Serhildanên xwerêvebirina xweser

- Roza METÎNA
198 views
Di salên 2015-2016’an de serhildanên Xwerêvebirina Xweser a demokratîk ên li dijî faşîzma îktidarên heyî yên serdemê, li dû xwe gelek şopên dîrokî hişt. Li dijî “Plana Hilweşandinê” a dijmin, Gelê Kurd di vê serdemê de li gel têkoşîna jinê, li berxwe da. Li hemberî planên qirkirinê yên li ser pişta îmha û înkarkirinê tên meşandin û her tim xwe nû dikin azadî, têkoşîn, wekhevî, demokrasî, azadiya fikir û ramanê hat parastin. Bi rê û rêbazên modelên tasfiyekirin, serîtewandin, komkujiyê êrişeke gelekî mezin li dijî kurdan pêk hat.

Hat xwestin rêya koçberiyê bê vekirin û darbeyeke mezin li têkoşîna tê parastin, bikeve. Ji bo ev armanc biçe serî jî wekî her demê, medya, daraz, êrişên nîjadperest û zayendperest, hestên netewperweriyê wekî alavên sereke ji aliyê îktidar û sîstema heyî ve, hatin bikaranîn. Jinên kurd ên mîna Sêvê, Pakîze, Fatma û Gelê kurd, bi tevahî, bi hewldana ji bo stratejiyeke hevpar û rihê serhildanê li dijî vê ferasetê li berxwe da.

Rola medyaya alîgir
Di êriş û polîtîkayên şer ên taybet de dewleta tirk li dijî kurdan, bi sîstem û îktidarên xwe yên heyî medya wekî yek ji alava sereke bi kar aniye. Bi medyaya hawiz her tim hatiye xwestin sûcê şer û mirovahiyê bê veşartin, ji aliyekî jî rewa bê nîşandan. Çapemeniya alternatîf a li dijî feraseta medyaya alîgir jî tim hedef hat nîşandan. Di sala 2015-2016’an de ango di serhildanên Xwerêvebirina Xweser de jî medyaya alîgir rayedarên ku bûn sedema komkujiyê, parast. Yên ji bo doza xwe li berxwe didan wekî “terorist” nîşan da. Bi vê ya têr nebû heta zarok jî wekî “terorîst” hat nîşandan. Îşkence, zext û êrişên di wê serdemê de ji aliyê polîs û leşkeran ve dihatin kirin wekî ku “parastineke rewa ya ewlehiyê be” bi rêya medyaya alîgir hat nîşandan. Medyaya di bin kontrola îktidara AKP-MHP’ê de hestên neteweyî derxist pêş û bi vê yekê jî hat xwestin sûcên mirovahiyê bên binpaçkirin.

Bi rêya darazê kujer hatin parastin
Her tim êrişeke mezin li dijî mafê tayinkirina çarenûsa xwe ya Gelê kurd hatiye kirin. Di serdema serhildanên Xwerêvebirina Xweser de jî di esasê de êrişeke dewletê ya tund li dijî mafê tayinkirina çarenûsa xwe ya Gelê kurd bû. Bi heman awayî ev êrişeke li dijî îradeya jinên kurd ên li eniyên pêş ên serhildanê bûn. Di wê serdemê de endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demir, endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir jî li eniyên pêş ên serhildanê cihê xwe digirtin. Di 4’ê Çileyê ya 2016’an de li Silopiyaya Şirnexê sê jinên têkoşer ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin. Bi ser de jî bi rêya darazê kujerên sê jinên têkoşer, hatin parastin. Dîsa polîsê bi navê Abdullah Ercan ê Hêlîn Şen a 12 salî li navçeya Sûrê ya Amedê qetil kir nehat girtin. Bi van mînakên şênber jî eşkere dibe ku îktidara heyî bi destên darazê kujeran diparêze. Em balê bikşînin ser rola Saziya Tipa Edlî (ATK) jî. Di doza Abdullah Ercan dihat darizandin de ATK’ê got “ne di nava qada me ya peywir û rayeyê de ye” û birêkûpêkirina raporê qebûl nekir. Wekî mijara di dozên darizandina kujeran de di mijara girtiyên nexweş de jî ATK’ê tim li gor fermanên tê dayin, tevgera xwe diyar kiriye. Dîsa Taybet Înan a ku bi navê Dayika Taybet di hafizaya mirovan de cihê xwe girt di 19’ê Kanûna 2015’an de li Silopiyayê hat qetilkirin. Cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Tiyê wê yê ku xwest cenazeyê wê bigire jî hat qetilkirin. Kujerên Dayika Taybet û tiyê wê jî heta niha tu ceza negirtine. Di heman demê de Cenazeyê Cemîle Çagirga ya 10 salî ya li Cizîrê hat qetilkirin, di sarincê de hat veşartin. Dayika wê digot,”Her dema ku ez sarincê vedikim, Cemîle tê bîra min.” Edîtorê nûçeyan ê Azadiya Welat Rohat Aktaş, Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç û gelek kesên din li jêrzemînên Cizîrê hatin qetilkirin. Dewsa ku kujer bên darizandin û cezakirin rutbeya wan hatin bilindkirin û hatin xelatkirin.

Cenaze li gorên bêkesan hatin veşartin
Êrişên di vê serdemê de di heman demê de li dijî nirxên neteweyî, civakî, wêjeyî, çandî, jiyanî yên Gelê kurd hat kirin. Li gelek bajaran dîrok û hafizaya kurdan bû hedefa dewletê. Li dijî kurdan bêrêzdariyeke gelekî mezin hat kirin. Bêrêzdariyeke mezin jî li hemberî cenazeyên kurdan hat kirin. Cenazeyên kesên li ber xwe dan û ji bo doza xwe serî netewandin li gorên bêkesan hatin definkirin. Bi vê mînakê em dikarin bi awayekî şênber bêrêzdarî û sûcê li dijî cenazeyan tê kirin dîsa bi bîr bixin; Li gundê Oleka Jor a Bedlîsê di 19’ê Kanûna 2017’an de îktidara heyî bi kepçeyan Goristana Xerzanê talan kiribû û hestiyên di goristanê de biribû li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê veşartibû. Wê demê cenazeyê 282 gerîlayan hatibûn revandin. Piştre 282 cenaze di hundurê qutiyên plastîk de, di bin peyarêya li Goristana Kilyosa Stenbolê de hatibûn veşartin. Cenazeyê Numan Gokalan ê ji Goristana Xerzanê hat derxistin û bêyî malbatê li Goristana Kilyosê hat veşartin, piştî jiyana xwe ji dest da 23 sal şûnde teslîmî malbatê hat kirin. Berê jî jixwe gelek caran êriş li dijî goristanên têkoşerên azadiyê hatibû kirin. Gelê kurd gelek caran bi çalakiyên xwe bertek û nerazîbûn li hemberî vê feraseta şaş nîşan daye.

Polîtîkayên koçberiyê xistin meriyetê
Sîstema heyî ya li Tirkiyeyê li dijî kurdan her tim polîtîkayên koçberiyê xistiye meriyetê. Di salên 90’î de çawa gundên kurdan hatin şewitandin û hilweşandin û bi vê yekê re hat xwestin kurd li ser axa xwe mecbûrî koçberiyê bibin, di sala 2015-2016’an de jî ev sîstem dîsa bi heman ferasetê tev geriya. Çimkî dema kurd koçber bibin wê demê rêya asîmîlasyonê jî li wan vedibe. Jixwe yek armanca van êrişan jî asîmîlekirin e. Lê belê Gelê kurd wekî her carê bi pêşengiya jinê li dijî polîtîkayên şerê taybet û asîmîlasyonê li berxwe da.

Êrişên zayendperest hatin kirin
Di serhildanên Xwerêvebirina Xweser de êrişên piralî hatin kirin. Li dijî jiyana mirovan a taybet bêrêzdarî hat nîşandan. Mafê jiyana taybet hat binpêkirin. Polîs û leşkerên dewletê yên bi navê JOH-POH’ê ketin malên gel û li ser dîwarên wan gotinên zayendperest nivîsandin. Polîs û leşkerên ku her çiqas qeybeke mezin dan jî wekî ku serkeftineke mezin bi dest xistine, nîşan didan û dixwestin rewşeke tirsê li ser civakê biafirînin.

Jinan li berxwe dan
Ji dîrokê heta niha rê û rêbazên tunekirina Gelê kurd a ji aliyê dewleta tirk ve dewam kiriye. Di vê çarçoveyê de bi taybet jin bûne hedef. Her tim jinên jîr û jêhatî bûne hedef. Bi armanca têkbirina serhildanên Xwerêvebirina Xweser dewletê bi taybet berê xwe da jinê. Ji ber ku jinan pêşengiya vê têkoşînê dikirin û li berxwe didan. Çawa li Parîsê Sakîne Cansiz, Fidan Dogan (Rojbîn), Leyla Şaylemez hatin qetilkirin bi heman hişmendî û rêbazê li Silopiyê jî Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar hatin qetilkirin. Jinan û Gelê kurd tevî zext û êrişan gav paşde neavêtin û li berxwe dan. Kesên ku jiyana xwe ji dest dan daxwaza wan azadî, heqê kurdan û serxwebûn bû. Em vê daxwaza azadî û serxwebûnê bi hinek mînakên din ên şênber bînin ziman; Hevjîna Mela Hesenê ku di qedexeya derketina derve ya Silopiyayê de hatibû qetilkirin û cenazeyê wî 13 rojan di malê de mabû, diyar kir ku kula mela tenê Kurdistaneke azad bû û wiha gotibû: “Wî pir îşkence dît û kula dilê wî tenê ew bû ku kurd bigihîjin heqê xwe.” Dîsa Hamşî Çagli ku kurê wê û hevjînê wê di dema qedexeyên derketina derve yên li Cizîrê de hatine qetilkirin, diyar kir ku ew ê tu carî heqê xwe li vê dewletê helal neke û got: “Kesên ku bûne sedema qetilkirina kurê min û hevjînê min, ez heta roja qiyametê jî heqê xwe li wan helal nakim. Kezeba min dişewite. Ma ji vê mezintir zilm heye?” Dema li bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê, Şirnex, Silopî, Cizîr, Nisêbîn, Colemêrg, Êlih, Gimgim, Kop, Artemêt, Rêya Armûşê, Sûr, Farqîn, Licê, Bazid, Xîzanê Xwerêvebirina Xweser hat îlankirin jî Gelê kurd her tim daxwaza heq, hiqûq, edalet, azadî, aştî û mafê tayinkirina çarenûsa xwe kir. Li dijî polîtîkayên teslîmgirtin û tasfiyekirinê yên kesên gotin “Mase û muzakere tune ye, ez nas nakim” û li dijî “Plana Çalakiya Hilweşandinê” jinên kurd li berxwe dan û bûn tirsa herî mezin a di dilê îktidarê de. Têkoşîna azadiyê ya jinên kurd a di vê serdemê de jî li pêş bû di heman demê de têkoşîneke li dijî feraseta darbeyê bû. Ji ber ku ev îktidar bi salan e bi rêya darbeyan û zagonên darbeyan li ser piyan dimîne û ji bo bi ser bikeve jinê û bedena jinê dike hedef. Bi teşhîrkirina bedena jinên têkoşer ên mîna Ekîn Wan dibêjin qey wê bigihêjin armanca xwe. Li dijî vê ferasetê, ji bo şerd û mercên civakbûyin, demokrasî û wekheviyê pêş bikevin ev têkoşîn û berxwedana jinên kurd mînakek girîng e.