“Sîstemê ji mêj ve şensê xwe yê sererastbûnê bi reforman ji dest daye. Ya pêdivî pê heye ‘şoreşeke jinê ye’ ya ku wê li tevahiya qadên civakî were meşandin. Çawa ku koletiya jinê koletiya herî kûr e, divê şoreşa jinê jî bibe şoreşa herî kûr a wekhevî û azadiyê. Şoreşa jinê divê hem di teorî û hem jî di çalakiyê de gavên bi kok biavêje. Beriya her tiştî li dijî îdeolojiya cinsiyetparêz şerekî dewamî û dijber hewce dike.
Şoreşa jinê ferz dike ku li dijî zêhniyeta tecawizkar a bîstûçar saetên rojê li ser kar e, di warê exlaqî û polîtîk de jî şer were xurtkirin. Ji bo şoreşa jinê, divê diyardeya zarokanînê ya bi armanca mêtinkarî û desthilatdariyê were mehkûmkirin û redkirin. Şoreşa jinê ferz dike ku îradeya zarokanînê bi temamî ji jina azadbûyî re were hiştin. Divê di îdeolojiya xanedantî û malbatê de şoreş pêk bê. Herçî ya herî girîng jî divê mirov ji felsefeya heyî ya jiyana bi jinê re, belkî jî ya ji vê rastir, ji vê bêfelsefetiyê bibihure. Divê mirov hêza jiyanê, bi jinê re ne di têgihiştina zarokanîn û amûra têrkirina xwestekên cinsî de, weke tayê herî xurt ê dostaniyê, hevaltiyê û civakbûnê di afirandina bedewî, sedaqet, aştî û esaletê de ji bo parvekirina bi awayekî azad û wekhev bibîne. Bêguman bi jinê re parvekirina jiyaneke azad û wekhev, hewce bi zanyartiya beramber bi heqîqeta civakî ya mutleq rast dimeşe, heye. Eşqa rastî bi tenê di tewazuna hêzê ya heqîqeta civakî de bi beramber hev, dikare pêk bê. Bi kesayetên bi koletî, destavêtin û desthilatdariyê bûne, eşq ti carî pêk nayê. Îflasên malbatan û ezmûnên serneketî yên dewamî û zêde pêk tên, vê rastiyê piştrast dikin. Heger jin jî herî kêm bi qasî mêr bibe xwediyê hêza civakî û zanyartiyê, hingê dibe ku evîn û xweşikî, bi awayekî azad û wekhev di nava aştiyê de û bê desthilatdarî çêbibin û bi parvekirinê pêk werin. Roja me ya îro ferz dike ku şoreşa jinê ya sedsala 21’ê li pêş were girtin. Slogana “Yan jiyan an jî barbartî” vê şoreşê ferz dike.’[1]
Destpêk
Her çiqas gelek alî didîtin ku sedsala 21. wê bibe sedsala jinê jî lê yê ku got şoreşên vê sedsalê wê bibin şoreşên jinan, bîrdoziya vê sedsalê wê bibe azadiya jinê û vê yekê şênber kir Rêber APO bû. Di salên 90î de diyar kir ku divê şoreşa Kurdistanê di karaktera şoreşa jinê de be û bi vê re hişt ku li ser esasên azadiya jinê xwe ji xitimîna bîrdoziya sosyalîst xilas bikin. Bi îlankirina bîrdoziya rizgariya jinê, avakirina partîbûna wê, bi artêşbûna jinê ya sî salê xwe pişt xwe hiştî re ketina me ya vê sedsalê di encama vê pêşbinî û amadekariyan de bû. Ev sî salên derbas bûyî weke şoreşa jinê teşe da şoreşa Kurdistanê. Em jî bûn tevgereke jin a ku ji şoreşa jin a cîhanê re di hêla teorîk, rêxistinî û çalakî de perspektîf dide.
Karakterê serdemê bi rabûna jinan êdî derfetên şoreşê heye
Çaresernekirina nakokiya herî kevin û bingehîn a ku bû sedema herênaya(dîlema) serdest-bindest; êdî ket rewşeke ku bi qirkirina li ser jin, xweza û civakê re hemû dinyayê ber bi karesatan ve dibe. Jinên ku di deh salên dawî de bi awayekî herî giran berdelên krîza sîstematîk didin, êdî li hemû dinyayê pêşengtiya mûxalefeta civakî dikin. Jin li her derê li hemberî dîktatoran, çeteyên paramîlîter, tecawizkaran, dewletan, mêtingeriya kapîtalîst û karesata ekolojîk derbasî çalakiyê bûn û pêla berxwedanê bilind kirin. Berxwedana jinê ya ku bi meşên bi milyonan jinan, bi grevên jinan, bi avakirina rêveberiyên xweser, bi rêxistinkirina hêzên xweparastinê re di şert û mercên herî giran de jî bi rê û rêbazên afirîner, bi dans, mûzîk û performansên wan re bilind bû, bû hêviya serdemê. Lê di vê serdema ku em bi qirkirina civak, jin û xwezayê re rû bi rû ne de, ji me re tişta ji hêviyê zêdetir pêwîst e.
Wek tevger ev demeke dirêje em li ser şoreşa jinê nîqaşan dimeşînin, îdiaya me ya pêşengtiyê heye û ji bo vê gavan davêjin. Ji bo azadiya jinê bi milyonan jin û bi hezaran rêxistin têdikoşin lê em wek tevger bi awayekî herî xurt îdîaya pêşengtiyê tînin ser ziman û divê li gorî bendewarî û berpirsiyariyên xwe gavan bavêjin. Hinek beşên ji tevgerên azadiya jinê bi heman berpirsiyartiyê femînîzma sedsala 21emîn û terzê çalakiya wê nîqaş dikin, ji bo vê yekê manîfestoyan amade dikin. Ev jî teyisîna pêwîstiya di asta kûrewî de fikirandin, nîqaşkirin, derbasî çalakî û sazî bûyînê ye. Ji ber em daxwazkarê pêşengtiya şoreşa jinê ne ku weke karakterê serdemê bi rabûna jinan êdî derfetên pêkanîna vê şoreşê heye, divê pêkhateyeke li gor vê û biryarên vê pêk bên. Ezmûnê me yên nêzî çil salî encamên ku li seranserê Kurdistanê şoreşa jinê bi gewde bibe derxistin holê. Tevî êrîş û zextên bênavber jî, di mijara azadiya jinê de asta me ya rêxistinbûn û sazîbûnê ya li Bakurê Kurdistan û Tirkiye bi qasî civaka Kurd civaka Tirkiye jî bandor kir. Pêşveçûnên şoreşgerî yên di asta şoreşa jinê de li Rojavayê Kurdistanê çêdibin bandoreke herêmî û kûrewî çêkir. Em li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê bûn hêviya jinan. Pêşveçûnên me li Kurdistanê derxist holê her çû pêşveçûnên şoreşgerî yên ku vediguherin nasnameyeke nû ya jinê ya Rojhilata Navîn da destpêkirin. Gengaz e ku ev bandorî di serî de belavî jinên Ereb, Fers û Tirkiye û hemû jin û gelên Rojhilata Navîn bibe. Berxwedana me ya xweparastinê, kûrahiya me ya di milîtaniya jinê de, asta me ya pêşxistina rêxistinbûyîna jina azad û polîtîkbûyîna me, derveyî pergalê mayîna me, dînamîka me ya pêşketinê ya xwe dispêre hêza me ya cewherî û kapasîteya me ya ku dikare vê pêşengtiyê bigre ser xwe êdî berçav bûne. Em êdî asteke azadiya jinê ya ku di asta kûrewî de deng vedide temsîl dikin. Ev rewş bala hêzên kapîtalîst û hegemon jî dikşîne.
Îdîaya me ya pêşengtî me dike hedefa êrîşên giran
Pergala mêrê serdest di ferqa krîza xwe de ye û dibîne ku alternatîfa vê yekê şoreşa jinê ye. Ji ber ku mekana şerê cîhanê yê sêyemîn û mekana şoreşa jinê eynî ye, partiya me ya ku pêşengtî dike û hêzên hegemonîk ên kûrewî di heman cihî de rastî hev hatin. Li hemû dinyayê bilindbûyîna rejîmên faşîzan ên ku rewşa herî bisazî û rafîne ya serdestiya mêr in yekser girêdayî vê yekê ye. Her tim dema ku asîka (Silûet) şoreşê xuya dike hêzên dijberî şoreşê ji bo ku şoreşê vala derxînin amade dibin. Pergala neolîberal xwe ji nû ve rêxistin dike û stratejiyên ku potansiyela şoreşa jinê ji holê rabike ava dike. Di çavkaniya êrîşên li dijî jinan de ev rastî heye. Lewma, aliyekî îdîaya me ya şoreşa jinê berpirsiyartî, derfet û pêdiviyên serdemê ne lê aliyê din jî xwe û destkeftiyên xwe parastin e.
Îdîaya me ya pêşengtî kirina ji şoreşa jinê re, tevgera me dike hedefa êrîşên giran. Pergala mêrê serdest a ku hemû tevgerên alternatîf tesfiye dike, asîmîle dike di ferqa vê potansîyela me de ye û bi vî awayî êrîş dike. Rêbazên şerê fizîkî, derûnî û taybet ên li dijî tevgera me bi awayekî bandortir ketiye meriyetê. Di van êrîşan de rêbazên hişk û rêbazên nerm bi hev re tên bikaranîn û ev êrîş li hemberî tevgera me ya giştî were kirin jî tevgera me ya jin bi taybetî tê hedefgirtin. Şehîdên qetlîamên Parîsê Heval Sara, Rojbîn û Ronahî û herî dawî Heval Evîn Goyî, li Başûr rêheval Bêrîvan Zîlan, Raperîn Amed û Zîlan Konya, li Bakûr di kesayetên heval Leyla Amed û Axîn Muş de êrîşên li ser tevahiya gerîlla, li Rojava di kesayetên heval Jiyan Tolhildan, Reyhan Amûdê û Şervîn Dirbesiyê de êrîşên li ser tevahî pêşeng û mîlîtanên jin, bi armanca tesfiyekirina pêşengtiya şoreşgerî, êrîşên qirker ên pergalê yên gelek bi plankirîne. Rêveberiyên tevgera me ya jin di xistina lîsteya terorê de û bi vî hawî taybet hedef nîşandan û şehîdkirina wan, di şer de li ser cenazeyên hevalên me heqaretên ku dikin, di helwestên li hember heval Şîrîn Elemhûlî û yên di bin gefa sêdareyê de, di kesayetên Taybet Înan, Nazê Naîf Qewal, Hevrîn Xelef û Yusra…. de, di awayên qetilkirina jinên ku di qada siyaseta demokratîk de pêşengtî dikin de, di girtina hevserokên jin û saziyên jinan de û di tevahî şêwazên êrîşan de, dîtina nîşaneyên vê gengaze.
Analîza sedsala 21. a ku dema şoreşa jinê ye
Di sîxurkirin, revandin û bêeslkirin(dejenerekirin) de bi taybetî hedef girtina jinê encama vê stratejiyê ye. Lîberalîzm li Ewrûpayê di tasfiyekirin û navpergalîkirina tevgerên jinan de encam girt û berê rêbazên xwe da Amerîkaya Latîn, Afrîka, Hîndîstan, Efxanîstan û gelek welatên Rojhilata Navîn. Dixwaze van rêbazan ji bo naveroka şoreşa jinê ya Rojava vala bike bişixûlîne û ev jî rûyê din a van êrîşan e. Rêya yekane ya em xwe li hemberî van êrîşan biparêzin ew e ku bi derketinên pêngavî re xwe li hedefa şoreşa jinê ve kîlît bikin, vebûnan çêbikin, destkeftiyên xwe biparêzin da ku derbeyên bandortir li pergalê bixin. Şoreşa jinê riya yekane ye ku em îdîaya xwe ya pêşengtiyê bînin cih, qirkirina jinê ya ku bi qasî qirkirina civak û xwezayê pêk tê bidin sekinandin û destkeftiyên xwe biparêzin.
Divê derfetên şoreşa jinê, îdîaya me ya di vê mijarê de, asta me ya partîbûnê û erkên me yên kadrotî li ser bingeha van pêşveçûnan bibe rojeveke bingehîn a nîqaşê. Di bergeha vê belgeyê de analîza sedsala 21. a ku dema şoreşa jinê ye, li Rojhilata Navîn derfetên şoreşê ku weke mekan wê qada şênberiya vê şoreşê be, nirxandina rewşa tevgerên dij pergalê, derbasbûna ji xitimandina îdeolojîk a heyî û pêwîstiya bi partiya pêşeng, weke zanista civakî Jineolojî ku wê şoreşa jinê xwe bispêre vê zanistê, pergala parastina cewherî û rola pergala konfederal a jinê, avakirina konfederalîzma jin a cîhanî û erkên me yên kadroyî yên ku şoreşa jinê li ser me ferz dike, pêşxistina nîqaşan tê armanc kirin.
Sedsala 21. zemanê şoreşa jinê
Raborî, niha û dahatû her timî hevdu ronî dikin û kesên xwedî hişmendiya dîrokê ne dikarin roja îro fêm bikin û sibêrojê pêş bibînin. Jin dikarin şekil bidin rewşa vê sedsalê û divê bidin jî. Ev di tespîta ‘Sedsala 21. sedsala jinê ye’ de digihîje wateyê. Serdemeke ku weke serdema zanyarî-zanist, serdema fînans kapîtal a ku kapîtalîzm kûrewî dibe û serdemeke ku weke serdema krîzên strukturel ya kapîtalîzmê tê pênasekirin çawa dibe sedsala jinê? Nîşaneya vê çi ne? Ji bo karibin vê pirsê bibersivînin divê bi qasî krîzên vê sedsalê, dîroka civakî ya di çavkaniya alternatîfan de jî bê ronîkirin. Rêbertî diyar dike ku girêdayî terzê çêbûna civakê di esas de sê formên civakî tê jiyîn û di îzahkirina civakê de sifatên din sînordar dimînin. Ev; civaka exlaqî û polîtîk, civaka dewletdar û civaka demokratîk a ku nakokiya van her du avahiyên civakî îfade dike ne. Ev formên civakî wekî rêk an jî rawestgehên ku gav bi gav jê derbas dibin bi pêş ve naçin. Wekî şaristaniya kapîtalîst û dewletdar û şaristaniya demokratîk mîna du çemên di rengên cuda de ku li kêleka hev diherikin, avên wan tevlî hev nabin bê navber diherikin. Ji bo em serdema tê de derbas dibin fêm bikin divê em têbigihîjin çemên şaristaniya demokratîk û şaristaniya dewletdar berê xwe didin kîjan rêkan, ji kîjan milan ve xwe xweyî dikin, di kîjan mekanan de diherikin, li kuderê bi ziwabûnê re rû bi rû dimînin û astengiyên li pêşiya herikîna wan çi ne.
Civakbûna exlaqî û polîtîk
Dema em li gorî pênaseyên ku xwe dispêrin sê formên civakî tevdigerin dibînin ku rewşa herî bisazî ya civakbûna exlaqî û polîtîk di serdema neolotîk ku em wek şoreşa jinê bi nav dikin de hatiye jiyîn. Pêvajoyeke şaristaniya jinê, serdema jinê ye ku xwezaya jinê li ser forma civakî serwext bûye. Civaka dewletdar jî bi rêka dij-şoreşa mêr li ser bingeha dizî û asîmîlekirina nirxên jinê şekîl digre. Dij şoreşek e ku siyasetê bi desthilatî û tundiyê re, parastinê bi milîtarîzmê re, xwezayê xistina bin kontrola xwe re, aboriyê bi talanê re tîne gel hev û nirxên etîk û estetîkê bi têkiliyên desthilatiyê re vediguherîne. Rageşiya van her du avahiyên civakî wekî şaristaniya demokratîk bi wate dibe. Kevneşopiya şaristaniya demokratîk wekî li hemberî serdestiya mêrê dewletdar, berxwedana şêwe û nirxên jiyanê ya ku li derdora jinê têşe digre pênasekirin di cih de ye. Girîngiya stratejîk a jinan a di nav têkoşîn û fikrên li dijî pergalê de û di nav hêzên şaristaniya demokratîk de xwe dispêre vê rastiyê. Bi gotineke din, azadiya jinê azadiya civakê diyar dike û ev jî xwe dispêre vê rastiya dîrokî.
Em dibêjin kapîtalîzm îro di nav krîzeke bingehîn de ye. Dema em vê pergalê wekî pergaleke 5000 hezar salî ya ku xwe dispêre serdestiya mêr didahûrînin, qirkirina jinê ya ku em di vê sedsalê de pê re rû bi rû tên jî baştir tê fêmkirin. Ger ev pergal serdestiyên mêr û koletiyên jinan bê navber ji nû ve ava neke, ne gengaz e ku ev pergal xwe bidomîne. Bi dij şoreşa mêr a ku dewlet û şaristaniyê ava kirî re şikestina yekem a zayendî ango pêvajoya kedxwarî û îstîsmara beden û keda jinê hatiye destpêkirin. Bi olên yek xwedayî re şikestina duyemîn a zayendî hatiye avakirin, tifaqa serdestiya mêr û dewletê hatiye pîrozkirin, bisazîkirin û koletiya jinê hîn bêhtir hatiye kûrkirin. Kapîtalîzm van her du şikestina zayendî kûr kir û pergala herî mezin a kedxwariyê ya li ser beden û keda jinê ava kir. Lewma, şaristaniya dewletdar û berdewamiya wê kapîtalîzm, ji bo her pêngaveke xwe ya nû li hemberî jinan pêleke êrîş û qirkirinê jî zêdetir kiriye. Çawa ku dema kapîtalîzm li Ewrûpa derket yek ji gavên wî yên destpêkê di bin navê nêçîra cadûyan de qetlîama jinan pêkanîn bû; berdelên herî giran a tengezariya ku di sedsala 21emîn de kûr dibe jî bi jinan tê dayîn û qirkirina jinan tê çêkirin.
[1] Parazname Li Rojhilata Navîn
Belgeya şoreşa jinê ya sedsala 21ê
