Zîlan: Bû xeta têkoşîn û berxwedana jina Kurd

- Berjin TEKOŞER
125 views
“Îdiaya min a jiyanê pir mezin e. Ez dixwazim bibim xwediyê jiyanek bi wate û xwedî çalakiyek mezin. Ji ber ku ji jiyan û mirovan pir hez dikim, vê çalakiyê pêk tînim. Ez dixwazim bibim sembola jinên Kurd.” Belê Zeyneb Kinacî wê bi van gotinan gava ber bi dîrokê biavêta û mohra xwe li pêvajoyeke dîrokî bidaya. Ew ê ne tenê bûba sembola jinên Kurd, wê xeta têkoşîneke demdirêj pêşî jinan bikira. Roja 30 Hezîrana 1996’an bû ku li navenda bajarê Dêrsimê dengê kenê jinekê ew ê li esimanê welatê min olan bidaya. Ew ê dengê kenê wê bi rengê şîn hêvî binexşanda li ser lêvên her jineke vî welatî… Mane ji bo wê bû ku Rêber Apo ew ê bigota; “Zîlan bi çalakiya xwe ez derbas kirim. Ez ê ji vir û şûnde mîlîtan û şopdarê Zîlanê bim.”

Jiyanek di nav herikîna têkoşînê de

Zeyneb Kinacî ji gundê Elmalî ê ser bi navenda Meletiyê ye. Ew di sala 1972’an de li Meletiyê di nava malbatek çîna navîn de tê dinyayê. Malbata wê li derdor wek malbata ji eşîra Mamurekî tê nasîn. Zeynep Kinacî ya ku li Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Beşa Rehberî û Şêwirmendiya Psîkolojîk qedand, beriya ku tevlî nava refên PKK’ê bibe, li Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê di beşa teknîka rontgenê de dixebitî. Zeyneb di salên ku li dibistana amadehiyê de dixwîne fikra çepgir nas dike û eleqeya wê ya ji bo Kurdayetiyê pêş dikeve. Zîlan wiha behsa bîranînên xwe yên wan salan dike: “Di wan salan de lêgerîna min a jiyanê dest pê kir, lê belê min xwe nêzî ti xetekê nedidît. Di salên min ên zanîngehê de di nava ramanên çepgir de zelalbûnek û bi taybetî jî sempatiya min a ji bo PKK’ê pêş ket. Derdora hevalên welatparêz birêxistinkirî nebû. Jixwe pêşengî tine bû. Dîsa sedemên wekî pirsgirêkên aborî yên malbata min nedihişt ku ez di vê mijarê de demek dirêj zelal bibim. Bi demê re heya rêjeyekê zelalbûn û di encama kamilbûnê de ez tevlî nava refê têkoşînê bûm.”  Zeyneb di sala 1994’an li bajarê Edenê dest bi xebatên eniyê dike. Heya salekê vê xebata xwe didomîne. Lê ew vê xebatê ji bo xwe têr nabîne û di sala 1995’an de li Dêrsimê beşdarî nav refên artêşa azadiyê dibe. Zeyneb Kinacî pêvajoya tevlîbûn û guherîna xwe ya kesayetê bi vî rengî pênase dike: “Di pêvajoya ku ez di nava refên artêşê de bûm, min li gorî berê di naskirina kesayeta xwe di hemû aliyan de pêşketinek bi dest xist. Ez dikarim bibêjim ku ez di mijarên wekî îdia, biryardarî, moral û zelalbûnê de xurttir dibim.” Sedema ku navê Zîlan hildibijêre ew e ku wateya vî navî baş dizanî; ev nav dizivirî sala 1930’an ku komkujiya Zîlanê ji aliyê dewleta Tirkiyê pêk dihat. Di komkujiya Zîlan de 17 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ji ber wê, Zîlan dema beşdarî nav refan dibe ji bo jiyana azad têkoşînek bê hempa nîşan dide.

Hêviyên rizgariya netewî

“Têkoşîna me ya ku di pêşengiya PKK’ê de pêşketiye, bûye hêviya yekane ya gelên bindest ên li ser rêya sosyalîzmê ku di dîrokê de cara yekem gelên ku di pêvajoya tinebûna netewî de anî ber rêya rizgariyê û gihand cihê ku heq dike.” Ev gotinên jina têkoşer û pêşenga têkoşîna jinên Kurd Zeyneb Kinacî ye ku di berdewamî de dibêje; “Eşkere ye vejîna gelê ku ewqas nirxên netewî, mejî, ruh û nasnameya xwe winda kiriye, erkek giran e, berpirsiyarî, hişmendiya dîrokî û pêşbîniya bilind, cesaret û fedakariyeke mezin û îradeya herî bilind dixwaze.” Helbet dema ku mirov li dîroka gelên din dimêzîne mirov dibîne ku her civak û gelekê pêşengên xwe, ango rêberê xwe hebûye û di pêvajoyên şoreşan de rol lîstine, têkoşiyane. Ji bo wê, Zîlan jî di hin beşên nameya xwe de qala giringiya pêşeng û Rêber dike û wek helbestvanê Kurd Ehmedê Xanê axîna wê ji dil dikşîne: “Dema em li dîroka her gelî dinêrin, rêberên ku bi taybetî di pêvajoyên şoreşê de têdikoşin, ber bi serketin û rizgariyê ve dibin û mohra xwe li serdema ku tê de dijîn dan e, hene. Dîrok piştrast dike tu tevgereke neteweyî û çînayetî bê serok bi rastî bi ser neketiye. Rêber, nûbûn û geşedanên ku tê xwestin di asta herî jor de werin zindîkirin, temsîl dike, ango mirovekî nû ku bi ramana civakek nû temsîl dike, tevahiya jiyana xwe li gorî jiyana gel saz dike; çarenûsa xwe di çarenûsa gel de dibîne, êş, hest û daxwazên wî gelî bi kûrahî dijî û ji bo rizgariyê pratîk dike û di asta herî jor de erkan hildigire ser milên xwe.” Ji bo wê, ew ê Zeyneb Kinacî bibêje ku Rêbertiya PKK’ê li hemberî rastiya gel a ku rastiya wê ya jiyanî nîne, di her qadê de hatiye qedandin, di asteke ku bi ti gelên din re nayê muqayesekirin û ji netew, çand, civak û siyaset hatiye dûrxistin, divê pir cuda be. Kinacî wiha pêde diçe: “Di vê wateyê de Rêbertiya Partiyê di rewşekê de ye ku di gelek aliyan de bi jiyaneke orîjînal, nûtir û pêşketîtir bide jijîn û jiyana xwe di ber jiyana tevahî mirovahiyê de dide.”

Rastiya jinê û analîzên li ser kesayetê

Yek ji mijara ku pêşenga têkoşîna jin herî zêde li ser disekine jî rastiya Kurd û jina Kurd a hatiye înkarkirine. Ji ber wê qala têkoşîna cîhanî ya şoreşên cuda dike û dibêje; “Dema em li têkoşîna şoreşên cîhanê dinêrin, çi netewî, çi jî têkoşîna rizgariya çînî ya ji aliyê gelan ve tê dayîn, xwedî bingeh û kombûneke dîrokî, civakî, çînî û çandî bûne ku ev jî îmkana şoreşê diafirîne. Înkara netewî tune. Jixwe pirsgirêkên wan ên kesayet bi qasî yên me ne kûr in. Her wiha dîroka wan wekî ya me nehatiye berovajîkirin. Dîsa zayenda jinê ewqas nehatiye îstîsmarkirin. A herî giring ew gel li hemberî rewşa xwe ya heyî xwedî bertek in. Azadî, wekhevî heye.  Lê di şoreşa Kurdistanê de ev hemû mijarên navborî tunebûn.” Zeyneb Kinacî bi navê Rêxistinî Zîlan di nameya xwe ya ji bo Rêber Apo de bi taybet li ser hewldanên Rêbertiya partiyê ya di mijara analîza kesayet û civaka Kurd, nexasim jî jinê disekine û di beşek din a nameya xwe de wiha dinivîse: “Rêbertiya Partiyê ji rastiyek pir lewaz dikeve rê û mijaran digire dest. Nêzîkatiya wî ya li ser pirsgirêka ol, kesayet, jin û malbatê pir resen û zanistî ye.” Zîlan di nirxandinek xwe de behsa şoreşên din û nêzîkatiya ji jinan re dike: Nexasim li ser Şoreşa Rus dide diyarkirin ku nêzîkatiya Rêberê Şoreşa Rus, Lenîn di mijara pirsgirêka jinê û çareserkirina wê de pir seresere ye û rexneyan lê digire. Her wiha dibêje artêşa jinan, Konferansa Jinan û Kongreya Jinan di dîroka şoreşa cîhanê de yekem car li Kurdistanê hatiye lidarxistin.

‘Şêweyê Rêbertiyê şêweyek çêker û afirîner e’

Zeyneb Kinacî di nirxandina xwe ya li ser Partî û Rêbertiya wê de taybet li ser giringiya şêweyê bikaranîna Rêbertiya Tevgerê disekine: “Şêwazê jiyana Rêbertiya Tevgerê bi fedakarî, wêrekî, kûrbûn, hişyarî, pêşbînî, hêza şîrovekirin, ezmûn û zanîna wî bi tu Rêberên din re nayê qiyaskirin. A herî giring jî di mijara destgirtina bûyeran ne dogmatîk e. Rêbertiya Tevgerê rastiya Kurdistan û cîhanê baş analîz kiriye û encam jê derxistiye. Birastî jî rastiya Sosyalîzmê pir baş analîz kiriye û li gor rastiya civak û gelê xwe pêk aniye.” Belê! Rastiya Zeyneb Kinacî, ango Zîlan rastiyeke wiha kûr e. Xwedî têgehiştin û analîzek ewçend kûr e ku mijaran ji her alî digire dest, dinirxîne û wisa pê bawer dike. Dema ku biryara çalakiya xwe ya mezin dide jî bi vê zanebûna kûr a civakî, siyasî û hwd. dikeve rê û pêk tîne. Her wiha rexnegir û şîrovegerek dîrokê ya baş bû. Zeyeb Kinacî bi navê rêxistinî Zîlan di nameya xwe ya ji bo Rêbertiya Partiyê îşa bi îdiaya xwe ya mezin a ji bo jiyanê dike û dibêje ew dixwaze bibe xwedî jiyan û çalakiyek mezin. Ew her wiha li ser keda Rêber Apo ya ji bo pêşxistina jinê disekine û wiha pêde diçe: “Ger em li hemberî ked û hevaltiya we ya bêdawî canê xwe jî bidin, têrê nake. Xwezî ji bilî canê me tiştek hebaya me daba. We bi jiyana xwe gelek ji nû ve avakir. Em di encama vê keda we de hene.” Zîlan di beşek ji nameya xwe ya ji bo şervanên Tevgera Jinên Kurdistanê de li ser giringiya xebat û têkoşîna ji bo azadiya jinê disekine û dibêje; “Têkoşîna me ya rizgariya neteweyî ya di pêşengiya Rêber APO û PKK’ê de li dijî paşverûtiya li Kurdistanê ye û hewl dide pirsgirêkan bi awayekî radîkal çareser bike. Ji civaka koledar heta nîzama civakî ya feodal, nîzama civakî ya kapîtalîst û emperyalîst derbas bû û îstîsmara zayenda jinê di her civaka çînî de bi guherina şeklê xwe û bi awayekî naziktir berdewam kir. Teoriya zanistî ya sosyalîst ku mirovahiyê di her warî de azad dike, nakokiyên di navbera çînan de ji holê radike û rê li ber afirandina derfetên jiyana wekhev û azad vedike, destnîşan dike ku divê ji jinan re îmkanên jiyana mirovane bên peydakirin. Her çendî ku sosyalîzma pêkhatî hewl da jin bi vî rengî teşe bide, lê ji ber dûrketina ji prensîbên zanistî yên sosyalîzmê, ji ber azadiya jinê ne li ser bingehek sereke hat destgirtin û bi pirsgirêkên giştî re di nava hevde hat nirxandin, hewldanên azadiya jinê jî bi sînor dimîne. ”

Têkoşîna azadiyê rê li xwenasîna jina Kurd vekir

Zîlan bi hizrandineke kûr li ser mijara azadiya jinê disekine û tehlîl dike: “Dema em li taybetmendiya Kurdistanê dinêrin, windakirina jinan, îstîsmara zayendî û îstîsmara wan a bi her awayî bûye sedem pirsgirêka jinên Kurdistanê kûrtir were jiyîn. Jixwe beriya Têkoşîna Rizgariya Netewî li Kurdistanê mirov nedikarî behsa hebûna jinê û vîna wê bike.” Zîlan bi gotina rêya azadbûnê di şerkirinê de derbaz dibe dixwaze balê bikşîne ser giringiya rêxistiniya jinê û didomîne: “Ji bo mirov baş şer bike, lazime mirov xwe baş birêxistin bike. Dema ku me rêxistinbûnek bi hêz derxist holê wê demê em dikarin qala vînek bi hêz jî bikin. Pêwiste em bi taybetmendiyên xwe yên erênî yên weke welatparêzî, dilsozî, îrade û wêrekî ku taybet bi jinên Kurd de ji bo şoreşê bi kar bînin. Ji xwe ji bo azadiyê bi dehan jinên Kurd ked dan, pêşketin çêkirin û di vê oxirê de can dan. Van hevalan moralek mezin daye şervanên azadiya jinê, nexasim jî moral û wêrekiyek mezin daye me jî.” Çalakiya Zîlan a ku nîşan da bi têkoşîn û çalakiya xwe çiqasî ji jiyanê hez dike, di dîroka Tevgera Azadiya Kurdistanê de çalakiya yekemîn a fedaî bû ku pêk dihat. Zîlanê di 30 Hezîrana 1996’an de li dijî artêşa Tirk, li Dersimê çalakiya fedayî kir û vê çalakiya wê rê li tirseke mezin ya di nava dijmin de vekir. Çalakiya fedayî ya Zîlan bersivdaneke li dijî reşkujiya li Şamê ku li dijî Rêber Ocelan pêk hat, bû. Bi vê çalakiyê komploya di meriyetê de bû û hewldanên dewleta Tirk vala derdixîne û dibe yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurd.