Sekna Sara

- Newaya Jin
709 views

Endama Konseya Rêvebir a Serokatiya giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di derbarê 5. Salvegera komkujiya Paris’ê de ku 9 Çile’ya 2013’an de sê endamên tekoşina azadiyê, Sakine Cansız, Fidan Doğan û Leyla Şaylemez hatibûn qetil kirin de pirsên me bersivand.

We Sakîne Cansiz kengê nas kir? 

SOZDAR AVESTARêheval Sakîne pêşenga azadiya gelê Kurdistan û têkoşera jin, hemû jiyana xwe di nava têkoşînek bi rûmet de derbas kir. Wek şexs jî di bingeha naskirina min ya têkoşîna azadiyê de, têkoşîna rêheval Sara roleke bingehîn lîst. Çawa di têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê de PKK’ê şoreşa mirovahiyê destpêkir û gav bi gav pêş de bir, heval Sara jî yekemîn jine ku di nava vê têkoşînê de cihê xwe girt û heya bêhna xwe ya dawiyê jî bi vê helwest, bawerî û îddia yê berdewam kir. Naskirina heval Sara ji bona min wateyeke xwe ya gelekî girîng heye. Beriya naskirina PKK’ê, berxwedana ku li zindanê destpêkir, pêşengtiya komek şoreşgerên gelê Kurdistanê ku li hemberî hemû cûre faşîzm û zilmê serî rakirin, şerê hebûnê dan, bi tu awayî li hemberî faşîzmê serî ne tewandin,  yek ji wan jî rêhevala Sakîne bû. Zindana Amedê di têkoşîna me de xwedi girîngiyeke mezin e. Heval Sara jî yek ji wan rêhevalan bû ku li hemberî faşîzmê serî ne tewand, bû xwedî helwesteke şoreşgerî ya hemdemî, navê wê li tevahî Kurdistan û Tirkiyê belav bû. Rexmê ku bi destê faşîzma dewleta Tirk bi hemû awayî qedexe li ser wan dihat meşandin, dîsan darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê û wê demê ji berpirsê leşkerî Esat Oktay Yildiran ê ku bi taybetî hatibû erkdar kirin, ji bo ku berxwedana wan bişkêne, wan şoreşgeran çawa ev feraseta wî bi erdê re kirin yek, min roj bi roj dibîhîst. Ji bo min jî meraqek mezin û xeyalek bû ku rojekê ez vê hevala berxwedêr nasbikim, bibînim û ji jiyana wê encaman bigirim. Heval Sara bi vî rengî navê xwe li dîroka mirovahî yê, dîroka gelên bindest nivîsand. Rêheval Sara ku yekemîn jina di damezrandina PKK’ê de cihê xwe girt, beşdarî kongra yekemîn bû, bi vî rengî di têkoşîna jinên Kurdistanê de navê xwe bi tipên zêrîn nivîsand.

Hûn dikarin hinekê qala kesayeta Sakine Cansiz bikin û tişta ku di kesayeta wê de herê zêde derdiket pêş, mirov jê bandor dibû çibû? Dema Cansiz tê gotin, yekem tişta ku tê hişê mirov çiye?

SARA:SOZDARJi min re bû nesîp ku di sala 1991’î de, li saha Rêber APO, di Akademiya Mahsum Korkmaz de ez rêheval Sara nasbikim. Wê demê ji zindanê nû derketibû, di dewreya perwerdê de cihê xwe digirt.Di heman dewreyê de min jî cih digirt û me bi hev re ew pêvajo jiyan kir. Her kêliya ku min heval Sara nas dikir, min fêhm dikir ku ez di derheqê wê de pirr kêm tiştan dizanim û her tim di mijara ka çiqasî kêm hatiye naskirin û fêmkirin de, difikirîm. Bi kesayeta xwe ya serhildêr, bi pêşegtiya xwe ya jiyanê, taybetmendiya wê a şoreşgerî, bi çi awayî wek rêberekê derket pêş, mi bi xwe dît û jiyan kir. Kesayeteke ku ji her alî ve dagirtî, îdeolojîk, fesefîk û ji hêla rêxistinî de xwe temam kiribû. Kesayeteke balkêş bû; bi rabûn û rûniştana xwe, bi tevgera xwe, xîtap, çoş, moral û maneviyata xwe bawerî dida derdora xwe û di mirovan de hêvî dida avakirin. Rêheval Sakîne, bi vê kesayeta xwe ya balkêş, weke pêşenga jina şoreşger, li hemberî hemû zoriyên jiyanê, nêzikatiyên ku ji pergala baviksalarî tê, zordestiya ku li ser jinê dihate meşandin, çawa dikaribû vê ya bi derdora xwe re parvebike, bibe berdevk û zimanê berxwedana mezin, baş dizanî. Dema mirov hevala Sakîne didît, mirov tê digihişt ka PKK çiqas dikare însan mezin, zane, bi mebde û hêviyê tê de mezin bike.

Kesayeta Sakîne Cansiz, têkoşîna wê, bandorek çawa di pêşketin, mezinbûn û belavbûna tevgera jinên Kurd de kir? 

Bi taybetî diyalogên bi Rêber APO re, parvekirina bi rêhevalên xwe re û ew semîmiyeta ku dida avakirin, ew arambûna ku dida çêkirin, hîn zêdetir pîvanên jineke azad, jina têkoşer, ya ku çawa ‘têkoşîn azadbûn e, azadbûn xweşikbûn e û xweşikbûn jê hezkirin e’ di vê dewrê de, di kesayeta rêheval Sakîne Cansiz de derdiket pêş. Ji bona vê, têkoşîna Rêheval Sakîne rêya azadiyê mîsoger kir. Li ser vê xeta berxwedêr, piştî ku ji zindanê derket, bi hezaran keçî bera xwe da nav refên gerîla a têkoşîna azadiyê û di têkoşînê de pêvajoyeke nû destpêkir. Rastiya Rêber APO hembêz kirin, ji heqîqeta têkoşîna rêheval Sara dihat. Ji bona vê jî weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê ji vê demê şûnde, êdî modeleke jina azad ya serhildêr, berxwedêr, têkoşer û şerker derkete pêş. Tevgera jin li ser van hîman pêşket, yekemîn birêxistinbûna xwe li ser vê bingehê avakir, xwe birêxistin kir, hesab ji dijminê xwe pirs kir. Artêşbûna jin ya yekemîn, li ser vê ferasetê, li ser felsefeya jiyana azad, weke ‘xwebûnekê’ ku ji xwe re bingeh girt, bi van pîvanan hate dest girtin û pêşket. Di akademiya Mehsum Korkmaz de, di nava jiyanê de bi nezîkbûna xwe ya dilnizm, rêhevaltiya ku ji rêhevalên mîna Kemalan, Xeyriyan, Mazluman, Eliyan, Ferhatan girti bû, bê ku dudilî bijî, dida meşandin. Ew kesayeta ku wiha pêşketibû, di artêşbûna jinê de jî îradeya rêxistinkirî derxist holê û li hemberî hemû nêzîkbûnên şaş her dem di nava têkoşînekê de bû.

Berxwedana Cansiz ya li dijî dişmin bandorek çawan li ser serhildan û tevlîbûna jinên Kurd a ji şoreşê çêkir?

Tevgera azadiya jinên Kurdistanê, bi şerê gerîla û di şexsê rêhevala Sara de jin digihandin wateya xwe a rastîn. Watebûn azadîbûn bû, azadî êdSARA KURDI-2î bi hemû awayî kar û xebat û xwe avakirin bû. Tevgera azadiyê bi vê ked, zanebûn û têkoşînê, xwe avakir û li hemberî dijmin îradeya mezin derxist holê. Ji bona vê jî rêheval Sakîne di zindanê de çawa ku serî ne tewand û digot ‘jiyana min hemû şer bû’ êdî şerê xwe li çiyayên azad, bi çeka azadiyê, bi bîrdozî û felsefeya Rêber APO dixemiland û pêşde dibir. Heval Sara ji bo ka jin çawa li ber xwe bide, çawa şer bike, xwe mezin bike, çawa xwe avabike, hevaltiyeke çawa çêbike, di jiyaneke komînal de çawa wê karibe jiyan bike, bi şêweyê jiyana xwe nîşan dida. Ji min re bû mînak ku di artêşbûna jin de, di heman yekîneyê de li cem wê cih bigirim û di têkoşîna azadiyê de rol biliyzim. Sara ji bo min weke mamosteyek, fermandarek, pêşegek jin ku ez wê ji bo xwe bingeha serkeftinê bigirim dest bû.

Dema Cansiz tê gotin yek ser gotina wê a ‘her kêliya ji jiyana min şer bû’ tê bîra mirov, gelo mirov dikare têkiliyek çawan di navbera aliyê wê yê berxwedêr û xwezaya Dersimê, wan çiyayên asê de çêbike? Bandora erdnîgariya wêderê li ser kesayeta jinê çibû ku ew wiha wêrek û serhildêr dikir?

Bi taybetî li hemberî hemû zor û zehmetiyan, şert û mercên giran, nêzîkbûna wê a ji perwerdê re, nivîsandin, lêgera wê ya mezin bûnê, bingeha azadî û lêgerînek rast a ji bo hemû jinan bû. Ji xwe wateya gotina wê a ‘jiyana min her tim şer bû’ ji vê rastiyê tê. Li ser pîvanên rast şer dida meşandin. Ji kêmasiyan re tu caran serî netewand, bêdeng nedima. Kê dibe bila bibe, çi hevaleke wê ya jin, çi hevaleke wê a zilam, çi rêveberî û fermandar dibe, tişta ku ne li gor pîvanên partî û ehlaqê civakê bûya û ne li gor rastiya Rêber APO bûya, teqez li wê derê têkoşîna wê dida û li hemberî vê yekê radiwestiya. Bi vê nêzikatiyê ji derdora xwe re nîşan dida ka wê ‘çawa têkoşîn bê kirin?’ Tevgera azadiya jin li ser vê pêşket. Ji bona vê jî dema şahadet jî çêbûn, Rêber APO da xuyakirin ku ‘azadiya jinê, têkoşîna Sakîne ye’. Jina ku di azadiya xwe de bi biryar be û li azadiya xwe bigere, êdî rênîşaneya wê diyar bû.

Bi qetilkirina sê jinên Kurd xwestin peyamek çawan bidin tevgera azadixwaz a jinên Kurd, bitaybetî  jî di pêvajoyekê de ku tevger ji hêla bîrdozî û siyasî de li herêmê xwedî bandorek ber bi çav a birêxistinî bû, mirov vê yekê çawa dikare bixwîne? 

SARA - SAKINE 4Têkoşîna xwe ne tenê li hemberî dijmin di heman demê de li hemberî hemû cûre paşverûtî, desthilatdarî û koletiyê jî pêşdixist. Di têkoşîna hindurîn de jî xwedî nirxek mezin û xwedî têkoşînek bi wate bû. Dema ku bû hedafa vê êrişê jî di demekê de ku tevgera azadiyê weke mîsogeriya azadî û demokrasiyê, bi projeya Rêber APO ya xweseriya demokratîk û avakirina neteweyek demokratîk pêvajoyek nû dabû destpê kirin. Di pêvajoyek wiha de hedef girtina heval Sara, rol û mîsyona wê a pêşengtiyê bû. Dewleta faşîst ya Tirk û hevalbendên wî, hêzên tarî yên di nava dewletê de, hêzên îstixbaratê; çawa ku piştî îlankirina PKK’ê serî li komployên cûr be cûr dan, di heman demê de di 2013’an de jî dema Rêber APO ev têkoşîn ber bi encamekê ve dibir, serî li rê û rêbazek bi vî rengî dan û xwestin pêşî li pêşketinan bigirin. Diyalog destpêkiribû, a ku herê zêde wate dida vê pêvajoyê û dixwest ku ev pêvajo bi ser bikeve, ji bo serkeftinê jî şev û roj di nav lêgerînê de bû, bi bîr û bawerî bû, bi ked, îdîa û rihê serkeftinê tê de bi hêz bû, yek jî heval Sara bû. Yên ku ne dixwestin ev pêvajo pêşbikeve û teqez tişta ku îro tê jiyan kirin, xwestin wê demê bi encam bikin, ev êriş plankirin û li Fransayê ev komkujî pêkanîn.

Dosya komkujiya 9ê Çile bi hinceta mirina kujer hat girtin. Tê dîtin ku piştî girtina dosyayê têkiliya aborî û siyasî ya Fransa-Tirkiyê xurtir bû. Gelo bi girtina dosyeyê Tirkiyê çi tawîz dan Fransa yê?

Kesê ku di vê komkujiyê de bi kar anîn, bi zanebûn xistin devrê û bi destê wî komkujî pêkanîn; ger ev kes hatibe girtin jî nehîştin ku ev bûyer bê zellalkirin, hesab jê bê pirsîn, ji ber ku destê wan yek ser di MANSETvê bûyerê de hebû. Ji bona wê tim ser vê bûyerê girtin û di dawiyê de jî di sala 2017’an de dîsa bi şêwazekî komplogerî ev şexs ji holê rakirin û xwestin bi giştî ser bûyerê bê girtin. Di vê bûyerê de her çiqas serkêşî devleta Tirk kiribe jî lê, bi qasî dewleta Tirk dewleta Fransa jî di vê mijarê de sûcdar e. Ji xwe ev yek komployek li dijî Rêber APO û tevgera azadiyê bû. Rêber APO di vê demê de bê ku dudilî bijî, nav li bûyerê kir û got; ‘piştî ku min bûyer bihîst ez gelek fikirîm û min got ezê vê pêvajoya hatî destpê kirin bisekinînim, xeterî pirr mezin e. Ji bo pêvajo bi ser nekeve her cûre êrîşên hovane pêşdixînin. Rexmê ku min vana dît jî carekê din ji bo bîranîna her sê jinên têkoşer, di şexsê rêheval Sakîne de, her çiqas zehmetiyên xwe hebin jî ez dîsa dikarim bi şêwazekî ku bikaribim pêvajoyê berdewam bikim, wisa li bîranîna wan xwedî derkevim û bi vê ferasetê kojeran bertaraf bikim.’ Bi vê nêzikatiyê peyam dan tevgera azadiya jin û gotin ku ‘ger hûn serî rakin, ger hûn li projeya jiyana azad xwedî derkevin, hûn hebûna xwe biparêzin û bixwazibin azadiya xwe bidestbixin, bi vî rengî hûnê tune bibin’. Ji bona vê hevala Sakîne bû hedef.

Ger îro wek jinên Kurd û jinên li herêmê em xwe birêxistin dikin, xwe li ser hîmê ilmê jinê, modela pergala demokratîk birêxistin dikin, bi saya ked û ramanên van rêhevalan e. Di salên 2015-2016’an de, bi rihê rêveberiyên xweser, qehremaniyên mezin di şexsê Zeryan, Pakîze, Fatma, Sêvê, Mehmet û Çiyageran de hat avakirin. Dîsan di salên 2016-2017’an de pêşengtiya jinê di şexsê Nûdem, Nûjîn, Jînda, Gulnaz, Berçem û rêheval Nalîn, Hêlîn, Şevîn û herê dawî jî di şexsê fermandara mezin Delal Amed û Azê Malazgirt de derket pêş û wan da diyar kirin ku carekedin xeta Sarayan bi ser ket. Yên ku di vê demê de bin ketin, hêzên tarî û hikumeta faşîst ya AKP’ê ye. Yên her roj zêdetir nêzî ronahiyê dibin jî rihê Sakîneyan, xeta têkoşîn û azadiya jinê ye. Ji bo vê, ji destpêkê heya roja me ya îro di nava tevgera azadiyê de pêşengtiya rêheval Sara, xeta wê ya azadiyê pirsa ku emê çawa jiyan bikin, ji ku de destpê bikin û çawa bikin bi wate kir.

Ger têkoşîna rêheval Sara nebûya ev serkeftinên mezin îro pêşnediketin. Li ser vê heqîqetê em ji her demekî zêdetir nêzî azadî, serkeftin û avakirina neteweya demokratîk bûne. Ev rêheval bûne nasnameya azadiyê, felsefeya hebûnê û xwebûn dane avakirin. Yê ku bibe ya xwe, êdî ew bi tu awayî desthilatdariyê li ser xwe napejirîne. PKK’ê bi Sarayan destpêkir, bi Besêyan berdewam kir, bi Bêrîtan û Zîlanan bû xwedî destkeftiyên mezin û bû rihê canbexşane, di heman demê de bi rêheval Delalan êdî wate mezinkir û têk neçûyina xwe mîsoger kir. Hemû berhemên têkoşîna çil salî, di pêşengtiya rêheval Sara de giha rastiya xwe.

Ger di dawiyê de gotinek we hebe, em bigirin? 

Em tucaran fêrî tunebûna Wê nabin û her çend fîzîkî ne cem me be jî lê, bi têkoşîna xwe rêheval Sara sînorên Rojhelata Navîn derbas kir, bi jinên cîhanê re rihek hevpar da avakirin û li her cihekê rihê têkoşînê, berxwedan û serhildanê di wan de avakir. Têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê êdî bi rengekî global, cîhanî, bi şêwazeke demokratîk û hevgirtina jinan pêşket. Bi vî awayî eşqa mezin, eşqa rêheval Sara ya azadiyê, eşqa wê ya têkoşînê, ked û hewldana avakirina jina azad wê rêya me hîn bêhtir ronî bike.