Korîdor û Nexşe yên Nû Kî wê siberoja Rojhilata Navîn diyar bike?

- Şervîn NUDEM
300 views
Di qonaxa niha ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de, hejmarek nexşe û senaryoyên li ser siberoja Rojhilata Navîn belav dibin. Hê jî di sedsala 20an de, hêzên mêhtînger Îngilîstan û Fransa beriya bidawîbûna Şerê Cîhanê yê Yekem bi Peymana Sykes-Picot (1916) dest bi dabeşkirina axên Împeratoriya Osmanî ya hilweşiyayî kiribûn. Zilamên sipî dest bi xêzkirina sînorên nû li seranserê Rojhilata Navîn kirin.

Bi Peymana Lozanê (1923) û Plana Dabeşkirina Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (1947) ve, hêzên serketî yên şerên cîhanê li Rojhilata Navîn sîstemeke netewe-dewlet afirandin da ku desthilatdariya xwe û berjewendiyên xwe li gorî qanûna “parve bike û hikum bike” misoger bikin. Ev nîzama mêhtînger bi talan, gurrkirina neteweperestî û olperestiyê, şer û qirkirinê pêk hat. Yên ku herî zêde bi êş, qirkirin û koçberiyê re rû bi rû hatin gelê Kurd û Filistînî bûn. Di encamê de herdu gel jî heta roja îro ji bo parastina hebûna xwe û ji bo jiyaneke bi rûmet û azadiyê li welatên xwe têdikoşin.

Koordînatên şerê cîhanê yê sêyemîn

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, hêzên hegemonîk ên Rojavayî, bi pêşengiya DYE, dest bi xêzkirina nexşe û stratejiyên ji bo “Nizama Cîhanê ya Nû” ya yekalî kirin. Gava yekem ber bi dagirkirina tevahiya çavkanî û bazarên Rojhilata Navîn di nav avahiya qezencê ya modernîteya kapîtalîst de Şerê Kendavê di sala 1991an de bû. Bi komploya navneteweyî ya 9ê Cotmeha 1998an û dîlgirtina Rêber Apo ve hêzên hegemon dixwestin nîşan bidin: Alternatîfek tune! Şerê li dijî Afganistanê di sala 2001an de û Şerê Iraqê di sala 2003an de, nexşerê ya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn eşkere kirin. George Bush bombebarankirina bajaran, îşkencekirina sivîlan û avakirina baregehên leşkerî yên Amerîkî li Afganistan û Iraqê wekî “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin” pêşkêş kir.  Wî îdia dikir ku bi rêya “kaosa avaker” ew ê “demokrasî û rêveberiyên baş, derfetên aborî û di encamê de zanebûna civakê” pêş bixe. Îslama siyasî bi rengên nerm û tundderew jî yek ji stûnên vê projeyê bû: ji El Qaîdeyê, Talîbanê, Birayên Misilman, Hamas û AKPê bigire heya Daîs û HTŞ. Armanca serekî ya vê projeyê rûxandina nirxên manewî, exlaqî, çanda berxwedanê û hevgirtina hezaran salan a gelên Rojhilata Navîn bû. Bi vê meqsad hêzên hegemon ên Rojavayî di sala 2011an de destwerdana “Bihara Ereban” kirin. Ji bilî Şoreşa Rojava ya ku stratejiya Xeta Sêyemîn li ser bingeha perspektîfên Rêber Apo esas girt û modela xweseriya demokratîk û konfederal a gelan avakiriye, piraniya tevgerên civakî yên demokratîk li Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn ji hêla hêzên derve ve hatin tepisandin an jî ji bo guhertina dîktatoran û gurrkirina şerên wekaletê hatin bikar anîn.  Em pir baş dizanin ku hikûmeta AKPê di şerê li Sûriyeyê û di avakirina çeteyên qaşo “muxalîf” de çi rol lîstiye. Carna zêdetir, carna kêmtir li gorî berjewendiyên hêzên hegemonîk, Tirkiyê fonên NATO, NY û YE ji bo bi rêveberina û bi çekkirina çeteyên wekî El-Nusra, DAIŞ, SNA û HTŞ dirazand da ku ew ê wan ji bo êrîşên qirkirinê li dijî Kurdan li Rojava, li dijî Elewiyan li herêma peravê, an li dijî Durzu li Suweydayê bi kar bînin. Ji Îdlibê heta Başûrê Kurdistanê, ji Lîbyayê heta Somaliyê hikumeta AKPê korîdorên kuştinê li Afrîka û Rojhilata Navîn ji wan artêşên kûjêr re vekir.

Dûbendiya ‘imperatoriya osmanî ya nû’ û ‘îsraîla mezin’

Bi nexşeyek di destê xwe de Erdogan di axaftina xwe ya li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de di 20ê Îlona 2022an de vîzyona xwe ji bo Sûriyeyê ragihand: Bi dagirkirina tevahiya bakurê Sûriyeyê ango bi hilweşandina Xweseriya Demokratîk li Rojava/Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve çûyîna ber bi Împeratoriya Osmanî ya Nû ve. Balkêş e ku Netanyahu tam salek û du roj şûnda, di 22ê Îlona 2023an de li civîna 78emîn a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de nexşeya xwe ya “Îsraîla Mezin” pêşkêş kir. Li gorî vî nexşeyê, Împeratoriya Mezin a Îsraîlê erdnîgariya ji çema Nîlê aliyê rojava heta çema Firatê aliyê rojhilat, û ji Erebistana Siûdî aliyê başûr heta Dîlok û Urfayê aliyê bakur nav xwe dihewîne. Dibe ku du sal berê, vê yekî wekî tiştekî ji derve aqil û rastiyê hatibe nirxandin. Lêbelê, dema ku em hin ji peymanên ku ji sala 2020an vir ve di bin seweriya Îsraîl û Amerîkayê de hatine pêşxistin ber çavan bigirin, em dibînin ku Îsraîl zû de kevirên pêkanîna vê projeya mêhtîngeriyê danî. Qonaxa yekem, Peymanên Birahîmî yên di Îlona 2020an de bi Îmaratên Ereb, Behreyn û Maxrib re hatin îmzekirin bûn. Ew bi awayekî durû behsa “pêşvebirina diyaloga nav olan û çandan ji bo pêşxistina çandeke aştiyê di navbera sê baweriyên Birahîmî û hemû mirovahiyê de” dikin. “Em piştgiriyê didin pêşketina zanist, huner, tenduristî û bazirganiyê da ku mirovahiyê îlham bigire, potansiyela mirovan derxin holê û neteweyan nêzî hev bikin. Em hewl didin ku radîkalîzm û pevçûnan bi dawî bikin da ku siberojeke xweştir ji bo hemû zarokan misoger bikin. Em li Rojhilata Navîn û li seranserê cîhanê vîzyoneke ji bo aşitî, ewlehî û dewlemendbûnê dişopînin.” Ev gotinên xweş û gulover in. Lê belê armanca esasî ya Peymanên Brahîmî yên dualî derbaskirina tecrîda dîplomatîk a Îsraîl li Rojhilata Navîn bû. Di rastiyê de, ev peyman ne aşitî û ewlehiyê lê menfaatên aborî, siyasî û leşkerî yên îmzekeran parastiye. Lewma jî ji aliyê dewletên Ereb ve li dijî qirkirina gelê Filistînî li Xezeyê ya ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve pêk tîne, tu helwesteke cîdî nehatiye nîşandan. Her wiha êrîşên dawî yên Îsreal li ser Îranê û desteserkirina axa Sûriyeyê jî têne tehemûlkirin.
Peymanên Birahîmî xizmeta guhertina koordînatên jeostratejîk ên bazirganî û siyaseta cîhanî li gorî berjewendiyên Îsraîl, DYA û YEyê li dijî belavbûna bandora Çîn, Rûsya, Îran û Tirkiyeyê dikin. Her wiha Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê wekî alternatîfa projeyên boriyên gazê yên Tirkiyeyê di sala 2020an de li ser Projeya Boriya EastMed a bi dirêjahiya nêzîkî 1,900 kîlometreyan dest bi hevkariyê kirin. Armanca gihandina çavkaniyên gazê yên li Îsraîl û Qibrisê bo Yewnanistan û Îtalyayê ew e ku girêdana Ewropayê bi gaza xwezayî ya ji Rûsyayê were derbaskirin. Avakirina Korîdora Aborî ya IMEC ji Hindistanê li ser Rojhilata Navîn ber bi Ewropayê ve ya ku di Lûtkeya G20 di sala 2023an de li Hindistanê hate ragihandin, dîsa avantajên mezin ên siyasî û aborî ji bo Îsrael dihewîne. Lê Tirkiye wê dîsa bêpar bimîne. Pê ve girêdayî Korîdora Dawud ya ku ji Îsraîl li ser Çiyayên Golanê û Suweydayê heta çema Firatê û Başûrê Kurdistanê dirêj bibe nexşeyeke nû ya jeostratejîk ji bo dabînkirina enerjiyê û rêyên bazirganiyê. Bi van projeyan ve hem hiqûqa navneteweyî û peymanên NY, hem jî Peymanên Sykes-Picot û Lozanê yên sedsala 20an hatine betal kirin.
Xelekeke bingehîn a dizayna nû ya ku hêzên hegemonîk ên Rojavayî ji bo Rojhilata Navîn bê bandor kirina Îran û Tirkiyeyê armanc dike. Ji ber vê yeke jî Îsraîl û DYA niha li ser imzekirina “Peymanên Îbrahîm” bi hikûmetên Azerbaycan û Colanî li Şamê re dixebitin da ku têkiliyên xwe yên îstîxbarat, parastin û enerjiyê xurt bikin. Ev paşxaneya şerê desthilatdariyê ye ku Tirkiye û Îsraîl ji hilweşîna rejîma Baasê ve li ser Sûriyeyê dimeşînin. Çawa nexşeyên sedsala 20an topografya wêran û qirkirinan temsîl dikin, nexşeyên hêzên raqîb ên modernîteya kapîtalîst di sedsala 21an de jî heman wêne xêz dikin. Şopa wan a xwînê ji êrîşên qirkirinê Kurdistanê heya Fîlîstinê, ji herêma peravê Deryaya Spî heta Suweydayê xuya dibe. Gef û hewldanên Hakan Fîdan bi armanca seferberkirina hikûmeta HTŞ û çeteyên din ji bo şerekî din li dijî herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê berdewamiya heman şopa xwînê armanc dikin.

Nexşerêya aştiyê li rojhilata navîn

Eşkere bûye ku modernîteya kapîtalîst, bi sê siwarên xwe yên mahşerê – netew-dewlet, kapîtalîzm û endustriyalîzmê – sedema şer û wêrankirina jiyanê ye. Proje û nexşeyên “nû” yên ku ji hêla stratejîvanên “sîstema cîhana nû” ve di bin navê “aştî, demokrasî û serfiraziyê” de têne pêşkêş kirin, li ser heman paradîgmaya dij-mirovî hatine xêz kirin. Li hember vê topografiya hovetiyê ya ku ber bi Şerê Amagendonê li Rojhilata Navîn ve diçe, Rêber Apo, bi manîfestoya xwe ya dîrokî ji bo aştî û civakek demokratîk, nexşerêya ji bo derketina ji kaosê danî: Alternatîfa rastekîn, çareseriya Neteweyên Demokratîk û Modernîteya Demokratîk li Rojhilata Navîn e. Ew xwe dispêhre xwerêveberina komunal a civakan û muzakerên ji bo entegrasyona demokratîk. Destpêka rûniştinên ‘Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê’ li parlamentoya Tirkiyeyê nîşan dide ku beşeke dewleta Tirkiyeyê jî di ferqê de ye ku hebûna wê bi xwe jî bi çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Lê belê, gelo Tirkiye bi rastî dikare vê derfetê bikar bîne û bibe komareke demokratîk ya ku rê li ber nexşeya aştiyê li Rojhilata Navîn vebike? Bersiveke erênî ya vê pirse bi sê mijarên bingehîn ve girêdayî ye: Bidawîanîna êrîşkariya li dijî herêmên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; bidawîanîna şer û zextên li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê; û beriya her tiştî serbestberdana Rêber Apo û derfetên wî yên beşdariya bêyî astengî di nav xebatên pêvajoya siyaseta demokratîk û aştiyê de. Ji ber vê pêwîste ku em rêxistinbûnên xwe yên jinan û gelan ên komînal û enternasyonal berfireh bikin û têkoşîna xwe ya siyasî bilind bikin da ku hikumeta Tirk jî bi lezgîn van hersê gavan bicîh bîne. Tenê wiha pêkan bibe ku bihareke jin û gelan li Rojhilata Navîn bi wateya xwe ya heqîqî pêş bikeve û êdî nema zilamên sipî yên mêhtînger çarenûsa Rojhilata Navîn diyar bikin. Peyamên Konferansên Jinên Kurd, Yekrêziya Gelê Kurd û her wiha Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi beşdariya 500 nûner di 8ê Tebaxa 2025an de li bajarê Hesekê pêk hat vîna jin û gelan diyar kirine.