Xweseriya Şengalê dê bibe bersiva qirkirinê

- Rojbîn DENÎZ
195 views
Gelek daneyên dîrokî nîşan didin Êzidî mirovên eslî yên vê erdnîgariyê ne. Êzidiyan di dîrokê de ji aliyê civakî û çandî nekarîn xwe bidin nasîn û li vê erdnîgariyê her tim rastî cihêkariyê hatin. Bawerî û çandek ewqasî qewîme ku her carê xwestine tine bikin. Êzidî bingeh û koka Kurd û Kurdistanê ne. Ji dîrokê heta niha di armanca êrişên qirkirinê de ne û xwestine ku ji vê erdnîgariyê paqij bikin. Dîroka Kurdan vê heqîqetê dibêje.

Di nava vê dîrokê de dijminatiyek jî pêş ketiye. PDK ku bi nasnameya Kurdî xwe dide nasîn, dijminatiya Êzidiyan kiriye. Herî zêde wan dijminatî kiriye ku Êzdatî were tinekirin. Pratîka 74 fermanan jî ji aliyê PDK’ê ve zindî hatiye hiştin. Vê yekê wijdana Kurd û Kurdistanê êşandiye. Wekî trajediya herî mezin di dîrokê de cihê xwe girtiye. Trajediya Êzidiyan di heman demê de trajediya Kurdistanê ye. Îro jî zelal bûye ku mirov nikare rewşa Kurdistanê û ya Êzidiyan ji hev cuda binirxîne. Em 9 salên fermanê li pey xwe dihêlin. Niha li Şingalê bi Êzidiyan re çerxa dîrokê guherî. Bi pêşengiya PKK’ê û felsefeya Rêber Apo Êzidiyên di bin fermana qirkirinê de bûn ji dubarebûna dîrokê rizgar bûn. Têkoşîna di nava 9 salan de encamên giring jî bi xwe re anîn. Dijminatiya PDK’ê ya Êzidiyan bi dawî nebûye û encamek ji dîrokê negirtiye. PDK hê jî wekî dijminekî navxweyî maye. Lê Şengal devereke têkoşînê ye, dizane ku çawa bersiva dijminê xwe yê navxweyî bide. Êzidî dizanin PDK girêdayî derve ye û wê wekî dijminekî hevpar pênase dikin. Pergala Êzidiyan a parastin û xweseriyê jî têkoşîna vê dimeşîne. Her Kurdek û Êzidiyek divê bi vê zanebûnê tevbigere û berpirsiyariyên xwe zanibe. Jiholêrakirina qirkirinê û hilweşandina çerxa xiyanetê wê me di qadeke hevpar de bîne cem hev. Em ji bîr nekin ferman, zilm û zordariya bi serê Êzidiyan de hatiye ji dîroka Kurdistanê ne cûda ye.

Êzdîtî hebûna Kurdan û eslê jinê ye

Êzidiyan çanda Kurdî û civakîbûna wê anîn heta îro û malovanî ji şaristaniyekê re kirin. Baweriya Êzdatiyê wekî pergalekê hebûna xwe ji jinan digire. Ev yek jî nîşan dide bê li cîhanê çawa di pêşketina civakbûnê de rola xwe dilîze. Dîroka ku qala Êzidiyan dike, di heman demê de qala dîroka jinê jî dike. Êzidî li ser vê axê baweriya herî qedîm, hebûna Kurdan û eslê jinê îfade dike, lewma jî ewqasî di hedefa êrişan de ye. Xwestin ku vê axê bê kok û bê bawerî bihêlin. Di vê oxirê de xwestin baweriyekê û pê re wijdana mirovahiyê tine bikin. PDK jî xwe li vê projeyê girt û dijminatiya xwe ya li Êzidiyan pêş xist. Ev proje jî herî zêde li dijî jinê bû. Xwestin ku Êzdatiyê di çavkaniya wê de tine bikin.
Kevir bi porê wan ve girê dan û avêtin avê. Jinan jî xwe ji kendalan avêtin, porê xwe jê kirin. Ji bo ku radestî emîrên DAIŞ’ê neyên kirin rayên xwe birîn. Bi vî rengî li bazarên koleyan hatin firotin. Ev tenê çend mînak in em tînin ziman. Ev şerma ku li vê erdnîgariyê çêbûye, îro jî tê dewamkirin. Weqfên Barzaniyan ji bo kirîn û firotina jinên Êzidî tê bikaranîn. Di bin kontrola PDK’ê de wan jinan dibin Hewlêrê û li kampan rehîn digirin. Di encam de heta hesabê vê fermanê neyê pirsîn wê ev trajedî bi dawî nebe.

9. salvegera fermanê û peyamana Lozanê

Salvegera 9’an a fermanê û sedsaliya peymana Lozanê rastî hev hatin. Hesabên Tirkiyê bi dijminatiya Kurdan û sînorên Mîsaki Mîllî re ne. Faşîzma Tirk vê sedsalê bi pirsgirêkên netewî têkildar dike û şerê xwe yê qirêj rewa nîşan dide. Dijminatiya li beramberî Êzidî û Kurdan li ser vî esasî dimeşîne. Sînoran bi dîwaran dipêçin ku ev yek mejiyê Tirkbûnê û berjewendiyên wan nîşan dide. Dewleta Tirk bi dawîbûna peymana Lozanê re li Mûsilê eskeran bi cih dike û bi awayekî fîîlî dixwaze Mîsaki Mîllî zindî bike. Ev rewş hê jî dewam dike. Li aliyekî DAIŞ ji nûve zindî dibe. Bi vî awayî ji welatên cîran û dinyayê gelek artêş li ser axa Iraqê bi cih bûne. Li Başûrê Kurdistanê dizî û talan di asta herî jor de ye. Her kes di vê demê de pirsgirêkan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tîne. Erdogan jî bi hesabên Mîsaki Mîllî daye pey tinekirina têkoşîna azadiyê. Barzanî jî dixwazin Êzidî û Kurdan tine bikin. PDK û artêşa Iraqê Êzidî ji DAIŞ’ê re hiştibûn û reviyabûn û niha ji bo ku careke din xwe bidin qebûlkirin di bin kontrola Netewên Yekbûyî de peymana 9’ê Cotmehê îmze kirin. Her wiha şirîkekî wan ê veşartî jî hebû. Ev şirîk jî ji bo Osmaniya nû êrişên xwe zêde kirine.

9 sale PDK û hikûmeta Iraqê aloziyê derdixin

PDK û artêşa Iraqê di nava 9 salan de bi bahaneyên cûda provokasyon derxistin û li dijî Şengalê siyaseteke qirêj meşandin. Tê dîtin di çarçoveya konseptekê de ev êrişane pêk hatine. Konsept jî dorpêçkirina Şengalê ye. Dixwazin Şengalê tenê bihêlin û wekî di dîrokê de nehatiye dîtin bi temamî ji holê rakin. PDK di demên dawî de dijminatiya Êzidiyan dike, ev yek ji bo kara faşîzma Tirkiyê ye. Mesrûr Barzanî bi awayekî eşkere ji artêşa Osmaniyan û Baasê xwestibû Şengalê dagir bikin. Êrişên ku niha li Şengalê pêk tên li dijî parastin û xweseriya Şengalê ye, di heman demê de li dijî îradeya jinên Êzidî ye. Dema em dinêrin tê dîtin ku dijminatiya li Êzidiyan herî zêde bi kêrî dewleta Tirk û PDK’ê tê.

Xweseriya Şengalê armanca sereke ye

Xweseriya Şengalê, parastina wê û azadiya jinê xalên esasî yên siberojê ne. Yanî xwebûna esasî ew e. Ji bo pêkhatina vê bêguman zorî jî hene. Di esasê xwe de Êzidîtiya qedîm û rastiya Kurdan di nava hev de ye û ev yek jî îro di rastiya PKK’ê de şênber bûye, dimeş e. Vê têkoşînê bûyer û pêşketinên şoreşgerî bi xwe re anîn. Yên li derveyî wê dimînin jî xiyanetê li gel, bawerî û axa welatê me dikin. Êzidî li ser vî esasî bi fikrên Rêber Apo re bûne yek. Êzidiyan li dijî çerxa qirêj a dîrokê li ber xwe dan. Çeteyên barbar ê cîhanê têk birin. Di vê rewşê de armancgirtina Êzidiyan hem sûc hem jî xiyanet e. Beriya bi 9 salan ên ferman rakirin û yên niha êriş dikin yek hesabî dikin. Yên li dijî parastin û xweseriya Şengalê disekinin, rê li ber fermanên nû vedikin. Di rewşeke wiha de cihê wan sergoya dîrokê ye.