Bi taybetî potansiyela gel a ku radibe ser piyan û têkoşîn dike, gelek girîng e. Ji bo ku em li rojhelatê Kurdistanê gavên şoreşê yên şînber biavêjin, pêdivî bi birêxistinbûneke xort a gel heye. Di van serhildanan de jî me dît ku hêza herê pêşeng jin e, ji ber ku pergala Îranê wisa li jinê kiriye ku nahêle bêhn bigre  û bistîne, her qadeke ji jiyanê bi ser jinê de girtiye. Li wêderê jin tên dardekirin, rejîm her cûre zextan çêdike, ji xwe li başûrê Kurdistanê jî em dibînin ku her roj agahiyên di derbarê kuştin û xwekuştinên jinan de tê. Dîsan sinet kirina jinan li Başûr gihiştiye asteke herî jor. Gelek jinên Êzidî li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê hatin rewandin ku gelek ji wan jinan îro ji destê çeteyan hatin rizgar kirin. Ji xwe ev rewşa ku em qalê dikin hema bêje li her devereke cîhanê rû dide, mirov dibîne ku tu rê û rêbazên şîdetê nemaye ku li hemberî jinê nehatibe bikaranîn.

Têkoşîneke têr û tije

Têkoşîna azadiya jina Kurd ku di 30. saliya xwe deye, bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihişt vê astê ku li hemberî zîhniyeta modernîteya kapîtalîst ku xwe di netew-dewletê de îfade dike, jin kiriye mal û bi kar tîne, bisekine. Jinê roj bi roj berxwedaniya xwe li her qadeke jiyanê  de berfireh kir û têkoşîna azadiyê di asta herê bilind de da meşandin. Ji ber vê ye ku îro bandorek xwe a mezin li her devereke cîhanê heye, bûye hêz û cisaret ji bo hemû jinan. Jin rêxistin kir û ji ber vê çendê ye ku îro li her derekê dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bilind dibe. Ji bo vê, kar û xebatên ku hatine kirin vê di her qadekê de asta têkoşîna jinan diyar bike.   

Berê vê di demek nêz de konferansek jin ya cîhanî pêk hat. Tevgera Azadiya Jinê di vê konferansê de carekedin perspektîfa xwe ya xeta azadiyê diyar kir. Wek me di vê konferansê de jî dît, hêvî û bendewariyek mezin ji Tevgera Azadiyê heye û tê xwestin ji bo azadiya hemû jinan pêşengtiyê bike. Bi taybetî piştî vê konferansê, li Ewrûpayê di meşekê de jinên enternasyonan bi dengê berz dirûşma “Jin, jiyan, azadî” diqêran, vê yekê jî ev xebat bi watetir kir.

Hewceye em di serî de li Bakur û her deverekê, li dijî qirkirin, destavêtin û her cûre pêkanînên li dijî jinê bisekinin û xebat bidin meşandin. Îro pergala desthilatdar a zilam polîtîkayên olperest, nijadperest û zayendperest ên li dijî jinê pêş dixîne. Ji bo vê jî çi li welat û derveyê welat, a pêwîste ev e ku em van polîtîkayan teşîr bikin û bi têkoşîneke xort li dijî bisekinin. Em dikarin bibêjin ku ev şerê ku li hemberî jinê û destkeftiyên wê dane destpêkirin, di bingeh de li hemberî paradîgmaya Rêbertî a projeya modernîteya demokratîk ya Rojhelata Navîn e ku li ser bingehê azadiya jin û civakê îro li her derekê ji nû de şînber dibe.

Li dijî faşîzmê bibin yek deng

Ev şer herê zêde li hemberî Rêbertiya me tê meşandin. Ev pirr vekirî tê dîtin ku hemû mafên Rêbertiya me ji dest hatine girtin û ev 3 sal zêdetire ku bi tu awayî hevdîtin pêk nehatiye, me nekariye ji Rêbertiya xwe agahiyan bigrin. Niha di rojeva gelê Kurd de rewşa Rêber APO heye. Rewşa tendûristî, pêkanîna tecrîda girankirî, şert û mercên ku Rêbertî têde tê girtin, tevger û gelê Kurd dixe nav fikaran. Helbet ev 20 salin ku Rêbertiya me li girava Îmraliyê berxwedaniyeke dîrokî a bê hempa dide meşandin. Bê guman ji her demê zêdetir îro hewceyî bi çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo heye. Divê di serî de jin, gelê Kurd û tevahiya gelên azadîxwaz li hemberê van pêkanînên faşîzan derbikevin.

Rêbertiya me li dijî xeta desthilatdar ya kapîtalîst, weke alternatîf pergala modernîteya demokratîk, xeta azadiyê pêş xist. Ji bo vêye ku êrîş û tecrîd ewqaas hat pêşxistin û kûr kirin. Lazime ne tenê dewleta Tirkiyê, hemû hêzên navnetewî bên hişyarkirin. Ji ber ku ji vê rewşa Rêbertiyê hêzên navnetewî jî berpirsyarin û hewceye bikevin nav tevgerê û pêşî li van polîtîkayên qirêj bê girtin. Ji bo ku em pergala Îmraliyê hilweşînin pêwîstî bi bilind kirina têkoşînê heye. Ji bo vê jî ramanên Rêbertiyê rast fêm kirin û dana fêm kirin gelek girîng e. Em baş dizanin ku di serî de li Rojhelata Navîn, li tevahiya Kurdistanê a ku îro bi ser dikeve, tê birêxistin kirin û ji aliyê gelan we tê erê kirin xeta modernîteya demokratîk û azad e.    

Me girîngî bi rêxistinbûyînê da

Me wek tevgera jin KJK´ê, piştî çêkirina komcivînê, bi taybetî di çerçoveya şîara ku di vê komcivînê de derket pêş, “Sonda meye; em ê pergala Îmraliyê perçe bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn” çûn rêxistinbûyîneke nû. Li ser vê bingehê û bi vî rihî me li Kurdistan, herêm û tevahiya cîhanê dest bi pêvajoyek nû a kar û xebatê kir.

Armanca me ew e ku li ser bingehê paradîgmaya Rêber Apo ya netewa demokratîk xwe ji nû de li her qadekê birêxistin bikin. Ji bo vê jî me di sala 2018´an de girîngî bi xwe birêxistin kirinê a di her qadekê de da û ligor wê dest bi kar kir. Tu qadên bê meclîs, komîte û komîn nema, ji bo me her qadek bû navenda kar û rêxistin kirinê. Yek ji navenda kar û xebatên me jî azadiya Rêbertiyê ye. Ji bo ku em kurt û kêmaniyên sala bûrî dûbare nekin û biçin hin serirast kirinan jî me gavên cihê avêtin. Bi taybetî jî em li ser girîngiya xebatên komîn û meclîsan sekinîn. Yek ji xebata din a girîng jî perwerdeye, ji bo gel bikaribe xwe bigihîne wê astê ku xwe bi xwe, xwe perwerde bike, di zihniyetê de guhartin û veguhertinê çêbike, ev xebat girînge. Ji bo pêşxistina pergala hevserokatiyê, di heman demê de fêm kirin û dana fêmkirinê a hevjiyana azad û avakirina malbatek demokratîk, xebatên cihêreng ên zîhnî hatin meşandin. Her wiha ne bi giştî be jî li cihên ku derfet hebû komîteyên aboriyê hatin birêxistin kirin. Ji ber ku yek ji qada ku herê zêde jin jê hatiye dûr xistin jî qada aboriyê ye. Ji bo ku ev ferastek ji holê rabe jî xebatek wiha a berfireh hewceye. Ji xwe di şoreşa Rojava de me dît ku ev xebat heya astekê hat, wê demê em dikarin vê xebatê bi rêya komîn û koperatîfan li her cihekê birêxistin bikin, aboriya jinê ava bikin.

Me wek tevgera jin di sala 2018´an de kar û xebatek berfireh û her alî da meşandin, ji bo ku di sala pêşiya mede em bi rihê berxwedêr yê jinê dîsan bikevin rê û dest bi kar bikin, berê her tiştekê hewceye em azadiya Rêber Apo bikin navenda kar û xebatên xwe. Dîsan sala 2019´an bibe sala bilind kirina rêxistinbûyîn û têkoşîna jinê a di her qadekê de, ji bo vê jî xwedî li paradîgmaya modernîteya demokratîk derketin, xwe ligor wê birêxistin kirin û pêşxistin girîng e. Ger em bi vî rihî rabin, em di vê baweriyê dene ku têkoşîna jinê bibe ronahî ji bo têkoşîna hemû gelên bindes yên Rojhelata Navîn û cîhan ê.