“SARA: My Whole Life Was a Struggle”

- Omedya WELAT
362 views
9’ê Çileya 2013’an li Parîsê sê jinên şoreşger ên Kurd Sara, Fîdan û Leyla hatin qetilkirin. Sakîne Cansiz a bi nasnav Sara, yek ji pêşeng û rêberên têkoşîna azadiya Kurdistanê bû. Sarayê sê cildên pirtûkan li pişt xwe hiştin ku tê de parametreyên vê têkoşînê vedibêje. Bi qasî serpêhatiyên kesî, ew wateya di her rêzikê de barkirî ewqas têr û tijî ye, her wekî naverokek dagirtî ya xwendinek dîrokî ye.

‘Jiyana min herdem şer bû’ ne vegotineke bîranînên raboriyê ye; ew zileya li rûyê zalimên bi zilmê şad dibin ketî, destlêdana wî destê li wijdanên hîn jî nîşanên mirovahiyê dihewîne, ew denge tê ser zimanan ku wêrekiyê li ber guhê jinên afirînerên jiyanê dixe.

Vegotina kevneşopa tirk a qirker, şerê Kurd yê hebûnê û serpêhatiya jinan ya şikandina ‘qalikê xwe’ ye di heman demê de.

Şer û têkoşîna Sarayê ye ku bi wêrekî, berxwedan, hêrs û ruhek herdem zindî havên girtî ye, rêbertiya şoreşa jinê ya cîhanê dike. Tirkiya cilda yekem a pirtûka ‘’Jiyana min herdem şer bû” di Çileya 2014’an de ji aliyê weşanên Mezopotamyayê ve hat çapkirin. Di dewamê de çapên her du cildên din çêbûn. Pirtûka Sarayê  ‘’Jiyana min herdem şer bû” wergeriya Elmanî û Îtalî. Herî dawî jî pirtûk bi çapa Ingilîzî gehişt xwendevanan.

Edîtor Janet Biehl cilda yekê ya pirtûkê ji Elmanî wergerand Ingilîzî. Nîsana 2018’an bi sernavê “Sara My Whole Life Was a Struggle”  pirtûk ji aliyê Pluto Press ve hat çapkirin. Biehl ku Sara ji dûr ve nasîbû, dibêje piştî wê cilda yekê ya pirtûkê xwend bû heyrana Sarayê. Biehl diyar dike biyografî ji bo famkirina perçeyek ji dîrokê rêyek pir baş e.

Derbarê fikra wergera pirtûkê, wateya li rêzikan barkirî û Sakîne Cansiz de em bi wergêra “Sara My Whole Life Was a Struggle” Janet Biehl re axivîn.

Janeta hêja, em we ji hin wergêrên derbarê Kurdan de nas dikin. Vê carê jî we pirtûka Sakîne Cansizê ‘’Jiyana min herdem şer bû” gihand xwendevanên Ingilîzî axêv. Fikra wergerê çawa ket serê we, hûn dikarin hinek behsa vê bikin?. Çima we Sakîne Cansiz bijart û çima pirtûka ‘’Jiyana min herdem şer bû”?

Ji sala 2011’an ve piştî ku bi tevgera Kurd re eleqeder bûm, min dît ku di nava dehan salên borî de aktîvîst û akademîsyenên li Almanyayê li ser meseleya Kurd lîteratûrek fireh afirandin e û min xwest vê keşîf bikim. Ez li dibistanê hînî Almanî bûm. Ketim pey wan pirtûkên tevgera Kurd ku difikirîm dê bala welatên bi Ingilizî diaxivin bikişîne û min ew wergerandin Ingilîzî.

Sala 2013’an Pirtûka ‘Li Bakurê Kurdistanê Otonomiya Demokratîk’ ku ji aliyê TATORT Kurdistan ve hatibû amadekirin, min wergerand. Ev pirtûk li ser Xwerêveberiya Demokratîk ya li Bakûr bû. Piştre jî pirtûka Şoreşa Rojava ku Ercan Ayboga, Michael Knapp û Anja Flach amade kiribûn, min wergerand. Sala 2016’an waşanên Pluto ev pirtûk çap kir. Yekem pirtûk bû derbarê şoreşê de, xebata pêşî bû.

Dema ev proje tev bi dawî bûn, ez li projeyekî nû geriyam. Min hêvî dikir pirtûkekê bibînim ku derbarê dîroka PKK’ê de zêdetir agahiyan bide. Ji saziya Peace in Kurdistan (Li Kurdistanê Aştî) ya li Londonê Estella Schmîd pirtûka Sakîne Cansizê ya ji sê cildan, a bi navê ‘’Jiyana min herdem şer bû” pêşniyaz kir. Min dest bi xwendina cilda yekê kir û bi temamî ez gelek bandor kirim. Sara bi rastî jî jinek bû ku divê mirov bala xwe bide wê. Min dît dê pêdiviya xwendevanên Ingilîzî û aktîvîstên Kurd yên li welatên bi Ingilîzî diaxivin bi serpêhatî û pirtûka Sakîneyê hebe. Bi vî rengî min cilda yekê wergerand, weşanên Pluto Nîsana 2018’an pirtûk çap kir.

We ji pêşengên têkoşîna jinên Kurd Sakîne Cansiz nas dikir?.

Na, mixabin me hev nasnedikir. Ez vê bi xemgînî dibêjim. Ez li Welatên Yekbûyî yên Emerîkayê dijîm, rêyên me negihan hev ti carî.  Dema ji bo konferansan jî hatim Ewrupayê me hev nedît. Bi diristî bêjim, heta 2013’an bi reşkûjiyekê hat qetilkirin jî, min nedizanî Sakîne Cansiz kiye, tênegehiştibûm.

Pirtûka “Jiyana min herdem şer bû’ di heman demê de mîna pirtûka dîrokê ya tevgera azadiya Kurd e. Di pêvajoya wergera cildê yekê de di navbera te û Sarayê de peywendiyek çawa çêbû?.

Cildê yekê serpêhatiya keçek Kurd ya ji Dersimê û bi Kirmanckî diaxive vedibêje. Demeke wisa vedibêje ku nasnameya Kurd jê çûye û pergala civaka cinsiyetperest ya Tirk serdest e. Ev keça Kurd di demek wiha de mezin bûye. Lê van rewşan herduyan jî fêm dike û pê dikare. Dawiya cildê yekê; beriya bibe 21 salî, xwe vediguherîne şoreşgerek Kurdistanê ku jinan ji bo şoreşê rêxistin dike. Ji bo vê karaktereke pir bi hêz pêwîst e!. Ew jîriya wê ya bi pêşdîtin û xwebexşandina wê ya şoreşê, hinekê partnerê min yê dawî Murray Bookchîn tîne bîra min. Min biyografiya wî nivîsî bû. (Ecology or Catastrophe, 2015). Min fêm kir ku biyografî ne tinê kesekê vedibêje, her wiha ji bo fêmkirina perçeyek ji dîrokê jî rêyek muhteşem e.

Ji bo wergêran pênaseya ”Nîv nivîskar’ tê kirin. Wergera pirtûkê di nava şertên çawa de bi dawî bû, dema em faktorê ziman jî lê zêde bikin we zoriyên çawa jiya?.

Xwezayî di pirtûkê de derbarê Tirkiyê û çanda Kurd de referansên ji min re nenas hebûn û diviya ez derbarê vana de xwe perwerde bikim. Nimûne, di salên 1970’yan de rewşa çepa Tirk, hebûna gelek partî û koman û hebûna bêhêjmar kurtenavan. Min dizanî dê gelek xwendevanên Ingilîzî wê peywendiya dîrokî nizanibin, ji ber vê neçar mam vana lêbikolim û destpêkek ku van aliyan di nava xwe de dihewîne bi kurtî binivîsînim. Hemwext min hîs kir ku Sakîne Cansizê ev ne ji bo xwendekarên giştî, lê ji bo mirovên di nava PKK’ê de nivîsiye. Ji bo dengê wê bigehe zêdetir xwendevanî, giring bû heta mumkun be serpêhatiya wê wisa be ku mirov bikarin bigehin wê. Bi jêr-notan û hinek jî bi edîtoriyê min hewl da ez vê bikim.

Piştî ku pirtûk çap bû û di refên pirtûkxaneyan de cih girt we çi hîs kir?.

Xwezayî, dema min dît pirtûk di pirtûkxaneyan de ye û her kes dikare bigeheyê ez gelek kelecanî bûm. Hûn çendîn sal ji bo projeyekê kar dikin, piştre dema hûn dibînin mirov wê dixwînin, bi we dide  hîskirin ku li ber vê kedê ketiye.

Weşanxaneya Pluto Press pirtûk çap kiribû. Weşanxaneyê her wiha hinek çalakî jî pêk anîn. Derbarê reaksiyonan û belavkirina pirtûkê de di dest we de çi dane hene?.

Erê, Plutoyê gelek çalakî pêk anîn. Li Londonê, Cambridg, Hastings û Brightonê pirtûk da nasîn. Li ser platformên medyaya civakî yên wekî Facebookê min gelek şîroveyên bi coş xwendin. Derbarê pirtûkê de nivîsa lêkolînî ya rojnameger Rahîta Gupta ku di New Internationalistê de hat weşandin bi teqdîr pêşwazî dikim. Ku bi diristî bêjim, min dixwest pirtûk hîn zêdetir di rojnameyan û medyaya dijîtal de were lêkolîn û rexnekirin. Yek ji kesên dixwest van lêkolînan biweşîne ji min re got, kovara wan çaverê ye her sê cild jî werin weşandin. Belkî yên din jî li benda vê ne.

Baş e, derbarê cildê duyem de hûn dixwazin çi bêjin?.

Di cildê duyem de Sakîne Cansiz serpêhatiya xwe ya 12 salan ku di nava pergala girtîgehê ya Tirkiyê de borandiye (1979-1991) vedibêje. Û di nava vê de ew quncika dujehê ya serê salên 80’yan Girtîgeha Amedê jî heye. Serpêhatiya wê pir herikbar e, lê li wê derê ji vegotina wan îşkence û hovîtiyên nayên gotin yên li kadroyên PKK’ê û girtiyên din hatîne kirin, kêmekê direve. Li ser rawestandina mijarên Berxwedan û xwesipartinê dibijêre. Ew jî dibe yek ji lîderên berxwedana zîndanan.

Eşkere, cildê duyem ji cildê yekê gelek dirêjtir e. Ji ber sebebên maddî, diviyabû ji bo Pluto dirêjiya vî cildî jî bi qasî ya yekê be. Ji ber ez bi xwe edîtor im, min hewl da cihên gotin zêde zêde dubare hatine bi karanîn, li kû dibînim bibirim. Wisa xuyaye kêr hatiye.

Lê derbarê cildê duyem de ez rû bi rûyê zoriyek din jî mam; bi qasî cildê yekê baş nehatibû rêkûpêkirin. Sarayê pirtûk li çiyayan dinivîsî, bi daktîloyek ne otomatîk, ji bandorên derve parastî. Wê û hevalên wê ew rûpelên destnivîsê li çiyayan di çelteyên xwe de hilgirtin. Ji aliyekê ve hatibû rêkûpêkirin. Li gorî min, di encamê de serpêhatiyek pir giring û herikbar vedibêje, lê hemwext edîtoryayek jî divê. Gotûbêj hatine dabeşkirin û dibe dubare, serpêhatî car caran ji rêzê derdikeve, wisa dixuyê ku paragraf li cihên din hatine zêdekirin û her wekî din. Belkî we jî ev di versîyonên Elmanî an jî Tirkî de ferq kiribe. Ya rast min dixwest vê bizanim.

Berpirs im ku bi awayekî rast wergerînim, lê hemwext berpirsim ku pirtûkek bê xwendin jî biafirînim. Di hinek rewşan de ev herdu alî nakok bûn. Di edîtoriyê de jêhatî me, pîşeya min edîtorî ye. Ev 40 sale li New Yorkê ez ji bo weşangerên pirtûkan kar dikim. Bi destûra Pluto Pressê min destkarî kir ku pirtûkê ji dubareyan pak bikim, materyalên belave komî ser hev bikim, pirsgirêkên kronolojî û rêzê sererast bikim. Ji bo vana hemûyan pêk bînim, min pir hewl da wateyên Sarayê lê bar kirî neguhere û wisa ev kar pêk were. Ango min pirtûk wekî form sererast kir, lê ne wekî naverokê. Ji bo pirsên we gelek spas.

Ji bo bersivan û her wiha dilnizmiya we em spas dikin birêz Bîehl.

*Ev hevpeyvîn di Hêjmara Çileya 2019’an a Newaya Jin de bi Tirkî hatiye weşandin

**Janet Biehlê cildê duyem yê Pirtûka ”Jiyana min herdem şer bû” jî bi sernavê ‘Bîranînên Girtîgehê yên şoreşgereke Kurd’, ‘Sara: Prison Memoir of a Kurdish Revolutionary’ wergêra. Pluto Pressê pirtûk di Tebaxa 2019’an de çap kir.