Îraneke demokratîk û azad bi şoreşa jinê pêkan e

- Peyman Viyan
241 views
Rejîma Îranê di dîroka xwe ya 45-46 salan de, di demekî herî dijwar de dijî. Rejîm di warê bîrdozî, siyasî, ewlekarî û pergalî de rizandinê dijî.

45 sale bi avakirina hêzên nîyabetî hewil da şerê xwe ji derve de pêk bîne, parastina xwe bixe bin garantiyê. Berdewam hewil da şerê xwe bavêje derveyî welat. Di hundir de gel, jin, mezheb, ciwan di çerxa qirkirinê re derbas kir, li derve jî ji bo parastina desthilatiya xwe hîlala Şî’e heta dawî teqwiye kir. Lê Polîtîkaya Îranê li Rojhilata Navîn binket û Îran niha êdî di nava şerekî mezin de ye. Îran di navbera du hilbijêrkan de ye; yan wê bi giştî teslîm bibe û xwe radest bike, yan jî wê di siyaseta xwe de li ber xwe bide heta hildiweşe. Her du tercîh jî nikarin Îranê rizgar bikin. Dewleta Îranê dixwaze pêşiya şer bigire, lê ev zehmet e. Rejîm hewl dide li ser lingan bimîne, lê ev ne hêsan e. Îran çiqas bixwaze xwe bihêz jî nîşan bide, li hundir û derve di nava dorpêçekê de ye.

Rejîmê rewabûna xwe winda kir

Li hundirê Îranê jî ti rewabûna rejîmê nemaye. Di navbera gel û dewletê de qelîştokên pir mezin çêbûne, her ku biçe wê ev qelîştok firehtir jî bibin. Rejîma Îranê berê pir behsa dîn û Îslamê dikir, li ser vî esasî rihê dîn û mezhebgerayî dida pêş. Lê piştî şerê 12 rojan berdewam mijara Îranîbûnê didin pêş, parastina welat û xeteriya parçebûna Îranê pir dixin rojevê. Bi van rojevan hewil didin hestên netewperestî derxin pêş. Dîtin ku êdî bi çeka mezhebî nikarin desthilatiya xwe li ser lingan bigirin. Beşekî zêde ya civakê li hemberî destwerdanên derve bi fikar bûn, ji ber ku ti alternatîvek ji bo gelan di destê hêzên derve de nîne. Lê gel  rejîma heyî ji bingeh de qebûl nake, gelê Îranê xwedî tecrûbe ye, dixwaze di her valetiyê de bi xwe alternatîvên xwe diyar bike.

Ev helwesta radîkal û şênber ya gelan di şoreşa “Jin Jiyan Azadî”de bi rengekî herî baş hat diyarkirin. Bi taybetî di pêvajoya “Jin Jiyan Azadî” de rewabûna rejîmê nema, rejîmê otorîteya xwe ji dest da. Ji dema şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ve rejîm êdî di warê bîrdozî de rizandinekê dijî. Valetiya esasî di pergala rejîmê de bi pêvajoya“Jin Jiyan Azadî” çêbû. Eger îro hêzên derve wêran ku muxadeleyek raste rast li ser Îranê pêk bînin, ev encam a şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ye. Vê pêvajoyê derbeyekî mezin li bîrdozî û pergala rejîmê xist. Bi şoreşa “Jin Jiyan Azadî” re gelên Îranê ketin qonaxekî nû ya têkoşînê ku ev qonax êdî ji bo gelan jê neveger e. Dema serhilana gelan bi pêşengiya jinan vegeriya şoreşekî civakî, siyasî û hişmendî êdî serdemekî nû ji bo gelan destpê kir.

Ji bo wê rejîm tola xwe ji gelan digre, ji jin û ciwanan digire. Di pêvajoya şerê 12 rojan de ji bo ku gel li hemberî wê ranebin, berdewam hestên netewperestî da pêş. Piştî agirbesta heyî, rejîmê jî qonaxekî nû ya girtin, sêdarekirin û milîtarîzekirinê da destpêkirin.

Sêdare, îşkence û serkontkirin berdewam e

Ev 45 sale rejîma heyî ti guhertin li pêşberî daxwazên  gelan çênekiriye, berdewam bi serkodkirin, kuştin û sêdarekirinê gel di qirkirinên çandî û fîzîkî re derbas kiriye. Nahêlin Kurdistan û Belûcistan di bin milîtarîzekirina rejîmê de nefes bigire, li kî derê potansiyêlê nerazîbûnan hebe, rejîm li wir polîtîkayên taybet ên serkodkirinê pêk tîne. Rejîma ku weke marê birîndar lê hatiye, bi hemû desthilatî û paşverûtiya xwe êrişî vîna gel dike. Rêjeya girtin û sêdarekirinê pir zêde bûye ku beşekî zêde ji Kurdistan, Belocistan, Mazenderan û gelê Ereb in. Berdewam ciwan li jêr navên cuda cuda tên qetilkirin. Ev jî tirsa rejîmê ji van herêman dide diyarkirin. Tenê di 9 mehan de, li gorî rêjeya ku hatî tomarkirin ji hezarî zêdetir kes hatine sêdarekirin, ji wan nêzî 30 kes jin in. Herî zêde jî kesên ku hatine sêdarekirin Kurd, Belûc û Ereb in.

Sala 2025’an saleke ku rêjeya sêdarekirinê rekor şikandiye. Rewşa niha ya rejîma Îranê dişibe salên destpêkê yên hatina ser desthilatî. Rejîm wê demê jî ji bo ku desthilata xwe bi sazî bike, bi hezaran mirov di zîndanên Îranê de di jêr îşkenceyan de kuşt, bi hezaran bê ser û şûn bûn. Niha jî rejîm bi sêdarê dixwaze tirsekê di nava civakê de çêke û carekî din desthilata xwe bigire bin garantiyê. Îşkence û sêdarekirin çeka esasî ya di destê rejîmê de ye. Rewşa rejîma Îranê, wan dîktatorên ku di demên xilasbûna xwe de, di demên rûxandina pergala xwe de bi rengekî herî hov gelan qetil dikin tîne bîra mirov. Rejîm niha parastina xwe bi êrişên li ser gel pêk tîne, hêşta di wê xeyalê de ye ku wê bi sêdarê gel bêdeng bike. Piştî agirbesta di navbera Îsraîl û Îranê de, girtiyên siyasî bi zextekî cidî re rû bi rû ne. Girtiyên siyasî, taybetî jin birin zîndana Qerçekê. Li wê derê girtî di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Bi vî awayî jinan mehkûmî mirinê dikin, tola xwe ji jinan radikin. Hebûna jinên berxwedêr ji bo desthilatiya xwe mîna metirsiya herî mezin dibînin.

Tenê di nava mehekê de sê jinan ji ber şert û mercên zîndana Qerçekê jiyana xwe ji dest dan, ya rastî hatin qetilkirin. Jinên weke Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî, Şerîfe Muhemedî jî berdewam bi sêdarekirinê tên tehdîdkirin. Ev jinên berxwedêr ji hemû mafên jiyanê, taybetî tenduristiyê bêpar tên hiştin. Jina şoreşger Zeyneb Celaliyan ku 18 sale serî li hemberî desthilatiya rejîmê netewandiye berdewam bi şerê taybet re rû bi rû ye, ji mafê tenduristiyê  bê par e. Ew li zîndaneke dûr, li zîndana bajarê Yezd tê ragirtin. Rejîma ku baş dizane polîtîkaya wê ya zîndanê, taybetî jî li hemberî jinan têk çûye, dest ji zextên xwe bernade. Êdî zext çi dibe bila bibe, zîndan bûye qada têkoşînê ji bo jinan, bûye qada berxwedanê. Ji vê berxwedanê re jî herî zêde jinên Kurd pêşengiyê dikin. Jinên Kurd bi nasnameya jinbûn û Kurdbûnê têdikoşin û li ber xwe didin. Ev e ku hêrsa rejîmê çend qat mezintir dike.

Jinbûn û Kurdbûna azad hêza têkoşînê ye

Ji ber Kurdbûn heqîqetek jêneveger e, li ser erdnîgariya siyasî ya Îranê jî Kurdbûn çavkaniya hêz û têkoşînê ye. Di şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de jî diyar bû ku jin û gelê Kurd hêza esasî ya guhertin û veguhertinê ne. Gelê Kurd di nava xwe de, bi tecrûbe û ezmûna xwe hêza çareseriyê diafirîne. Ji bo wê dibe ku Kurd bedelekî mezin bidin û jixwe didin jî, lê wê hêza Kurd, hebûna Kurd rêya demokrasî û azadiyê di Îranê de mîsoger bike. Çima şoreşa “Jin Jiyan Azadî” ewqas bi hêz pêşket û hemû payeyên bîrdozî û pergalî yên rejîmê hejand? Ji ber ku di du xalên lawaz de teqiya; jin û Kurd. Di despêka damezrandina rejîma Îslamî de jinan û Kurdan ji pergala heyî re gotin na. Ji ber vê rastî her cure zext û zorê hatin. Îro jî jin û Kurd li hemberî rejîmê serî radikin û ji ber vê bedelê herî mezin didin.

Li dijî jinan zayendperestiyê bikar tînin

Zayendperestî çeka esasiye ku li dijî jinan bikar tînin.  Ev hişmendiya zayendperestiyê jî bi  Şerî’eta mêr-dewletê û her wiha bi rêya zagonê hatiye rewakirin. Rejîm ku bi xwe di nava qeyranên siyasî, aborî û ewlekariyê de xitimiye, di nava xwede herî zêde jî êrişî ser hebûna jinan dike. Berdewam dixwaze civakê ji rastiya şer û siyaseta heyî dûr bixîne, di nava qirîzên civakî de ku bi xwe saz kiriye bigevizîne. Rêjeya sêdarekirina jinan, kuştin û xwe kuştina jinan her diçe zêde dibe. Çiqas lêgerînên jinan bi hêztir dibe, ewqas êrişên mêrsalarî li ser jinan zêdetir dibe. Asta kuştina jinan a herî bilind a yekê di nava malbatê de ye, a diduyê di nava kar de ye, ya sêyê di medreseyan de ye. Di nav qirîzên civakî de herî zêde jî jin dibin armanc. Jinên ku tên sêdarekirin herî zêde qûrbaniyên zewacên di temenê biçûk de ne. Jin di temenekî biçûk de tên zewicandin, piştre ev jin li hember êrişên mêr, tecawiza mêr têdikoşin, xwe diparêzin û ji ber vê aliyê zagonên rejîmê ve bi darvekirinê tên cezakirin. Ez dikarim bêjim ew polîtîkayên ku rejîmê di şexsê jinê de dixwest li ser civakê bisepîne têk diçe. Çiqas zextek giran jî li ser jinan hebe, jinan biryara têkoşînê da ye û bi vê têkoşînê li dijî rejîmê radiwestin.

Şoreşa Jin Jiyan Azadî bû hêz û îradeya civakê

Eger jin teslîmî polîtîkayên rejîmê bûbûna îro ti hêza civakê nemabû, civakekî mirî û bê refleks wê xizmeta desthilatiya rejîmê kiriba. Hêza jinan potansiyêla civakê zindî dihêle, civakê hişyar dike. Di rastiyê de şoreşa  “Jin Jiyan Azadî” carekî din refleksa civakê, îrade û hêza guhertin û veguhertinê ya civakê nîşan da. Jin û civak carekî din bi hêza xwe hesiyan  ku ne dewlet, lê hêza diyarker civak bi xwe ye. Yek jî mijara esasî ku ji bo dewletê çeka serkotkirinê ye û ji bo jinan jî mijara têkoşînê ye mijara hîcaba bi zorê ye ku van rojan derbarê wê de di nava rayederên dewletê de rojevek sereke çêbûye. Hem nixamtina serî hem jî ya bedena jinan bi feraseta mêr-dewlet a Îranê mijarekî birdoziye ji bo wan. Ji ber ku ji destpêkê ve bi girtin û nixamtina serî û laşê jinê xwestin ku mejî û ramanên jinan dorpêç bikin. Jinan çiqas bedel jî dan, ji têkoşînê gav paş de ne avêtin.

Hêza rejîmê ya guhertinê tine ye

Bi şewitandin û kezî jêkirinê jinan di pêvajoya“Jin Jiyan Azadî” de hêrs û kîna xwe ya li dijî rejîmê nîşan dan. Rejîmê hejandineke mezin jiya. Lê niha ku rejîm di nava dorpêçekî ji derve û hundir de ye, dixwaze mijara hîcabê normal bike. Her weke ke ku tenê pirsgirêka jinan hîcabe û ew jî dikare were guhertin. Ev tenê rûyekî derewîne, hemû ji ber tirsa rûxandina rejîmê ye, ji ber ku rejîm tenê dikare bi destê hêzên hundir were guhertin. Dixwazin refleksê jin û civakê normal bikin. Ya rastî jinan bi despêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” re ev taboyên rejîmê hemû şikandin. Eger îro jinên hunermend di sînemayan de, di qada sporê de, di cîhên kar de bi wêrekî hîcaba ku bûye sembola zayendperestiya rejîmê davêjin û dişewitînin, ev derencama şoreşa ku jin û ciwanan jê re pêşengî kirî ye. Êdî jin û gel ne di bendewariyê de ne ku rejîm guhertinan çêke. Jin û gel bi vê bawerin ku tenê bi têkoşîna xwe dikarin guhertinan çêkin. Êdî rejîm ne di wê rewşê de ye ku ti guhertinan çêke. Di destê rejîmê de tenê serkot-tepisandin û sêdare ma ye. Hîn jî wisa difikire ku bi vî şêwazî dikare xwe rizgar bike. Ewqas rejîmekî despot û paşverû ye.

Dijberiya jinan ya rejîmê birdozî ye. Zagon û pergala heyî hemû li dijî jinê ye. Jixwe hîcab mafekî seretayî ye ku pêwiste di destê jinê bi xwe de be. Heta pergala Vêlayetê Feqî li ser kar be, heta rejîma heyî bi vê hişmendiyê li ser kar be ne ji bo civakê, ne jî bo jinan ti guhertin pêk nayên. Şerî’et mêr e, zagon mêr e, pergal hemû mêr e; jiyanekî bi giştî di bin desthilata eqlê mêrê serdest de ferz dikin. Ji bo wê gelên ku li ser erdnîgariya Îranê dijîn, tinê bi hişmendiya jinê, bi îrade û wêrekiya jinê dikarin rizgar bibin. Rizgariya civakê hemûyê tinê bi rizgariya jinê pêkan e. Serketina şoreşa gelan di Îranê de bi karaktera şoreşa jinê pêkan e. Rejîma heyî bi çi şêwazî dibe bila bibee wê wisa nemîn û jixwe nikare bimîne jî. Di vî warî de guhertinên mezin li pêşiya jinan  û gelan e. Qismekî mezin xwe ji bo van guhertinan jî amade dike, ez dikarim bêjim pêşerojekî dîrokî li pêşiya gelên Îranê ye. Di vir de dixwazim gotina dîrokî ya Rêber Apo ya dibêje “şoreşa Kurdistanê bi karaktera şoreşa jinê pêkan e” ku salên 90’î gotibû bi bîr bixim. Îro Kurdistan bi vê heqîqetê dijî. Îranekî demokratîk û azad jî tenê bi şoreşa jinan pêkan e. Carekî din zindîkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” dikare îranê ji hegemonya derve û Rejîma totalîter a mirovkuj rizgar bike.