Serpêhatiya Sakîneyê doktrîna azadiyê

- Nagihan AKARSEL
169 views
Ya sade kûr e. Hîsa jiyanê dide. Bangî tefekkurek bi coş, zelaliyek ma’newî dike. Ji ber ya sade doktrîna jiyanê, diyalektîka çêbûnê ye. Çêbûn e. Di diyalektîka kêlî-wate-famkirinê de ji dil ketina rê ye, sazkirina jiyanê ye. Yên ku jiyanê rast ava dikin ew in ku wateya fîîla ‘çêbûn’ê herî baş dizanin. Ji ber kêliyê li ser hîmê doktrîna azadiyê saz dikin, wateyê, gerdûnê di lêgera wateyê de tomar dikin. Yekane fikara wan ew e dil û eqlê wan di yekparebûna paradîgmayê de be…

Serpêhatiya Sakîne Cansiz (hevala Sara) jî wisa ye. Gelek sade ye… Bi coş, zelal, tijî jiyan… Bi qasî wê jî asê, resen û têkoşer…Di diyalektîka jiyana wê de yekparebûn doktrîna azadiyê ye. Serpêhatiya axê, jinê, bawerî û kedê. An jî serpêhatiya şoreşgereke sade ya li çareya nakokiyên cîns, çîn, netew û baweriyan digere… Ji ber vê nivîsandina wê, nivîsîna nasnameyên dibin desthilatiyê û berxwedana wan e. Ji ber serpêhatiya Sakîneyê ya şînbûna li ser heman kokê ya mirovê ji koka xwe biyanî bûyî, hêrsa axa hatî qirkirin, hêza wateya zayîna di nava berf û bahozê de, çîroka girêdayî mayîna bi cewher re ye. Ji ber karî wekî xwe bimîne çîroka Sakîneyê ya me hemûya ye. Ji ber ‘dema çem ber bi deryayan diherikin herdem girêdayî çavkaniya xwe dimînin’… Wekî Rêber Abdullah Ocalan jî gotî, ‘‘têkoşîna Sakîneyê xeta azadiyê ye’’.

Wateyên di bîra bîranînan de kom bûn e
Ji ber vê ye vegotina çîroka azadiyê wekî destlêdaneke çeleng a tevna ronahiya rengan e… Hîskirina herikîna wateyên kombûyî di bîra bîranînan de… Di nava qatên wateya heqîqetê de lêgera eşq, xwe-zanîn û azadiyê… Ev, bi qasî hewldaneke fikir e, ewqas jî hewldaneke ruhî, an go karê eşqê ye. Eşq tê wateya baweriya bê merc, hezkirina pak, girêdana bêberamber. Çîroka Sakîneyê eşqeke ku zanîna kûr ya danûstandina bi heqîqetê re dihewîne, eşqeke bi birînan çêbûye… Sekna jiyaneke bi nirxên etîk û estetîk serî hildayî… Çîroka Sakîneyê şerê wê ye bi aramî di dilê kaînatê de azad lê bide… Û ev şer pusulaya her şoreşgera di vê rêyê de dimeşe ye… Çêbûna wê bi birînên Dersimê dest pê dike… Dayîk û babê wê zarokên komkujiya Dersimê ne… Li ser zimanê wan straneke şînê ya bêdeng… Di çavên wan de bêriyek dûr…Di dilê wan yê warê hêrs û tirsê de êşek bê pênase… Rêbaza wan a pêkarîna êşê jî piştî her vegotineke di derbarê komkujiyê de şîreta wan ya ‘aqil bin’ e.  Lê rihê axê jî hebû. Û Sakîne hîn di temenê biçûk de ji Besêyan heta Bêrîtanan wî dengê li zinaran olan dide hîs dike. Manîfestoya vî rihê ji  Seyîd Rizayan heta Yilmaz Dersiman li dilê xwe dide.

Di pêvajoya çêbûnê de rawestgeha didûyê
Di pêvajoya çêbûnê de rawestgeha wê ya diduyê Kurdbûn bû… Dema barkiribûn lojmanên qişlayan ew şerma li hemberî bi Kurdî axaftina dayîka xwe jiyayî. Û şîreta ‘ji Kurdbûnê şerm neke’ ya dayîka ku vê ferq dike. Tevî hêrsa wan zanabûneke ku tirsa li ser jiyana wan desthilat pê nikare… Tevî her tiştî piştre bû kaniyek ku jiyan di rayên wê de ji dil diherike. Li gundê Fîs yê Liceyê ber bi sazkariya Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ve… Gola Xizir ya li hevgehiştina çemê Munzûrê û Harçikê ye, ziyareta Duzgun Baba ya li serê çiyayekê, ew kaniyên li ser rêya wê ziyaretê ji xweşikbûna darên tuyê re bûne çavkanî, kaniya Hiniye Xaskar ya ji kelîştekên latan dizê çavkaniya baweriya wê ne… Di xwe de hêza gihandina wateya baweriya Elewitiyê ku feslefeya xwe ji xwezayê digire… Di dua û niyazên “Xizir vo” de herdem daxwazekî azadiyê…

Bi sekna xwe hêz dide jinan, pîvan nîşanî mêran dide
Û nasîna teoriya çep di salên ’68’an de… Zemanên ku pêdiviya bi şêwazekî nû yê jiyanê, bi guherîna paradîgmayê destpêkê lê hatî hîskirin… Di yekparebûna hest û fikir de  bi pêşengiya ciwanan lêgera rê ji ked, nasname û azadiya jinê re li şûnwarê çemekê… Ew demên ku bêyî westan tevlî protestoyan dibû, hevalên xwe diparast, rihê xwe yê şoreşger bihêz dikir… Di vê demê de li fabrîqayê di gel jinên karker tevlî grevê dibe, yekem pratîka girtîgehê jî heman dem e. Û Leyla Qasim a hem li dijî celladan hem jî li dijî hevkariyê serî hildayî… Ji dijmin re dibêje ew ji Leylaya gotî “ Ne ku ez ketim vê rêyê, ez di vê rêyê de hatim dinyayê”, pir bandor bûye. Îdîaya wê ya jina Kurd enceq bi têkoşînê dikare ji koletiyê rizgar bibe xurt dibe. Û Sakîne di rêya Leylayê de bû rê. Li dijî her cure kevneşopiya wê ji azadiyê dûr bixe serî hildide û wisa diherike… Ew pêşengeke ku li gel tercîhên xwe dîrokê di xwe de kom dike… Ji cihê herî zor, ji dinyaya hestan ya ku kevneşopiyê herî zêde xirab kiriye dest pê dike… Wêrek e. Ji ber koletiya ku hest û fikrên wê asteng dike napejirîne. Bi ziravî li dijî hestên kevneşop yên ketine nava rihê wê têdikoşe… Bi sekna xwe hêzê dide jinan, pîvan nîşanî mêran dide. Ew hiş û zanîna etîk-estetîk ya bide gotin “Jinekê ez ji zilamtiya xwe ya bê serûber dam şermê” pêşkêş dike.

‘Wateya jiyanê, bêdawîtiya herikînekê bixwe ye’
Ev çêbûn, ev herikîn hevdîtina Rêberê şoreşê Rêber Abdullah Ocalan ya bi pêşengiya jina azad re ye. Li gundê Licê Fîsê dibe endama sazkar ya Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê. Belgeya pêşî ya bi ser navê “Di Têkoşîna Rizgariya Netewî de Cih û Giringiya Jinê” amade dike. Şoreşgeriya jinê dike şoreşgeriyeke civakî. Rizgariya Netewî û têkoşîna rizgariya jinê digehîne hev û dike yek. Bi vî rengî ya xwecihî û gerdûnî bi hev ve girê dide. Ew li zîndanan berxwedana bê emsal e. Ew îradeye ku bi dijminê xwe vê dide gotin “dema min bihîst Sakîne Cansiz li hemberî îşkenceyên Esat Oktay serî netewandiye min fêmkir ku PKK têknaçe. Ew hiş û zanîne ku dibêje “Min şerm kir li hemberî îşkenceyên li min hatî kirin bêjim ‘ax’. Artêşbûna wê îradeyê ye ku ji Besêyan heta Berîtanan ji bo nekeve destê dijminî xwe ji zinaran wer dike.  Partîbûna manîfestoya jinyana bi wate ya Zîlanê li Dersimê bi laşê xwe nivîsî. Hêza cewherî ye ku bi pergala Konfederal civakî bû. Wekî şehîd Hêlîn Dersim jî di lêhûrbûnên xwe yên Jineolojiyê de dibêje “Jiyana hevala Sara dîroka jina azad e”. Di jiyana xwe ya berê mîlê saeta wê li azadî ye de dema bi hevalên xwe Fîdan û Leylayê re li Parîsa paytexta modernîteya kapîtalîst hat qetilkirin tiştekî ji bîr kiribûn hebû: tekoşîna hevala Sakîne ji zûde rihê azadiyê qezenc kiribû. Wekî ew bi xwe di Pirtûka Jiyana min Jiyana min her Şer bû de dibêje, ‘Wateya jiyanê, bêhn danûstandin, lêdana dil, ber bi îdealekê ve ketina rê, herikînek bêdawî bixwe ye. An jî bilindiya wan pêhesîn û bihîstinan nayê fêmkirin.

  • Ev gotar di hejmara Çile 2022 ya Newaya jin de hatiye weşandin.