“Jin Jiyan Azadî” ronesansa rojhilata navîne

- Peyman Viyan
262 views

Polîtîkayên ku Rêjîma Îranê dide meşandin ji derve re nerme û ji hundir re heta dawî hişk e. Rêjîm xwe ji bo şerekî amade dike, ji ber rewşa xwe ya heyî baş dizane ku nikare xwe rizgar bike. Şerê xwe yê esasî jî niha li ser civakê dide meşandin, milîtarîze dike, bi her şêwazî êrîşî hebûna civakê dike.  Piştî şerê 12 rojan heta niha Rêjîmê dest bi pêngaveke nû ya serqutkirin, girtin û bi dardakirinê ne terikandiye.
Derdê hêzên biyanî di îranê de tûcar nebûye mafê mirov û nîne jî, heta dawî berjewendiyên xwe diparêzên. Hemû piroje û pilanên wan ew e ku çawa hakimyeta xwe li ser Rêjîmê çêkin û di xizmeta berjewendiyên xwe de bikar bînin e. Lewra Rêjîm xwe li hember gelan ji bo şerekî amade dike.  Hêzên biyanî çiqas li ser Îranê polîtîkayên hişki dimeşîne, li hundir de jî Rêjîm di her warî de bi ser gelan ve diçe û bi şêwazeke hişk serqut dike û qetil dike. Di nav pergala desthilat ya heyi de her kesek rolekî girtiye û dixwezin Rêjîmê hinekî ji zextên heyî biparêzin. Hewil didin wisa xwe ji nû de pênase bikin û di qada siyasetê de cîh bigirin.  Rejîma Îranê ji rewşa heyî sûd werdigire, lewra ji derve hewil dide xwe ji nû ve birêxistin bike û di hundir de jî ji aliyekî ve behsa hinek guhertinên biçûk dike û ji aliyên din ve zextan zêdetir dike. Biryara cezakirina kesên ku ew jê re dibêjin “sîxur” nimûneyeke eşkere ya tehdîdên wan dijî çalakvanane.
Bi wan rê û rêbazan heq didin xwe her çalakvanekê sîxur binav bikin û ceza bikin. Zemîneke ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat di hundir de nîne. Ne ev hişmendî heye, ne jî pergala wan rê dide vê yekê. Pergala heyî, bi hemû nûnerên xwe êdî riziyane, gotarên wan jî tenê dek û dolabin. Bi xwe jî baş dizanin ku yek rêbaz jî nikare pergala destpot, mêrsalar û pîrsalar li ser lingan bihêle. Hemû bi yek hişmendiyê tevdigerin, lê ev birdozî û pergal ber bi rizandinê ve diçe. Ya pêwîst e ji bingehîn bighûre, yan jî wê ji kokê ve birûxe. Di vê rewşê de xala lawaz ya Rêjîma civake, civakek e bi giştî nerazî heye, civakek e li ber fetisandinê heye. Civakek e ku ji destê Rêjîmê bêzar bûye heye, her teqandinek dikare Rêjîmê ser û bin bike. Lewra Rêjîm hewil dide ku civakê di nav qirîzan de bifetisîne.

Civak Pergalê ji bingeh ve red dike

Qirîza hewarîdor, qirîza ku mêrsalarî di civakê de çêdike, qirîza bêkarî û bilindbûna nirxan di asta herî jor de ye. Sebebê van qirîzan hemû jî pergala Rêjîmê bi xwe ye. Bi birdozî û pergala heyî ya Rêjîmê civakê di nav çerxa qirkirinê de derbas dike. Kî jî dengê xwe bike, tê girtin û bi cezayê giran re rû bi rû dimîne, yan jî tê kuştin û bê ser û şûn dibin. Pir caran kesên nerazî bi şêwazê hovane qetil dikin. Qirîza bê avî her diçe kûrtir dibe, bi salan e ava heremên derdor dibin bo bajarên navendî, hemû gol û kaniyên kurdistan û heremên din hişkbûne, Rêjîm mafê jiyanê ji gel distîne. Bi salan e bi pergala navendîperest hemû gelên din dike qorban. Êrîşeke pir cidî li ser jin û hewarîdor heye.
Her diçe hişmendiya Rêjîmê hişmendiya netewperest, olperest û zayendperst weke sê sitûnên esasî weke çekek e aktîf li hember civakê bikar tîne. Jin û hawirdor weke hêza motor û boriya nefesê ya civakê ne, Rêjîm bi serqudkirina jinan dixweze hêza motor ji civakê bigire û civakeke bê îrade û teslîmgirtî ava bike, her wiha dixwazin bi talankirinê jî nefesa civakê bibire. Gel mecdûr dibin ku koçber bikin. Kuştin, xwekuştin û penaberî hemû ji ber encama qirîzên ku Rêjîmê çêkirine pêk tên. Rêjîm dixweze civaka heyi bi pirskirêkên rojane re mijûl bike, civakê bê rih û bê îrade bihile.  Dewlet bi xwe çavkaniya hemû cureyên tundiyê ne, dewlet bi xwe çavkaniya pirskirêkên bingehîne. Em binêrin her zextekî di warê ewlekarî, aburî û siyasî de li ser dewletê tê kirin, civak bedêla vê dide. Ji ber ku dewlet bi salan e li ser keda civakê rûniştiye û desthilatiya xwe dide meşandin, kedê dixwe û xwîna civakê dimije. Êdî civak sebebê esasî yê van qêyranên Rêjîmê dibîne, ji ber vê birdoziyê, pergalê ji bingeh de red dike, bedêlên vê jî mezin dide.

‘Sergirtina jinan mijareke birdoyî ye’

Di vê demê de Rêjîm hewil dide bi her şêwazî civakê bitirsîne, bi gefxwarinên li ser civakê xwe bi hêz dide diyar kirin. Lê di rastî de Rêjîm bi xwe jî dizane ku bi vê pergalê nikare berdewam bike. Çiqas tengav dibe, herî zêde jî hêza jin bo xwe metirsî dibîne.  Hêza herî radîkal, netirs û di têkoşînê de bi israr hêza Jin e. Bi taybet piştî şoreşa “Jin Jiyan Azadî” civak hêza xwe di hebûna jinan de dibîne, têkoşîna xwe ya azadiyê di hêza jin de dibîne. Lewra zextên mêrsalar  herî zêde li ser jinê tên meşandin. Her roj jinên çalakvan tên girtin û di zîndanan de tên îşkence kirin, bi taybetî kesên ku felsefe û têkoşîna “Jin Jiyan Azadî”  diparêzin. Rêjîm çiqas di warê siyasî û ewlekarî de lewaz dibe, ewqas di hişmendiya xwe ya paşvero de israr dike. Herî dawî xaltîka yek ji şehîdên şoreşa jinan Nîka Şakereemî bi 80, şelaqê lêdanê hat cezakirin. Rêjîm polîtîkayeke taybet li hember malbatên şehîdan dide meşandin, heta dawî hewil dide wan bê deng bike, eger nikaribe bê deng jî bike, bi zextên cur bi cur dixweze wan ji welat derxîne.
Di fêylî(piratîk) de jinan pergala heyî cidî bibin xistiye, lêpirsînê û meşruyeta Rêjîmê nemaye. Lê wisa didin diyar kirin ku hakimyeta wan li ser jinê pir zêdeye, nimûne mijara sergirtina (hîcab) jinan rojeveke serekeye. Mijara sergirtina jinan mijareke birdozî ye, di feylî de jinan ev tabûya kevneperest şikandiye, lê rojeva sereke ya Rêjîmê sergirtina jinan e û gef li jinan dixwin. Di warê zagon û şerîetê de tavîzan nadin. Eşkere dibêjin eger di vê qada têkoşînê de destûrê bidin, mecbur in di mijarên din de jî îmtiyaz(tavîz) bidin. Lewra  di siyasetê de wisa didin diyar kirin ku li ser jin û civakê pir hakimin, lê ne wisa ye, meşruyeta Rêjîmê bo civakê nemaye. Ev car serî li rêbazên din jî didin, cîhê pêkenînê ye, di demên dawî de rayedarên Rêjîmê hewil didin felsefeya “Jin Jiyan Azadî”  bi hişmendiya xwe ya dijî jinê ve bidin girêdan. Şerm jî nakin dibêjin“Jin Jiyan Azadî” ji me dizîne. Cîgirê berpirsê bêsûc di îranê de dibêje ku di esas de bi hezaran jinên ku 45 sal berê canê xwe fedaî Îranê kirin(jinên ku di şerên Îran û Iraqê de weke şehîdê Rêjîma Îslamîne) mîrasê“Jin Jiyan Azadî”ne. Nabêje ji bo ku hişmendiya Mêrsalar û Pîrsala xwe li ser civakê bide ferz kirin me hezaran jin kirin qurbanî û dikin qurbanî jî. Demekê hem Rêjîmê, hem jî hêzên derve yên mêrsalar û ne demokratîk xwestin li hember“Jin Jiyan Azadî” mêr, welat, avakirin bi cîh bikin, lê biserneketin û hatin şermezar kirin jî.  Ev jî dide diyar kirin ku “Jin Jiyan Azadî” sitûnên hişmendiya desthilat çiqasî bi hêz hejandiye.
“Jin Jiyan Azadî” xeta dewletê, xeta îrada civakê ji hev cuda kir, xeta jiyanê bo her kesî zelal kir. taboyên di mêjî de şikand, cewher û hêza jin û civakê derxist holê, civakê jî êdî dît ku hêza wê çiqase û dikare çi bike. Herî baş jî hêza jinê ya guhertin û veguhertinê dîtin, di welatekî ku herî zêde jin tên serqudkirin û ji nedîtî ve tên hesibandin, di vî welatî de jin dengên xwe bilind dikin û dibin pêşengê şoreşa civakî. Lewra berpirsên vê Rêjîma destpot ewqas ji nûnerên “Jin Jiyan Azadî” ditirse. Dîtin ku bi girtin û kuştinê nikarin bê deng bikin, ev car serî li rêbazên qirêj didin, bê şermane behsa “Jin Jiyan Azadî” dikin. Wisa dizanin ku dikarin ji rê derxin, têxin jêr solteya dewletê. Pir kes û layenan hewil dan “Jin Jiyan Azadî” ji rê derxînin, bê wate bikin û têxin jêr solteya xwe. Lê xeta “Jin Jiyan Azadî” ewqas zelal e, felsefeyeke bi hêz e ku tu kes nikare ber bi rêyeke din ve bikşîne.

 

“Jin Jiyan Azadî” ronesansa Rojhilata Navîne

Niha ji bo hemû civaka ku li ser erdnigariya siyasî ya Îranê dijî xwe li ser xet û felsefeya “Jin Jiyan Azadî” rêxistin kirin, perwerde kirin şertê esasiye. Lêgerîneke pir mezin ya civakê ji bo geşkirina şoreşa“Jin Jiyan Azadî” heye. Herî zêde malbatên şehîdan bi xetê re pêşengtiyê diken û li ser vê rêbazê jî bi îsarar in. Dema fikrek di nav civakê de weke çandekê lê hat êdî bi xwe diherike. Dayikên aştiyê, dayikên ku bedêl dane şoreşê bûne pêşengê rasteqîn yê vê felsefê. Dayik niha bûne çavkaniya hêz, moral û maneviyata têkoşînê. Rojhilat di her warî de barê şoreşê girtiye ser milê xwe. Fikir, hêz, moral, cesaretê têkoşînê di Rojhilat de dikare Îranê bi xwebre rizgar bike. bi giştî civaka heyî civakeke nerazî ye, lê hêza wê belawelaye, têkoşîn û berxwedaniyeke mezin li hember Rêjîmê heye, lê nebûye hêzeke hevgirtî.
Civak dema hêza xwe baş bi rêxistin neke, parçe dibe. şoreşa “Jin Jiyan Azadî” di asteke jor de hêza civakê anî gel hev, derdê hevbeş yê civakê kir yek, da diyar kirin ku dema hêz yek be, dikare serkeftinê misoger bike. Lê ev asta têkoşînê têra rewşa heyî nake, pêwîst e hîn hevgirtî, bi rêxistinkirî û di pergala xweparastinê de bi îsrar be. Pergala xweparastin ji bo jinan û ji bo giştî civaka Îranê tiştekî ku nebe, nabeye. Piştî şerê 12, rojan bo pir kesan zelal bû ku tenê projeya “Jin Jiyan Azadî” dikare gelê Îranê rizgar bike. Di Îranê de tenê proje û pilanê gelan dikare hêza çareseriyê pêk bîne. Ji bo wê erka her kesî ew e ku rihê “Jin Jiyan Azadî” zindî bike. Li ser zanista wê hêza civakê bi rêxistin bike. Pêwîst e em bi vê bawer bin ku serkeftina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” hilwaşandina hemû stûnên mêrsalar, tarîkperest, faşîzma dewletî di Rojhilata navîn de ye. “Jin Jiyan Azadî” ronesansa Rojhilata Navîne di sedsala 21. de.