Di sedsala 21. de têkoşîn û berxwedana jinê

- PAJK Koordinasyonu
228 views
Rêber Apo, di dawiya sedsala 20an de bi awayekî şênber pêşbîniya sedsala 21an kir ku wê ev sedsal weke serdema şoreşa jinê be, di hêla dîrokî û civakî de bi dahûrandinan vê rastiyê derxistiye holê; ‘(Her çend sînordar be jî) Bi dawîbûna çewisandin û mêtîngeriya çors a çînî ya sedsala 20an û her wiha bihûrandina mêtîngehiya çors a netewên bindest (…) rehendên nû li ser pirsgirêka azadiyê zêde kirine û weke regezê (cins) herî jêr, ji bo jinê rastiya teyisandina xwe derxistiye holê.’

Weke ‘Maka tevahî pirsgirêkan’ xwe nîşandana pirsgirêka jin a azadiyê ku mîna şaneya kok a ji bo tevahî cure çewisandin û mêtîngehiyê ye, di hêla têkoşîna azadî û wekheviya civakî de tê wateya avabûna derfetên şoreşgerî yên dîrokî û bi kok. Cewhera bingehîn a ku têkoşîna jin a azadiyê ji tevgerên din ên dijberî pergalê cuda dike, tevahî têkoşînên civakî yên mîna hawirdor, demokrasî, aşitî, ked, rêveberiya cewherî û hwd, yekparekirin û di bergehê xwe de hewandina wan e. Têkoşînên çînî û dij-mêtîngehiyê ku mohra xwe li van 200 salên dawî dane, ne xwedî potansiyeleke bi vî hawî bûne. Rêber APO di vê diyardeya xwe de balê dikşîne ser vê rastiyê û dibêje; ‘Mijara jinê ji rastiyên çîn û netew bêtir girîng e. Him di hêla dîrokî û him jî di hêla civakî de berfirehtire. (…)  Çawa ku sedsala19an sedsala partiyên burjuva bû, sedsala 20an sedsala partiyên bi palpiştiya kedê bûn, wê sedsala 21ê jî wê sedsala partibûyîna li ser esasê jinê be.’

Qirkirina civakê

Pirsgirêk û nakokiyên kûr ên ku şaristaniya dewletdar kom kirine û bi kapîtalîzmê re gihiştine asta qirkirina civakê bi awayekî diyalektîk pêşveçûnên berxwedan, çalakî û rêxistinbûnan jî bi xwe re tînin. Avahiyên civakî yên bi hezaran sal in li hemberî şaristaniyê hebûna xwe diparêzin hê jî li ber xwe didin. Ev hêzên dij pergal bi pêşveçûna kapîtalîzmê re pêşengiya vê berxwedanê dikin. Têgiha dijberiya pergalê bêhtir ji bo îfade kirina tevgera gel ên ku bi şoreşa Fransayê re pêş ket, tevgerên karkeran, têkoşînên rizgariya neteweyan, eniyên antî-faşîst û têkoşîna azadiya jinê tê şixûlandin. Têkoşîna dij pergal, bi rêxneyên şoreşa ciwanan a 1968 ên li ser lîberalîzm û çepê kevin, bi fikr û rêxistinbûnên nû re hîn bêhtir çeşîtdarî û bergeh qezenc dike. Di roja me de femînîzm û tevgerên azadiya jinê, tevgerên anarşîst û ekolojîk, tevgerên ku piştî mêtingeriyê ji hêla komên çandî, etnîk û dînî ve hatin pêşxistin, sosyalîzma nû, çepa nû û post-modernîstên ku li hemberî fikrên modernîst alternatîfan ava dikin wekî hêzên dij pergalê tên dîtin.

Pêşengiya jinên berxwedêr

Ji aliyê gelek eniyan ve li ser bingeha hebûna nasnameyên cûda li dijî krîzên ekolojîk, pirsgirêkên aborî, qirkirina jinê, kirinên faşîzan, şer û mîlîtarîzmê, feraseta netewe dewlet ê civaka homojen ên ku kapîtalîzm ava kirine têkoşînek tê meşandin.  Di deh salên dawî de li gel krîzên ku fînans kapîtal dibin sedem, pêşengiya jinên berxwedêr jî bêhtir xuya bû.
Tevgera Azadiya Jin a Kurdistanê li Bakurê Kurdistan û Tirkiye, di çalakiyên li dijî rejîma faşîst a Tirk de hêza herî bibandor a li dijî pergalê bû. Ruxmî tevahî çewisandin, qetlîam û girtinan, berxwedanî di zindanan de, li çiya û bajaran bênavber berdewam dike û di van berxwedaniyan de rengê jinê diyerkere. Di protestoyên li dijî qirkirina xwezayê, qirkirina jinê û êrîşên li ser kesên çepgir- sosyalîst û demokratîk de rengê jinê li berçav bû.
Berxwedana ku di pêşengiya tevgera me de li mekana şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn pêş dikeve, binketina DAIŞ, şoreşa Rojava ya ku pergala xwe ya alternatîf bi sazî kir berxwedana herî xurt a vê serdemê temsîl kir. Ev berxwedan ji bo piştevanî û beşdariyên di asta kûrewî de û tevgerên ekolojîk, femînîst û demokratîk ên dijî pergalê bû çavkaniya îlhamê. Bi berxwedana Kobanê re dest pêkir, di çarçoveya parastina rewa de bi berxwedan û çalakiyên gel ên li dijî dagirkirina Efrîn, Serekanî û Girêspî yên dewleta Tirk û di asta kûrewî de bi çalakiyên piştevanî re xwedî li şoreşê hat derketin. Pêşengiya jinê ya di şerê parastina rewa û çalakiyên gel de û karakterê azadîxwaziya jinê ya avakirina pergalê rengê jinê ya ve berxwedan û şoreşê diyar kir. Şervanên YPJ yên ku bûn sembola Rojhilata Navîn ên jinên xwe azad dikin ji hunerê heta sînemayê li gelek qadan bandor kirin.

Înşaya şoreşa jinê

Pêşketina têkoşîna me ya azadiya jinê ku ji 30 salî derbas kir û înşaya şoreşa jinê ya li Rojava şênber bû, bi serhildanên Rojhilat gihîşt lutkeyê. Bêgûman a ku mohra xwe li sala 2022an da û berzbûna têkoşîna jinê nîşanî tevahî dinyayê da Rojhilatê Kurdistanê bû. Ev serhildan bi destê polîsên exlaqê bi qetilkirina jina Kurd Jîna Emînê ya ji bajarê Seqizê destpêkir. Helbet ev serhildanên jinan a ku li tevahî dinyayê û civakan belav bû, ewqas bi awayekî bêhempa li Rojhilatê Kurdistanê pêk hat ne tiştekî tesaduf bû. Li Îranê di qonaxên grîng ên guhertinên civakî û şoreşgerî de her tim jin weke hîmên esasî xwedî rol bûne. Rejîma Îslamî ya Îranê ya roja me ya îro, her çend li hemberî azadiya jinê di nav êrîşên mezin de be jî, di nav civakê de her tim hêza çanda jinê diyarker bûye. Û ev serhildanên ku di pêşengtiya jina Kurd de pêş ketin, bi tevahî cîhanê nîşan da ku şoreşeke jinê ya li Rojhilata Navîn destpêkir çawa bandora xwe li dinyayê kir û dikare pêşengtiyeke çawa ji bo şoreşeke civakî bike nîşan da.

Şoreşa Jin Jiyan Azadî

Di destpêka sedsala 20an de, li Îranê tevgera ku ji konseyan pêk dihat û xwe bi navê Encumenên Jinan birêxistin kirine, bi têkoşînên xwe derbarê mafên jinan de destkeftiyên grîng bi dest xistibûn. Piştî vê, Cemiyeta Jinan a ku di sala 1943an de hate damezrandin, ji bo mafên siyasî yên jinan têkoşînekê li dar xist. Jinan di sala 1963an de mafê bikaranîna deng bidest xistin. Lê bi Şoreşa Îslamî ya Îranê re derbeyeke mezin li mafên jina hate xistin. Di serdema Ehmedî Necad de polîsên exlaqê yanî dewriyeyên Îrşadê hate avakirin. Ev dewriye ji sala 2006an û vir ve, bi hincetên makyaj, cil û berg û laçikê dest bi girtina jinan kirin.
Ev dewriyeyên ku bi navê polîsên exlaqê tevdigerin, roja 13ê Îlona sala 2022an de jina Kurd a bi navê Jîna Emînî ku ji bajarê Seqîz ber bi Tehran ve diçû, bi hinceta laçika xwe ne guncaw daye serê xwe girt û êşkenceyên giran lê kirin. Li ser vê Jîna Emînî birin nexweşxaneyê û 16ê Îlonê jiyana xwe ji dest da. Beriya Jîna Emînî jiyana xwe ji dest bide, 3ê Îlona sala 2022an, li Urmiyê jina Kurd a bi navê Şilêr Resûlî, ji bo xwe ji dest zilamê ku xwest destdirêjî lê bike, xwe ji balkona mala xwe avêt û piştî 5 rojên tedawiya li nexweşxaneyê, 8ê Îlonê jiyana xwe ji dest da. Protestoyên jinan ên ku piştî jiyana xwe ji dest dana Şilêr Resûlî û dûre jî Jîna Emînî veguhest serhildanan. Di van çalakiyên ku civakên Kurd, Fars, Azerî, Belûc û hwd ên li Îranê dijîn, herkes rabû serhildanê û ev çalakî 5 meh bênavber, 9 meh berdewam kir. Drûşmeya çalakiyan; ‘ Jin Jiyan Azadî’ bû. Ev çalakî ji Rojhilata Kurdistanê belavî tevahî Îran û ji wir jî belavî tevahî dinyayê bû. Li tevahî dinyayê çalakiyên mezin ên protestoyî pêk hatin û jinan bi qusandina porên xwe, bi şewitandina laçikên xwe, bi drûşmeya Jin jiyan Azadî piştgirî dan çalakiyan. Dewlet bi armanca astengkirina serhildanan êrîş kir. Di encama êrîşên dewletê de 71 jê zarok 524 kes hatin qetil kirin. Heta roja 15ê Çileya 2023an hejmara kesên ku hatin girtin 19400 kes bû. Bi hinceta peywendiya wan bi çalakiyan heye724 kes ceza girtin û li gorî rapora mafên mirovan a Îranê 199 kes hatin sêdarekirin.

Li hemû dinyayê dengê berxwedanê

 Heke em li dinyayê mêze bikin aşkere ev tê dîtin ku destpêka sedsala 21an ji bo têkoşînên grîng ên jinan birêve diçe. Û ev yek nîşaneyên şoreşeke nû ya civakî ku di navenda wê de jin heye nîşanî me dide.
Li hemû dinyayê li dijî rejîmên dîktator bi daxwaza demokrasî û mafê mirovan dengê berxwedanê berz bû. Li gelek cihên wekî Amerîka, Brezîlya, Misir, Lûbnan, Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jin pêşengî ji van çalakiyan re kirin. Berxwedana Gezî ya ku li dijî rejîma dîktatoriya Tirkiye jinan, Kurdan, gelên bindest, tevgerên çep-sosyalîst, tevgerên ekolojîk anî gel hev yek ji van mînaka ye. Di tarîtiya faşîzma Erdoxan ava kiriye de jin çalakiyên herî bandor li dar dixin.
Di pêvajoya Bihara Ereban de di çalakiyên protesto yên 13 welatan de zêdeyî û pêşengiya jinan balkêş bû. Li Sûdanê jinan ji protestoyên ku dawiya dîktatoriya 30 salî anîn re pêşengî kirin. Li Eyaleta Kerala ya Başûrê Hîndîstanê 5 mîlyon jin bi daxwaza wekhêviya zayendê 1ê Çileya 2019an de zincîra mirovî ya 620 kîlometreyî çêkirin. 30 hezar xebatkarên tenduristiyê ji bo ku mafên jiyana kar bi dest bixin li bajarê Bengalûrî çalakî kirin.
Li Îranê di sala 2014an de kampanyaya ‘Azadiya Min a Veşartî’ çêbûbû. Wekî berdewamiya vê kampanyayê di sala 2017an de li dijî krîza aborî û rejîma Îranê çalakiyên ‘Çarşema Spî’ çêbûn û ev raperîneke girîng bû.
Li Erebîstana Siûdî jin di nav şertên zext de kampanyayan meşandin û mafên zewac-hevberdan, pasaport û sertîfakaya zarokên xwe standin û erebe ajotinê bi dest xistin.
Li Lûbnanê hêza bingehîn a çalakiyên li dijî bacên lêzêdekirî (ekstra) jin bûn.
Di roja merasîma sondxwarinê 20ê Çîleya 2017 de nîv mîlyon jin li dijî gotinên Trump ên nijadperest û dijminahiya jinê protestoya herî mezin a rojane ya Amerîkayê pêk anîn. Çalakvanên ku pêykerên kesên mêtinger ên ku bazirganiya koleyan kirine rûxandin; qadên jiyana alternatîf ava kirin û hewil dan perspektîfa xweparastin û rêveberiya xweser derbasî jiyanê bikin.

Belgeya Şoreşa Jinê ya Sedsala 21ê