Min tu bi dilnizmî û rûxweşiya te nas kir!.. Min tu bi şervaniya heqîqetê; ne her heqîqetek belku heqîqeta Apoyî nas kir û wisa li pey rûkeniya te ketim rê…
Min xwe di kenê di çavên te de kom bibû girt û herikîm..! Bûm kanî, çem, derya û herikîm bi rengê hêviyê li ser xaka welatê xwe… Bi rengê Nûda kenîm, bi dengê Nûda bûm jiyan û bi hişmendiya Nûda bûm awaza serketinê di dilê dayîkên vî welatî de…
Lêgerîna ber bi jiyaneke nû
Elbak, navçeyek e bajarê Bakurê Kurdistanê Wanê ye. Di dîrokê de gelek caran wek Elbak an jî Albak hatiye nivîsîn; lê belê di dema komara Tirkiyeyê de, navê navçeyê wek Başkale hatiye guhertin. Herêma ku di dîrokê de bi navê Elbak tê zanîn û nasîn, ji bo şaristaniya Ûrartû û Ermeniyan jî bûye navendek giring. Herêma Wanê erdnîgariyeke ku ji serdema Neolîtîkê heta îro bûye dergûşa mirovahî û şaristaniyê. Navçeya Elbakê ku ji aliyê Rojhilat ve 60 kîlometre dûrî Wanê ye; Keleha Xoşav li ser rêya wê ye ku di dema Ûrartûyan de hatiye çêkirin. Elbak herî zêde jî bi çiyayên ku ew dorpêç kirine tê nasîn. Çiyayên ku ew ê dovre ji gelek keç û kurên vî welatî re bibe pal û pişt. Çiyayê Spîrêz jî ku di nav sînorên navçeyê de dimîne, yek ji çiyayên herî bilind ê herêmê ye. Her wiha mirov dikare qala çiyayê Harevil, Morê û çiyayê Mîngê bike ku di şikilgirtina kesayeta vê herêmê de xwedî rolek diyarker e.
Ji ber wê, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de jî bûye xwedî cihek giring û gelek kes ji vir beşdarî nav refên têkoşînê bûne. Yek ji van pêşengên têkoşîna azadiyê jî Nûda Karker e. Nûda Karker yek ji fermandara YJA Star û pêşenga Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû. Ew bi ruhê xwe yê pak, dilnizmî, jiyan û sekna xwe ya Apoyî dihat nasîn.
Nûda Karker di sala 1972’an li Elbakê, di nav malbatek arîstokrat de tê dinyayê. Ew li Wanê mezin dibe û dibistana navîn û amadeyî li dibistana Ataturk a vî bajarî dixwîne. Ew li dorhêlek ku hestên welatparêziyê bihêz e, mezin dibe. Ew çiqas mezin dibe lêgerînên wê jî ewqas pêre mezin dibin. Hertim li pey jiyanek din e. Jiyana di nav pergalê de qet bala wê nakişîne. Ji ber vê jî, her roj zêdetir ev lêgerîn wê ber bi Tevgera Azadiyê ve dibe. Dema ku dahûrandina Rêber Apo ya bi ser navê “Malbat, Jin û Milkiyet” ê dixwîne, di kesayeta xwe de hejandinek cidî hîs dike. Her wiha di nêrîna wê ya civakê de rê li guhertinên bingehîn vedike.
Roja biryara mezin
Salên 1990’î salên herî germ û bi coş ên şoreşê bûn. Hem têkoşîna gerîla û hem jî ya gel di asta xwe ya herî bilind de bû û vê jî raste rast ciwanên kurd bandor dikir. Nazan Bayram bi nas nav Nûda Karker jî yek ji wan kesan e ku ji berxwedan û serhildanên gel û têkoşîna gerîla yan wan salan bandor dibe. Nûda bi heyecan û lêgerînek mezin ber bi têkoşînê ve diherike. Di sala 1992’an de bi biryardariyek mezin beştarî nav refên PKK’ê dibe. Ji bo Nûda PKK ne tenê Tevgerek bû, belku jiyan û armancek bû. Ji ber vê nêzîkatiya wê bû ku ew wek ‘Jina parêzvana xeta Apoyî’ dihat pênasekirin û nasîn. Ji roja destpêkê bi vê ferasetê nêz dibe, beşdarbûn dibe û xwedî tevlîbûnek bihêz e. Nûda Karker dema beşdarî nav refên gerîla dibe, yekser derbasî qada Xakurkê dibe. Li vir tevî komek hevalên xwe derbasî Geliyê Reş dibe; ku di vê komê de şehîd Bêrîtan jî cih digire. Di dema şerê Başûrê Kurdistanê de her çend gelemperiya hêzan derbasî Zelê bibin jî, Nûda tevî hin hevalên xwe li Xakurkê dimîne. Di sala 1993’an de jî derbasî herêma Şehîdan dibe. Heya 1994’an li vê qadê dimîne û dovre derbasî Zagrosê dibe. Nûda Karker di sala 1996’an de, li ser pêşniyara hevalên xwe derbasî qada Rêber Apo dibe, demekê li wir dimîne û perwerdeya Rêber Apo dibîne.
Nûda Karker ew ê di nivîsek xwe de wiha bigota; “Di sala 1996’an de ku min nêzîkatiya ji bo dîrok, jin, gel, xweza, siyaset, huner û wêjeyê dît, min fêm kir ka em bi salan çiqas ji Rêbertiyê dûr ketine. Terz û şêweyê xebata Rêbertiyê pir cuda û balkêş bû. Min tevahiya jiyana xwe li beramberî kar û xebatên Rêbertî ku tenê di saetekê de pêk anîbû, dixist bin lêpirsînê. Ez 24 salî me û tenê kiliyek xebata Rêbertiyê ji bo min hewldanek bû ku min di tevahiya jiyana xwe de pêkanîbû. Yekem pirsa ku Rêbertiyê ji me dikir ev bû; ‘We salên xwe çawa derbas kirin.’ Dema ku min xwe bi leza Rêbertiyê re lêpirsîn dikir, min didît ku jiyana min a bi salan ji xewgerokekê cudatir nebûye.” Êdî ji bo Nûda rêwîtiyek nû dest pê kiribû, rêwîtiya lêgerîna ber bi heqîqetê ku ew demek dirêj bû li pey bû. Rêwîtiya ku li asoyên dûr lê digeriya û her li pey dibezî, niha xwe lê girtiye û her li pey dibeze… Bi eşq û heskirin… Her wekî navê xwe nû ye, nû gihayiyê û qet dil nîne wiha zû bi zû dest jê berde. Heqîqeta ku ew ê bi ked, heskirin, eşq, hizr û ramanan bihûne û bi wate bike. Bi qasî watedar bike, jiyanî û bi qasî jiyanî bike jî heya hestî dahûrîne nava xwe û bi xwe re bike yek. Êdî bi biryardariyek mezin dikeve pey ku bibe hevalek rast a Rêber Apo. Di dibistana Rêber Apo de jî fêr dibe ka di her şert û mercî de çawa bimeşe û bijî. Ev dibe hêza herî mezin a meşa bi salan a jina têkoşer û dilnizm.
Ew rêhevala rasteqîn a dozê bû
Ew li gelek qadan ma û ked da. Di her cihê ku Nûda lingê xwe tavêtê şopek ji xwe dihişt. Şopek ji hevaltî, heskirin, ked û dilsoziyê… Ji ber wê bû ku ew di dilê her hevaleke xwe de rêhevala rasteqîn a dozê bû û ew ê heta hetayî jî wiha bimaya.
Nûda Karker demekê dirêj li Ewrûpa dimîne û dixebite. Li wir jî wek sekna xwe ya li welat, ti caran ji rêgezên xwe yên şoreşgerî tawîz nade û dibe yek ji pêşenga xeta Apoyî. Ew piştî demekê dîsa berê xwe dide welat û di xebatên cuda de erk û berpirsyarî digire ser xwe. Di sala 2004’an de beşdarî xebatên rêveberiya KCK’ê û ji nû de înşaya PKK’ê dibe. Di wê demê de erk û berpirsyariya ji nû de înşayê girtina ser xwe pir giring û dîrokî bû; jixwe ew jî bi vê berpirsyariyê nêz dibe. Her çend ew pêvajo dijwar û hesas bû, lê Nûda Karker bi helwesta xwe ya zelal û li beramberî xeta Apoyî tûj, bêyî dudilî bijî, xebitî û nirxên xeta Apoyî parast. Ji bo ku hem wek tevger û hem jî gel bi awayek zelal û tendurist ji vê pêvajoyê derbikevin rolek giring lîst û hewldan kir. Jixwe ma ne di pêvajoyên wiha de seknên şoreşger, mîlîtaniya rast derdikeve holê; ew hem bi tevlîbûna xwe û hem jî bi coşa xwe, bi nîqaşên yek û yek bi gerîlayên jin re dikir, bûbû hêza moral û ji nû de xwe destgirtina her yek ji mîlîtanên Apoyî. Ji bo wê ye ku di her kêliyê de dibêjim; Nûda pênasekirin û nivîsîn têrê nake, divê bi Nûda re jiyabî daku bizanî ka wateya rasteqîn a hevaltî û mîlîtaniya Apoyî çiye. Di vê xwe di çavên wê de bibînî daku bizanibî ka çawa bi sebir dikare bi saetan li gel te biaxive û eleqedar bibe, ka çawa û bi çi rêbazî mirov qezenc dike!.. Nûda ev e! Bi yek gotinê ger mirov pênase bike, rastî û heqîqeta mîlîtaniya Apoyî ye! Ji wê bû ku ew ê Rêbertî ji bo wê bigota; “Tu di cîhanek wiha qirêj de çawa evqas paqij mayî?” Nûda Karker li hemberî xebatên HPG’ê her tim xwedî berpirsyarî bû. Ji ber vê nêzîkatiya xwe, her tim xwe ji bo vê xebatê pêşniyar dike û li ser daxwaza wê di sala 2002’an de derbasî vê qadê dibe. Piştî ku demekê li eniya Rojavayê Qendîlê weke koordînasyona YJA STAR’ê xebitî, derbasî Behdînanê dibe. Li qadên Zagros, Gare û Zapê dimîne. Bi sekna xwe fermandarek nimûne û mutewazî, bi jiyana xwe ya sade jî bû yek ji fermandarên efsûnî. Ji aliyê ruhî, hizrî û hestyarî ve her tim ev yekitî û yekbûn parast. Bi her awayî di nav pêkhateya li gel bû cih girt.
Di sala 2004’an de ji ber xebatên ji nû de înşaya PKK’ê diçe Qendîlê, piştî Kongreya Gel ew carekedin derbasî xebatên siyasî dibe. Du sal di van xebatan de dimîne û dîsan derbasî xebatên komîteya parastinê dibe. Bi israra xwe di xebatên HPG’ê de cih digire û ji bo ku derbasî qada Botanê bibe pir israr dike. Demek şûnde ew derbasî Botanê dibe; li pey xwe pir tiştan dihêle, lê dilê wê aram bû, ji ber ku ew li pey xeyalên xwe ku carekedin dîtina Botanê bû, diçû!.. Hesreta wê ya salan di dilê wê de olan dida. Di sala 2005-2006 komên Botanê amadekariyên xwe dikirin û derbasî qadê dibin. Li wir jî li hemberî ferasetên şaş û xeta xiyanetê Nûda seknek şoreşger li gor demê raber dike û heya kêliya dawî li hemberî her cure feraset û seknên şaş têdikoşe.
Rêwîtiya Nûdayê bê dawî bû
Nîsana 2008’an bû! Bêdengiyekê xwe li çavên her jinekê alabû û xemekê xwe li dilê me xistibû..! Kelegiriyek ku wek kevirekê di qirika me de asê mabû; kesê nedizanî ka ev bê aramî ya ku xwe wisa li canê me xistibû çiye!.. Lê, tiştek diqewimî… tiştek wisa ku qet nizanim çiye û tenê tişta ku dizanim bê taqetiya ku hey ez dikuştim. Jixwe xewa ku wê şevê jî dema bi ser de hat êdî tam ez bi tayê xistibûm. Ji bo wê bo ku bi rojan bû bê aramiyê xwe li giyana min xistibû û hey bîqerarî dikirin çavên min… Weke ku li Nûdayê digerîn!..
Ber bi êvarekê bû ku wek her car li ber şaşeya televîzyonê li benda nûçeyan bûn. Bi yek carî dîmenek li ser şaşeyê hat xûya kirin; bê ku di ferqa peyvên ku ji devê pêşkêşvan derdikeve bim û tiştekê bibihîsim, bi kelecanê ketim… Ji derveyê min ku bi dengê bilind û bi ken min digot; ‘binêrin Nûda, ka çi gotiye’, herkes matmayî û şaş bûbû. Heya belku zêdeyî deh deqeyan hay ji tiştekê nebûm, heya ku min destê yekê li ser milê xwe hîs kir ku digot; ‘Heval şehîd ketiye!’ Wê kêliyê ji bo min dem cemidî, kêlî cemidî û her tişta ku nîşaneyek ji jiyanê bû cemidîbû. Ev rewş çiqas dom kir nizanim, tenê tişta ku dizanim êşa vê kêliyê hîna li ser singa min dikelije. Hîna jan dide û têşîne. Ne tenê ez, belku hemû rêhevalên wê bêdeng bûn, di dilê herkesekê de pêtek agir pêketibû û hey mezin dibû. Bêdengiyê wek siyekê xwe li ser hemûyan pêça bû! Û di dilê her yekê de hawarek bilind dibû; çima Nûda!
Belê! Di 1’ê Nîsana 2008’an de Nûda Karker xatir xwest û çû, lê her kêliyên ku pêre hatibû jiyîn zindî wek roja îro ma. Ew çû, lê li pey xwe jiyanek wisa hişt ku kêlî bi kêlî hevaltî lê hûnandî, heskirin û bedewî lê şîn dibû.