Bandora hunerê li ser pêşveçûn û derûniya civakê

- Bermal ÇEM
391 views
Dema em berê xwe bidin herikîna pêşveçûn û geşedanên dîrokî, wê bi hêsanî xwiya be, tişta em wek huner bi lêv dikin ku qada xwe ji nûve afirandina mirovahiyê ye, di heman demê de yekem zimanê mirove jî. Hunerê di serdemên destpêka mirovahiyê de jî pîvanên jiyanî, nirx û derûniya civakê diyar kiriye. Her qewimîn, wane û bireser bi rêka hunerê hatiye watedarkirin û bûye mal û nirxên civakê.

Yekem rêka ragihandina mirov bi hunerê pêk hatiye û dîsa derbirana cihana arîşe û manewî jî bi hûnerê dest pê kiriye. Pêşveçûnên civakê hûner, yên hûnerê jî civak pêş xistiye, her ji nûve afirandiye. Her wekî kokên goşt û neynûkê bi awayekî hevrast bi hev re jiyan e û bi hev re xwe pêşve birine. Em dikarin bêjin beriya axaftin, kirin û diyardeyan, ji hev famkirin û têgehiştina mirovan ya ji hev jî bi rêka hunerê ye. Piştî pêşketina ziman jî dema axaftin kêm maye û têrê nekiriye, dîsa huner ketiye dewsa wê û axaftina xwe ranewestandiye. Tê zanîn mirov weke hebûn, bi çand û civakbûna xwe tê pênasekirin; lê çêbûna çandê jî bêyî hunerê pêk nehatiye. Huner di her demên dîrokê de weke kok, ra û şaxeke herî xurt ya çandê meşiyaye. Çawa çand nasnameya pênasekirina mirov e, huner jî zimanê yekem e bi mirov re zaye. Ev rastî jî bi me didin xwiyakirin huner di jiyana mirovî de xwedî derbiran û vegotineke çendî afirînere ku ti carî dest jê nayê berdan. Her çend dewlemendiya ziman pêşketiye, ziman jî hêza xwe ya bi bandor bi rêka hunerê xemilandiye, bi rêk û pêktir, dewlemendtir kiriye.

Civak ti carî bê huner nemaye
Di çi demeke dîrokê de mirov xwe bê huner nehiştiye û nejiyaye. Di pêşveçûnên cîhana mirov ya giyanî, fikir û xeyalî de bandora hunerê serekeye. Armanc û mebestên siberojê, di encama xebatên hunerî de pêk tên û têne lidarxistin. Bi gotineke din, çi mebest û armancên mirovan ji hilberînên hunerî ne qut in û mirov her dem di wê çarçoveyê de fikirîne. Xweşgotarî, axaftinên helbestî, guherînên di aheng û newaya dengan de, girêdayî hest û ramanên kesan ka dixwazin çi bêjin, di nava demê de hêdî hêdî guheriye û heta roja me ya îro hatiye. Yekem zimanê mirov ê nîşanî hunerî ye.  Di pêvajoyên destpêkê yên mirovahiyê de bûyer û rûdan, kirin û diyardeyên netêgehiştî, nefêmbar bi hunerê hatine zanîn û têgehiştin. Ev jî bûye girêdaneke xurt û bi hêz di nava mirovan de. Huner di nava gel û civakê de pêşî li ziman û giyanek hevbeş vekiriye û di gelek deman de cih bi cih ji bo nesax û nexweşan weke awa û rêbazên dermankirinê jî hatiye bikaranîn. Minak; tê zanîn ji bo nexweşiya derûniyê, îro jî mûzîk weke rêbaz û amûreke dermankirinê tê bikaranîn. Ast û radeya hunerek bi kalîte, ast û radeya derûnî û pêşveçûna civakê jî diyar kiriye. Bi kîjan awayî huner were afirandin û çêkirin, ew ê teşe û dirûvgirtina civakê jî bi heman awayî be. Weke mînak; ger civakek bi tenê mûzîka erebesk guhdarî bike, wê di encamê de ew civak biguhere civakeke erebesk, neçar û şepirze. Lê kes û civakên bi nirxên xwe yên çandî mezin bibin û bigihên, ew ê di encamê de bixwebawer, xwezan û serkeftî bijîn. Bandora bi vî awayî jiyînê li ser kes û civakê mezin e. Weke xwezayî huner, bandora xwe li ser jiyana rojane ya civakê bigire, heta rast bidestgirtin û nirxandina wê ya dîrokî jî dike. Ji ber vê em dibêjin hûner ronî û zelale, divê nêzîkahî û nirxandina wê jî bi hestiyarî û lêpirsînê were kirin. Her çend her kesên karê hunerê dikin ne hunermend bin, her berkêşan û hilberîn jî ne huner e. Ji bo wê jî beriya her tiştî divê em civakîbûnê baş bizanin, têbigehin û pîvanên xwe yên jiyanî derxînin asta herî jor û bilind. Teqez ne gengaz û pêkane em mirov û civakekê bêyî hunerê bifikirin û binirxînin. Huner zimanê herî sereke yê bi bandor û bi hêze ku civak xwe pê îfade dikin. Çawa cendek û bedena mirov bê giyan najî, civakek jî nikare bê huner bijî. Di vê wateyê de em dikarin bêjin, pêşveçûnên dîroka civak û şaristaniyan di heman wextê de pêşveçûnên dîroka hunerêye jî.

Huner di ahenga gerdûn û xwezayê de heye
Di newa û ahenga gerdûn û xwezayê de jî huner bi şêweyek zindî dijî. Bi avabûna civaka mirovî ya di gerdûnê de destpêdike çîroka hunerê. Carnan jî di demên herî xeter de ku civak ketine astên têkçûn û windabûnê, bi hilberînên hunerî rê li pêşiya vê têkçûnê hatiye girtin, bûye bendavek herî xurt û bi vî awayî encamên serkeftî hatine bidestxistin û ji nûve bûye xaleke bêhnvedanê. Em dizanin di dîrokê de gelek rêberên civakan bi rê û navgînên hunerê fikir û hizirînên xwe, bawerî û ramanên xwe belav kirine. Heta di gelek cih û warên rê û rêbazên cûda nebûne bersiv û bê bandor mane, dest avêtine navgîna hunerê û ev hêza hunerê bikaranîne û encam jê girtine. Huner, navekî din yê avakirin û sazkirina girêdaneke herî xurt ya bi civakê re ye. Pişt û berpişta têkiliyên hêzdar ên civakê, huner bi xwe ye. Ji ber vê jî, ji bo awa û şêweya jiyaneke rast û paqij rist û erka hunerê her dem bi bandor û sereke ye. Ger huner girêdana xwe ya rast ji civakê nebirre û qut neke, ew ê her û heta hetayê hebe û bijî. Ev jî tê wateyeke din ku ji bo kes an jî mirov jiyanek nedîtbar, ‘xwedûrxistî’ û bêyî civakê ne pêkane. Bêguman huner jî bibandorbûnên xwe yên pêvajoyên destpêkê, rist û erka xwe ji civaka tê de dijî distîne û ji wê civakê xwedî dibe. Di encamê de huner û hunermend bêyî civakê nahilberin û nikarin biafirînin; ne pêkan e. Pêdivê pişta her duyan jî li civakê be û ji wê avzêyê vexwin û bixwin. Ji ber huner ne ji bo hunerê, ji bo pêşvebirin û bedewkariya civakê bixwe ye. Ji xwe pratîk û ramana hilberîn, jîn û civaka hevbeş û komûnal jî xwe disipêre vê rastiyê.

Huner ne bê armanc e
Li hêleke din her rêbaz, cure huner li ser mebest û armancekê mezin dibe, ji bo wê bi rê dikeve û dixwaze her dem û wext ber pêşve bimeşe û biçe. An go huner ne bê armanc e. Hunera herî bê armanc û bê kok ew e ku hilberîn, berxwarin û xerckirina rojaneye, bi ramana bazirganiyê tevdigere, li gor xwestekên bazarê ye, mebest jê ‘kêf û şahî’ ye ku em jê re nikarin bêjin huner. Her çend li gor xwe bi armanc xwiya be jî di kiryar û çalakiya xwe de, di fikir û ramana xwe de bêarmanciyek mezin dijî. Hêzê nade, distîne; hilnabere, ji ya ku heye dixwe. Afirîner nîne, xerc dike. Jiyaneke xweştirîn û xwedîderketina li siberojên civakê di xema wî/wê de nîne, bi tenî li ‘kêfa’ xwe mîze dike û hwd. Ji ber vê me li jor jî gotibû; nêzîkahiya li mijara hunerê divê bi hûrgulî, zanebûn, peljenî û hestiyariyek rast û mezin be. Divê têkilî û girêdana wê ya bi dîrokê re, armancên wê yên siberojê bibin çira û findên herî ronî ku civak rêka xwe şaş neke û bikaribe di pêşengiya wê roniyê de bi hêsanî bimeşe.