Yên ku di şopa Nînhursag de dimeşin

- Armanc SARYA
741 views

Ji ber ku Rojhelatê Kurdistanê gelek çandên cihê û baweriyên cûda di nav xwe de dihevîne, her tim bûye yek ji erdnîgariya herê balkêş. Herçend yek ji beşên Kurdistanê ku yekemîn hat perçe kirin be jî kariye ku rastiya xwe ya Kurdistanî biparêze. Rexmê hemû cûre polîtîkPKK-Kurdistan-Workers-Party-Patrol-Makhmour-Iraq-Guerrilla_Fighters_of_Kurdistan_Joey_L_Photographer_014ayên taybet yên dewleta Îranê jî kariye ku hestên xwe yên welatparêziyê di nav civakê de zindî bihêle. Wek li tevahiya Kurdistanê, li Rojhelatê Kurdistanê jî gelek gelên xwedî bawerî û çandên cûda dijîn. Li ser vê axê gelên Kurd, Azerî, Fars, Lorî, Ermenî û Suryanî bi hev re dijîn. Salên dûr û dirêj baweriyên ciyawaz li ser vê axê jiyana xwe bihorandine. Îro felsefe û baweriyên wek Yarsanîtî, Zerdeştî, rexmê hemû zextên îxtîdara Îslamê jî wek beşekê karîne hebûna xwe di nav civaka Kurd de biparêzin. Rojhelatê Kurdistanê ku ji hêla ziman û çand de pirr dewlemend e, wek mozaîkek zimanan dimîne. Kurdên li wir dijîn, bi zimanên Kurmancî, Soranî, Hewramî û Kelhûrî diaxivin. Ev hemû dewlemendî dide nîşandayîn ka ji hêla civakîbûnê de Kurdayetî çiqas kewnar û dewlemend e, di nav xwe de çiqas cûdatiyan hildigire. Li Kurdistanê yek ji cihên ku herê zêde cûdatiyên civakî li gel hev dijîn, Rojhelatê Kurdistanê ye.

Armanc tune hesibandina jin e

Jinên Rojhelatê Kurdistanê jî perçeyek herê dewlemend a vê çand û rengên cihê ye. Dibe ku ji pirr kesan re ev peyv gelek ecêp bê, ji ber ku dema Rojhelatê Kurdistanê tê gotin a ku ewil tê bîra herkesekê dewleta Îranê ye. Rast e, ligor pêkhateya modernîteyê netewe-dewletê Rojhelatê Kurdistanê dikeve nav sînorên dewleta Îran ê. Dewleta Îranê jî îro hema bêje li gelemperiya cîhanê bi zext, qedexe, dardekirin, bitaybetî bi tûnd û tujiya li dijî jinê û qedexeyên heyî tê nasîn. Dema ku em rastiya heyî binêrin, ji xwe dewlet wek pêkhateyekê her tim li dijî jin û civakê ye. Lêbelê hin avahiyên dewletê ev dijbertiya xwe gihandiye asteke bilindtir. Di pergala dewletê a ku ligor baweriya Şîa hatiye dizayn kirin, qanûnên şerîatê derbas dibe. Ligor van qanûnên şerîatê jiyana jinan tê diyar kirin. Jin li Îranê wek mirova duyemîn tê dîtin. Ayetûllahên Îranê di fetwayên didin de jinan wek gunehkar didin destnîşan kirin, her wiha didin diyar kirin ku jin tucaran wê bi zilaman re wekhev nebin, her carekê jî dibêjin ku jin mirovek kêm e û van gotinan empozeyê civakê dikin. A rast ev gotinên îdeolojîk in ku li dora jinê tên honandin. Rejima molayan a Îranê bi awayeke pirr zanebûn dixwaze civakek ku ew dixwaze ava bike. Ji bo wê jî baş dizane ku rêya vê yekê jî bi çewisandina jinê re pêkan e. Dema ku em gelemperiya civaka Îranê dinêrin em pirr baş dibînin ku çandeke zilam a zêde hatiye mezin kirin, hûndirê wê vala, jinê tune dihesibîne, feodal û cînsiyetparêz derdikeve pêşberê me. Li hemberê qerekterê zilam yê ku pergal dixwaze ava bike, qerekterê jinê jî bi awayekê ku bal û baskê wê şikestî ye, ji her tiştekê re dibêje erê û stûyê xwe xwar dike, li hemberî tiştên ku dijî nakeve nav lêpirsînê tê avakirin. Bê guman li hemberê vê yekê jî civaka Kurd û jin bi awayekê ji vê rewşê bandor bûye.

Li rexmê van qedexe û zextan, berovajî kirinan, dema ku em li Îran û Kurdistanê dinêrin em rastiya civak û jinan a ku serî natewîne û rewşa heyî napejirîne dibînin. Ji dîrokê heya roja me a îro gelek tevgerên dijberê pergala heyî derketine, têkoşîn dane meşandin û dest ji têkoşîna xwe bernedane. Kurd jî li welatê xwe li dijî pergalê gelek tevger avakirine, têkoşînên dijwar dane meşandin. Gelek raperînên li wir bûn mijara stranên berxwedanê, çîrok û helbestan. Gelê Kurd û jinên Kurd hestên xwe yên welatparêziyê, êşên xwe, îdîayên xwe yên azadiyê bi rêya wêje, helbest û stranan tînin ziman. Dîroka Rojhelatê Kurdistanê di vê mijarê de pirr dewlemend e. Mînak di baweriya Yarsanî de helbest û muzîk yek ji awayên bilêv kirina raman e. Felsefeya ku wek felsefeya Ehl-î Heq jî tê zanîn, tê wateya “mirov an jî gelê rastîn,” wek peyv jî Yarsan tê wateya rêheval an jî yar. Felsefeyek wê a azadîxwaz û wekhev heye. Ji jin re girîngiyek mezin û rûmet tê raber kirin. Di roja me a îro de jî di nav Yarsaniyan de cihê jinê pirr girîng e û xwedî civakîbûneke cûda ye. Di nav baweriya Yarsanî û Elewîtiyê ku pirr nêzî hev û aliyên wan yên hevbeş hene, gelek jinên helbestvan, wêjevan û pêşeng derketine. Mînak di sedsala 13-14.an de jina bi navê Xatûn Dayrakî Razbar a helbestvan jiyaye. Her wiha di sedsala 11.an de helbestvana bi navê Lîza Xanim mînaka herê ber bi çav e.

Golnar dengê serhêldêriya jina Kurd e

_95381946_2d39b8d4-8a74-4a4d-a2e6-70b1109e89aeLi Rojhelatê Kurdistanê parastina cewherî a çandî pirr bihêz e. Yên herê zêde ji vê yekê re pêşengtiyê dikin jî jin in. Mînak pirê kes ji me gelek caran strana “Golnar” guhdarî kiriye. Çîroka jina bi navê Golnar ku di stranê de derbas dibe, çîroka  sedsala 18.an a ku behsa ka çawan Xorasan ji aliyê Qaçaran we rastê êrîşê tê û çîroka gel a ku ji komkujiyê re derbas dibin, dike. A rast Golnar a di vê stranê de, temsîla êşa gelê xwe, hêrs, trajediya jiyaye û bîrîkirinên azadiyê temsîl dike. Ne girînge ka jinek bi vî rengî birastî jî jiyaye an na, ji ber ku Golnara di vê çîrokê de îfadeya herê rast a hemû jinên Kurd e. Ew serhêldêriya jina Kurd, kîna wê a li dijî dijmin û feryada wê tîne ziman.

Rêberê gelê Kurd Ebdullah Ocelan di nirxandineke xwe de behsa jinên Rojhelatê Kurdistanê dike û dibêje, ev jin ji axa ku Nînhursag li ser jiyaye tên û dide diyar kirin ku pêwîste ev çand her tim zîndî bê hîştin. Zagros wek warê xwedawendan tê zanîn. Nînhursag ji Zagrosê ye, xwedawenda mezin û bi hêz a Zagrosan e. Bûye bingeha gelek çandên xwedawendên li pey xwe. Ji destpêka dîrokê heya roja îro, li Kurdistanê gelek kesên ku mîrateya Nînhursagê hildane ser milên xwe jiyane. Dema ku em dîrokê lêdikolin em hîn baştir kesayeta bihêz a jina Kurd û pêşengên ku derxistine dibînin. Mixabin dîroka jina Kurd jî ji pirr aliyan de di nav pelên tarî yên dîrokê de maye. Ji ber vê jî dibe ku em di derbarê dîroka xwe de mînakên pirr bi sînor bidin. Em wek jinên ku îro pêşengtiyê ji zanistekê wek jineolojiyê ku di nav civakê de rê li ber pêşketinên mezin vedike, yek ji tişta herê girîng a ku em bikin ev e ku dîroka xwe baş lêkolîn bikin û rastiyên di tarîtiyê de mane derxînin holê ye. Çiqas em dîroka xwe bizanibin, ewçend jî emê nêzî ‘Xwebûn’ bûnê bibin.

Dîroka jinên Rojhelatê Kurdistanê perçeyek ji dîroka jinên tewahiya Kurdistanê ye. Dîrok jinên Rojhelatê Kurdistanê tije berxwedan e. Li hemberî gelek êrîşên dagirkeran, ji bo azadiya xwe û parastina welatê xwe qehremaniyên mezin raber kirine, têkoşîne û di nav gel de wek sembol hatine destnîşan kirin. Jina Kurd rexmê aliyên paşverû, pîvanên zilam ên serdest, xwe pêşxistiye û dema ku kesayeta xwe bihêz bike, xwedî vê hêzêye ku bikaribe kesayetên pêşeng derxîne holê. Hurem yek ji van jinên pêşeng e. Pêşenga tevgera Huremîzmê ye. Piştî ku evîndar û hevrêyê wê, hevserê wê Mazdek ji aliyê desthilatdariya Sasaniyan we tê qetil kirin, baweriya xwe a ji têkoşînê re ji dest nade û vê têkoşînê didomîne; ew jineke ku li dijî her cûre desthilatdariyê bûye parastvana jiyanek sosyalîst. Dema ku îro em di derbarê Huremiyan de lêkolîn dikin, çavkaniyên fermî zêde qala Huremê nakin. Hinek kes tenê wek hevjîna Mazdek qala wê dikin. A rast Hurem jî yek ji wan jinan e ku tê xwestin navê wê di nav rûpelên tarî yên dîrokê de bimîne, ji ber ku ji bo desthilatdaran pejirandina jinek wiha pirr zehmet e. Hurem dengê bihêz a jina Kurd e û şopa xwe li dîrokê xistiye.

Keçên Nînhursag bûne sembola gelek berxwedan û têkoşînan. Berxwedana Kela Dimdimê û keça Neqedeyî yek ji van mînakan in. Berxweana Kela Dimdimê a di sala 1608-1610.an de li dijî hişmendiya dewleta unîter a Sefeviyan pêşket, berxweanek bû ku di pêşengiya jinê de hat pêşxistin. Ji van jinan dayîka Emîr Xan Guher Xanim û yek ji hevjîna wî Zadîre Xanim bi pêşxistina taktîkên leşkerî, mekanîzmayên parastinê, karîn demdirêj li dijî dijmin xeteke berxwedanê avabikin. Ev jinên ku xwîn xistin nav dil û hinavên Sefeviyan, piştî ku keleha dimdimê dikeve, binketinê napejirînin û ji bo ku nekevin destê neyaran mirinek bi şeref hildibijêrin. Piştî ku dijmin dikeve kelehê şûn de, Guher Xanim cepxaneya mayî diteqîne, xwe û ewladên xwe feda dike û di nav dîroka berxwedanê a jin de cih digire.

Jinên ku mohra xwe li dîrokê dan

1-Keça Neqedeyî jî perçeyek ji vê dîroka berxwedanê ye. Wek jineke ciwan tu caran rola jineke klasîk a ku civakê jê re erê kiribû, nepejirand. Hîn di temenê xwe yê biçûk de bi feraset û jêhatîbûna xwe bala derdor kêşabû ser xwe, ji ber vê jî wê bi navê Keça Neqedeyî biha bibîranîn. Di pêvajoya Komara Kurd a Mahabatê de jiya ye, di nav hest û hesreta Kurd a heskirina welat û daxwaza wan ya azadiyê de mezin dibe û wek jineke Kurd di nav refên pêş yên têkoşîn û şer de cih digire, ji gelek jinên ciwan yên Kurd re pêşengtî kiriye û di nav yekîneyek ku ji jinên ciwan pêk dihat, beştarî nav şer dibe. Dema ku Komara Kurd a Mahabatê rastê îxanetê tê jî tu caran vê îxanetê napejirîne. Di nav gelek girtiyan de Keça Neqedeyî jî hebû; li dijî zilma zaliman û şêweyên şikenceyên wan berxwe dide, ji bo azadiyê bê ku bitirse şehadet hembêz kiriye.

Mestûre Erdelanî yekemîn jina dîroknas û helbestvan e, dîsan li dijî şahê Îranê li derdora Loristanê ji bo cenga azadiyê, wê Qedem Xêr piştî birayên xwe ji artêşê re pêşengtiyê bike. Keça Cefer Axa ji giregirên eşîra Şikakê Gulîzar Xanim, di navbera salên 1920 û 1930’an de, di nav şerê li dijî Şah Riza Pehlevî de cih digire; her wiha mirov dikare mînaka Mîna Qazî ku di sala 1946’an de ‘Yekitiya Afiretên Kurdistan’ê damezirand, bide. Ev jin, ew jin in ku bi kesayet û jiyana xwe, di xwe de xwebûn pêk anîne. Rexmê her cûre zext û têkbirinê, jinên Kurd tu caran dest ji ax, çadn û azadiya xwe bernedaye. Ev jin di heman demê de rexmê hemû zextên zîhniyeta desthilatar, ji aliyekê de jî têkoşîna jin bûnê dane meşandin. Li vir, li gel hestên welatparêziyê, li dijî paşverûtiyên civakê jî berxwedanek mijara gotinê ye. Jinên Rojhelatê Kurdistanê li hemberî hemû zextên paşverû, feodal jî di nav gelek serhildanên Kurd de cih girtine. Di roja me a îro de, bi taybetî li erdnîgariya çiyayî hîna jî di nav civaka Kurd de jin bi awayeke çalak beştarî nav jiyan û hilberînê dibe, xwedî taybetmendiyên serhêldêr û çalak e. Kevneşopî û şêweyê jiyana li Hewraman pirr dewlemend e, xwezayî ye, ji gelek taybetmendiyên modernîteyê bi dûr e. Cihên ku Kurdên Hewramî lê dijîn, piraniya xwe cihên asê û çiyayî ne. Vê rewşê jî bi xwe re xweparastineke xwezayî daye avakirin. Hin cih hene ku ne gengaze bi erebeyê mirov bikare biçê; derveyê hin tiştên biçûk piraniya pêdiwiyên xwe, xwe bi xwe çêdikin. Ev yek jî dide diyar kirin ku rexmê hemû êrîşên dijmin jî karîne bi awayeke komînar bijîn û şêweyek wiha a jiyanê birêxistin bikin.

Piştî îlan kirina Komara Îranê şûnde, li Îran û Kurdistanê ji hêla civakî de paşve çûnek hat jiyan kirin û ev rewş îro jî didome. A rast di dema Şah de jî ev paşverûtî her hebû. Qasî ku ji destê dewletê tê, dixwaze civakek ku bîatê lê bike, bê refleks û bê parastin avabike. Ji bo wê jî herê zêde êrîşê jinê dike. Jinên Kurd jî di hedefa van êrîşan de ne. Hin mafên ku ji jinên Fars re hatiye nasîn, ji jinên Kurd re nayê nasîn. Bê guman mafên ku dewlet destnîşan dike tenê ji bo nîşandanê ye, a pêdiviya jinan pê heye ne ev e. Lê, ji ber nasnameya Kurdayetî jin zêdetir tê çewisandin. Rexmê her tiştekê li Rojhelatê Kurdistanê têkoşîna azadiyê a jinê ji dîrokê heya roja me ya îro berdewam dike. Keçên Neqedeyî yên vê têkoşînê jî hene. Şîrîn Elemhuyî ku di sala 2010´an de ji aliyê rejîma Îranê we hat dardekirin û Zîlan Pepule ku di sala 2006´an de di encama komploya leşkerên artêşa Îranê de hat şehît xistin, sembola vê têkoşînê ne. Îro jî wek di dîrokê de jî hatiye jîn, bi hezaran keçên ciwan yên Rojhelatê Kurdistanê bera xwe didin nav refên azadiyê û têkoşîna xwebûnê didin meşandin. Her yek ji van jinan jî xwedî çîrokek bi êş in; em li kudera dinyayê bin bila bibin, êş û kederên me jinan yek in. Me hewl da li ser van axan ku Nînhursag bi sedhezarê salan li ser jiya bû, bimeşin. Em hatin kuştin, rastê şikencê hatin, li bazaran hatin firotin, ji nedîtî hatin, nasname û çanda me hat qedexe kirin, lêbelê rexmê ku hin caran bi binketinê jî encam bibe, me tu caran dest ji berxwedana xwe û xwebûn bûnê berneda. Kevneşopiya berxwedana jinê li Kurdistanê ji dîrokê heya roja îro her tim berdevam kiriye, ev yek jî dide diyar kirin ku xwedawendên Zagros an her tim li ser van axa jiyane, bi hêz bûne û wê ji vir şûnde jî wisan bin.