Li dijî mirinê Jin, Jiyan, Azadî

- Nûjiyan Amed
159 views
Ev demeke jin li gel civakê li dijî rejîma Îranê ya bê jiyan, di nava berxwedaneke dîrokî de ne. Di pêşengiya jinan de gelên Kurd û Îranî ji komara Îslamî daxwaza mafên xwe yên jiyanî û gerdûnî dikin. Weke tê zanîn berê jî li Mêrîwan a Rojhilatê Kurdistanê li dijî destdirêjiya kadroyekî rejîma Îranê, Şilêr Resûlî xwe ji avahiya duqat avêt û jiyana xwe ji dest da. Jinan bi armanca xwedîderketina li Şilêr Resûlî li bajarê Mêrîwanê, li dijî zihniyeta tecawizkar a rejîma Îranê serî hildan û bi yek dengî gotin: “ em tev Şilêr in”, dest bi meşeke serhildêr kirin. 3’ê Îlonê jî Jîna Emînî ya ji bo serdana mirovên xwe li Tehranê, ji milê ‘polîsên exlaq’ yên rejîmê ve ji ber cil û bergan hat binçavkirin û 16’ê Îlonê bi destê rejîma sêdarê bi îşkenceyê hate kuştin.

Jin û gel pîvanên azadiyê nîşan didin
Jinên Kurd bi helwestek exlaqî û dîrokî li dijî kuştinê bi banga “JIN JIYAN AZADΔ daketin kolanan. Civaka Kurd, Belûc, Azerî, Fars pêl bi pêl daxwazên xwe di heqîqeta vê duruşmeyê de dîtin. Bê guman ev bang heqîqeta dildarên azadiyê îfade dike. Lewma li çar aliyên cihanê belav bû, jin, ciwan û civak xwedî li vî dengê gerdûnî derketin. Ev duruşme şîfreya şoreşa civakî, azadiya jinan û gelên azadîxwaz e. Jina azad, jiyana azad a nû diafirîne. Ji bo wê jin, ciwan û civak li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi vê bangê rêgezên xwe yên exlaqî ji bo dewleta Îranê diyar kirin.
Dewleta Îranê ne cara yekê ye jinan di bin îşkenceyê de qetil dike. Dîroka zayendperestî û dagirkerî di zikhev de li dijî çanda jinê, bi hişmendiya kuştin û talanê xwedî şopên mayînde ye. Desthildariya li Îranê jî li ser vê mîrasa tarî xwe saz kiriye. Desthildarî tacîz, tecawiz û mirinê di hişê xwe de xwedî dike. Desthilatdarên Îranê wekî şirîkên sîstema zayenperest û desthilatdarî xwedî dîroka pênc hezar sal in. Sîstema desthilatdar her carê bi nasnameyekê xwe saz kiribe jî li ser bermahiyên desthilata berî xwe ava bûye. Ev sîstema xwe disipêre zorê û siyaseta bê exlaq, dest guhertiye lê zihniyeta tecawizkar her maye.

Xwedî dewlemendiyek kûr e
Tê zanîn li Îranê bi navê meshebê Şîa û nasnameya Îslama siyasî, bi navê xwedê pergala desthilatdar li ser kar e. Ev sîstem li dijî xwezaya jiyana jinan û civakê hatiye avakirin. Jin ne fîzîkî ne jî ruhî di nava sîstema mîna qefesê ya Îranê de bi azadî nefes nastînin. Gelên Îranê yên xwedî dîrokeke kevnar, pir çand û pir reng in, xwediyê jiyanek hevgirtî ne. Li dijî zordariyê di warê çanda berxwedanê de xwedî dewlemendiyek mezin e. Bi jinên xwe yên navdar, rêveberî, wêje û pêşengiya civakî xwedî meşek baldar û xwedî dîrok e. Jin li dijî rejîma Riza Şah jî bi erka xwe ya pêşengiyê rabû û daxwaza mafê xwe kir. Bingeha dengên îro li Rojhilatê Kurdistanê bilind dibe û pêl bi pêl li Îranê belav bûyî, ev kûrahiya dîrokê ye. Lê tişta îro derketiye holê ji ya berê pir cuda ye. Dîrokeke resen bi keda jinan û ciwanan ji berê pir cûdatir tê hûnandin.

Li dijî dîroka tarî Jin Jiyan Azadî
Jina Kurd li bajarê Rojhilatê Kurdisanê Seqizê li dijî zihniyeta tecawizkar, bi bangeke felsefî, teorîk û bîrdozî mîna hêzeke mezin ya modernîteya demokratîk, bi bandor di nava mejiyê dewleta Îslamî ya Îranê de teqiya. Duruşmeya ku heqîqeta şoreşa jinê pênase dike JIN, JIYAN, AZADÎ bi rihê şoreşgerî di dilê her jinekê de deng veda. Jin jiyan azadî li ser zimanê zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70’î salî di her nefesê de, weke cenga şoreşa civakî, bi yek dilî û pir zimanî li her kolaneke Rojihelat û Îranê belav bû. Li dijî bê exlaqiyên rejîma sêdarê jinan bi çalekiyên cûr bi cûr ji zihniyeta hezar salî ya bê exlaq re gotin bes e. Û hê jî ev şoreşa zihnî ya civakî bi berdêlên giran dewam dike. Dewleta Îranê piştî çend mehan neçar ma ku di sîstema xwe de di derbarê ‘polîsên exlaq’ de hin guhertinan bêxe rojevê. Ev rojeveke pir lawaz û xapînok e. Lê ya giring ew e dewleta Îranê neçar bûye di derbarê xwe de li ser guhertinê bifikire. Helbet ji holê rakirina ‘polîsên exlaq’ ji armancên serhildana jin jiyan azadî re nabe bersiv. Ya giring ew e di milê zagonî de, derbarê demokrasiyê de gavên cewherî yên wêrek bên avêtin. Ev xala ‘polîsên exlaq’ ti ewlehiya xwe nîne. Rejîm dikare sibe vê erkê bide saziyeke weke Besîc jî. Ya herî balkêş jî li dijî zilma rejîmê, jina bi navê Fayiza Mûradî ye. Ji ber yek du rexneyan Îbrahîm Reyîsî 15’ sal ceza kir. Desthiladarî tiştek wisa ye ku dayik û zarokê xwe jî efû nake. Lê ji bo me jinan a giring ev e, jina bi rûmet û xwedî wijdan, li dijî zilmê ew bab be an bira be, an hevjîn û hemû zilamên malbatê be bi şêwazekê serî radike. Berdêlên xwe her çi be, bi rihekî azad helwest raberkirin e. Jin jiyan azadî rih da wan kesên di nava sîstemê de bêdeng temaşe dikin. Ji her ciwan, civakparêz, heval û hogirên jinê re bû bangewaziya cenga şoreşa civakî. Rejîma Îranê divê bersiva jin jiyan azadî, rast tê bigehe û gavên rasteqîn ber bi daxwazên jin û civakê de bavêje. Li dijî koletî, kuştin û sêdarê, li dijî tacîz, tecawizê, li dijî bênasnamekirin û bêmaf hiştina jinan, li dijî zilm û her cûre tundiyê, li dijî feqîriyê, li dijî hemû zagonên îcbarî, ji bo jiyanek azad û birûmet dibêjin Jin, Jiyan, Azadî. Bi pêşengiya jina Kurd di Rojhilata Navîn de em xwedî xetek parastina rewa ya rêxistinî, bîrdozî û xwedî zanista jin jiyan azadî ne. Em weke jin xwedî dîrok û çandek berxwedana pir mezin in. Di sedsala bîst û yekê de jina Kurd bi îlhama têkoşînê û bi wêrekiya xwedawendî mohra xwe lî dîroka mirovahiyê dide. Mînaka dawî du jinên leheng, dildarê azadiya Rêber Apo, du jinên xwedawend Sara Tolhildan û Rûken Zelal in. Du jinên azad bi canbexşane rih dan çerxa şoreşa jina Kurd, jinên azadîxwaz. Em weke jin deyîndarên felsefeya azadiyê yê Rêber Apo û van lehengên xeta azadiyê ne. Rêber Apo bi şoreşa rêya heqîqetê, agir ango (zanista jin û zanista civakê) ji destê xwedayên sererd derxist û diyarî jina Kurd û cîhanê kir. Ji bo wê jî jina Kurd di meşa doza azadiyê de xwe pir bi şans dibîne ku xwedî felsefeya jin jiyan azadî ye.

Felsefeya jin, jiyan, azadî têdikoş e
Rêber Apo ji ber fikir û felesefeya azadiyê 25 salin ku di girtîgeha girava Îmraliyê de weke dîlekî di bin îşkenceyê de tê girtin. Rêber Apo derbarê esereta xwe de mînaka mîtolojiya Prometheus dide me. Hêzên modernîteya kapîtalîst li dijî xeta azadiyê jin û azadiya civakan li dijî Rêber Apo bi siyaseta komploya navnetewî destwerdana xeta azadiyê kirin.
ABD di bin navê dijminahiya rejîma Îranê de deswerdanê dike, lê dibe alîkara herî mezin ji rejîmê re. Her ku benê stûyê dewleta Îranê dişide, rejîm dest dixe qirika jin û civakê. Rejîm bi zagonên kevneperest li ser jin û civaka hejar zilmê dike. Roj nîne li ber çavên dayîkan zarok neyên darvekirin. Lê di pêşengiya jin, ciwanên Kurd û Îranê de li dijî vê zilmê civak li ser piya ye. Ji bilî biryarên ji rêzê û bêbandor ji hêzên cîhanî zextek bi berçav li ser rejîma Îranê tine ye. Pêwistiya pergala kapîtalîst bi dewletên weke Îran a komara Îslamî heye. Naxwazin ti dewlet birûxin. Ruxandina her dewletê ji bo wan zerar e. Ji bo wê kes ne li bendê be ku dewleta Îranê ji derve were rûxandin. Heke rûxandinek hebe dê bi destê jinan û civaka Îranê bi xwe pêk were.

Dewlet bê navber îdaman pêk tîne
Helbet ên berdilên mezin didin jin û ciwan bi xwe ne. Yên ku di warê fikir û zagonî de guhertinan bidin çêkirin jî dê jin û ciwan bin. Heke jin û ciwan bi helwesta berxwedanê rejîmê têxe nafa fikara guhertin û veguhertinê, ev bi serê xwe derbeyeke li zihniyeta rejîmê. Ji derveyî îradeya cewherî, alîkariya derve ji birînên jinan û civakê re nabe derman. Ti rêbaz weke çalakiyên demokratîk û parastina cewherî ne xwedî bandor in. Bi rihê jin, jiyan, azadî civak rabûye ser piyan. Helbet yên daxwaza azadiyê dikin berdilên giran jî didin. Jin û civak di ferqa vê rastiyê de ne. Heta niha bi sedan kes hatine kuştin. Bi hezaran kes girtîne, dewlet bê navber sêdare dike. Pêşîgirtina darvekirin û girtinan bi bilindkirina asta têkoşînê pêkan e. Jin û civak xwedî wê hêzê ne dawiya her dîktetorekî bînin.

Jin di bihara xwe de ye

Em jinên Rojhilatê Kurdistanê hêza têkoşînê ji fikir û ramanên rêberê azadiyê Rêber Apo digirin û bi evîna azadiyê li ser piyan in. Jina Kurd, Belûc, Tirkmen, Ereb, Fars, Azer û Efgan, jinên Rojhilata Navîn û cîhanê bi yek dil, deng û pir zimanî jin jiyan azadiyê weke destana azadiyê dixwînin. Heta niha bi dehan stran, helbest û wêneyên bi wate ji aliyê hunermendan ve hatin çêkirin. Hinek hunermend ji ber yek stranê di rêka azadiyê de canê xwe didin. Divê her hunermend xwedî li wan derkeve. Heke îro jinên Kurd, Fars û Belûc di nava pergalek ewqas tûnd de li kolanan dimeşin û dibêjin ‘jin jiyan azadî’, ev bi serê xwe şoreşa bihara jina ne. Cîhan li ber serîrakirina jinan matmayî ye.
Bihara jinan li Rojhilatê Kurdistanê li ser koka xwe bi mizgînî û pîroziyên nû şîn dibe. Dil û fikra bi felsefeya jin jiyan azadî hatiye nimandin, bi germahiya têkoşîna mafdar, dikare qeşaya li ser mejî û rûyê dewleta Îslamî ya Îranê bihelîne. Dem dema me ye.