Tora tevgerên ku “li ser koka xwe şîn dibin”

- Necîbe QEREDAXî
251 views
Gelek civakên herêmî û tevgerên civakî hene ku rêya sêyemîn dişopînin. Lê gelo ew çiqas ji rewşa hevûdu haydar in, çiqas ji kokên xwe yên çandî û dîrokî û ya yên din haydar in? Rêya sêyemîn bi xwe demokrasiya radîkal, bingehîn û beşdariyê ye.

Ango, civak û jin divê hemî qadên xwe yên parastin, xwetêrkirin û xwerêvebirinê li ser bingehê beşdariyê di avakirina pergala xwe ya demokratik de, bi awayekî xwecihî, di modeleke ji jêr ber bi jor ve xwe rêxistin bikin. Di heman demê de hewceye hevpeymanên herêmî-gerdûnî bi rêya torên cuda berfireh bibin. Bê guman pêdiviya vê bi xebata hevbeş a birêxistinkirinê heye, her wiha pêdivî bi rêzgirtin û qebûlkirina cudahiyan heye. Ev ne tenê veqetandinek radîkal a ji krîza pergalê ye, lê di heman demê de pêvajoyek tayînkirina çarenûsê ye ku li ser bingehê hişmendiya dîrokî û avakirina niha û pêşerojê dimeş e.
Di civîn û komxebatên tevgerên civakî, ekolojiyê û şoreşger de lêgera li rêbazên hevpar ên perwerdehiyê jî heye. Li kêleka rêbazên pedegojiya civakên xwecihî, rêbazên perwerdehiyê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê weke yek ji rêbazên herî zindî tê ditîn. Ev rêbaz a analîza kesayetî, civak û dîrokê ye. Ji ber ku di vî rêbazî de hem hêza kes û hem ya civakê bi rengek hevseng û kolektîv derkeve meydanê û asoyê pêşxistina formeke cuda ya xwerêvebirinê derdixe holê. Di vê forma xwebirêvebirinê de giringe ku bi rêya komîn û koperatîvan fikir û karên kolektîv werin pêşxistin. Aliyeke din ê van karan ew e, bi diyalektîkeke hevbadayî ya têgîn, teorî û îdeolojiya civakî yanî diyalektîkeke ku teorî û piratîkê hevdû bihêz bike bimeşe. Ku nakokiyek jî hebe wê li ser bingehê watedayînê bibe sedema pêşxitina vê pêvajoya avakirina xwerêvebirinê. Ev pêvajo zemînê jiyaneke li ser bingehê etîk-estetîk vedike ku harmoniya fikir, gotin û çalakiya ji nû ve rêxistin bike dûrî her sefseteyeke ‘rewşenbîran e’.

Ev tevger pêşî divê hevûdu nas bikin

Derdê van pêkhateyan û van jinan di nava tevgerên alternatîv û xweser de ne ew e ku ji hêla hukûmet û dewletan ve werin nasîn. Ji ber ku ew dibêjn “ li şûna ku em ji dewletan bixwazin me nas bikin û qebûl bikin, ji destpêkê de divê em hev nas bikin, hev qebûl bikin, di navbera xwe de li xalên hevpar bigerin.’’ Ev tevger rewabûna xwe di nava civakê de dibînin û dibêjin “Eger her teorî û piratîka tevgerekê an jî komeke siyasî an jî tevgereke jinan bersiva pêdiviyên civakê bide, wê demê rewabûna xwe bi dest dixe”. Ji ber civak li hemberî hişê mêrsalarî û desthilatdariyê pêdivî pê heye ku tim di nava têkoşîn û bilindkirina asta zanabûna xwe de be. Di civîna meclisa Jinan a Tora Navneteweyî ya Alternatîvan de, helwesta li ser van mijar û krîzan pir zelal bû. Jin di ferqa wê de ne ku jin û zarok zirarên herî mezin ji van krîzan dibînin. Yên ku beşdarî van toran dibin, wêdetirî sînorên dewleta netew, pirsên radîkal dipirsin, hewildana wan ji bo hevparbûnê ye. Ew bi xûrtî lêpirsîn diken ku“ Kî dibêje çem, derya û okyanûs yê dewlet netewan in? Kî van biyaran dide?”. Bêguman, ev tor û sazî û pêkhate armanca wan ne hilweşandina dewletan e, lê dewlet jî ne ew avahiye ku xwe têde bibînin. Dibe ku têkeliyeke sist bi dewlet re hebe, lê ev pêkhate bi naskirina xwe û hevdû, xwe û yên din jî rewa dibînin û civaka xwe ya demokratîk di asta xwecihî û cîhanê de pêş dixin.

Hevdîtin hêviyê geş dikin

Ev hevdîtina bi tevgerên alternatîv û gelên xwecihî re hêviyeke geş çêdike û hêviya gelê Kûrdistanê jî xûrttir dike. Di vê Modelê de ku li ser bingeha “Her giya li ser koka xwe şîn dibe” ye, armanc ne tenê têkoşîn û berxwedana li hemberî dagirkeriyê ye, lê di heman deme de rast analîzkirina pêvajoyên ku bi rêya dagirkerina ax, hebûn û kesayeta me teşe girtiye, em ji xwe, ji çand, ziman û kokên xwe dûr xistine, divê bi kûrahî were naskirin. Heya koka pirsgirêkan neyê naskirin, em nikarin çareseriya rast peyda bikin. Rêbazên analîz û dîtina çareseriyan ne bi rengê homojenkirinê, lê bi avakirina têkoşînên hevpar û çareseriya hevpar mumkun e. Dibe ku di têgînan de cudahî hebe lê gewher û naverok nêzî hev in. Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de dema em qala gihiştina xwebûnê dikin, em dibînin ku heman têgîn li Afrîkayê Ubuntû ye, li Hindistanê Suraj e ku bi awayekî nû li ser kokên wê yên dîrokî û çandî ji nû ve şîn dibin, pêş dikevin û li hemberî hemû formên koletiya nûjen derdikevin. Ev têkoşînên hûndurîn di qadên civakî de bi rengeke şênber di beşdarbûna jinan, ezmûnên jinan li herêmên xwe, astengiyên wan, rola wan di mekanîzmayên biryardanê de û destketiyên wan radixe ber çavan.

Jinên Afrîka, Nîjerya û Kenyayê mijarên balkêş parve kirin

Di guftûgoyeke me ya glover de li ser van mijaran nêrînên hin jinên ji herêmên cuda yên Afrîka balkêş bûn. Mînak Eliana NzualoJi kordînasyona torên jinan a Afrika (womin) kû jinên ji 14 welatên Afrîka di bin banê xwe de rêxistin dike û ew bi xwe ji Mozanbîkê ye, dibêjê: “ Di civaka me de biryarên tên dayîn em nayên tevlîkirin, lê hemû biyar jî raste rast bandora wan li ser me heye. Jin bi axê re elaqedar dibin, bi avê re, bi malbetê re, bi xwarin, sewal û hertiştî re eleqeder dibin. Ji bo wê jî giringe ciheke me hebe ku em tê de li ser tiştên ji bo me giring baxivin, ji bo em bikarin rastiyên cuda û civakeke cuda xeyal bikin.’’ Beti ya ji Nîjeriya jî dibêjê “ Piranî dengên bihêz ji jinan tên. Jin berxwedêr in û girêdayî ne bi armancên xwe ve. Piranî em pişta xwe didin jinan, ji ber ku sadiq in, cihê baweriyê ne. Ji bo wê jî divê em rola jinan di civakê zêdetir bilind bikin. Eger tu dixwazî armac her berdewam be divê tu baweriya xwe bi jinan bînî. Hinek kes axê didin şirketên ma’denan ku hemû mêr in. Ya ku li herêma Makuku ya Nîjeriya pêk tê ew e; hin serok eşîr bi dewletê re li hev kirine ku erdên xwe bidin dewletê û hevpariyê bikin bêy ku civak razî be. Ji bo wê divê jin dengê xwe bilind bikin.’’
Mînakek din jî Alice Lîsabin a ji civaka Randele ya li Kenya anî ziman: “ Di civaka me de piranî biyar ji aliyê meran ve tên dayîn. Jin têdikoşin ku werin guhdarkirin. Ne hêsan bû ku ez bigihim roja îro. Elbet bi têkoşînê bû, ji ber diviyabû em kevneşopiyên kevneperest derbas bikin. Biyar li derveyî me dihatin dayîn. Lê ji sala 2002’an ve me weke jin biyar da ku toreke biçûk ava bikin. Em hatin cem hev û me nîqaş kir li ser mafên xwe û li ser pêdiviya bilindkirina zanabûna jinan. Piraniya mêran naxwazin jin kom bibin. Dema dibînin em kom dibin dibêjn ‘ hûn hîna zarok in, nikarin biyaran bidin ku ji civakê re bi feyde be.’ Me jinan xwe rêxistin kir û me ji çanda paşketî re got NA. Niha di nava me de jin hene ku dixwazin di asta pêşengî û biyardayînê de rol bigirin”.

Ji Senegal, Kolombiya û Kongoyê jinan pirsgirêkên xwe nîqaş kirin

Welateke din ku jin bi rengeke balkêş xwedî hêza têkoşînê ye Senegal e. Fatu Samba li ser heman mijarê axivî û got: “Em divê hewil bidin ku em bi xwe jî beşek bin ji hêza xwebirêvebirinê di şaredariyan de. Min bi xwe heşt salan di meclîsa xwecihî de kar kiriye. Du caran min xizmet kiriye. Heta di taxan de xebitîm. Em niha dibînin ku jin pêşeng in di taxên xwe de. Berê me ev tişt tinebûn. Niha asta jinan bilind bûye.”
Îzabe ya ji Kolombia bal kişand ser rewşa jinan li welatê xwe  û got: “ Li cem me hevsengî hebû di nava malbat û xwezayê de û me jê re digot Latalata. Niha ev hevsengî xira bûye ji ber dagirkeriyê. Dema dayîka min qala ezmûna xwe dike dibêjê, hemû biyar ji aliyê mêran ve dihatin dayîn. Ev weke hînbûnekê bû. Vê êşek daye dapîr û dayîkên me. Vê bandor li ser têkeliyên jinan jî dikir. Jinan heta di rewşa dûcanî de hemû karên giran dikirin… Ez di vê baweriyê de me ku vegerandina hêza jinan di destê me de ye. Me di civaka Amadiba ya Afrîka Başûr de dît ku jin çawa hevgirtî ne, zêde nediaxivîn lê bi rêya dansê hêza jinan nîşan didan. Jin di parastina çandê de hêza herî giring in. Heta ji mêran jî giringtir in di vî alî de”.
Belkî nêrîna herî balkêş û hinek jî bi coş û kelacan ji aliyê Dorothi ya ji Kongoyê ve hat îfadekirin: “ Li welatê min demokrasiyek heye baş nayê fêmkirin ji aliyê jinan ve, ji ber ku ji aliyê desthilatdaran ve xirab tê bikaranîn. Me hewil da jin bikevin nava mekanîzmayên biyardanê, lê biryar ji bo jinên din nadin, dikevin nava nelirêtiyê( gendelî). Pişta xwe didin wate û nirxên rasteqîn yên parastina mafên jinan dikin. Dema dibe wezîr û perlemanter, guh nade jinan, guh dide dengên partiyên siyasî. Ew jê re diyar dikin ka çi bêje. Ev pirsgirekek mezin e… Em xwedî av, daristan, erd û jiyanek e pir rengîn in. Lê pirsgirêka me kevneşopiyên paşketî ne. Mînak di kevneşopa Suahilî de tê gotin ‘Jin nikarin erdê mîras bigirin’. Ev xefkeke ji bo jinan. Me jinên Kongo li hemberî vê serî hilda, me got ‘em çima nikarin xwedî erd bin, em hêza çandiniyê ne û em hêza hilberandinê ne. Dema jin xwedî tiştek e, hemû kes jê sûd digire. Me di sala 2012’an de dest bi reforma erdê kir di asta komarê de. Me lêpirsîn kir ku çima erd divê milkê dewletê be? Beşa me ya jinan li kû ye? Di perlemanê de ne alîgirin ku jin bibin xwedî erd… Heman tişt ji bo daristanan jî derbasdar e, em bi rêya peymana civakî daristanan bikar tînin. Ev têkoşîneke ku em îro didin û bi dawî nebûye”.

Jinên cîhanê jinên Kurd weke hêvî dîtin

Hemû jinên ku ji çar aliyên cihanê li hev kombûn, pêdivî û îradeya rêvebirina vê têkoşînê, hevparbûn û berdewamiya wê nîşan dan. Di van nîqaşan de dehan kesên din ku ji nêrîn û şert û mercên cuda tevlî bûn, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê weke hêvî dîtin. Bi taybetî di nîqaşên destpêkê de dema kirîza sîstemê hat nîqaşkirin, li ser pevçûnên di navbera Kongo û Uganda de ku li ser çemekî di navbera van herdu welatan de derbas dibe û bi salane civaka ji herdu alî jî karê Masîgiriyê li ser çem dike, lê ji bo ji aliyê şîrketên navnetewî ve were dagirkirin û projeyên mezin çêkin, şer di navbera wan de derxistin. Dorothi ya ji aliyê Kongo di civînê de wiha got: “ Bila jinên Kurd werin bi hawara me. Rê nîşanî me bidin ka em çawa vê pirsgirêkê çaser bikin”. Ev hawar ne tenê hawara dayikekê ye, lê qêrîna me hemûyan e ji bo derketina ji bin xirbeya krîza pergalê û dîtina rêya sêyemîn e ku avakirina civaka demokratîk e bi pêşengiya jinan. Ev pêşengî ji her demê zêdetir giringe li ser koka xwe şîn bibe, lê bi qasî wê li ser bingeha Sosyalîzma Demokratîk gav ber bi Enternasyonalîzma nû ve bavêjê.