Destdana Sarayê

- Aysel DOĞAN
191 views
Sakîne Sara, Rojbîn, Ronahî…
Sê jinên wekî rûbaran pêşî li herikîna wan nayê girtin… Di dilê wan de welatê azad, bêriyek dijwar,  pîroziyeke bi kelecana azadî û jiyana bi rûmet bûye destnedayî. Û zeman qerisiye, di kêliya cih bê wate dibe de. Di mirina li eniya wan kûlayî de hikmê mirinê tinebû.

Parîs…Paytext…Siya bêhempa ya şoreşa Fransayê… Qurbana dagirkerî, zilm û tolhildanê ew jina diçû ber giyotînê bû û dîsa yên di çeperan de bi laşê tazî li ber şer sekinîn û hatin lêxistin jin bûn. Şoreş hatibû berevajîkirin, destpêkê li jinan xistibûn… Û li Parîsê qêrînên azadiyê di nava mijê de winda bûbûn. Ji ber vê ye, ne tesaduf e sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê, saeteke şevê, bi hevkariya xwidayên qelb ên demokrasiyê hatin kuştin. Ya li Parîsê hatî kuştin, tam jî mîna qêrîna jinûve zayîna jina tinehesibandî bû. Ew heqîqeta azadiyê ya kamil û pênasekirî bûn. Ew di dilê gelê xwe de, di dilên gelan de hatin veşartin.

Zemanê mohrkirî
Li destpêkeke nûbûn…Sakîne Sara, bi lêgera di xwe de bi cî nabe herdem rêwî bû. Şop dihişt, li her rawestgehê dibû nîşana nîşangehan. Wateya gotinê, nexşa jiyanê. Ew şerê destana vejînê bû, ma’rîfeta ku raborî û dahatû di heman temenî de bi cih kirî bû.  Di Dersimê de li Dersimê digeriya, di tariya ku roj jî nikare germ û ronî bike de, di valetiya bêdengiyê de fikarek. Di nezelaliya terteleyekê de xuya dike û winda dibe îro ew duh a tineyî. Munzûr jî neherike, ba jî neyê weke ku zeman hatiye mohrkirin… Dewlet wekî şûrê tirsê. Wekî tiştek nebûyî. Niha dema jibîrkirina fermanê ye ji ber. Bêzimanî, nezanîn…Mirin û jiyan mîna şev û rojê ne, bi hev ve. Ji bilî dewletê ti kesên nû nehatin bajêr, yên hatin jî mîna ji diyarekî din hatine diaxivin… Xumîneke nayê fêmkirin ziman difetisîne, gotinê dixeniqîne. Ew ronahiya lempeya heta sibehê pêxistî ya ji qelîştekên dîwarên berr yê cîranê wan diza…Sakîne Sara li derî dide.. Li destpêkekê ye. Li pirtûkên li ser maseyê dinêre. Û pirs… Û bersiv…Ne ya heyî, ya neyî tê axaftin. Dersimê êdî barkiriye welatê tineyî Kurdistanê. Sara ew hêrs, ew kelecan, ew dilxweşî û hêvî bi xwe ye ku êdî di singa Dersimê de bi cî nabe. Serê sibehekê, li wan girên ku tav li asîmanên çiyayan winda dibe her wekî fîlmekê sibeyê dibîne. Sond e, ew telaşa dijwar ya di dilê wê de.

Kelecana ji nû ve nivîsandina çarenûsa welatekê
Dema ji bo cara pêşî bêveger biçe Dersimê veqetiya li pişt xwe nenêrîbû. Bi çend gotinên di mejiyê wê de deng vedidan mîna mifteyan. Destpêkeke nû, lê di dilê wê de bi cî nabe.. Mîna pêkhatî bû di encamê de.. Kelecana jinûve nivîsandina qedera welatekî bêdawî yê sînorên wî nizane.. Li sînorê Xarpêt, Çewligê bû; ti carî ewqas xweşik, ewçend nêzîk nebûbû, ti carî germahiyek ewqas dijwar, bêriyek ewçend dijwar çênebûbû. Lê heta duh jî çend dûr, çend nediyar û bêtam bûn. Yên di terteleyê de ji Dersimê reviyabûn Xarpêtê… Di xefkan de laşên mirî… Çîktazî li ser devê rêyan. Ti kesê negotibû ‘’Ala qutar’’. Her wekî rondikên pîrika xwe dimale rûyê xwe paqij dike, wê careke dî nebûya ne tertele, ne jî ev tinebûn û hişkorî. Gurme gurma dilê wê bû, xwe di qefesa sing de nedigirt. Dibeziya, bêhn lê çikiyabû.. Û li zîndana Xarpêtê bû. Her çend nezane cellad wê çi bikin jî, hêz-baweriya dizane çi bike pêre hebû. Cellad şaş mabûn, bi heqîqeta nikarin bi jinekê bi xwe re ketibûn nava şerekî, Sarayê kelecana tolhildana ji wê zilma herî bi hêz ya jê re dibêjin dewlet diqêriya, tolhildana ji wê lawaziya herî ketî diqêriya di dirêjahiya binê wan dîwarên şil û kifnikî de. Şev-roj-zeman mîna gerisî ne. Çend dem borî bû, li Kurdistanê geriya bû. Çend caran yek bi yek jimartibûn çiya, av. Mîna stêrkan bihêjmêre. Şa bûbû… Û ew qêrîna dijwar. Aytekîn…Wekî xatir bixwaze, mazlûm, bêguneh. Dengê wî yê dawî daleqandî ma di bêdawîtiya asîman de. Dewleta ceberrut yek bi yek şer nedikir; ew pêxwasên bibin cellad serbest berdabû. Rewşa herî har û dîn ya Turktiyê li dezgehên îşkenceyan.

Sarayê xiyaneta çîktazî dît
Û di demeke nediyar de li girtîgeha Amedê bû. Gunehkariya yên di gava destpêkê de dikevin xefka tirsonekiyê… Şopa wê dîroka nayê hilgirtin û nayê pejirandin bû, ya ku ji aliyê xirabiya berxwedanê pîroz dike ve ji destpêkê de hatibû qirêjkirin. Sarayê cara pêşî xiyaneta çîktazî dît. Dilê xwe tûj kiribû. Û her kêliyê, her rojê di destpêkên nû de celladan, cinawirê jêre dibêjin dewlet pê nedikarîn. Li hemberî ‘Heqîqeta ya ji mirovî mirovtir’ zalim bêçare bin diket, ew jî pênaseya nemirinê ya nû bû. Sakîne Sara, dema ji kûrahiya binê dîrokê berxwedan diqêriya, nîşangeha jinûve zayînê ya jinê bû. Berxwedan jiyan e. Li girtîgeha Amedê dîrok bi heqîqeta vê heqîqetê jinûve dihat nivîsandin. Bi qasî tiliyên du destan… Hîn di bîst saliya xwe de… Ew keç û kurên herî xweşik yên Kurdistanê bûn… Û Kemal bû.. Pîr bû… Sakîne Sarayê xewnereşka zaroktî ku bi qêr û hewara wan jinên ji gundan bi ben girêdayî, şev û roj meşandîn û avêtîn ava Harçikê dê herdem veşartiba di dilê xwe de. Lê niha winda bûbû êdî… Pir li paş bû, wekî çîrokeke hatî gotin bû…Ji zû de mezin bûbû, ji demê û ji cih wêdetir… Azadî hêzek çend dijwar bû… Çend caran jinûve miribû jinûve vezabû. Her roj êdî destpêkek nû bû. Zîndana Amedê meşaleya berxwedanekê, jinûve hebûnê bû. Û qêrîna bi hezaran mirovên ji gelê wê veqetandibûn û anîbûn, bi laşê çîktazî di dezgehên îşkenceyan de li ber xwe didan… Strana serkeftinê ya Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan û ya herî dijwar a Ferhadan, Necmiyan di bêhukmiya agir de bi pêtan li xwe pêçayî, laşên wan yên dest dane hev strana serkeftinê bû. Ezmûneke berxwedanê ya nû bû li hemberî hemû xirabiyên ji destpêka dîrokê heta îro pêk hatine, hatine kirin. Û destpêka nû, roja nû ya mizgîniya tava serkeftinek nû dida bû.

Sara rêya siberojên azad bû
Saraya ku bi berxwedanê xweşik bûyî dema piştî salan ji zîndanê derketî, bûbû nûnertiya jina bi berxwedanê azad dibe.. Wê înkara dîrokê ya li ser jinê perçe kir, di têkoşîna azadiyê ya gelê xwe de bû hebûn. Ew tîrêja rojê bû, ya raborî û dahatûyê ronî dike. Jinûve hebûn û hişê jina tine hatî hesibandin bû. Kombûna nûnertiya berxwedana jinan ya di hemû şoreşên borî de, rêya sibeya azad bû.. Huner û me’rîfeta jina ku dîroka înkarê ya ji gelê xwe re hatî nivîsandin serûbin dikir. Bi kelecana vegera çavkaniyê, li ber aramiya bêrî, bengî, hiş û baweriyê bû.. Şopa nîşangehên di têkoşîna azadiyê de lê rawestiyayî bû, dijwariya nenasî û nediyariya evînê, her kiteyekê.. Dema Serokê xwe pêşî dîtî ew bûbû Dersim, ji Dersimê re bûbû hêz, bûbû bawerî û piştre jî di dilê wê de bûbû hezkirin, di hişê wê de bi roniya xwe ya bêhempa disekinî, niha dema ew himêz dikir zayîna wê ya çendan bû?… Ya herî bi jan, ya herî pîroz bû… Li ber ‘Dar’ê bû, di lêpirsîna hemû jiyînan de bû… Ne ji bo tiştên kirî, ji bo tiştên nekarî bike, di biryardariya gotinên xwe de bû… Despêkên nû girtibû hîmmeta xwe û li ser rêya vegera welat bû.. Li Botanê bû… Şa bû… Bi hêvî û bawerî, ji yên hatine jiyîn wêdetir hilgira ya divê bê jiyîn bû… Nûnera biryardariyekê bû kû di her qadê de tecrûbe kiribû, hatibû tecrûbekirin: Li serê wan çiyayan û çavkaniya wan avan bû kû di zîndanê de ji wan hêz werdigirt… Li her çar beşên Kurdistanê têra xwe jiya… Parve kir… Zêde bû û zêde kir… Pel bû, çûk bû… Lê her dem şefeqa sibê bû..

Gotina rast di dema rast de hatibû gotin
Dîrok her çiqas ji tecrûbeyên ji raboriyê hatine roja me, heqîqeta destpêk û dawiyên ji mejî-hiş diherikin be, her wiha mizgîna pêşerojê ye jî. Fêmkirina rojê-sibeyê, bi watekirin, ber bi ya pêşî ve çûyîn… Sakîne Sara, ji vê serpêhatiya bêser û binî ya mirovahiyê ya dikeve para jinê bi çarenûsa gelê xwe û welatê Kurdistanê re kir yek, bi rik, wêrekî, bawerî û hêvî bû bersiva lêgera ‘Çawa bijî’. Û li welatê Kurdistanê girêkorka meseleya azadiyê ya gelan… Ew welatê ku bi dek û dolabên xwidayên qelb yên demokrasiya Ewrûpa ya ku îdîa dike berî herkesê ronî bûye hatiye parçekirin… Û hatiye parvekirin dinavbera wan hevkarên cûce yên bi xwespartina xirabiya di bin siya desthilatê de ketine rewşa herî gemar ya koletiyê… Ji bo ev hîleya li dijî mirovahiyê û nayê pejirandin ronî bibe, ji bo ya nehatî pênasekirin û nehatî famkirin wisa dewam neke û were rawestandin, hat Ewrûpa ya ku gelê wê lê mişext dijî û careke dî bi bêrî ew pîroziya lehengiya berxwedana li çiyayên Kurdistanê himêz kir. Ji ber ew ji mirovan mirovtir bûn. Egîdiya keç û kurên wekî çiyayan… Û hikmê axa ku pêlê dikir-ew jiyana hatî qirêjkirin tine bû. Û dîsa li rawestgehên dîrokê ya beriya wê tineyî, di laltiya kor ya bêdengiyê de ji bo welatê Kurdistanê ku dihat înkarkirin û tinekirin, Serok Apo ku digot ‘azadbûn mafekî jêneveger e’, bi komploya herî dijwar û xirab ya dîrokê mîna Prometheus radestî xwidayê xirabiyê TC kirin, hêviya gelan reş kirin. Diviya ew Destpêka dijwar jinûve bê jiyîn. Û Sakîne Sara şahid û delîl bû ku ew Destpêk nayê rawestandin… Her çiqas zor be jî digot em ê bihêztir ji nav derkevin, bi hêza kerameta ji bêderfetiyan derfet çêdike bawer dikir…
Ji ber di Destpêkê de gotina rast li dema rast hatibû gotin… Nedihat astengkirin, nedihat sekinandin…

Dema berxwedan veguherî serkeftinê
Sakîne Sara li Dersimê hatibû dinê, li Dersimê mezin bûbû.. Bi qasî Dersimê asê, bi qasî Munzûrê hêrs bû ji çiyayan… Nekarîbûn yên ji Terteleyê xwe spartine wan biparêzin.. Hîn jî dengê jin û zarokan vedide.. Lê niha yên ku çiyayan diparêzin hebûn..  Ew mirovên ji Destpêka dîrokê herikîbûn rojê, xwe afirandibûn.. Dema wê îro dijiya, bi wate kir û dît ew heqîqeta raborî û dahatû lê hev dibîne û jihev vediqete, wê demê ew hewara di duayên pîrika xwe de ku digot ‘me Tertele dît, hûn nebînin’, nepejirandibû… Lê belê Tertele jî bê serî û bê dawî bû: Pejirandinekî dijwar bû… Hevtemenên wê bûn… Li serê rê bûn-ciwanbûn hemû, yên pêşî gotin ‘Kurdistan bindest e, dagirkiriye’… Hevdîtina destpêkan, berbelavbûna destpêkan li çar aliyan û jiyanîbûna pêdiviya her gotina hatî gotin. Mîna tiberkê.. Mîna kerameta pîrên sê’hrê. Ji me’rîfetekê, ji îdraqekê wêdetire ya di dil de lê  ji ber ew qedexeya li ser zimanî nehatiye gotin… Rewşa veguherîna xeyalan ber bi hêviyê ve wêrekî bû… Wekî agir, wekî avê, wekî bayê. Û wekî axê. Bivênevêya jiyanê. Dûrbûn-nêzîkbûna dijwar ya azadiyê, hebûnê… Û li zîndana Amedê ew kêliyên berxwedan veguherî serkeftinê… Ew hêrsa di qêrînê de… Bêriya bêdawî… Zekiye, Rewşen, Ronahî, Bêrîvan, Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Nûcan, Asya, Arîn, Delal Amed û Sakîne… Û bi sedan jinên azad, bi sedan, bi hezaran jinên azad dibin…

Tam li nîva şoreşê jin hatibûn kuştin
Û Parîs… Tam li nîveka şoreşê pêşî jin hatibûn kuştin. Û cinawirên demokrasiya qelb û birçî ya modernîteya kapîtalîst bi bêbextî, piştî sedsalan li deriyên Parîsê careke dî di xefkê de bûn. Dizanîn; her rabûna bi heqîqeta berxwdanê berdêla azadiyê dide, her destpêk nexasim jî heke jin be, yek jî eger di oxira azdiyê de sondxwariya tolê be…
Ew qesr û qonax rojekê, lê mutleq rojekê dê hilweşin. Û Sakîne Sara jina di xwe de bi cî nebû, di Dersimê de bi cî nebû, di welatê xwe de bi cî nebû li Parîsê jî bi cî nebû… Sînorên qelb hemû hilweşiyan… Êdî ew bû nîşana berxwedan û qêrîna azadiyê ya hemû jinên li ser rûyê dinê. Sê jinên Kurd ên Şoreşger; Sakîne Sara, Rojbîn û Ronahî… Ku li eniya wan nemir hatibe kolan ti hikmekî mirinê nemabû… Berxwedan jiyana azad, bi jiyana azad serkeftin û qezenckirin e.

Ev gotar di jimara Newaya Jin a Çile 2022 de bi Tirkî hatiye weşandin.