Huner wekî şoreşekê ye

- Newaya Jin
225 views
Hunermend Şeyda ji Bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di Şeydayê de têkoşîna azadiya Kurdistanê û hunera azad bûye yek. Ji ber zextên rejîma Îranê hem di warê nasnameya Kurd û jin, hem jî di warê hunerê de wê serî hildaye û têkoşiyaye. Lewma dewleta Îranê ew destgîr kiriye, neçar maye bireve Tirkiyê, li wir hatiye girtin û piştre dersînorkirin.

Ev jina hunermend û têkoşer dest ji doza xwe ya nasname û hunerê bernedaye heta sînorên dinyayê. Niha ew li Almanyayê li zanîngehê beşa mûzîkê dixwîne. Her wiha tevlî çalakiyên polîtîk ên şoreşa Kurdistanê dibe. Em li gel Şeydayê li ser xebatên wê yên hunerê û têkoşîna wê ya polîtîk axivîn.

Di serî de em dikarin we nas bikin?
Navê min Şeyda Qewamî ye. Ez li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatime dinyayê. Heta 23 saliya xwe min li bajarê Sineyê jiya. Piştî ez hatim destgîrkirin û di girtîgehê de mam neçar mam ji welat derkevim û derbasî Tirkiyê bûm. Piştî çend salên li Tirkiyê jî derbasî Almanyayê bûn û ev 8 sale li vî welatî me.

We çawa berê xwe da hunerê?
Ez di nava malabateke mûzîkjen de hatime dinyayê û mezin bûm e. Lê mixabin ji ber pergala li komara Îranê min nekarî ez fermî karên mûzîkê bikim. Hema bêje bi eleqeya govend û şanoyê derbas bû zaroktiya min. Piştre jî xebata mûzîkê li jiyana min zêde bû. Lê ev xebat hîn di asta amatoriyê de bûn. Ji xwe piştre jî di ciwaniya xwe de ji aliyê rejîma Îranê ve hatim girtin û ew derfet nebû xebatên hunerê bikim, mûzîka xwe bi gelê xwe bidim nasîn. Piştî ku ez neçar mam terka welatê xwe bikim û wekî penaber birevim Tirkiyê, tevî ku penaber bûm, jiyana min ne rihet bû, lê dîsa jî min karî bi awayekî profesyonel dest bi mûzîkê bikim.

Em kevanekê vekin, we behsa destgîrkirina xwe kir. Sedema girtina we li Rojhilatê Kurdistanê çi bû?
2007an li Îranê ji ber xebatên PJAKê hatim girtin. Tevlîbûna xebatên şoreşa Apoyî li Rojhilat û aktîvbûna min bû sedem bêm girtin. Her wiha min xebatên hunerê jî bi dizî dikir. Ev hemû bi hevre bûn sebeba girtinê. Min wê demê li Rojhilat li gel hevalan pir kar dikirin. Hemwext zext û fişar li ser gel zêde bû. Dema çûm Tirkiyê jî hatim girtin û Îranê ez şûnde xwestim. Zehmetiyek ciddî hebû. Lê rêxistina Efuya Navnetewî bi min re bû alîkar ku li Tirkiyê ez ji girtîgehê derkevim. Piştî derketim jî hatim dersînorkirin û wisa bi rêya avê, qaçaxçiyan em anîn heta Îtalyayê. Rêwîtiyek gelek zor û dijwar bû. Li Sîcîlyayê em hatin destgîrkirin. Min xwe ji wir jî bi rêya revê rizgar kir û hatim Parîsê. Bi kurtî ev e, lê çîrokek zor û dirêj e. Penaberî bi rastî gelek dijwar e. Ji ber xebatên xwe yên polîtîk, ji ber peywendiya li gel PKK û PJAKê neçar mam min koç kir. Îja ji Îranê heta Tirkiye, Îtalya û Makadonyayê min girtîgeh dîtin. Dawiya dawî hatim Almanyayê.

We got di nava malbateke mûzîkjen de mezin bûme, em dixwazin hûn hinekî din vebêjin ka cihê mûzîkê di jiyana we de çiye?
Di zaroktiyê de hesta min a ji mûzîkê re hinekî cuda bû. Wê demê înternet tine bû, wekî niha me nedikarî xwe bigehînin her mûzîkê, lê ji ber di malbata min de mûzîkjenî hebû ew derfet çêbû ez bikarim guh bidim mûzîkên cuda yên cîhanê. Ev şansekî mezin bû ji bo min. Dapîra min jî stran digot û li defê dida, Apê min jî dengê wî pir xweş e, defê dijen e û mamosteyekî bihêz e. Ez bawerim ji genetîka mala babê min mûzîk derbasî min bûye. Li gorî sîstema komara Îslamî ya Îranê me nedikarî ewqas berfireh bin. Hem tê di nava sîstema komara Îslamî de bijî, hem tê Kurd bî, hem jî jin. Ji xwe strangotina jinan qedexe bû. Lewma di nava wê pergalê de wekî jin pêşxistina xebatên mûzîkê zor bû. Ji bo min bê mûzîk jiyan pir zor e. Mûzîk evîn e, eşq e. Bi mûzîkê re jiyan her wekî gotina şaîr Hêmin Mokryanî ye ‘hunermand û jiyanî xoş mahal e’. Kesê mûzîkjen, stranbêj, wênesaz, peykersaz xwedî hestên cuda ne. Em wekî mirovên gelekî bindest herdem xwe bi hunera xwe nîşan didin, hem di warê civakî de hem jî di warê polîtîk de ev wiha ye. Bi wateya xwe huner ji min re wekî şoreşekê ye ku milîtaniya hunermendî dixwaz e. Huner bi hest û dil çêdibe. Bandora xwe gelek zêde ye li ser civakê. Bi rêya hunerê civak dikare pêş bikeve, biguhere. Lê ku huner ji bo civakê be elbet.

Em hinekê li ser awayê we yê afirandin û şîroveya we ya mûzîkê baxivin. Li gel vê berhemên çawa bala we dikêşin, pîvana we çiye?
Zêdetir ez hewl didim awazan bi xwe bidozim. Carnan gotin jî dinivîsim. Lê helbestvaneke jin heye li bajarê min Sîneyê, bi navê Sîmin Çayîçî. Pirî caran ez berhemên xwe li gel wê saz dikim di warê gotinê de. Ji ber hestên jinan pir xurt in. Lewma ez dixwazim bi jinan re bixebitim. Li aliyê din di stranên gelêrî de diyardeyek heye ku wekî herdem zilam li ser jinê distrê. Ez naxwazim van dubare bikim. Ez hez dikim hemû stran bi zar û zimanê jinekê bên strîn. Zêdetir hewl didim wan stranên gelêrî bêjim ku gotin û naveroka wan civakî ye. Di van stranan de jî hezkirin heye, lê ne taybet li ser bedena jinê ye, li ser hezkirinê ye. Ji ber vê berhemên min hinekê taybet in. Em dibînin di naveroka wan stranên zilam li ser jinan dibêjin de cînsiyetperestî heye. Di nava demê de jinê jî ev dubare kiriye û bûye çand. Gelek stranên gelêrî hene xweş in, lê ji ber nikarim vê naveroka mijara gotinê biguherînim nastrêm. Hin stran jî hene ez dikarim yek du gotin biguherînim û wisa bixwînim. Ango ez dixwazim bi rêya hunerê karakter û bîrdoziya xwe jî bidim nasîn.

Armanca sereke ya xebata we li Elmanyayê çiye?
Vegotina mûzîkê ji bo herkesî cuda ye. Wekî Kurdekê ez ji ber nasname û axa xwe hatim Almanyayê, wekî penaber dijîm. Hewldana min ew e folklora Kurdî, strana gelêrî ya Kurdî ya ji çar aliyên Kurdistanê ku pir rengîn û dewlemend e bi her alî ve bibînim û binirxînim. Ez li Almanyayê dixwazim bi gelên din re vê çanda dewlemend parve bikim û bidim nasîn.

Hûn rewşa mûzîka Kurdî û bi taybetî hunermendên jin çawa dibînin?
Ez pir keyfxweş im ciwanên nû di qada mûzîkê de ne û dengên wan gelek xweş e. Li Rojhilat jî û Bakur jî wisa ye. Bandora pergalên dewletên dagirker heye elbet, lê dibînim ciwanên me li ser mûzîka gelêrî kûr dibin û distrên. Destxweşiya wan ciwanan dikim ku hewl didin bi zimanê xwe stranan biafirînin û bistrên. Divê em hewl bidin xweşikbûna çandî wekî nasname bidin nasîn. Ez dibînim rewşa mûzîka Kurdî baştir dibe. Li ser govendê, mûzîkê ciwan kar dikin û şanaz in. Li aliyê din em dibînin li çar aliyên Kurdistanê şoreşek mezin heye, êrişî gelê Kurd dikin. Li her derê bi rastî zilm û zorî heye. Eger hunermend bikarin zêdetir komînal bin dikarin ji bo gelê xwe karên baş bikin. Em dizanin bandora xebatên wisa pir e. Ez hêvî dikim ev xebatên hevbeş di nava hunermendên Kurd de zêdetir bibin. Eger îro Kurdî heye, Kurd hene û pijaftin biser neketiye para hunerê, hunermendên Kurd di vir de giring e. Rewşa polîtîk ya li Kurdistanê dihêle huner zêde diyar nebe. Ji ber gel birastî pir xembar e. Mirov dikare vê êşa gel jî veguherîne qada hunerê.

Li gel xebatên rojane bêguman hûn projeyan jî pêk tînin. Hûn dikarin hinek ji van projeyan bi me re parve bikin?
Her sal li Almanyayê çar projeyan rêk dixim. Projeyek bi navê Zagros e, yek bi navê Mezopotamya ye, ya din bi navê Sefer di navbera Kurdistanê de. Projeya Sefer a berhevkirina stranên li deverên cuda yên Kurdistanê ye. Piştî berhevkirinê jî ew berhem bi orkestrayekê tên aranjekirin û gotin. Projeya dawî jî li gel hunermendekî operayê ya Alman e. Bi ser navê ‘dengên jinên Alman û Kurd digehin hev’. Di vê projeyê em wan stranên kevin ên jinên Alman stran e dibêjin. Ez jî dixwazim stranên Eyşeşanê di vê projeyê de bêjim. Di vî karî de em stranên hevdu jî distrên. Îja straneke min heye bi navê Apo ku bîrdoziya wî vedibêje. Ji bo hunermenda Alman bistrê min ew hilbijart. Tekst û naverok jî li ser jinên  gerîla, xwişk, dayîk û şervan e. Wekî din gelek çalak im, gelek hewl didim. Li gelek deverên Ewropayê hunera xwe nîşan didim. Nimûne 25ê meha borî li Îtalyayê ji aliyê festîvala Jelsî ve hatim xelatkirin. Xelat têkildarî şoreşa Jin Jiyan Azadî ya bi kuştina Jîna Amînî destpê kirî ye. Wekî jinekî hunermend ya ji Rojhilatê Kurdistanê ji ber hatime girtin û her wiha aktîvîst bûme ev xelat diyarî min kirin. Min jî ev xelat bi navê jinên Kurdistanê hemûyan wergirt û ez diyarî wan dikim.

We xaleke giring bi bîr xist. Li Rojhilat şoreşa Jin Jiyan Azadî pêk tê ku bandoreke baş û berfireh li cîhanê jî dike. Li ser vê hûn çi difikirin?
Şoreşa jinê li Rojhilat bi coşek mezin destpê kir. Lê niha hinekê bêdengî çêbûye. Herkes dizane zilm û zorekî giran pêk tê. Dîsa li Îranê rewşa aboriyê nebaş e û gel birçî ye. Beriya salan jî serhildan çêbûn. Lê vê carê rewş cuda ye, ji ber şoreşa jinê ye ya pêk tê. Her li kî derê be baweriya min bi şoreşa jinê heye. Bi navê Jin Jiyan Azadî şoreşê destpê kir. Tê zanîn, ev slogan girêdayî îdeolojiya birêz Ocalan e. Herkez dizane ev slogan pêşî li Bakurê Kurdistanê berz bû, niha jî bi şoreşa Rojhilatê Kurdistanê gehişt cîhanê hemî. Şoreşa li Rojhilat heyî ne ewqas bêhêz e, şoreşekî bihêz e ku li pişt wê vîna jinan heye. Eger jin bi îradeya xwe destpê bike, sedî sed serdikeve. Niha belkî kêmek bêdengî heye, belkî demdirêj be , lê encam dê serketin be. Şoreşa ku bi jinê destpê bike dê bigehe serî.

We got, li zanîngehê hûn beşa mûzîkê dixwînin. Şagirtên we jî hene. Hûn hem hîn dibin hem hîn dikin. Eleqeya Almanan û gelên din ji bo mûzîka Kurdî çawa ye?
Niha li zanîngeha Almanyayê beşa mûzîkê dixwînim. Derfetê dide hem mûzîka xwe, hem jî ya gelên dinyayê binasî. Beşekî giring e û baş e, ji ber dikarî di warê akademîk de pêşbikevî.  Li gel vê sê sale li Almanyayê dersên mûzîkê didim. Komeke min ya jinan heye. Dîsa dersên teknîka deng didim. Her wiha stranên Kurdî fêrî jinên ji gelên din dikim. Japonî, Almanî, Frensî û ji gelên din şagirt tên dersên mûzîka Kurdî. Ez pir kêfxweşim ku eleqeyek wisa heye. Alman dixwazin teknîka qirika Kurdî-Rojhilat fêr bibin. Teknîka deng li gel nota, mûzîkê mijareke hînbûnê ye. Ev ders bûn sebeb ez wan projeyên me li jorê behs kirî destpê bikim. Ji ber min dît gelên din pir dixwazin mûzîka Kurdî nas bikin. Vê jî ew hizir di min de çêkir, bûn projeyên hunerê.

We hevserokatiya Tev-Çand Ewropayê jî kir. Çavdêrî û nirxandina we ji bo xebatên hunera Kurdî li Ewropayê çine?
Li Ewropayê min du salan hevserokatiya meclîsa çand û hunerê kir. Di qada rêxistinî de pir tişt hîn bûm. Bi taybetî girêdayî paradîgmaya Rêber Apo rêxistin û pêşketina hunerê min dît. Di pratîkê de min tecrûbe kir. Piştî vê pratîkê hezkirina min a ji bo vê fikrê zêdetir bû. Xebatên hunerê li Ewropayê bi sala ye li ser hunermendên Bakurê Kurdistanê dimeşin. Gelek ked heye, xebat heye, lê mixabin şagirt tine ne. Diviya her hunermendek li pey xwe şagirtan bihêle. Dema ez ketim nava xebatan erka min hevserokatiya Tev-Çandê bû. Wisa dibînim, divê fikra komînal bê xurtkirin. Divê hezkirin û hevkariya di navbera hunermendan de zêdetir be. Bi taybetî beşa govendên Kurdistanê gelek baş e û serketî ye. Mûzîk jî bi festîval, şevan û xebatan baş e, lê bi taybetî di warê fêrkirinê de lawaz e. Ev alî hunerê geş dike, mirov dikare di vî warî de hin xebatan bike. Xebatên çand û hunerê li Ewropayê bûye wesîle zarok, ciwan nasnameya xwe biparêzin. Ev kedek mezin e. Eger ev xebat jî nebin, pijaftin dê çêbe, kes me nasnake. Lewma giringe ev xebat zêdetir bên xurtkirin.

Em gelek spas dikin ji bo vê hevpeyvînê. Di xebatên we de serkeftinê dixwazin.
Ez jî spas dikim ku rojnameya Newaya Jin dibe wesîle dengê me bigehe jinan. Her hebin.