Viyan baweriya bi jiyanê ye

- Nagihan AKARSEL
20 views
Di çavên te de, em li kêliyên di çavên te de diherikin xwe radigirin gelek caran. Em li seqema serpêhatiya xwe ya dikeve ser şerên ne tomarkirî dilerizin. Em diperpitin ji bo fikrên xwe li diyalektîka hestên xwe yên tiyê azadiyê bidin. Di dema ronahî û tarî digehe hev, di rozerê de, em pala xwe didin hênikbûna xeyalên xwe.

Ji tîrêjên tavê re qurtek beşişîn, ji kenê zarokan re hêvî, ji jinên nifş di rûyên xwe de kevin kirîn re wateyê emanet dihêlin. Di qalikên deryayê de em bêhna azadiyê diçînin, em raza xwe ji dara tuyê ya me pala xwe dayiyê re dibêjin. Em xwe di bîranînên lehengên xwe yên nemir de dişûn, çarenûsa axa xwe li xwe bar dikin. Em azadiya xwe ya ji pêlan re dibe derya, fikra rêhevalê xwe yê azadiyê li xwe dikin, dikevin ser rêya bêriya xwe.

Ji bo zarokên destên wan li hewa ma ne

Şehîd Viyan Soran di nameya çalakiya xwe ya 2’ê Sibatê de wiha dibêje: “… Ez weke zarokeke xwezayê û parçeyeke biçûk a gerdûnê dibêjim ku, dixwazim qanûn û pîvanên jiyaneke pîroz bi cih bînim û wateyê bidim jiyana xwe. Ez jî weke dareke fêkî, bawerim dem hatiye ji bo gelê xwe yê êşkêş berhemdar bim. Ez dixwazim ji bo zarokên destê wan li hewa mayî û xeyalên xeniqî bibim hêviyek. Kêm be jî, ji bo jinên êşê dikêşin dixwazim bibim atomek ku molekula azadiya wan bi pêş bixe. Ya herî giring jî di nava mûmên li dora grava Îmraliyê de dixwazim bibim mûmek.’’ Û ew rêzikên Hasan Huseyîn Korkmazgîl li dilê me cihwar dibin; “Elbet tiştekî ku ev zarok dizanin heye/Ne hêsan e bi ciwanî mirin/ Wekî peleke hişîn/ dil jê bikî û bavêjî agir…” Piştre jî dibêje “Weke Kurdekê û jinekê azadî ji bo min bo armanc û min ji dil bawerî bi vê armancê anî”… Fêmkirina zarokên axeke dilbikul û bi keder ne hêsan e. Gihiştina zanîna dramên kûr, postalên bi xwîn, vegera nava xwe, dîwarên stûr, li pey şopa hezkirinê barê êşa ku dane ser milên xwe çawa veguherandin hêzê…Di çalakiyên wan ên dilê me kûr dike de gihiştina zanista azadî û hebûnê… Qet ne hêsan e heqê wateyên li xwe bar kirîn, dîrokên saz kirîn were dayîn.

Me hebûna xwe spart çiyayên asê

Mirina bi bêhna sêvan re tê, jiyana li pişta kamyonetê ber bi nediyariyê ve dixişike, tirsa bizdonek a parçebûna ji sînorî wêdetir, bi êşa laşê xwe yê wekî xenîmet hatî hesibandin xwe pêça başûrê dilê me… Piştre bû şahid û delîlê siyaseteke ku hêviya li berxwedanê bar kirî bi zanebûn û dilxwaz teslîmî xefka dijminan a bi siyanûrê dike. Her ku kirasê desthilatê li ber xwe kir li rastiyekê qelibî ku ji axa xwe, kevir û ava xwe biyanî dibe. Herî zêde yên strana berxwedanê ya wê li zimanê xwe, hunera xwe û evîna xwe nexşandî pêşkêşî pere, xerîze û desthilatê dikin hêviya wê jê standin.
Şehîd Viyan Soran belkî yekbûna wateya Kurdbûn û jinbûnê, peywendiya wê ya li gel azadiyê herî zêde jî di nasnameya xwe ya Kurd û jinê de hîs kir. Wê qêriya û got, rastiya ku berxwedanê qurbanî sermayeyê û ezeziya ku kakilê wê ye dike, enceq bi fikra azadiyê dikare ji holê bê rakirin. Bayê lûtkeyên har li çîrokên di nava xwe de mezinkirî, çêbûna hebûna me ya xwe disipêre çiyayên asê da. Got “Ji bo pêşxistina molekula azadiyê dixwazim bibim atomek” û bi laşê xwe di xêzên nexşeyê de bi nexşên efsûnî, deqên bi wate, awazên dûvmeqeskan, xeyalên şîn û şopa hêviyên sor raçand.
Ji beriya salan bi pêhesîneke aqilmendan e got, “Wê bixwazin Başûrê Kurdistanê ji bo Kurdên li parçeyên din bikin xefkek û Kurdan bera hev bibin” û siyaseta roja me ya malbatî, hevkar û xiyanetkar raxist ber çavan. Çareserî wiha anî ziman, “Demokratîkbûna Başûrê Kurdistanê û azadiya zêhniyetê dê dawiyê li xwekujî, bêçaretî, koletiya jinê, reva ciwanan û pirsgirêkên civakî yên din hemûyan bîne”. Wê îşaret bi talokeya ji Başûrê Kurdistanê belavî hemû beşên Kurdistanê dibe kir û got çareserî kûrbûna di fikrên azadiyê yên Rêber Abdullah Ocalan de ye.

Kêliya bingehîn a azadiya me

Şehîd Viyan Soran zanista ‘wekî bawer dikî bijî, wekî dijî bawer bike’ li xwe pêça. Di lêgera xwe ya wateyê de bêrî, xeyal û îdiaya xwe ya azadiyê li herikîna hest û ramanên xwe bar kir. Bi xwezayê, jiyanê ve bi eşq hate girêdan. Di ronahiya vê eşqê de, li sir û raza rêwîtiya yekparebûnê geriya. Zoriya azadiyê bi wateyên di çalakiya xwe de dibiriqe vegot. Di dawiya nameya wê de hevoka “Min nekarî îdeolojiya Rêber Apo ku şoreşa civakî a Başûr wekî azadiya jinê dibîne têr bidim nasîn” jî wekî berpirsyariyeke dîrokî li ber me li benda pêkhatinê ye. Di salvegera komploya navnetewî de, li dijî qira ku dixwazin bi destê siyaseta Başûr pêk bînin, bi bawerî û bergiriya Viyanê li ber xwe dayîn momenta hebûn û azadiya me ye ji ber ku…

* Nivîsa Şehîd Nagîhan Akarsel ya (4’ê Cotmeha 2022’an li Silêmaniyê ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin) 2’ê Sibata 2021’an di Ozgur Polîtîkayê de hatî weşandin e.