‘Xwe afirandin dîrok e’

- Elif Ronahî
139 views
Dîrok, pêvajo û şîroveya hebûnê ye. Dema em li dîrokê temaşe dikin, rastiya dîrokê ne guherbar, sar û di yek xetekî de nîne. Yanî rastiyeke dîrokî heye ku civak di nava şkestinên pir mezin û her wiha di nava kaosên pir mezin de dijî. Xwe avakirin û xwe afirandin dîrok e. Dîrok bi zihniyet û felsefe, her wiha baweriya mirovan û hemû nirxên ku ew afirandiye dibe dîrok. Her wiha mirovahî, bê civak, bê wext û bê cih avanabe û nebûye jî. Bêguman mirovahî bi civakek, bi wext û bi cihekê ava bûye. Ev giring e. Rewşa herî taybet a dîrokê di rastiyê de tê jiyîn, rewşa civaka xwezayî ye. Dîsa divê bê gotin ku mirovahî bi milyonan sal dîrokek jiyaye, lê ew ne hatiye nivisandin. Yanî ji sedî 98’ê dîroka mirovahiyê, rewşa civaka xwezayî ya hatiye jiyîn e.

Dîsa dema em li dîrokê dinêrin, mirovahî li dora çanda xwedawendiyê civakbûna xwe avakiriye. Em li dora kedîkirina sewalkarî, pêşketina çandiniyê û çanda xwedawendiya jinê, pêşketina civakbûnê dibînin.Ger di dîrokê de tifaqa leşker, fermandariya leşkerî, şef, keşe û li vir li ser berheman desthilatdarî û yekdestî pêşneketiba wê îro ji hêla gelan ve herikîna dîrokê, pir cuda ba. Em nikarin dîroka niha tê nivîsandin, weke dîroka bi temamî heqîqeta rast nîşan dide bi dest bigirin. Bi rastî jî dîroka mirovan bi hezaran, bi milyonan salan jiyane nehatiye nivîsandin. Her wiha eger dîrok bi zimanê bindestên bi tinekirinê re rû bi rû hatine hiştin, gel, civak û jinên têkoşîna hebûnê didin bihata nivîsandin û em hînî wê bûban, îro awayê destgirtin û temaşekirina dîrokê jî wê pir cudatir bûya. Ji ber niha nêzikbûna hin ekolên ramanê ji dîrokê re di asta perçekirina civaka dîrokî de ye. Di asteke ji hev tê veqetandin û tê destgirtin de ye. Pirsgirêkên civakî tên jiyîn, yekpare nayê nirxandin. Lê em weke tevger bi rastî jî weke civaka jêr û jor nagirin dest. Ev herikînên fikrî îfade dikin ku polîtîkayên netew-dewlet yên heyî şaş in, dîsa qada leşkerî qels e, civak feqîr dimîne, ji ber pirsgirêkên aborî pirsgirêk tên jiyîn. Yanî bi giştî bi vî awayiye. Bi lawaziya leşkerî tê îfade kirin. Her çiqas para wê ya rastiyê hebe jî ev rastiya civakî an jî rastiya tiştên ku di dîrokê de çêbûyî îfade nake. Ev tenê dikare encax rehendeke vê îfade bike. Lê dema em li dîrokê dinêrin dibînin destpêşxeriya herî mezin li ser dînamîkên cewherî yên civakê pêk tê, li ser rehendên civakê ava dike têkoşîneke mezin birêve diçe. Yekdestiya dewletê ya li ser vê mudaxaleyê pêşdikeve heye. Yekdestiya netew dewletê heye. Yê ku bingeha vê jî daniye dewleta rahîb a Sumer e. Feraseta dewleta rahîb a Sumer pêşxistiye, parçekirina ji hev ya pira civakê ye. Ev parçekirina ji hev ya jin û mêran, parçekirina jinan ya wek zayend, bi tevahî tunekirina rola jinê ya di civakê de ye. Di pêla yekem de jî jin dikeve xizmeta deshilatdariyê, xizmeta mêran û li gorî vê tê kolekirin û metîngehkirin.

Li dijî civaka xwezayî destwerdana pêşî
Li vir mudaxaleyeke dîrokî ya ecêb heye. Ji civaka xwezayî re mudaxaleyek heye. Ji jiyana civakî re mudaxaleyek heye. Ji civaka exlaqî û polîtîk re mudaxaleyek heye. Lewra em li ser tevahî cewhera civakî mudaxaleyeke ku li şûna exlaqî hiqûq û li şûna polîtîkayê dewlet cih digre dibînin. Lewra, di rastiyê de ji jiyana civakî ya dîrokî û ji herikîna wê ya xwezayî re di asta şikestinê de mudaxaleyek e. Di asta şikestinê de mudaxaleyek e, yekdestiya ku li ser vê pêşdikeve, yekdestiya desthilatdariyê, yekdestiya dewletê, yekdestiya ku bi her awayî li ser jinê avadibe û yekdestiya li ser civakê pêşdikeve, bi tevahî ji civakbûna xwazayî derxistin û şikestin e. Niha dema em li nêrîna Marksîst dinêrin jî li vir pirsgirêkek heye. Pirsgirêk di dest girtina dîrokê de, di destgirtina civaka dîrokî de ye. Di destgirtinê de jî wisa ye. Ev, weke civakeke komunal a seretayî, civaka koledar, civaka feodal, civaka kapîtalîst, civaka sosyalîst û civaka komunîst ji hev qutkirin û parçekirina civakê, pirsgirêka sereke pêktîne. Dema em civakê digirin dest, bi vî rengî nagirin dest. Xwezaya civakî û rastiya civakî yekpareye. Xelet e ku mirov wiha li çînan dabeş bike û wekî pêvajo û dîrokên ku divê werin jiyîn deyne holê. Ev ne qedera civakê bû, lê li ser civakbûna xwezayî muxadaleyek hat kirin. Dema ev mudaxale hat kirin, destpêkê mudaxeleyeke zîhnî, mudaxaleyeke bîrdozî, mudaxaleyeke exlaqî û mudaxaleyeke civakî hat kirin. Van mudaxeleyan hemûyan bi rastî jî civak ji civakbûnê derxist.Lewma, niha du rehendên li dijî civakê hatine pêşxistin hene. Bi rastî di qonaxa niha de, dema dîroka serwer hat nivîsandin, pergala xwe, feresata xwe û îdeolojiya xwe ava dike, di hundurê vê de li dijî civaka dîrokî û civaka xwezayî du operasyon û mudaxaleyên mezin hatine kirin. Ya yekemîn; pêşketina desthilatdarî û dewletê ye. Li vir mudaxaleya her qadên civakê kirine û xwe bi cih kirine. Bi rastî jî ev yek ewqas di nava civakê de bi cih kirine ku civak ji bo parastina ola xwe ya xwezayî bi hezaran sal in li dijî vê di nava berxwedan û têkoşînekê de ye. Ya duyemin jî; Şoreşa çapemenî û agahiyê ku di sedsala dawî de bi taybet jî di çaryeka dawî ya sedsala 20’an de pêş ket, civakek mecazî ava kir û mudaxaleyên tunekirina civakê ya ku heqîqet e hate kirin. Ev mîna civaka rast hat pêşkêşkirin. Bi êrişên îdeolojîk û zîhnî yên bi feraseta bi çapemeniyê hat afirandin û tê meşandin, mudaxeleyî hemû qadên civaka mezin dikin. Dema ku em di nava vê de jinê jî bigirin dest, mudaxeleyên ku li dijî jinê hatin kirin jî pir pir cudaye. Lewma niha tişta ku civak dijî, ne tenê pirsgirêkên wê ne, civak hem fîzikî, zîhnî, fikrî, exlaqî û hem jî polîtîk bi qirkirinekê re rû bi rû ne.

Tinekirina dîroka civakî û xwezayî
Niha dema em lê dinêrin, dîrokek ku bi avabûna desthilatdarî an jî netewe dewletê, avabûna yekdestiya desthilatdariyê, wekî tenê ew e, li ser vê bingehê hatiye nivîsandin heye. Ne wiha ye. Li vê derê tunekirina civaka dîrokî û civaka xwezayî heye. Xwe ezel û ebed dibîne. Yanî dîrokek ku, bi wî  destpêdike û bi wî diqede.  Niha dema em li dîrokê dinêrin, pergala şaristaniya navendî jî pêş dikeve. Lê bi rastî ji destpêkê ve pergala civakê ya demokratîk û şaristanî jî pêş ketiye. Civakê xwe gelek derxistiyê derveyî vê pergalê û li dijî vê pergalê têkoşînek pir mezin meşandiye. Bi destpêkirina bajarvaniyê re civaka gund û çandiniyê ji bo ku bikaribe xwe bi afirine û berdewam bike, taybetiyên xwe yên civaka exlaqî, polîtîk û çanda xwe ya xwedawendiyê parastiye. Dema em li avabûna eşîran dinêrin an jî li şêwaza jiyana komên biçûk binêrin jî ev wiha ye. Lê ji feraseta mirovan re mudaxaleyek wisa hatiye kirine ku rewşekî bi hebûna xwe re nakokiyan dijî, ava kiriye. Lê civakên ku civakbûna wan kûr e  li hemberî vê yekê her tim di nava têkoşîn û berxwedanê de bûne.Lewma dîrok ne tenê ji pênc hezar sal û pênçsed salên dawî pêktê. Jiyana mirovê ji dayîk dibe, dîrokek bi milyonan salan digire nava xwe. Dema em li daneyên niha û tiştên di kolanên arkeolojîk de derdikevîn dinêrin, di rastiyê de jiyana mirovan pir cûda ye, pir xwezayî û pir hevpar e. Lê bi pêşketina yekdestiyê re, mudaxeleyên li ser civaka xwezayî êdî gihiştiye asteke wiha ku tê nîqaşkirin di sala 2050’an de nifûs wê derbikeve 11 milyarî. Dîsa em li rewşa ekolojîk dinêrin, di nava xweza û mirovan de kendalek ewqas mezin çêbûye û hevsengiya xwezayê ewqas hatiye xirakirin ku jiyana ekolojîk ji holê rabûye. Lewra dema em li dîrokê dinêrin, hin felaketên xwezayî yên pêşdikevin, dikare mirovahiyê bi fîzîkî tune bike. Dibe ku tiştekî ji bo vê bikî tune be, lê bi rastî jî tevahî tiştên ku bi destê mirovan tên avakirin ji herîkina dîrokê re mudaxaleyek e. Û ji ber vê niha bi destê mirovan, zêdebûna nifûsê, dîsa di tevahiya cîhanê de destpêkirina çekdarbûnê, kendala di navbera xweza û civakê de û kendala di navbera dayik û zarok de hatiye avakirin, civak bi qirkirineke pir xeter  re rû bi rû ye. Ev yek weke nifûsê, di hawirdora mirov dijî de guhertina demografîk jî û di warê mudaxaleyên ji xwezayê re hatine kirin de jî wisa ye. Lewma tê xwestin civak bê bîr bimîne. Lê tecrûbeyên ku civakê kom kiriye û afirandiye, tecrubeya jiyana mirovan a kolektîf, di rastiyê de jiyanê xweş dike, bi kelecan dike û jiyanê rast ava dike.

Destwerdana rast li dîrokê
Dîsa dîrok di roja me ya îro de ye, roja me ya îro jî di dîrokê de ye û dîsa roja me ya îro û kêliya me ya niha bi rastî jî avabûna dîrokê ye. Di vê kêliyê de dîtina dahatûyê û sêwirandina vê, ji van hemûyan re mudaxale hatine kirin. Lê tevî vê jî mirovahî di rastiyê de dînamîkên xwe yên heq yên hebûnê winda nekiriye. Ji bo pêşxistin û mezinkirina vê têkoşînek pir dijwar dide. Encama vê têkoşînê, niha pergala modernîteya kapîtalîst di nava bêçaretî û tengezariyek pir tîr de ye. Ev yek di aliyê tevgerên wekî me û tevgerên şoreşger de firsendeke dîrokî ya gelekî giring e. Divê ev yek pir baş bê dîtin, pir baş bê nirxandin û di vê ji vê dîrokê re mudaxaleyek pir rast bê kirin. Avakirina civaka dîrokî û di nava wê de her yek ji me weke kes bi erka pêvajoya xweavakirinê re rû bi rû ne. Em tevgereke wisane ku ji bo pêkanîna vê derketinê rê. Ji bo serkeftina vê jî em tevgereke ku di her astê de berdêlan didin û li dijî wê têkoşîneke tund a radîkal dimeşîn in.

Ev nirxandin ji bernameya Dîroka Jinê ya di Jin tv de hatiye weşandin hatiye wergirtin.