Hevgirtina jinan, avakirina mafî û demokrasiyê

- Elîf Hemo
210 views
Di 20 ê îlona 2025’an de Konferansa jinan di bin slogana ‘hevgirtina jinan, avakirina bingehê mafî û demokrasiyê, di Sûriyeyeke ne navendperestî, yekgirtî de’ li bajarê Hesekê bi tevlîbûna 600 jin ji hemû pêkhate û çandan hat lidarxistin.

Bi amadekariya Kongreya Star û Kombûna jin a Zenûbiya, bi tevlîbûna jinan ji hemû ol û baweriyên cûda, ji hemû pêkhate û gelan hem bi tevlîbûna fizîkî hem jî bi rêya zoomê. Ev konferans cûrbecûrbûna jinên Sûriyeyê bi tevahî hembêz kir, yên Ereb, Kurd, Ermen hêza jinan di yekgirtina wan de ye, tevî ku dengên jinan dibe ahenga yekbûna wan li ser bingeha drûşmeya ku konferans li ser wê hatiye lidarxistin.
Ji bo vê jî ev kombûn bû qadek nîqaşên komî û guftûgoyên yekgirtî ji bo nexşeya Sûriyeyeke nû, jin tê de pêşeng û xwedî roleke bingehîn a birêvebirinê be ji bo vê yekê ev gaveke dîrokî nîşan dide diyar dike ku bi sedsalan jin rastî paşguhkirinê hatiye lê niha dikare êşa xwe veguherîneke bêhempa.

Ji bo avakirina civakek demokratîk

Dikarin bibin enerjiyeke mezin ji bo vesazkirina pêşerojek li ser bingehê azadî, dadwerî û wekheviyê, jinan di meşa şoreşê de têkoşînek mezin dan lê belê hê jî rastî kiriyarên xeternak tên, gelek jin şehîd bûn û gelek ji wan rastî destavîtinê hatin û rewşa gelek ji wan heya roja îro ne diyar e.

Ev alozî û doz ne tenê bi jinên Sûrî ve girêdayî ye lê doza hemû jinên herêmê û cîhanê ye, nîqaşên ku hatine kirin li ser pirsgirêkên jin di hemû qadan de bûn, misogeriya rola jin di şer û terorê de hatin kirin bi rêya xurtkirina zanebûna jinan û birêxtinkirina wan a komî li ser bingehê xweparastina cewherî û cûrbecûrbûna netewî, olî ya ku dibe dewlemendiya netewî ji bo avakirina civakek demokratîk û hevgirtî.
Her wiha li ser girîngiya yekgirtina jinan û vesazkirina nêrîneke hevbeş rola jinan misoger dike di hemû qadan de û tevlîbûna wê ya berhemdar di projeyên siyasî û destûrî ya pêşerojê de hatin nîqaşkirin.
Konferans di pêvajoyek dîrokî de hatiye lidarxistin, di pêşketinên dawî ya di asta Sûriyê de qewimî ye û di Rojhilata Navîn de hem girîngin, hem jî xeteriyê dide avakirin ji ber di asta hikûmeta Sûriyê de piştî peymana 10’ê Adarê de tu gavên ji bo pêşketinan nehatiye avakirin, ger ev hikûmet guhertinê ava neke û bi heman hişmendiyê ya Baasê bimeşîne wê demê nikare vî welatî birêve bibe, ger bi hişmendiya nijadperestiyê û olperestiyê berdewam bike, wê demê temenê xwe kurt dike.

Piştî hilweşandina hikumetê

Ji ber ku di Sûriyê de hevgirtin û rengbûna civakê li pêş e, her wiha civakek vekirî ye ne paşverû ye û bi salên dirêj di civakeke hevpar de jiyane û niha ji nişkêve navendîbûna hikûmetê derdikeve holê, ev rewş ji bo Sûriyê xeternake.
Piştî hilweşandina hikûmeta Baas û hatina hikûmeta veguhêz êdî rewş xirabtir dike ji ber îradeya civakê nas nake her wiha cihê jin di nav tu qadê de tune û dengê gel diçewsîne, li ser bingeha qirkirinê xwe ava dike. Weke mînak bûyerên ku li Beravê qewîmîne û komkujiyên ku hatine pêkanîn mirov nikare bêje ku agahîya wan jê tunebû an jî destê wan ne tê de bû. Lê belê HTŞ ji wan re rê vekir li ser navê ku bermahiyên rejîmêne an jî alîgirê hikûmeta Baasê ne, bi vê yekê re gelek kes hatin kuştin, êrîşî nirxên civakê kirin û nirxên olî weke gelê Elewî dan ber kuştinê di serî de li ser jinan kiriyar pêkanîn.

Polîkayên li ser gel tên meşandin

Her wiha li Siwêda jî rewşên bi aloz dan pêş, ji revandin, kuştin, îxaneta rûsipiyan, mal wêranî û talankirina şûnwarên wan, nebesiya wan ya li Beravê têr nekir û hê jî birîna gel vekirî mabû berê xwe dan gelê Durzî ji bo vî gelî, baweriya wan, çanda bi salan ya civakê xistin xetereyê û xwestin wan bixin bin serweriya xwe.
Heman polîtîka li ser herdu gelan dan meşandin ji ber ku nasname û sembola wan ya bingehîn jin e, xwestin heyfa xwe ji civakê bi qirkirinê bigirin dest bi komkujî û heqaretê kirin, civakê xistin rewşek gelek aloz.
Ji ber vê yekê jî berxwedan û sekna jina cihê şanaziyê ye ji ber bû sembola berxwedaniyê, gel bi tekoşîna xwe li hember sîstema HTŞ ê ya hovane xwebirêxistin kirin û li berxwe dan.

Zanistiya jinê civakê birêve dibe

Ev hikûmet di asta yekem de êrîşa xwe li ser jinan kir. Armanca wan ew bû ku li ku derê komkujiyê pêkbînin, li wir li ser jinan zextek mezin avakirin bû, heta niha li tevahî Sûriyê jin tên revandin, bêdengkirin, pêçandin, nikarin qebûl bikin ku jin dikare civakê bi zanebûna xwe birêve bibe, ji jinê zane û xwedî îrade ditirsin û li ser wan xeteriyan didin avakirin. Ji ber dengê wê li hember kiryarên wan û bêmirovatîya li hember jin û civakê pêk tînin e.
Rewşa ku niha diqewime û em tê de dijîn, hikûmetek cîhadîst biqirkirina çanda civakan, talankirin û wêrankirina şûnwaran û xwezayê re û xwînmijandina civakan re tê birêve birin ango van kiriyaran pêk tînin, hişmendiyeke wisa wê têkçûna wê misoger bibe, ji ber ev civak xwediyê çanda civakî ya dewlemend e.
Ev rewş di heman demê de ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbasdar e ku gelek hewildan hene bi taybet bi rêya şaneyan, dixwazin heman tiştê li ser gelê Durzî û Elewî pêkaniye li ser gelê Bakur û Rojhilata Sûriyê jî pêk bîne.
Ji bo ev rewş nebe li ser esasê parastina nirxên jin û civakê hevpariya 10 Adarê pêş ket, lê belê heta niha tu gav ne hatiye avêtin, ji bo aramiya herêmê berovajî wê yekê daxwaz dike, talan dike ku ji ber xwe li ser hişmendiya şer û qirkirinê ava kiriye bi hemû awayan dixweze civakê hilweşîne û tu aramiyê ava neke.

Dîmenekî balkêş

Dixwaze bi van rêbazan xwe biparêze, erk û armanca olperestî, nîjadperestiya xwe mayînde bike, lê ev yek carekê nayê qebûl kirin. Konferansa jin li ser vê bingehê avabû; ji bo bibe bersivek ji hemû pirsgirêkên di Sûriyê de pêk tê, ji bo wê divê jin dengê xwe bilind bikin bi drûşmeya ‘Hevgirtina Jinan Avakirina Bingeha Mafî û Demokrasiyê, di Sûriyeke nenavendperestî, Yekgirtî de. Ev konferans pêk hat ku tê de nîqaşên li dijderketina van kiriyarê li hember jin û civakê pêk tên û nepejirandin a siyaseta hikûmeta navendî dixwazin, demokratî, pirrengî, îradeya jinan nas bike û li her cihî mafên wê hebe, di beşdarbûna siyasî, leşkerî û di hemû qadan de bibe xwedî hêz û îrade.

Di Konferansê de hestek û kelecanek cûda hebû, weke dîmeneke balkêş ew bû ku bi stran û rengên çandî dest pê kir. Stranên jiyanê û yekîtiya jinan di heman demê de xîtabî rih û hestên jinan dikir. Ji bo dengê jinan bilind bibe bi armanca azadiya jinan, yekgirtina jinan û felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, di vê konferansê de li pêş bû.

Encam û perspektîv

Ew konferans bi encam û perspektîvên jinan bi awayek serkeftî hat lidarxistin li ser bingehên wiha:

1.    Lidarxistina kongreya jinan a hevpar ku bibe vedengek komî ji bo tevahî jinên Sûriyê ji hemû pêkhate, bi armanca nêrîneke hevpar di derbarê pêşeroja Sûriyê de û vesazkirina rêgezên destûrî ji bo teqezkirina wekhevîyê û bidestxistina mafê jin tevî parastin û pêşxistina destkeftiyên ku di şoreşê de jinan bidestxistine.
2.    Bilindkirina têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeke pirrengî, ne navendî, demokratîk, li ser bingeha azadî û dadmendiya civakî herwiha misogeriya wekhevîyê di navbera hemû netew û baweriyan de.
3.    Daxwazkirina sererastkirina îlana destûrî ya demî ji bo misogerkirina mafên jinan û azadiya bingehîn û tevlîbûna demokratîk.
4.    Daxwazkirina ku rêjeya jin di rêveberiyê de ne kêmtirî ji %50 be di hilbijartin û astên rêveberiyê de ji bo rêgeza hevpariya rast di biryardayînê de teqez bibe.
5.    Ku hemû destkeftiyên jin di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bidestxistinê, dibe destkeftiyek netewî ya tevahî jinan û xebat ji bo giştîkirina wê ji bo bibe mîrasa tevahî jinên Sûriyê.
6.    Birêxistina hemleya berfireh a jinan di hundir û derveyî Sûriyê de ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, nenavenperestî, pirrengî li ser bingeha azadî û edaleta civakî.
7.    Tevlîbûna jinan di pêşxistina baweriya civakê de û aşîtiya gelan de ji bo pêkanîna aşîtiyê û dijderketina axaftinên tundî û nefretê.
8.    Daxwazkirina amûrên parastina cewherî ji bo jinan bi rêya perwerdê û însiyatîvên civakî li hember hemû cûreyên tundiyê.
9.    Rola jin di dadmendiya veguhêz de: misogeriya tevlîbûna wê di dîtina rastiyê de, lêpirsînê, bedeldayîn û li hevhatina netewî de ji bo rê li bergirtina dubarekirina kiryaran û avakirina edaleta civakî.
10. Misogerkirina girîngiya vegera bi ewleya koçberan li herêmên Efrîn, Serîkaniyê û Girêspî li bajarên xwe tevî misogerkirina mafên wan û ewlehiya wan.
11. Piştgiriya Hêja Parastina jin tevî misogerkirina rola wan ya parastinê weke stûneke bingehîn di parastina jin û civakê de her wiha piştgirî ji bo keda wan di tevlîbûna siyasî û civakî de ji ber ku ev hêz nimûneyeke zindî ya xurtkirina jin li hember şer û tundiyê ye.

Bi van encam û perspektîvan konferansê da diyarkirin ku jinên Sûriyeya li ser heqîqeta xwedîkirina pêşeroja herêmê pêk tê her wiha teqezkirin ku bihevgirtina jinan ya ku hemû nasnameyên sînordar derbas dike ew dibe rêyek ber bi Sûriyeyek demokratîk, nenavendperstî, pirrengî, azad û dadwerî.