Şehla û Nesrîn Kebî: Du xwîşk û du têkoşerên Kurd

- Berjin TEKOŞER
358 views
Di dîrok Kurdan de gelek bûyerên bi êş hene. Gelek caran Kurd ji qirkirinê re hatine derbas kirin, rastê jenosîta fîzîkî, çandî, erdnîgarî û ziman hatine, nemaze ji aliyê rejîmên faşîst û qirker re bi darê sêdarê xwestine çavtirsî bikin. Lê civaka Kurd di pêşengtiya şêre jinên Kurd de tu caran serî netewandiye û her tim li ber xwe daye. Her du xwîşkên bi navê Şehla û Nesrîn Kebî jî du jinên Kurd ên Seqizê ne ku ji aliyê rejîma Îranê ve tên dardekirin.

Rûreşiyek ebedî a li ser rûyê faşîzmê

Di 19’ê Tebaxa sala 1979’an de, tam jî salek piştî rejîma rû reş a Komara Îslamî ya Îran ê, bi taybetî di pêvajoyekê de ku dengê berz ê têkoşînê di nav civaka Kurd de bilind dibû û hêdî hêdî tevgerên gelê Kurd li Rojhelatê Kurdistanê pêş diketin, wê rêberê olî yê Komara Îslamî ya Îranê fetwayek daba û bi vî rengî îmze avêtiba bin qirkirina gelê Kurd.

Gelê Kurd piştî salan zext û çewisandina hikûmeta pehlewî, wê vê carê jî ji aliyê Komara Îslamî a Îranê ve rastê kuştin, zext û zordariyê bihata. Gelê Kurd tiştek zêde ji rejimên heyî ên serdest nedixwest, mafên xwe yên herî xwezayî ên xwe bi xwe, xwe birêvebirinê dixwestin. Wan dixwest birêvebirina karên hundirîn ê herêma Kurdistanê ji gel re bê spartin û ji bo wê jî hin meclîsên îdarî ava dikin. Lê belê wek her carekê wê ev daxwaza herî xwezayî a gelê Kurd jî ji nedîtî bihata û Kurd ji qirkirinê re bihatina derbas kirin.

Biryara qirkirinê

Xumiynî wê daxwaza herî meşrû a gelê Kurd ku demokrasî û mafê xwe birêvebirinê li Rojheletê Kurdistanê bû, bi êrîşek berfireh a leşkerî bibersivanda û bi dardekirinan bersiv bidana vê daxwaza herî xwezayî a gelê Kurd.

Di wê demê de artêş û Spah Pastaran a Komara Îslamî vê ber bi rojhelatê Kurdistanê ve leşker veguhestibana. Her wiha ji bo qirkirin û dardekirina ciwanên Kurd wê qaziyê çavsor ê bi navê Sadiq Xelxalî şandibana Kurdistan ê. Ji bo ku li hemberî gelê Kurd cîhat hatibû îlan kirin, hemû Kurd wek “kafir” hatibûn bi nav kirin û bê ferq û cudahî kuştina Kurdan bi rêya fetwayan hatibû erê kirin.

Li hember vî fetwa û êrîşên hovane ên rejîma Xumiynî a li dijî gelê Kurd pêk dihat, gelê Kurd teslîm nabe û li bajarên wek Sine, Seqiz, Bane û Pawe berxwedanek dîrokî didin meşandin. Yek ji mînaka herî tê zanîn, mînaka berxwedana 24 rojan a bajarê Sine ye, ku ji her çar aliyan ve hatibû dorpêç kirin, dihat bombebaran kirin, lê gel bi hêza xwe xwedî li bajarê xwe derket û rê nedida neyaran.

Têkoşîn û jiyana hevbeş

Bê guman di vê têkaoşîn û berxwedana gelê Kurd de jinan role diyarker lîstiye. Gelek şêre jinên Kurd di şerê çekdarî de cih digrin, gelek ji wan jî bi alîkariya birîndaran ve diçin û ji bo derman kirina wan a tê xwestin dikin. Ji wan jinan jî mîrov dikare behsa her du xwîşkên bi navê Şehla û Nesrîn Kebî ku perestar bûn bike.

Şehla û Nesrîn Kebî xwîşkên hev bûn û perestar bûn. Şehla di sala (1325) 1946’an û Nesrîn jî di sala (1332) 1953’an de li Seqizê tê dinyayê. Ew bi hinceta li nexweşxana Seqizê arîkarî dane birîndaran û li dijî rejîma faşîst rabûne, ji aliyê qazî Xelxalî ve di sala (1359) 1980’an de, bi mirinê tên darizandin û tên tîrbaran kirin.

Jiyanek kin, lê bi vîn

Şehla dema ku tê tîrbaran kirin 34 salî û Nesrîn jî 27 salî ye. Her duyan jiyan, hêvî, pêşeroj û têkoşîna xwe kiribû yek û di oxira azadiya gelê xwe de têdikoşîn.

Xwişkên Kebî ji bo cara ewil di dîroka 1979’an de, piştî êrîşa hêzên rejîmê a ser bi bajarên Kurdan tên bin çav kirin. Dovre Şehla sirgunê Qezwînê tê kirin. Di bihara sala 1980’an de, ku di navbera şandeyek ji aliyê dewletê û şandeyek ji nûnerên gelê Kurd de hevdîtin û lihevkirinek pêk tê, li ser esasê vegerandina kesên hatine sirgun kirin (di nav de gelek mamoste, doxtor û perestar jî hebûn), ew kesane vedigerin cihê kar û warê xwe. Şehla jî bi vî rengî vedigire Seqiz ê. Lê di 14 Hezîrana 1980’an de, bi taybetî jî di demekê de ku êrîşa li ser bajaran zêde dibe û bajar tên dorpêç kirin de, bajarê Sine û Seqiz jî ji aliyê hêzên rejîmê ve tê dorpêç kirin, pêla êrîş, bombebarana bajaran û girtinê zêde dibin. Û Şehla vê carê tevî xwîşka xwe Nesrîn ku li nexweşxaneya Seqizê perestarin tên girtin.

Ew di bin şikenceyek giran de tên ragirtin   

Ew di tevahiya pêvajoya lêpirsînê de li gelek girtîgehên cuda ên wek Sine, Seqiz û Evînê de, di bin şert û mercên giran de tên girtin.  Di sê mehên girtî de, lêpirsîna wan ji aliyê pasdarên herêmî û ne herêmî ve tê birêve birin, ne mafê wan ê parêzer û ne jî destûra hevdîtin û telefonê bi wan dihat dayîn.

Birayê van du şêre jinên Kurd wê di hevpeyvîneke xwe de wiha qala wê rojê bikirana:

“Piştî bidawî hatina şer li Kurdistan ê, şevekê di 12 nîvê şevê de derî xistin. Me dizanî ku ev hêzên rejîmê ne, ji ber ku gelê herêmê di wê saetê de û ji ber zextan nedivêran ji xaniyên xwe derkevin. Wan her çar aliyên xanî dorpêç kiribûn!.. Ketin xanî û yekser gotin ku ew dizanin Şehla û Nesrîn li vir in. Dîwarê mala cîranê me nizm bû û her du xwîşkên min bi ser dîwar de xwe avêtin mala wan… Lê nekarîn xwe rizgar bikin, ji ber ku pasdar li pey wan bûn! Ew her du girtin û birin girtîgeha Sine…”

Şeva ku ew tên girtin, Nesrîn jî dibin girtîgeha Seqiz ê. Dovre jî dibin girtîgeha Evîn û piştre jî vedigerînin girtîgeha Sine.

Jixwe biryara dardekirinê dabûn

Binçavkirin û heya dardekirina wan 4 mehan zêdetir nakşîne. Wan ji xwe biryara dardekirina van du têkoşer û berxwedêran ji mêj de dabûn. Ji bavê Nesrîn û Şehlayê re ku çûbû Sine daku qîzên xwe bibîne, jê re dibêjin biçe, jixwe wê roja înê Şehla û Nesrîn bên berdan. Ew jî bi vê yekê bawer dike û tevî diya wan diçin ku qîzên xwe bînin…

Wan bi çavsorî dora Şehla û Nesrînê girtibû, wek agirê dojehê xwe li dorhêla wan dabûn. Jixwe ma kengê wan bêbextan gotina ku gotibûn pêk anîbûn, mane ew wek dirindeyan li pey ciwanên Kurd dibezîn û bi kuştina wan, fetwayên ji bo wan derxistibûn mehtê xwe li her derê dikirin. Er ê! Wan xwînmijan ew her du şêre jin û qeremanên Kurd tîrbaran kiribûn…  Û dîrokê wê ev yek wiha tomar bikira daku tu caran neyên ji bîr kirin, nedin ji bîr kirin.

Wan serî netewand

Di nîvê şevekê de, li girtîgeha Sine biryara dardekirina Şehla û Nesrînê û tevî komeke din tê dayîn. Bê ku darizandin pêk bê, an jî rê bidin ku ew xwe biparêzin, biryar tê girtin. Bi lez û bez biryar didin û hewl tê dayîn fetwaya Xumiynî bi cih bînin. Ber bi sibê de, saat 4:30 an de, li heman cihî ev biryar pêk tê!

Ew şev ji her şevekê cihê bû. Esiman reş diqirîn û olan dida. Li her derekê dengê oxirkirinê bilind dibû, weke ku şev jî ji vê yekê hesiyabe… Hemû ken di awirên Nesrîn û Şehlayê de bi rengê Kurdistana azad dikeliyan, li şûna giriyan bi sê rengan li esimanê nîştiman bi per û bask dibûn.

Celladan Nesrîn û xwîşka wê a mezin bê pirs û bersiv ji hucreyê derdixînin û dibin. Her du xwîşk bi destên ji pişt ve girtî, li cem hev ber dîwar tên sekinandin. Pasdar du parçeyên reş ji bo çavên wan girê bidin tînin. Nesrîn li dijî derdikeve û vê yekê red dike. Ew dixwaze di kêliya dawîn de jî li nav çavên celladên xwe binêrê û serê xwe netewîne. Şehla dipejirîne û dema pasdar bi kenek bi wehş lê dinêrin û jê re dibêjin “tu ditirsî ha?”, ew dibêje helbet na! Tenê ez naxwazim mirina xwîşka xwe bibînim û wiha bi awirek tûj li wan dinêre, keysa xwe li wan tîne.