Pirsgirêkên demokratîkbûnê û qirkirina jinê

- PAJK Koordinasyonu
242 views
Yekdestîkirina xebatên bingehîn ên aboriyê, bi bihaya(fiyet) tiştan lîstin, yekdestiya fînans kapîtal û artêşa dêwasa a bêkaran krîza aboriyê kûrtir dikin.

Her çiqas kapîtalîzm pêşde diçe, sermaye jî di destê hin kes û cihan de qat bi qat zêde dibe. Li gel vê yekê xizantî jî girseyî dibe, rêjeyên birçîbûn û bêkariyê zêde dibe. Malhebûna 42 kesên herî dewlemend ê dinyayê teqabulî 50% ya nifûsa dinyayê ango teqabulî 3,6 mîlyar mirov e. Dahatê 10 welatên herî dewlemend jî tam 77 qatê dahatê 10 welatên herî xizan in. Rûyê jinê ya xizantiyê jî bi têgihên ku ji salên 70yî heta roja me îro ketiye lîteratûrê wekî, ‘xizana xizanan, jin’, ‘jinbûna xizaniyê’ tê pênasekirin. Bi giştî hêza kar a dinyayê ji 2/3 ya jinan e, jin li gorî saetên kar ên rojane ji mêran 25% zêdetir kar dikin û nîvê gidaya dinyayê hildiberînin lê dahata wan li gorî dahata dinyayê 10% e. 70% xizanên dinyayê jin in. Li dinyayê 876 mîlyon mirov xwendin û nivîsandinê nizanin û ji wan 2/3 jin in. Derfetên jinan di karekî ku dahateke zêde qezenc bikin de bişûxilin kêmtir e. Li gel neçûyîna dibistanê, xwedîkirina zarok û malbat, sînordarkeriya rolên civakî, qadên ku ji bo karkirina jinan tên tercîhkirin jî di vê karakterê de ye. Di herêmên ku debar bi çandînî û cotkarî tê kirin de hilberan ji 60-70% bi destê jinan ve tê kirin lê ji 10% kêmtir erdê çandinê aîdî jinê ye. Di sektora çandinê ya Tirkiye de jî, heman tablo li ber çav e. Ji 90% jinên karkerên ku di sektora çandinê ya ku qismekî mezin xwe dispêre keda jinê de kar dikin bi awayekî bêewle û bêsîgorta kar dikin. Jinên ji Kurdistanê tên û li zêviyan kar dikin bi cihêkarî, tundî û tacîzê re rû bi rû dimînin. Jin di qaseyên traktoran de di encama qezayên trafîkê de dimirin ku Rêbertiya me vê bûyerê bi hêrs û heyfeke mezin tîne ser ziman. Ev jî asta kedxwariya keda jinan datîne holê.

Îstîsmara kedê

Di hedefa şêweyên nû yên mêtingeriyê de welatên sêyemîn ên dinyayê û keda jinê heye. Derdikeve holê ku ji bêşeke mezin ê qadên jinan ê karkirinê dahata wan kêm e û bêewle tên karkirin. Li welatên Esyayê nîşaneyên derheqê jiyana kar a jinan de vê tabloyê dide xuyakirin. Di Rapora Cudahiya Zayend a Kûrewî de di Çîna ku ev deh salên dawî her bi paş dikeve de rêjeya tevlîbûna kar a jinan ji 69% e lê ji pozisyonên wekî qidemdar û rêvebir tenê 17% dibe para jinan. Ji 52% karkerên teknîkî û pîşeyî jin in lê dema karkerên biwesf tên xwestin piranî li ser îlana kar de “tenê mêr” an jî “mêr tên tercîhkirin” tên nivîsandin. Li Hîndîstanê tevî ku heman karî dikin jin ji dahata mêran bi qasî 65%ê wê dikarin pere werbigrin. Ji bo jin rolên xwe yên kevneşop berdewam bikin di bin navê karkirina esnek de ji wan re kar tên dayîn. Wekî berdewamiya karên malê di karên wekî xizmetkarî, paqijîvanî, destkarî, atolyeyên dirûtinê, lênêrîna zarok û nexweşan, di qada sektora kêf û zewq û qada bazirganiyê de wekî amûra reklam û bazartiyê tên şixûlandin. Ev hemû şêweyên nû yên îstîsmara kedê ye. Sektora konfeksiyonê her sal li Bengladeş, Hîndîstan, Pakîstan, Vîetnam, Koreya Başûr, Misir, Urdin, Mexrîb û Tirkiye bi mîlyonan dolar qezenc bi dest dixe lê karkerên ku bêhtirîn wan jin in di nav şert û mercên der-mirovahiyê de kar dikin. Saetên dirêj ên kar, cihên kar ên netendurist û nepaqij, zêdebûna rêjeya tacîz û tecawiz, bêsîgorta û erzan şixulandin tenduristiya ruhî û fizîkî ya jinan bi awayekî neyînî bandor dike. Li gorî hejmarên fermî, li Tirkiye di vê sektorê de nêzî 2 mîlyon mirov kar dikin û ji nivî zêdetir jin in. Piraniyê wan jî jinên pir ciwan û yên ji Kurdistanê koç kirî ne. Ev qad ji bo asîmîlasyon û xirabûnê wekî qadekî şerê taybet tê nirxandin. Jinên penaber ên ji Sûriye hatine jî neçar dimînin ku di şertên hîn xirab de û bi pereyekî kêmtir kar bikin.

Li gorî Rapora 2018 ya Îndeksa Cudahiya Zayenda Civakî ya Kûrewî ku ferqa mezin a di navbera dahata jin û mêran de dideyne holê nîşan dide ku ji bo jin û mêr di qada aborî de wekhev bibin 202 sal pêwîst dike. Ev rapor û dane piranî tenê qismekî biçûk a rastiyê îfade dikin, rêjeyên rast kendalên mezintir nîşanî me dike. Li dewsa aboriya ku bêhtirîn jin tê de debara xwe dikin, pergala aboriya ku xwe dispêre bezar, nirxa guhertinê û sektora fînansê heye. Ji vê jî jin zerara herî mêzin dibînin.

Qirkirina Jinê; ‘keybanûya metayan’.

Hemû qadên ku pergal tê de krîzan ava kiriye dibe sedema qirkirina jinê jî. Têkiliyên jin û mêr ên ku li ser bingeha hegemonîk hatine avakirin jî veguherîne şerekî li dijî jinan. Hemû têkiliyên desthilatdarî, milîtarîzm û neteweperestî çavkaniya xwe ji serdestiya zilam digrin. Lewma, ev pirsgirêk li ser jinê bêhtir tê kûrkirin.

Pergala kedxwar a kapîtalîst a ku xwe bi pergalên zordest ên mêrsalarî ve digre û wan kûr dike bi rêbaz û amûrên hîn ziravtir û cur bi cur jinê kiriye ‘keybanûya metayan’.

Wekî ku kapîtalîzm pergalên zordest ên kevneşop yên li ser jinê ji holê rakiriye û jinê azad kiriye tê gotin. Lê li pişt vê gotinê metakirin heye û divê şêweyên vê metakirinê derkevin holê. Ji têkoşîna mafê dengdanê heta ji karê wekhev re mûçeyên wekhev, hevberdan, mafên hiqûqî yên wekî welayeta mîrate û zarokan gelek destkeftin bi têkoşîn û berdêlên bidijwarî yên jinan hatine bidestxistin. Lê kapîtalîzm têkoşîna jinan a bûyîna takekes, azadiya aborî û têkoşîna li dijî kevneşopiyên ku bedena jinê kontrol dike di bazarkirina enerjî û bedena jinê de sûîstîmal kiriye. Ji ber ku pêvajoyên metakirina xweza, ked û mirovan her tim bi rêbazên tundiyê pêk tê, metakirina jinan jî bi rêbazên tundiyê çêdibe.

Amûrên metakirina terzê nû

Li gel rêbazên tundiya fizikî û ekonomîk şêweyên nû yên tundiyê yên wekî îndustriya çand û medya jî derketine holê. Bi rêka reklam, rêzefîlm, fîlmên ku jinan tîne asta ku ji bedenên xwe aciz bibin, tundiyeke giran a psîkolojîk li ser jinê tê kirin. Bi standardên xweşikiyê ya kapîtalîst rengên çermê jinan, şiklê çavên wan, kîlo, temen, bejn, por, şiklê bêvilê wan, her tiştekî wan biproblem îlan dikin. Li welatên Asyayê ewqas operasyonên estetîkê tên kirin ku kêm maye şiklê çav û arzeniya wan a ku taybetmendiya nijadiyê ye tune bikin. Li Rojhilata Navîn di rêjeya estetîka bêvil de teqîn çêdibin. Di bin navê bandora pîrbûnê ji holê rakirinê de mûdaxeleyên ku zerar didin bedenê, bi tebîetên mirovan diguherînin her diçe zêdetir dibin. Û ne tenê kesên ku dahata wan zêde ye, kesên di asta navîn de an jî kêmtir dahat qezenc dikin jî kredî dikşînin, deyn distînin an jî ji tiştên din kêm dikin û ji bedena xwe re pere dirazinînin. Jin ji bo van tên teşwîqkirin. Bilindbûna sektorên pornografî, mode, kozmetîk, operasyonên estetîkê wekî qadekî dîtir a tundiya li ser jinê hem mezintirîn bi pergalê didin qezenckirin hem jî dibin amûrên metakirina terzê nû û rêbazên qirkirina jinê. Di 2018 de ji bo xweşikiyê operasyonên estetîkê yên hatine kirin wekî 10 mîlyar dolar pere hatiye hesabkirin û ev reqem her roj zêdetir dibe. Berhemên kozmetîk û xwenerînê yên ku jin bi derfetên xwe amade dikin êdî li dinyayê bûye sektoreke mezin û hem herî zêde jinan meta dike hem jî wan tîne rewşa mezêxer û mişteriyê. Ev qada ku berê wekî qadeke lûks dihat dîtin, bi rêka medyayê ve êdî bûye wekî pêdiviyekî. Sektora ku di 2018’an de li hemû dinyayê di hecima 460 mîlyar dolar de bû, tê hesapkirin ku bi sala 2020’an re bigihîje 675 mîlyar dolar. Berhem û daxwazên ji bo mêran zêde dibe lê mêzexerên esasî yên vê qadê jin in û ev sektor her sal li seranserê dinyayê ji 10% mezin dibe. Bi pêşveçûna înternetê re fihûş û pornografî jî her diçe belav dibe û li seranserê dinyayê qismekî mezin jin û zarok in lê bi giştî 42 mîlyon kes di vê sektorê de kar dikin, tên bikaranîn an jî neçar dimînin dişûxilin. Li giştî dinyayê para bezara sektora fihûşê ji 100 mîlyar dolarî zêdetir e. Ji îndûstriya pornografiyê her sal 12 mîlyar dolar tê bi destxistin. Îndûstriya pornografî ya înternetê salane 2,5 mîlyar dolar dahat bi dest dixe. Parêzvana mafê jinan a Îngîlîz Robîn Morgan dibêje, ‘pornografî teorî ye, tecawiz pratîk e’. Ev tespîta wê bi awayekî aşkere nîşan dide ka ev sektor civakê çawa xira dikin û di qirkirina jinê de rolekî çawa dilîzin. Bi bandora pornografiyê re avahiya fikrî ya êrîşên li ser jinê û biçûkxistina jinê tê avakirin û her diçe di temenekî biçûk de ev fikrandin çêdibe û belav dibe.

Krîza malbat û têkiliya jin û mêr

Rêbazên din ên qirkirina jinê jî bi qedexeyên kûrtaj, zewaca di temenên biçûk de nesûc dîtin, zewaca bi pir jinan re rewakirin re tên berdewamkirin. Dewlet di bîst salên dawî de di polîtîkayên wiha de dibin şirîk. Ev jî kapîtalîzm çawa pêwîstî bi saziyên kevneşop û mêrsalarî dibîne nîşanî me dike. Mafê kûrtaja ku jin bi têkoşîneke dijwar bi dest xistin niha yek ji argûmanên polîtîk ên desthilatdarên rastgir in. Li dinyayê di 73 welatan de kûrtaj serbest e lê di 58 welatan de qedexe ye. Pirsgirêka bingehîn a qedexekirina kûrtajê kûrtajnekirina jinan nîne, pirsgirêka bingehîn jin di şert û mercên xirab de an jî xwe bixwe kûrtajan dikin û ev jî dihêle seqetî, mirin û nexweşî zêde bibin. Li gorî daxûyaniyên rêxistina tenduristî ya dinyayê di navbera salên 2010-2014 de ji her çar ducanîtiyan yek bi kûrtajê bidawî bûye. Li gorî raporeke di 2018’an de hatî weşandin, pêkanînên bi dawî anîna ducanîtiyê ji 45%ê wan wekî kûrtajên ne bi ewle tên hesibandin; her sal 7 mîlyon jin ji ber kûrtajên nebitendurist serî li nexweşxaneyan didin û ji wan zêdeyî 22 hezar jin jiyana xwe ji dest didin. Cihên ku herî zêde lê mirin çêdibin Afrîka, Asya, Amerîkaya Latîn e. Tê gotin ku her sal 12 mîlyon jin berî 18 salî tên zewicandin û ji 9/10 kesên di temenê biçûk de tên zewicandin jin in.

Qirkirina jinê ya ku di demên dawî de bêhtir xuya bûye jî qetilkirina jinan a ji hêla mêrên ku bi wan re di nav têkiliyê de ne ye. Ev rewş wekî krîza malbat û têkiliya jin û mêr a ku bîrdoziya serdestiya mêr şekil daye xuya dike û gihiştiye asta bîlançoya şerekî. Li gorî daneyên NY tenê di sala 2017an de hejmara jinên ku ji bo jiyana xwe biryar dane û ji hêla hevjîn, hezkirî, bira an jî kesek ji malbatê ve hatine kuştin nêzî 50 hezar in. Û ev hejmar tenê hejmara ku hatiye tomarkirin e. Sedema mirinên ku mîna bîlançoya şerekî ne encama têkiliyên jin û mêr ên di bin navê evîn, hezkirî û malbatê de ne. Mêrên ku jinan dikujin, tecawizî wan dikin, tundî li wan dikin bi hiqûqa dewletê tên parastin û ev jî îfadeyeke din a têkiliya di navbera serdestiya mêr û dewletan e. Di pêvajoya pandemiya coronayê de û rojane tundî, tacîz û tecawizan li dijî jinan her roj zêdetir dibe. Rêjeya tundiya ku jin di hûndirê malê de rû bi rû tên li gelek welatên dinyayê di navbera 25% û 40% de zêde bûye. Li gorî rapora komîsyona jin a NY ya ku di Nîsana 2020an de weşandiye li seranserê dinyayê 243 mîlyon jin ên di navbera temenê 15- 49 de bi tundiya zayendî û fizîkî re rû bi rû mane.

Pirsgirêkên demokratîkbûnê hîn kûrtir bûye

Pirsgirêkên pergala kapîtalîst û di esas de krîzên şaristaniya serdestiya mêr a 5 hezar salî di sedsalên berê de wekî xizantiya ji ber kedxwariya kedê, wekî pirsgirêkên gelên dihatin bindestkirin û mêtingehkirin û pirsgirêkên demokratîkbûnê xwe didan der. Pirsgirêka azadiya jinê, pirsgirêkên ekolojîk jî wekî pirsgirêkên ku bi van pirsgirêkên esasî re bên çareserkirin dihatin dîtin. Lê bi serdema fînans kapîtalê re pirsgirêkên xizantî, çandî, olî, nasnameya etnîkî û pirsgirêkên demokratîkbûnê hîn kûrtir bûye û êdî em behsa krîza ekolojîk, qirkirina jinê û lûtkeya van behsa qirkirina civakê dikin. Krîza ekolojîk xwezaya yekem bi hilweşînan re rû bi rû dihêle ku careke din paş de zivirandin ne pêkan e. Qirkirina jin û civakê jî berê xwe daye hilweşîna avahiya exlaqî û polîtîk ya ku xwezaya duyemîn pêkan dike. Rêber APO vê rewşê wekî rewşekî ji pirsgirêkên civakî girantir ango wekî qirkirina civakê pênase dike. Bi gotinên feylesofên serdemê tehrîba tevnên civakê di rastî de mirina ‘mirov’e.

Raberkirina wekî ku wê pêxîrtengiya pergalî kûr bibe û ew ê dawiya kapîtalîzmê bîne tê wateya nerast tehlîlkirina encamên qirkirina civakê ye. Lewma, avahiyên civakî yên ku modernîteya kapîtalîst xwe tê de kûr kirine qadên ku alternatîfên pergalê li wê derê derfetên xwe yên pêşveçûnê ji dest dane ne. Îhtîmala ku têkoşîna dij pergal û pergala alternatîf di qadên ku çanda kapîtalîst pir kêm zerar daye de pêş bikeve zêdetir e.

Belgeya Şoreşa Jinê ya sedsala 21ê