Tarîtiya Şevê Şahidê Stêrkên bêdengin

- Berjin TEKOŞER
584 views

HARRİET TUBMAN-1Tubman ku wek kole tê dinya yê, di sala 1849’an de, ji bo ji koletiyê rizgar bibe direve Pelsînvanyayê, Philadelphia yê. Pişt re dîsan vedigere Marylandê û malbata xwe jî ji koletiyê rizgar dike. Cih, mal û rêyên weşartî yên wek “Rêhesinên bin erd” binav kirî, avadike û bi birêxistinkirina tora dij koletiyê çalakiyên xwe di domîne. Bi 15 heya 19 car rêwîtiyên ku kiriye, bi giştî tê gotin ku 300 heya 500 kes û malbatan ji koletiyê rizgar dike. Her wiha alikarî dide rêberê dij koletiyê John Brown û ji bo êrişa li dijî Harpers Ferry alikarî dike ku zilaman kom bike. Di heman demê de piştî şerê navxweyî yê Emerîqayê, di mijara mafên jinan de giranî dide çalakiyên xwe. Harrîet Tubman yek ji kesa pêşeng a tevgera Sufrajet û parastvana mafê dengdana jinê ye ku piştî di sala 1913’an de jiyana xwe ji dest da, ji bo civaka Emerîqayê bû yek ji mînaka wêrekî û sembola azadî yê.

Jiyana wê 

Harrîet Tubman, ango Aramînta “Mînty” Ross di Adara 1822’an de li Maryland a Dewletên Yekbûyî ya Emerîqayê -DYE tê dinya yê. Ew wek zaroka koleyên bi navê Harrîet Green û Ben Ross çavê xwe li cîhanê vedike. Her çend roja ji dayîkbûna wê tam neyê zanîn jî lê, ligor hin belge û agahiyan ew di sala 1822’an de hatiye dinê. Ew ji aliyê bav û kalên dayîka xwe ve ji Efrîqayê ye û wan wek kole bi keştiyan tînin Emerîqa yê. Lê ew ji malbata xwe fêr dibe ku bi xwe Ashantî ne û di nava sînorên Gana de jiyane. Lê, di vê mijarê de belgeyên ku vê yekê pişrast bike nîne. Dayîka wê Harrîet û bavê wê wek kole li gel Mary Pattîson Brodess tên xebitandin. Hevjînên ku di sala 1808’an de dizewicin, neh zarokên wan yên bi navê Lînah, Marîah Rîtty, Soph, Robert, Mînty (Harrîet), Ben, Rachel, Henry û Moses çêdibin.

Lêdan û tade

HARRİET TUBMAN-4Dema ku ew hîn pênc-şeş salî ye, ji aliyê “xwediya xwe” Brodess ve ji bo ku ji zarokên kesa bi navê Miss.Susa re dadiktiyê bike tê kirê kirin. Dema carekê çîroka xwe dibêje diyar dike ku ‘her gava zarokên wê şiyar dibûn û digiriyan, ez dihatim qamçî kirin’; carekê jî bi qasî ku di bîra wê de maye dibêje, berî saetên taştê pênc caran dihat qamçî kirin. Wê dabû zanîn; di wê rojê de birînên ku li ser pişta wê hatibûn kolan wê di tevahiya jiyana wê de zindî bimaya. Ji bo ku dawî li tada heyî bîne, direve û pênc rojan li derve dimîne, xwe diveşêre. Aramînta her ku mezin dibe zêdetir ji bo karên cihê tê kirê kirin. Di karên bi zehmet yên wek kar kirina di zevî û daristanan de, rahiştina barên giran û mêzekirina ga û çêlekan yek ji wan karan bû ku ew ji bo wê dihat kirê kirin. Di wê demê de rastî lêdanê tê û bi tişteke giran li serê wê tê xistin ku ev yek jî rê li ber ser êşî, krîzên ji ber epilepsî û êşên ku wê di tevahiya temenê xwe de bikişîne, vedike.           

Têkoşîna azadiyê

Aramînta, xwendin û nivîsîna wê tune bû, ew bi ayetên di Încîlê de ku dayîka wê jê re qal dikir, mezin dibe û ev yek di demên pişt re, li ser şikil girtina baweriya wê bandorek xwe ya bingehîn çêdike. Mijara di Ahîda Nû “Tevrat” de ku dibêje hewceye kole îtaetê bike, rexne dike û girîngî dide bi mijarên li ser rizgariyê ku di Ahîdê de cih digire.

Babê wê ku di sala 1840’an de 55 saliye, ji ber ku 45 saliya xwe bihûrandiye, ji koletiyê herçend azad bibe jî dîsan li cem malbata Thompson wek kole tê xebitandin. Tubman, bi rêya parêzerekê derdixîne holê ku ji bo dayîka wê piştî 45 saliya xwe bê azad kirin û ev yek ji bo zarokên ku piştî 45 saliya dayîka wê tên dinyayê jî derbasdar e; lê belê ev mijar ne zêde di xema malbata Pattîson û Brodess de ye. Ev nêzikatiya nenasîna qanûnan ji Tubmanê re nîşan dide ku bi rêya qanûnî ne pêkane ku têkoşîna wê encam bigire.

Reva ber bi azadiyê ve

HARRİET TUBMAN-3Tubman di sala 1844’an de bi reşîkek azad ê Emerîqî John Tubman re dizewice. Piştî zewaca xwe şûnde li şûna navê Aramîntayê navê diya xwe Harrîetê bikar tine. Li gor qanûn û qûralên wê demê ger zarokên ji babek azad û dayîkek kole bê dinyayê, wê demê ew zarok jî kole ye, ji ber vê çendê Harrîet Tubman nabe xwedî zarok.

Tubman û du birayên xwe Ben û Henry di 17 Îlona 1849’an de direvin. Di wê demê de Tubman û birayên wê ji aliyê Dr. Anthony Thompson ve hatibûn kirê kirin; bi vî rengî reva wan wê zêde bal nekêşa ba. Xwediyê wan piştî du hefteyan şûnde di rojnameyê de îlanekê belav dike û ji bo serê her yek ji wan jî xelat datîne daku wan bînin û carekedin radestî wî bikin. Ben ji ber fikarên ku wê bibe bab biryar dide ku vegerin. Ev her du bira Tubmanê jî qanî dikin ku vegere. Lê, dovre carekedin ew bi tena serê xwe direve. Hema bêje 145 kîlometreyan diçe, şevan dimeşe û 26 rojan rêwitiya wê didome. Di encamê de koletiyê wiha pênase dike: “Ez wek gihayek ku hatibe îhmal kirin mezin bûm; ji azadiyê bê xeber, weke ku qet tam lê nekiribe. Ez kêfxweş û şad nebûm; her wext ku zilamek spî bidîta, ditirsiyam min bigire û bibe. Du xwîşkên min hatin zincîr kirin û birin, yek ji wan du zarok li pey xwe hişt. Ligor min koletî, tişta herî nêzî dojehê ye.”

Lehengî û wêrekî

“Qanûna koleyên revok” ku di sala 1850’an de ji aliyê Kongreya dewletên Yekbûyî ya Emerîqayê ve hat pejirandin, rê li cizayên giran ên di der heqê “koleyên revok” de vekir. Ev qanûna ku ji aliyê gelek dewletan ve ku koletî rakiribûn jî wê pêk bihata, her wiha wê vê yekê bi xwe re tehlûkeyên mezin jî ji bo kesên direvin bi xwe re bianiya. Tubman ku di wê demê de ji bo xizmên xwe azad bike di nava tevgerê de bû, bi tena serê xwe diçû bajarê herî mezin û xweser ê Baltîmore’a ku qerexa Maryland û Atlantîkê bû. Nêzî yanzdeh salan, bi giştî 15 heya 19 caran sefer dike û di encama vê hatin û çûnê de birayên xwe Henry, Ben û Robert, her wiha zarokên wan jî di nav de tê gotin ku 300-500 koleyan rizgar dike.

Wîllîam Lloyd Garrîson, van seferên Marylandê yên ji bo azadiyê ku ferdên malbata wê jî di nav de, gelek koleyan rizgar dike, dişibîne rizgariya Yahûdiyan a di Tevratê de û ji ber vê jî leqeba Musa (Moses) hêjayê Harrîet Tubmanê dibîne.

Tubman yek ji wan jinane ku ji bo azadiya gelê xwe her cûre fedekariyê dike û bê ku kêliyekê jî bisekine têdikoşe û li pey azadiyê ve dibeze. Ji bo wê jî, hêjaye ku mirov wê wek jina ku gelê xwe yê dibin êsîriyê de azad dike bibîne û binirxîne. Nivîskar Frederîck Douglass, kesê ku ji bo rakirina koletiyê têdikoşe, di vê demê de bi Turman re tevdigere. Di nivîsa ku ji bo cara ewil di sala 1868’an de amade dike û ji Turman re şand de; ji bo ku biyografiya wê amade bike, dibêje; “di tarîtiya şevê de asîman û stêrkên bêdeng bûn şahidê lêhengî û girêdana te ya azadî yê.”

Şerê navxweyî yê Emerîqayê 

MANSETDi sala 1861’an de dema ku şerê navxweyî yê Emerîqayê rû da, li gel yekitiya dij dewletên konfederal a Emerîqayê cih girt û ev yek ji bo rakirina koletiyê wek firsendekê dît. Ji ber vê yekê alikarî dide xebatên yekitiyê û bi general Davîd Hunter re ku alîgirê rakirina koletiyê ye, hevdîtinê pêk tîne û di encama vê hevdîtinê de kesên ku Benjamîn Butler bi darê zorê dixebitîne, dîsan kesên ku ji aliyê bakuriyan ve hatine desteser kirin ango rewandin, li Port Royalê tên azad kirin.

Li Port Royalê wek perestar dixebite û bi bikaranîna giyayên herêmî, bi taybetî ji bo leşkerên ji ber dîzanterî êşê dikişînin, derman amade dike.

Li başûrê Carolînayê 750 koleyan azad dike û êrişa çemê Combahee ya ku xisarek mezin dide çeperên leşkerên hêzên li başûr birêve dibe. Rojnameyên wê demê jî wê vê nêzikatiya Tubmanê wek welatparêzî, zîrekî û jêhatîbûnê di manşetên xwe de ragihîne.

Di sala 1911’an de êdî Tubman gelek bê taqet û laşê wê lewaz ketibû, ji ber vê yekê jî hewce bû ku di mal de lê bê mêze kirin. Ji xwe rojnameyên New Yorkê jî ji ber rewşa wê ya xirab wê bi ser navê “nexweşe û di heman demê de bê pênc qurûşe” nûçe belav bikirana. Harrîet Tubman, di 10 Adara 1913’an de, di rewşeke nebaş û ji ber nexweşiya zatûreyê jiyana xwe ji dest dide.