‘Li Yemenê mafên jinê tine ne’

- Newaya Jin
208 views
Li Yemenê li milekê şer li milê din pirsgirêkên civakî û birçîbûn heye. Lê ya ji hemûyan dijwartir û bi xwe re encamên giran tîne cinsiyetperestî û tundiya li ser jinê ye. Şer naverasta cinsiyetperestiyê hem kûr dike hem jî xurt dike. Bi vî awayî jinên Yemenê hem li dijî tundiyê û kodên kevneşop ên paşverû, hem jî li dijî dorpêça şer ku civakê ber bi kendala birçîbûn û koçberiyê ve dibe têdikoşin. Alîkariya jinan û saziyên navnetewî heye, lê têra başkirina rewşê nake.

Ji ber pirsgirêk ji texmînan wêdetir mezin e. Derbarê van mijaran de em li gel Dr. Anjîla Sultan Al Mamerî axivîn. Anjîla Sultan Mamerî ku beşdarî 2. Konferansa jinan a navnetewî ya 5-6ê Mijdara par li Berlînê pêk hatî bû, bersiva dan pirsên me yên têkildarî rewşê.

Em dikarin we nas bikin?
Ez Dr. Anjîla Sultan Al Mamerî, ji Yemenê me. Mamostaya derûnî me li zanîngeha Te’az. Di heman demê de seroka lêkolînên stratejîk a alîkariya zarok û jinê me, aktîvîstek a di qada mafên jinê de ji bo pêkhatina aştiyê, alîkariya derûnî, di derbarê dawîkirina tund û tûjiya li ser jinan de kar dikim.

Rewşa welatê we bi çend xalên sereke di rojevê de ye. Ji van a herî girîng rewşa jin û zarokan e. Hûn dikarin rewşa heyî bi kurtî binirxînin?
Bêguman dixwazim balê bikişînim ser mijara zarok û jinan li Yemenê. Bi rastî jin gelekî zehmetiyan dijîn. Sedema vê ya esasî berdewama şer e. Gelek jinên koçber hene. Hêjmara wan jî zêde bûye. Tundî û zor li ser jinan pêk tê. Ev tundî û tûjî çi ji hêla malbatê, çi jî ji hêla zagonên heyî ve pêk tê. Hêjmara jinên ku berdanê dixwazin di dadgehan de pir in. Jin dixwazin ji girêdana bi malbatê û jiyana hevjînî rizgar bibin. Hêjmara jinên dibin mijara henekan (bi rêka medyaya dijîtal) zêde bûne. Sedema vê ew e mekanîzmaya parastinê nîne. Mixabin ji ber ferzên pîvanên civakî jin gelek tengasî û zoriyan dijîn. Jin dixwaze rehet tevbigere, bikare derkeve derve. Lê zagonên HERAMKIRINÊ (gotina dawî ya berpirsyarê malê=mêr a li ser jinê) zêdetir bûne. Mixabin asta xurtkirina jinan pir li jêrê ye; çi di asta aborî, çi di asta civakî û polîtîkayê de be ev wiha ye. Nimûneya herî dawî jî di avakirina Meclisa Seriaktî de derket holê. Meclîs ji 7 zilaman hatiye avakirin, jinek di nava wan de nîne. Tenê derfet dane jinê ku cihê xwe di komîteyan de bigire. Her çend welatê Yemenê gelek hevpeymanên navnetewî îmze kiriye ku di nava wan de hevpeymanên destekê didin parastina mafên jinan jî hene, lê mixabin pêkanîna van zagonan di nava civakê de berovajî ye. Ev jî pirsgirêkek e. Loma jin heye lê mafê wê tine ye. Jin jî dixwazin bi rêka hin xebatên pêş dikevin alîkarî pê re bê kirin. Hem bê parastin, hem jî di qanûnan da cihê xwe hebe. Lê stratejiyeke wiha fermî ku bikare vê mijarê piştrast bike nîne.

Li aliyê din jî xîzanî mijareke jiyanî ye. Bi taybetî ji derve piştgiriyeke çawa heye?
Mijara ku destek ji derve tê dayîn rast e, heye. Lê ew destek nagihe warê pêkanînê. Niha civaka sivîl jî hin tiştan tîne ziman û dixwaze. Yanî alîkariyên ku tên ji cihekî din re diçin, nagihin destê wan. Daxwaza sereke ev e ku rasterast destek û alîkarî bigihin saziyên civaka sivîl. Di heman demê de alîkariyên ku tên ne li gorî rewşa heyî an jî pêwistiyên heyîye, kêm tê. Di vê demê de dîsa rê nadin jinan ku bikarin bi xwe rêxistina vî karî bikin, ev jî tine ye. Loma lawazî hene. Erê keda jinê heye, lê belê ew ked vala diçe.

Rewşa rêxistinên jinan li gel we çawa ye? Li dijî dagirkerî û şîdetê çawa tevdigerin?
Ew çand û kelepûra civakî ya cinsiyetparêz hîn berdewam e. Her wiha pir hişke û azadiya jinê sînordar dike. Hemî liv û tevgerên wê sînordar dike. Li gel me hukumetek heye qet derfetê nade tevgerbûna jinan, taybetî jî di mijara biryardayînê de. Li gel me hin zagon hene ku azadiya jinê sînordar dikin. Heta di mijara nûnertiya siyasî de, tenê di asta duruşmeyan de dimîne, tenê bi nav jin heye, lê di rastiyê de bi rastî jin tine ne. Hebûna jinê wekî dekor an jî formalîte ye. Ew ji hêla xwe ve du – sê jin derdixin pêş, tenê ji bo raya giştî ya cîhanê razî bikin. Lê di rastiyê de hebûna wê qebul nakin. Em dişopînin ku hebûna jinê tenê li gorî siyasetê ye, ne li gorî ku divê hebe. Kengê wan xwestin jin dikare diyar be, dema naxwazin nabe diyar bibe.

Yemen çima di vê rewşê de ye? Gelo hêzên hegemon dihêlin wisa be, an sedemên hundurîn hene ku dihêlin ev encam derkeve?
Eger em li ser rewşa polîtîk biaxivin, li gel me gelek deswerdanên herêmî û navnetewî hene. Ev yek jî dihêle pirsgirêk kûr bibin. Taybet jî Îran û hukumeta fermî. Ji destpêkê de yekîtiya Erebî jî diviyabû ew alîkara esasî ba, lê ew jî bûye yek ji wan hêzên ku ketine nav pevçûnan. Mixabin, mixabin sekna Yemenê gelekî mij û tarî ye. Em carna dibêjin bila be wê rewş baş bibe, lê em paşê dişopînin encam wisa dernakeve. Em li dîrokê dinêrin jin gihiştine astên di nava wezaretan de cih bigire, di asta serokatiyan de cih bigire û tevdigere, kar bike. Lê niha çi dikin, ew zagona MEHREMÊ datînin, ev yek tengasiya çêdike. Yanî ji derve rewşek heye xuya dike, di piratîkê de rewşeke din rû dide.

Derbarê têkoşîna jinên Kurd û Rojhilata Navîn de fikra we çiye?
Ji bo jina Kurd dikarim bêjim li gel wan bingehên baş hene ku bikarin gavên baş bavêjin. Li aliyê din ji bo herêmê mirov dikare bêje gelek caran kevneşopa di hişmendiya civakê de heyî, nahêle jin bikare bi azadî tevbigere, ev kelemên mezin in. Mînak li dijî derketina qadan û serhildanên ji bo mafên girseya jinê , tu dibînî destpêkê yên napejirînin û naxwazin gavek bê avêtin, endamên malbatê bi xwe ne. Nahêlin tu derkevî. Hîna jinan xwe ji tirsa hundir rizgar nekiriye. Pêwistiya wan bi demê heye ku vî sinorî bişkînin. Di baweriya min de li ser asta Rojhilata Navîn, li beramberî rewşên heyî, gelek taybetiyên dewletan hene ku dem divê ji bo mirov bikare ji wan rizgar bibe. Ji bo ku jinê bigihînin asta rizgariyê, bigihe wê asta tê xwestin, hîna dem pêwist e. Lê ev jî nayê wê wateyê têkoşîn qet nîne, şoreşa jinê nîne. Car car asta têkoşînê bilind dibe, kengê derfet dibîne serê xwe hildide. Dema êş mezin be, serîrakirin jî mezin dibe. Ez di wê hêviyê de me wê rojek were em ê gavên mezintir bavêjin.

Li hemberî tundiya li ser jinê divê jin çi bikin? Her wiha li ser konfederalîzma Jinan a navnetewî ku projeyeke tevgera jinên Kurd e fikra we çiye?
Ez jî tevlî dibin ku divê sîwaneke mezin û berfireh a jinan hebe ku bikare hêza jinan bike yek. Çi bi navê sekna li dijî şîdeta li ser jinê be, çi li dijî zilma ku lê tê kirin ev pêwist e. Em jî di asta herêmî de dixwazin hin zagonan sererast bikin. Nimûne zagona zewicandinê heye. Yanî ez di temenekî mezin de me, lê belê nikarim bê semyanê malbata xwe bi kesê ku jê hez dikim re bizeciwim. Her gotina yekê û dawî ya bav e. Heta digihe wî astî ku birayê min her çend biçûk be jî, lê dikare li ser pêşeroja min biryarê bide. Xeyal bike carna tu hest pê dikî ku ti mafê te yê jiyanê nîne, hemî maf ji te têne standin. Îcar ew sîwan lazime ku keda jinan bigihîne gel hev. Lê bûyera sosret ew e em bi xwe carna vedigerin wê konçala ku zilmê li me dike. Ev jî pir zor e.

Herî dawî ji bo piştgiriya navnetewî û herêmî ya ji jinên Yemenê re xurttir bibe bangewaziya we çiye?
Ez îro li vê derê di vê kongreyê de bi navê wan jinan amade bûm. Banga min ew e em hêza xwe bikin yek. Di gelek perçeyên cîhanê de jin hene ku haya kesê ji wan tine ye. Divê em dengê xwe bigihînin her devera cîhanê, bila her kes bi rewşa jinan bihes e. Hevgirtina jinan gelekî giring e. Wekî ku Hevgirtina Neda li ser asta herêmî bû, lê niha ji me re derfet da em di kongreyeke wiha de beşdariyê bikin. Ez di wê baweriyê de me wê gavên din jî bêne avêtin ku bi şêwazên cuda jin bikaribe banga xwe bigihîne her deverê û têkoşîna xwe xurt bike.