Şer û tundî  bandorek çawa li ser Zarok çêdike?

- Zîn ZAL
622 views

MANSETHer wekî di tevahiya bûyer û qewimandinên travmatîk de (erdhej, lehî, mirin), di şeran de jî zarok dikarin bertek ango reaksiyonên xwe bi awayên cûda nîşan bidin. Pirsgirêkên razan û xewê (bêxewî, nexwestina razanê, dîtina kabûsan), zêdebûna tirsa cihêbûn ango veqetandina dê û bav, tesîra  dîmen û dengên ku şer û pevçûnan tînin bîra mirovan (dengê sîren ê, dengê teqîn an, tarîbûna ji nişka ve) êş û janên bê sedem (ser, mehd û zik), nerazana bitenê, neserkevtina li dibistanê, têkçûna dêhn û balê di vî warî de kêşe û pirsgirêkên sereke ne.

Xwe sûcdar ditîna zarok an

Piştî travmaya ku sedema wê şer e, di zarokan de rewşeke din xwe dide der; ew jî tawanbarkirin û sûcdarkirina xwe. Zarok ji ber sedema travmaya şer xwe sûcdar dibîne.

Carcaran jî zarokên biçûk wisa difikirin ku tiştên hatine serê wan yan jî mirin û windabûnên ku dîtine, ji ber şaşî û xetayên wan qewimîne. Zarokên hinekî ji wan mezintir jî gelek caran dikevin nava fikar û ramanên wiha: “Ji bo miIMG_4877n rê li ber vê bigirta, divê min tiştinan bikira.” Li hêla din de jî zarok û xortên hinekî ji wan mezintir ku di bûyerekê de ji mirinê filitîne û sax mane, xwe ji ber qurbanî û kesên ji mirinê nefilitîne sûcdar dibînin û çawa ku wijdanê wan têk çûbe tevdigerin.

Bandora şer û komkujiyan, teşe û dirûv dide pêşeroja zarokan. Ji ber ku zarok, hîn di temenekî biçûk de hay xwe dibe û fêhm dike ku mirin ne tenê bi awayeke xwezayî pêk tê. Ji ber vê yekê jî êrîşa li dijî mirovekî, civakekê û nîjadekê normal û asayî dibîne û dikare berê xwe bide şer, qêrîn û şidetê. Bi gotineke din zarokên bi şer re rû bi rû mane, an jî di qadên ku şer giranin de mane, wî mafî bi xwe re dibîne ku zarokên ne ji xwe/ne wekî xwe tune bike. Ji ber vê yekê pêwîst e mirov ji zarokên ji xirecira şer reviyane yan jî ji şer rizgar bûne re bide fêhmkirin ku ev rewş, rewşeke ne asayî, ne normal e û heta ji mirov bê piştgiriya wan bike. Alikarî dana zarokên ji şer rizgar bûne pirr girîng e, bi taybetî jî ji hêla derûnî de alikarî dayîn û ew ji rewşa tê de dijîn rizgar kirin erka her yek ji me ye. Di be ku bi giştî mirov nekare zarokan ji rewşa di nav de dijîn rizgar bike, lê mirov dikare ji bo ku di kêmtirîn dem de travmaya şer bibohirînin, bibe arîkar.

Zarok ji xwe biyanîbûnê dijî

IMG_0954Werin em vê rewşê li ser zarokeka -ku demeke dirêj di destê çeteyên DAIŞ de maye- binirxînin. Ji zaroka bi navê –X- re hatiye gotin û hînkirin ku jin di nava malbat û civakê de bê qedir û bê qîmet e. Jê re hatiye hînkirin ku jin bi tenê ew mirov e ku bi her awayî xizmeta mêrê xwe dike û ‘zindiyeka heram’ e. Dîsa hînî wî hatiye kirin ku kesên ne ji wan e, layiqê îşkenceyê ye û mirin heq kiriye. Êdî wisa dibe ku ew zarok ji çand, ziman, hebûna xwe dûr dikevin û ji xwe biyanîbûnê dijîn. Dişibin kesên ku ew êsîr girtine, nîjad û nasnameya wî tune kirine; bi gotineke din dişibe kesên ku dixwazin hebûna wî tune bikin. Wî bê nasname bihêlin. Di vî warî de nahêlin ku zarok li sedemên vê karesatê bifikire. Bi ser de jî serî li teknîka xelatkirinê dikin ku zarok bi awayeke lez û bez ji kirasê xwe yê asayî derkeve û veguhere.

Zarok di vî warî de bêyî daxwaza xwe zarokatiya xwe red dike û dibe perçeyekî şer. Wek tê zanîn dengekî herê bilind jî dikare rê li xirabûna derûniya zarokan vebike û barûdoxa zarokan têk dibe. Lê, di rewşeke wiha de, li dever û herêmên şer lê diqewimin de, zarok dikarin bi hêsanî li ber serê cesedên mirovan ji xwe re bileyizin. Zarok xwe di nava vê rewşê de dibîne û karesatên di şer de diqewimin, êdî jê re pirr normal tê xûyan. Êdî wisa dibe ku ew zarok; mirin, komkujî û îşkenceyê wekî rengekî xwezayî yê jiyanê dibînin. Şidet li aliyekê, windabûnên çandî yên wan zarokan, bi tena serê xwe dibe sedema trajediyan. Piştî şer di warê ziman, cilûberg, erf û adetan de veguherîn pêk tên. Ev veguherîn zû bi zû û yekser bandora xwe nîşan nede jî, di pêşerojê de bingeha şerên nû û komên nû yên tûndrav û şidethez datîne.

Bi kurtasî em dikarin bibêjin ku şer şeran, şidet şidetê û hezkirin jî hezkirinê diafirîne. Werin em hevîrê tevahiya zarokên dinyayê bi hev re bistirên…