Dema dîroka perwer- deyê tê lêkolînkirin, derdikeve holê ji bo civakê giring e nirxên xwe wekî zanabûn û hiş ji bo pêşerojê veguhêze. Pêwistiya her civakê heye ku zanabûna xwe zêde bike. Bi avakirina nirxan û veguheztina van nirxan ji bo pêşerojê çanda civakê, ango taybetiya civakî jî pêşdikeve.
Di destpêka avabûna civakê de dayîk serpêhatî/serboriya xwe ji zarokên xwe re vediguhêze. Di vir de cudabûna zarokên keç an xurt tineye. Ji ber pêwistî bi berdewamkirina kom an jî civakê heye. Herkes di milê xwe de para dikeve ser pêk tîne. Bi îdeolojiya destpêkê ya dayîka xwedawend taybetiya civakê li dora jinê pêş dikeve. Pîroziyên destpêkê û mîtolojiyên destpêkê li gorî taybetiyên dayîkê ava dibin.Lê bi destpêkirina pergala babiksalarî re êdî perwerdeya keç û xortan jî tê guhertin. Jin bêtir ji bo karên malê, zarok anînê, bi taybetî jî zarokên kur tên erkdarkirin. Jina pîroz bi vî rengî dibe koleya zilam a malê. Taybetiya jina azad diguhere û dibe bilbila di qefesê de. Êdî jin di malê de xwe ji bo zilam xweşik dike, her tevgera wê ji bo zilam wê biecibîne ye. Dîsa ji bo xanedana zilam zarokan diwelidîne. Li ser vê dîrokê lêkolîn tên kirin û rexne li pergalê jî hene. Lê ji bo me tişta giring a em li ser rawestin ew e ku çawa bi perwerdekirina zarokan taybetiyên jin û zilam diguherin û jin dibe koleya pergalê. Berdewamkirina vê pergalê êdî çima ji dil tê kirin. Qebûlkirina jiyana di bin desthilatdariyê û domandina wê çawa pêşketiye?
Di dîrokê de rista perwerdeyê
Di dîrokê de perwerde ji bo ol û desthilatdariyê hatiye bikaranîn. Stêrnasî ji bo çandinî were kirin hatiye pêşxistin. Ango guhertina demsalan, rabûna avê an jî kêmbûna avê ji bo avdana zeviyan hwd. Dibe ku destpêkê zanist ji bo civakê hatibe bikaranîn, lê bi çêbûna berhema zêde û desthilatdariyê re taybetiyên zanistê jî diguherin. Zanist dikeve destê desthilatdaran û ew jî keda civakê bi taybet keda jinê talan dikin, dixwin. Nivîs bi xwe ji bo berhemên zêde di Zîguratan de werin tomarkirin, dîsa ji bo bazirganiyê hatiye bikaranîn û pêşketiye. Bi vî awayî zelal e hem di milê bîrdozî hem di milê siyasî de desthilatdar perwerdeyê ji bo xwe weke amûrekê bikar tînin.
Jin mêtingeha pêşî ye
Di dema Zerdeşt de perwerde di perestgehan de pêk tê. Vîna azad, giringiya jinê di nava civakê de di asteke pêşengiyê de ye. Serhildanên Magên zerdeşt li dijî desthilatdaran çêdibe. Piştre Manî jî heye. Ev taybetî di dema Xuremizmê de jî tê dîtin. Her wiha di serhildana Babek, Ebu Mislim Xoresanî, heta di tasawufê de Xalacî Mansûr û Nesîmî, di Fatimiyan de, di Îsmaîliyan û şêx Bedrettîn de ev çand heye. Kuştina wan bi awayekî hovane ye. Cermê wan gurand in, laşê wan parçe kirin û bi vî awayî xwestin civakê jî belav bikin. Em jî wekî Kurd û jin li ser vê xetê ne, berdewama serhildana çanda Aryen in. Ew berxwedana çandê berdewam e. Jinan û civakê bi zorê dikin mêtingeh. Ji ber a ku çandê di nava civakê de didomîne jin e. Di guhertina çandê de bandora ol li ser civakê pir xurt e. Di civaka Kurd de jî bandora îslamê ne kêm e. Di dîrokê de bi darê zorê ol dane guhertin. Mînaka fermana li ser civaka Êzidî li ber çava ye. Heta li Efrînê bi darê zorê dixwazin ol bi Êzidiyan bidin guhertin. Her wiha zextên li ser Elewiyan berdewam in. Gelên dî carekê tên mêtingehkirin, lê wekî Kurd, wekî jin em çend caran tên mêtingehkirin. Divê Kurd beramberî kedxwarî, pişaftin û ji bo avakirina hebûna xwe têbikoşe. Vê rewşa ku bindestiyeke kûr pêşxistiye kesayeteke çawa ava kiriye? Girêdayî vê rastiyê pedagojiya me pêwist e li ser çi bingehî be?
‘Pedagojiya bindestan’
Nêrîna Paolo Freire gelek giring e. Ji ber lêkolîna li ser ‘’pedagojiya bindestan’’ ji bo me jî derbasdar e. Gelê ku zimanê wî hatiye qedexekirin, gelê ku êdî ji çîrokên dijminê xwe bawer dike ku ew bi kêrî tiştekê nayê û her wiha aşiqbûna dijminê xwe. Ev ew mijarin ku Rêbertiyê jî li ser dahûrandin kirine. Lê rast fêmkirin û di xwe de derbaskirin hê jî pêşneketiye. Ji ber wekî jin, gelê bindest, taybetî jî Kurd tevî zincîrên di dest û lingên xwe de jî, em xwe azad dibînin. Azadî li gorî çîrokên Lîberalîzmê tê fêmkirin. Mal û milkê cihanê, pere komkirin û zêdekirin wekî armanc tê pêşxistin. Li hemberî vê azadiya çand, ziman û civakê pêwist e bêtir wekî hişmendî ava bibe. Divê welatparêzî bi kûraniya xwe were fêmkirin. Dijminê xwe naskirin, rastiya dijmin dîtin mijara sereke ye. Divê dijmin ne tenê di milê fîzîkî, di milê hizrî de jî were dîtin. Pedagojiya ku weke alternatîfa pergala modernîteya Kapîtalîst pêş bikeve, ji bo gelên bindest e. Bi taybetî ji bo wê yekê ye ka zarokên wî gelî çawa dikarin azad werin perwerdekirin. Ji bo vê jî pêşî rizgariya ji hişmendiya hegemonyaya Kapîtalîzmê pêwist e. Wekî Rêbertî dibêje ‘’Tiştekî ku em ê bêjin a me ye nemaye’’. Ji ber hest, fikir, bawerî, exlaq, nêrîna estetîk hemû yan di bin bandora Îslamê yan jî di bin bandora modernîteya Kapîtalîst de ne. Ango em bi her awayî hatine dagirkirin; ji hestên me heta pîvanên ecibandinê hatine dagirkirin û ji xwe xerîbketin tê jiyîn. Ji ber vê derxistina holê ya çanda resen, li ser bingeheke rast avakirina XWEBÛNÊ pêwist e. Ev jî bi berxwedana çanda resen dikare pêş bikeve. Eger em bixwazin li ser çanda Aryen xwe pêş bixin, pêwist e destpêkê em xwe ji babiksalariyê rizgar bikin. Ji ber ku çanda Aryen çandeke ku li ser taybetiyên dayîkê û xwezayê xwe pêş xistiye. Dîsa ola Zerdeştî û exlaqê wê bi bandor e. Piştî berbelavbûna Îslamê, çanda îslamê ketiye nava hemû baweriya me, guhertinên mezin di feraseta me de çêkiriye. Destpêkê dibe ku ji ber tirsê bawerî hatibe guhertin, lê niha ji dil tê jiyîn. Dîsa pêşengiya jinê ku di dema Zerdeştî de heyî, pêwist e di roja me de xurttir were pêşxistin.
Divê em pedagojiya xwe pêş bixin
Bi zanabûn û bi pergal pêşxistina perwerdeya zarokên Kurd giring e. Êdî divê pedagojiya bindestan rast bê fêm kirin, li gorî vê jî perwerde bê pêşxistin. Bi rêbazên pergala Kapîtalîst em nikarin xwe perwerde bikin. Ji ber desthilatdar bi perwerdeyê desthilatdariya xwe pêşdixin, xurttir dikin. Ew bi hêsanî dev ji desthilatdariyê bernadin û wekheviyê nakin armanc. Wekhevî, azadî û aştiya ku dikin armanc a dinavbera desthilatdaran de ye. Ji bo ew bikarin bêtir dewlemend bin pêwistiya wan bi koletiya gelan û jinan heye. Pergala perwerdeyê jî li gorî vê hatiye pêşxistin. Ji bo zarokên bindestan serî hilnedin û koletiyê wekî tiştekî xwezayî bibînin têne perwerdekirin. Zarokên serdestan jî ji bo bikarin civaka bindest rêve bibe tên perwerdekirin. Jin jî wekî amûra zayendî ya zilam, kedkara malê ya bê destheq tê perwerdekirin. Di vir de tişta derdikeve holê ev e, wekî Kurd û jin pêwist e em jî pedagojiya xwe li gor rastiya xwe pêşbixin. Ew jî Pedagojiya Moderniteya Demokratîk e.
Rêbaza perwerdeyê ya Rêber Apo
Rêbazên perwerdekirinê yên Rêbertiyê pir balkêş in. Lê di lêkolîn û pêşxistina van rêbazan de em kêm man e. Tişta herî giring li gel Rêrbertiyê ti ferq di navbera mamoste û şagirt de nîne. Her mirovek dikare ji bo pêşketinê fikrên xwe bêje, xwe tevlî jiyanê bike. Di vir de li gel tevlîbûna jiyanê, bi rexne-rexnedanê pêşxistina jiyanê heye. Di rêbaza Rêbertî de bireser-kirde nîne, wekhevî esas e. Wekhevî û azadî ji bo jin, mêr, zarok, ciwan, netewên dîtir, hemû olan bingeh e. Kes ji kesê din ne li pêş e, lê cudahiya erenî ji bo kêmaran heye. Mînaka vê cudahiya erênî ya ji bo jina ye. Dîsa teorî-pratîk pêkve dimeşe, qutbûn di navberê de nîne. Bi vî awahî jiyan bi xwe perwerde ye. Veguhertina kesayetê bi dîtina kêmasiyên xwe, bi îqnabûnê çêdibe. Wiha rêbaza jiyanê ya demokrasiya yekser ava dibe. Li ser vî bingehî niha li Rojava û cihên ku fikrên Rêbertî lê hemûyan, bi vê rêbazê perwerde çêdibe. Lê xuya ye ku kêm hatiye fêmkirin, asta heyî têrê nake ku di giştî civakê de guhertinan pêk bîne. Li gel vê pêşketinên heyî jî pêwist e kêm neyê dîtin. Lê dîsa jî lêkolîn û bipergalkirina vê rêbazê giring e. Ji ber rizgarbûna bindestan, azadiya gel, civak, jin, ciwan û kêmaran tişta herî giring e.