Di handîkaba Rojhilata Navîn Sûryeyê de jin

- Rojbîn DENÎZ
224 views
Qeyrana binyadî ya modernîteya kapitalist jiyan dike, veguheriye şerê cîhanê yê sêyemîn xwe li hemû herêmê berbelav kiriye û didome. Li gel qeyranê şerê ku pêş dikeve bi taybetî bê çareseriya Rojhilata Navîn kurtir dike.

Ligel avaniyên dîrokî û yên dewletê di qeyranê de roleke diyarker dileyzin, armancên îdeolojîk û têkiliyên berjewendiyê vê rewşê xwedî dikin. Li gel vê li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurditanê bi pêşengiya jinan li hemberî kujerê kastîk kapîtalîzmê têkoşîneke mezin ya hebûnê tê dayin. Ji dîrokê heya roja me cara yekemîn e li Rojhilata Navîn weke derdorên bindest jin li hemberî pergala mêrsalar têkoşîna ku dimeşîne dibe hêza bingehîn ya veguherînê. Qeyrana civakî û pirsgirêka jin e di cewherê xwe de, di vê serdema Rojhilata Navîn de ji bo li gor berjewendiyên hegemonên cîhanê teşe bidinê, îdeolojiya wan bidin pejirandin û hevkêşeya zilam-dewletê binîn rewşa girêkek ku neyê vekirin e. Bê guman di vê serdemê de tişta ku berbiçave li hemberî xeta modernîteya kapîtasîst ferz dike, jin û gelên ku bi paradîgmaya modernîteya demokratîk li ber xwe didin û têdikoşin bi pergala ku ava kirine hesabên wan xira dikin, hildiweşînin. Xeta têkoşînê ya ku bi pêşengiya jinan pêş dikeve erdnîgariya Mezopotamyayê ji bo hêzên kapîtalîst û hesabên wan dike qadeke têde bêçare dimînin. Ango hesabên wan ên li ser masê çêdikin li vê erdnîgariya ku xwedî çandeke dêrîn e nagre. Hesabên ku kêlan nagrin herêmê dikşînin nava bêçaretiyê. Têkoşîna jinan û gelan ku bê rawestan tê dayin, li gel wê şerên dewletan ên ku veguherîne şerê wekaletê, dubendiyên xwecîhî li ser dîrokîbun û rojanebûnê teşe digre. Ev cîh bi cîh rê li ber şeran, hin caran jî rê ji lêgerînên dîplomatîk re vedike, ev di polîtîkayên derve û hundir de di berjewendiyên bazirganî de hesabên wan zindî dihêle. Nakokiyên rabirdû di roja me ya îro de weke pirsgirêkek mezin û qeyranê li pêşiya her kesî disekine. Ango tiştên em îro jiyan dikin ji bîra civakî, ji bingeha pirsgirêkbûnê qut em nikarin bigrin dest. Ev tabloya giştî ji bo me dide diyarkirin ku ji qeyrana Rojhilata Navîn derketin wê wisa ne hêsan be.

 Li Sûryeyê lêgerîna çareseriyê

 Niha di qeyrana Rojhilata Navîn de Sûriye, ji aliyê çareserî û qeyranê dibe xala gwerçerxanê. Çareseriyeke ji bo Sûriyeyê pêş bikeve wê hemû herêmê bandor bike. Gengaze em bahsa ku çareseriya pirsgirêk û hevsengiya li Sûriyê bide diyarkirin hebuna xeta sêyemîn ne. Xeta civaka demokratîk ku ev piştre pêş neketiye kevneşopiyeke aîdê kokên vê axê ye, ya dîtir jî xeta kujerê kastîk ku ev jî hezarên sala ye xeteke li ser vê axê teşe girtiye. Em li kevneşopiya ku ev her du xet jê tên mêze bikin, dubendiyên em îro jiyan dikin û rewşa şer ne wisa bi carekê ku were gotin çu qedya ye, ne pirsgirêk an jî dubendiyeke wisa were pênasekirin e. Niha dema ji bo li ser navê çareseriya li Sûryeyê lêgerîn berdewam dikin de, li ser navê çareseriyê ev her du xet hin caran tên hemberî hev hin caran jî, pêşketinên lihevkirinên demkî jî derdixe holê.
Di cewherê heqîqetê de, kevneşopiya em hemû pê mezin bune kevneşopiya Civaka Demokratîk e. Hêz û dînamîka vê kevneşopiyê ya pêşeng jî jinin. Ji ber wê jî navenda guherandin û veguherandinê arasteyî vê xetê dibe ev ne tiştekî metel dihêle ye. Ji bo gelan li qadê wateya wê, Sûrye ji avaniya navendî were paqijkirin û ji bo hemû gelên li Sûryê pergaleke ne navendî, demokratî were avakirin e. Îro gelên li Sûriyê vê xwestekê ji herdemê zêdetir vekirî tîne ser ziman. Di vê çarçovê de rojeva sereke ya gelên li Sûryeyê û rojeva bingehîn a jinan ewe ku Sûryeyeke demokratîk bi hemû sazî û dezgehên xwe ve were avakirin e. Li gel wê, bendewariyeke xurt a vesaziyên makeqanunê ku nasnameyên gelan, hebuna wan û mafên wan bixin bin ewlekariyê heye. Helwesta Şamê ya aktorên din ên sereke yên li Sûriyê ne girtina dîqatê jî qadeke berfereh a welêt demdirêj veduguheze qada pevçunê. Êrîşên grubên çete yên cîhadîst ên girêdayî HTŞ, DAIŞ û ANS li Sûriyê li dijî herêmên Kurd, Durzî, Elewî û hin herêmên Suniyan qeyrana heye kurtir kir. Herwiha avaniya cîhadîst a çete ku Şam bi dest xist polîtîkaya qirkirinê ya li dijî jinan jî rewş hê girantir kir. Êrîşên van koman ên li dijî jinan, revandin, tecawiz, ji bo fîdye jin li gel xwe girtin û bazara koleyan a sedsala 21’ê ku li Îdlibê heye tên firotin dide diyar kirin ku bi destê komên çete jin bi awayekî sîstematîk tên hedef girtin. Ev pêşketinan hemuyan, rê vekir ku li hember kaosa kur dibe gel riya xwe bihunin, pratîka xwe ya berxwedan û xwe birêxistinkirinê bihêz bikin. Ev rêxistinbûna ku civakan li ser bingeha nasnama xwe û îradeya xwe pêş xistin, ev rêxistinbun îro profîlê rasteqîn ê civakê yê Sûryeyê bi awayekî zelal derdixe holê. Herêmên Elewiyan, daxwaziyên xwe yên li ser bingeha Sûriyeyek demokratîk hem di warê siyasî hem jî leşkerî li derdora avahiya ‘Konseya Siyasî ya Navîn û Rojava’ birêxistin kir. Piştî êrîşên li dijî Suweydayê hêzên parastina Dûrziyan hate birêxistinkirin; Civaka Dûrziyan jî bi avakirina Sûriyeyek demokratîk re daxwazên xwe yên federasyon an jî pergalek ne navendî avakirinê, bi awayekî vekirî danîn holê. Di nava hin komên diyar ên Sûnî de jî xwesteka şer bi awayekî lez bi dawî bibe û Sûryeyek demokratîk were avakirin her ku diçe tê rewşeke aşkere. Jin jî di avakirina Sûryeya demokratîk de bi îdîaya bibin hevpar û pêşeng her ku diçe di xeteke têkoşînê ya bi hêz de tên gel hev. Bi taybetî bi pêşengiya jinên Kurd birêxistinbûna jinên Sûryeyê her ku diçe hê mezintir dibe.

 Hesabên qirêj û şerê par bidest xistinê

Perspektîfa Sûriyeya demokratîk ku bi pêşengiya gelên Sûryeyê û jinan teşe digre, nîzama heye, komên cîhadîst û polîtîkayên ew ferz dikin li ser sekneke ku vê polîtîkayê qebul nake hatiye avakirin. Li gel tabloya Sûryeyê ya rast li ser vî alî şênber dibe; Hêzên derve bi taybetî jî rojeva ku Tikiye ji bo Sûryeyê pêş dibîne welat berbi bêçaretiyê ve diherikîne, xwe disperse xeteke ku gelê Kurd û jinan bê statu bihêle û pirsgirêkên hene hîn zêdetir kur dike bi vî awayî pêşde dice. Di vê tabloyê de hesabê bingehîn ku derdikeve pêş, li ser berdewamkirina bêçaretiyê kaosa ku li Sûryeyê pêk tê par ji xwe re bigre ye. Ev rojeva ku tê ferzkirin, di nava avaniya ku ne xwedî artêşe, di mekanîzmaya dewletê bikar anînê de zahmetiyan dikşîne, bê ezmûn û ji vîzyonê bêpar e, ev yek qeyrana heye hê mezintir dike. Hişmendiya heye ku gelan nas nake bilêvkirina ‘entegrasyon’ê di bingeh de di asta taktîkê ewiqandinê de ye. Hamleyên bi vî awayî, ji bo bi HTŞ û Colanî meşruiyetê bide qezenc kirin hewldana wext qezenckirinê ye, ev bi awayekî zelal tê fêmkirin.
Daketina bingeha pirsgirêkan û pêşgava yekemîn a çareserî avakirin, Sûryeyeke demokratîk bi feraseta bi jinan re hevpar were avakirin û di pêvajoyên çareseriyê de rastiya ku jin wê roleke mifteyê bileyzin qebûl kirin e. Li Rojhilata Navîn jin bûn, têkoşîna civakî ya li herêmê, tevgerên demokratîk, zahmetiyên ew pêre rubiru dimînin, riskên wê û pirsgirêkên pêşengiyê hewce dike ku bi hişmendiya zanyariya dîrokê were destigirtin. Di rastiya Sûryeyê de jin, li hemberî DAIŞ’ê, li dijî aqliyeta dewletê û li dijî pergala heye di têkoşîna ku dane meşandin de li hemberî cînsiyetparêziyê û olperestiya tundrew, di sosyolojiya civakî û qada îlmê jinê de pêşketinên girîng bi dest xistibin jî, di rastiya Rojhilata Navîn de bi pêşengiya jinê têkoşîna ku pêş dikeve hê jî xwe negihandiye asta ku tê xwestin.Bi taybetî li Sûryeyê, Tirkiyeyê, Iraq û Îranê guherandin û veguherandina ku bi pêşengiya jinên Kurd wê pêk were asteke hemû welatên herêmê û jinan bandor bike ava bike. Li vê erdnîgariyê em li têkoşîna ku jinan pêş xistiye mêze bikin di aliyê êrîşa hember a bi bandor de rewşên pir alî yên li hember hene. Li Sûryeyê qaşo rêveberiya demkî ya ku li ser navê HTŞ’ê hatiye avakirin, di qanûnan de, di hilbijartin û li ser maseyên mûzakereyan li dijî jinan ferzkirineke cîdî a îdeolojîk heye. Em dikarin bêjin ku mêjiyekî runiştina jinan a li ser maseya mûzakereyan ji bo xwe weke heqaret dihesibîne heye. Vê gavê Şam bi awayekî şidyayî xwe li argûmanên olperestî, netewperestî û cînsiyetperestiyê pêçaye; Bi vê rêkê jinan û pergala rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê ku bi pêşengiya jinan pêş ketiye red dike. Di bingeh de ya ku tê redkirin xeta civaka azad e. Yên ku red dikin weke ku li ser masê xuya dike tenê ne aktorên takekesî ne; Divê weke nunerên hêzên di dirêjahiya dîrokê de bi berdewam dijberiya xeta jinê kirine hêzên weke HTŞ, Tirkiye, DYE, Fransa û Îngilîstan werin dîtin. Bi şerê hatiye avakirin, koçberî, xizanî, tacîz, tecawiz ango bi giştî bi polîtîkayên qirkirinê re tê xwestin ku têkoşîna jinê were serkutkirin, bê bandor hîştin. Lê li gel van hemû zextan berxwedana jinan, ji qadên têkoşîna azadî û wekheviyê bigrin heyanî maseyên mûzakereyê bi berdewamî palpiştiya herî bi hêz e. Ji ber wê dema siyaseta rojane û trafîka dîplomasî tê nîrxandin, divê di bingeh de em li rastiya sekna gelan û jinan a li dijî vê pergalê mêze bikin. Divê em du xetên li herêmê ku di navenda qeyran û lêgerîna çareseriyê de disekinin ji bîr nekin; Xeta kujerên kastîk ku li ser bingeha sermaye-desthilatdariyê ye û xeta li hember wê jî xeta civaka demokratîk e.  

Wateya ku li çîrokan tê barkirin

Li herêmê li gor zanyariyên xwecîhî tê gotin ku di pişt perdê de xeleka plansaziyên qirkirinê têne tengkirin. Diyare ku ji bo Kurdan û jinan bê statu bihêlin bazariyên qirêj tên kirin. Ji bo vê li Şamê û derveyî wê ji bo îtîfaqan hebûna danîna gelek maseyan diteyise çapemeniyê. Hewldanên mûzakere û li hevkirinê yên li navendên weke Enqere, Washîngton, Moskova, Amman, Şam û Hesekê hevdu temam nakin, dijberê wê, li hemberî hev disekinin û tasfiyeya hevdu armanc digrin, nûnertiya perspektîfên cuda dikin. Mijara demokratîkbuna Sûryeyê jî di bingeha xwe de di hevdîtinên li Şam û Hesekê ku bi şanda rêveberiya xweser re pêk tên tên rojevê.

Di serdsala nû de faşîzma tê ferzkirin

Di hevkêşeya Sûriyê ya nû hêzên weke DYE dixwazin rêveberiya xweser li hemberî Şamê ji bo hevsengiyê bikar bînin; Hêzên weke Tirkiyê jî dixwazin rêveberiya demokratîk xweser bi hemû deskeftiyên wê tasfiye bikin. HTŞ jî di ferqa van her du şêwazê siyasetê de ye her du aliyan jî di ewiqînin bi vî awayî dixwaze ji xwe re parekê derbixe. Ev hêz ne xema gelan dixwin ne jî ya welatparêziyê tekane armanca wan, qada desthilatdariyê ya li Şamê dahata wê di destê xwe de bihêlin. Hêzên derve plan dikin ku Colanî û pêkhateya wê ya qadro ya teng bi navê HTŞ’ê re sînordar bihêlin, komên girêdayî jî li gor berjewendiyên xwe tasfiye bikin an jî ji bo hevsengiyên herêmê bikar bînin. Van pêkhateyana di destê dewletan de kujerên bi kirêgirtî ne, weke qozên siyasî û li pêşiya pergalên demokratîk karê sitiriyan dibînin ango astengin. Êrîşên Tirkiye û hevparê wê HTŞ ku li dijî rêveberiya xweser dimeşîne mînaka herî şênber e. Taybetmendiya herî şênber a van koman jî dijminatiya jinan e. Li şuna ku ji tiştên Rojhilata Navîn ji dest daye ders derxin, bi xeta dijberî jin a îslama siyasî dixwazin bibin û di sedsala pêşiya me de hê hişktir berdewam bikin.
Çareseriyeke ku li Sûryeyê derkeve hole, wê hemû Rojhilata Navîn bandor bike. Dema mirov bandorawê û berferehiya wê difikire gelek welatên Rojhilata Navîn pêşketinên li Sûryeyê tenê naşopîne, dibe beşeke ji pêvajoyê jî. Helwesta welatên Ereban a bingehîn jî ewe ku Tirkiyê ji derveyî Sûriyeyê bihêlin e. Ji ber ku naxwazin pêvajoyeke duyemîn a Osmaniyan jiyan bikin. Bi taybetî qebîleyên Bedewî di vê mijarê de bi awayekî zelal helwesteke tund nîşan dide. Ji ber wê jî hêzên navnetewî û herêmî wê bixwazin HTŞ ya ku lawaz buye heyanî demeke din jî li ser desthilatdariyê bihêlin. Bi vî awayî li Sûryeya ku li ber peravên qeyraneke mezine, dixwazin rêveberiyeke nunertiya hişmendiya DAIŞ’ê dike bi herkesî bidin qebulkirin. Bi hewesa desthilatdariyê Colanî derxistina pêş, di runiştinên NY de dayina axaftin û li paytextên welatên Rojava pêşwazîkirin, dide diyarkirin ku çawa plansaziyan li ser hişmendiya DAIŞ’ê dikin, ev gelekî serencrakêş e. Li derdoreke ku şîdet û komkujiyê dikin amûreke sereke, di vê merheleyê de ji nuve avakirina Sûryeyê di aliyê jinan de axaftin zahmet xuya dike. Di nava heqîqeta heye de yên ku berdêlên mezin didin, trajediyên giran jiyan dikin jinin. Rêxistinên çete yên weke DAIŞ, HTŞ û ANA û dewletên ku piştgiriyê didin wan, di van salên dawî de hema bêje bi jinan dojeh dan jiyankirin. Jin veguherandin rengên reş û resasî û hişmendiya serdest a tirsnak a zilam di şeran de dîtin. Li Sûryeyê jinên Ereb, Durzî, Elewî, Suryanî û Kurd her roj bi van kirinan re rubiru dimînin. Li hemberî vê, li Bakur-Rojhilatê Sûryeyê şoreşa bi pêşengiya jinan pêş dikeve; Bi hestên hevbeş, hişmendî û têkoşînê îdîaya sedsala 21’ê wê bibe sedsala şoreşa jinan hildigrin. Jin di nasnameya hevbeş û perspektîfên azadiyê de hatin gel hev û pergala xwe ya xweser ava kirin. Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûryeyê bi pêşengiya jinan pêk hat, ev şoreş deskeftiyên hemû jinan û nirxê wan e. Jin îro bi giraniya van destkeftiyan diçin ser maseya muzakereyan; Daxwaziyên xwe yên azadiyê weke xeta sor datînin holê. Jinên ku li qada şer mil bi mil li berxwe didin, niha jî di pêvajoya muzakereyan de kevneşopiya ku aîdê wane civaka demokratîk diparêzin.

 Çerxa dîplomasiyê

 Nunerên jinan ên di şandeyan de cîh digrin, di biryardariya sedsala 21’ê bikin sedsala jinê dene, diyar dikin ku wê teslîmî hişmendiya serdest a zilaman nebin û dixwazin bibin hevparê Sûryeya demokratîk a ku wê were avakirin. Avaniyên weke jin nêzîkatiyên HTŞ ku xwedî hişmendiya DAIŞ’ê ye ku nasnameya jinan dike amûr, nêzîkatiyên şerîatparêz bi awayekî teqez red dikin. Di bingehde bi pêşengiya jinên Kurd li hemberî faşîzma herî tund, nasnameya Sûryeya demokratîk diparêzin. Bi hilweşandina rejîma Esad re Sûriye saleke ketiye pêvajoyeke nu. Rêveberiya Xweser di vê pêvajoya nu de bi hemû avaniya xwe li gel xelkê Bakur-Rojhilatê Sûryeyê cîh girt, bu aktorekî girîng ku li gel Durzî, Elewî û hin komên eşîrên Suniyan bu îfadeya bendewariya wan a li Sûryeyê çareseriyademokratîk pêşxistinê. Li hemberî ferzkirina pergala tekparêz têkoşîn li qada siyaset, dîplomasî, leşkerî û civakî belav bu. Gelan ji bo yekîtiyê ava bikin cudahiyên xwe anîn gel hev li nava Sûryeyê û li derve jin-zilam bi hevre xebateke yekgirtî dane meşandin. Gel û jinên ku bi komûnên ku qatmana herî bingehîne xwe birêxistin dike ji bo xeyala Sûryeyek demokratîk têdikoşin. Di vê pêvajoyê de jinan dest dan hev, jin û zilaman mil dan milê hev hemu gel û komên baweriyên cuda li hev civandin. Li qadên Rêveberiya Xweser yekitî buye rêgezeke xwezayî û ev diteyise qada dîplomasiyê jî. Di hemû şandeyan de li gel pêkhateyan cîh girtina jinan, ji bo rêveberiya xweser weke xeta sor hatiye diyarkirin. Ji ber vê ferasetê li hemberî pergala navedgerî bi pêşengiya jinan ji bo pergaleke ne navendî têkoşîneke xurt a dîplomasiyê hate meşandin. Di şandeya hevdîtinên ku îtifaqa 10’ê adarê bikeve pratîkê de, li gel endama konseya hevserokatiya PYD’ê Foza Yusuf, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê Îlham Ehmed, yek ji fermandarên YPJ’ê Sozdar Hajî, hevseroka karên civakî û saziya kedkaran Meryem Îbrahîm cîh girtin. Hevdîtina despêkê di 19’ê adarê de li Şamê pêk hat û bi taybetî rewşa taxên Kurdan ên Helebê hatin destgirtin. Piştî wê di 1’ê insanê de li Helebê bi îmzeya hevseroka meclîsa gel Hêvîn Silêman, bi rêveberiya Şamê ya demkî re peymaneke ku xweseriya taxên Kurdan ên Helebê nas dike hate îmzekirin. Di Sûryeya nu de ev gava despêkê ya piratîk ku hate avêtin, ji aliyê civaka demokratîk de cîh girtina jinan ji bo hemu jinan bu pêşketineke bi wate; Peyameke xûrt ji hişmendiya zilam-dewletê û hêzên çete re hate dayin. Dive em bal bikşînin ser ku di bingeha bêtehemuliya bi pêşengiya Tirkiyê pêş dikeve de jî ev xal heye. Taxên Kurdan ên li Helebê, weke di pêvajoya şerê gel ê şoreşgerî de, li ser maseya muzakereyan jî sekna xwe ya demokratîk bi awayekî vekirî û zelal danîn holê. Li gor lihevkirinê tax wê ji aliyê hêzên asayişê ve hatinaba parastin, wê li ser rêveberiyên xwecîhî bihatabirêxistinkirin û bi hev guherandina dîlan wê pêk hatibuya. Lê li ser xwesteka Tirkiyê hêzên HTŞ û ANA ambargo danîn ser taxên Kurdan û êrîş kirin. Li hemberî protesyoyên gel çek hatin bikar anîn û şerên demkur derket. Di vê pêvajoyê de yê esas hêza zext da avakirin dewleta Tirk bu.

 Çareserî û aloziya pirsgirêkan

 Şanda Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûryeyê, derveyî hevdîtinên navberê di bingehde hevdîtina xwe ya duyemîn jî di 9’ê tîrmehê de pêk anî. Ev hevdîtin di asta berdewamiya hevdîtinên demên derbasbuyî de bun û tevlîbuna Îlham Ehmed, Foza Yusuf, Sozdar Hajî, Meryem Îbrahîm, Mazlum Ebdî û hemû endamên dîtir ên şandê re pêk hat. Li aliyê din di civînê de bi tevlêbuna nunerê DYE yê Tirkiye û Sûryeyê Tom Barrack, nunerên Firansî û li ser navê HTŞ ya cîhadîst jî Colanî pêk hat. Rêveberiya Şamê bi deskeftiyên pergala xweser tine hesibandinê ferz kir ku dîsa vegera pêvajoya berya 2011’an pêk were; Jinan jî teslîmiyet red kirin û civîn terk kirin. Ev nêzîkatî biryardariya têkoşîna jinan û sekna polîtîk bi awayekî vekirî da diyarkirin. Di vê civînê de bi taybetî nunerê DYE Tom Barrack û nunerên HTŞ ku teslîmiyet ferz kirin di raya giştî de nerihetiyeke mezin da avakirin, li ser wê Barrack û HTŞ mecbur man ku paşde gav bavêjin.
Di berdewamiya pêvajoyê de hevdîtinên muzakerayan ên ku hatibun plankirin li Parîsê pêk were mudaxaleya Tirkiyê mohra xwe lê xist û di encama wê de vekirî da diyarkirin ku ji hevdîtinan xwe paşde kişandiye. Komkujiyên li Suweydayê bi destê hêzên çete yên cîhadîst ên girêdayî HTŞ’ê bi armanca sabotekirina pêvajoyê bûn. Lê vê rewşê destê HTŞ’ê lawaz kir, hêza wê ya li ser maseya muzakereyan xwe ferz bike beşeke mezin wenda kir. Vê pêşketinê herî zêde Tirkiye nîgeran kir û ji bo hevdîtinên li Parîsê pêk neyên herî zêde Tirkiye kete nav hewldanan. Di berdewamiya pêvajoyê de, li Urdunê bi tevlîbûna nunerên DYE, Fransa û Îngilîstanê civîneke berfereh pêk hat. Armanca vê hevdîtinê, lêborîn ji şandeya Rêveberiya Xweser xwestin û ji nuve tevlîkirina wan a pêvajoyê pêk anîn bu. Vê carê li şandeya Rêveberiya Xweser bi awayekî baldar hate guhdar kirin û ji bo daxwazên wan li ser maseya muzakereyê were destgirtin di bernamê de hate tomarkirin.

 Daxwaziyên ku pêşkêşî maseya mûzakereyan hatiye kirin

 Qaşo makeqanûna demkî ya ji aliyê HTŞ’ê ve hatiye amadekirin demokratîk kirin, pergala perwerdê, deryên sînoran (bi taybetî jî deriyê sînor ê Nisêbînê), petrol û kanên din ên dahatên dîtir bi dabeşkirina wan re û xweseriya avaniya hêzên parastinê civîna ku ev mijarana têde hatin nîqaşkirin, di çapermeniyê de rojeveke cîdî da avakirin. Piştî ev hevdîtinên ku erênî derbas bun bi şamê re temasan dîsa dest pê kir. Serdanên Şamê yên bi serokatiya Îlham Ehmed şanda Rêveberiya Xweser demên dawî zêde bûne. Li gor zanyariyên di çapemeniyê de derdikevin armanca bingehîn a van serdanan, Rêveberiya Xweser li ser navê hemû gelê Sûryeyê û jinan dev ji israra Sûryeya demokratîk bernedaye. Hevdîtinên ku Îlham Ehmed tevlê bûne, li gel paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê parastinê, ji bo parastina deskeftiyên li ser nasnameya jin qala gavên diplomatik yên ku divê were avêtin kiriye. Deskeftiyên ku li ser navê şoreşa jinê hatine bi destxistin weke xeta sor tê qebûlkirin, binê wê hatiye xêzkirin.
Hevdîtinên entegrasyonê ku li ser navê çareseriyê tên ferzkirin, li ser nave rêveberiya xweser Îlham Ehmed, li ser navê hêzên parastina jin Rohilat Efrîn û li ser nave hêzên parastinê ên giştî Mazlum Ebdî tevlê bu. Di Rojhilata Navîn ya îro de ku bi karekterê desthilatdariya zilam teşe girtiye, li ser maseya mûzakereyan cîh girtina jinan, dikare weke encameke girîng a têkoşîna jin were nirxandin. Reng û nêzîkatiya jinan a li ser maseya mûzakereyê mohra xwe li hevdîtinan dixe. Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn da diyarkirin ku YPJ di nava HSD’ê de wê birêxistinkirina xwe ya cewherî û xweser biparêze, da diyarkirin ku entegrasyon YPJ’ê girê nade. Wekî din jî bêyî ku ewlekariya makeqanûnî pêk were jin wê bê şert û merc baweriya xwe bi zilaman neynin û bi vî awayî sekna jinan a bê tawîz danî hole. Van daxuyaniyan, weke nîşaneya jin di bin her şert û mercî de wê baweriya xwe bi hêza xwe ya cewherî bînîn û li ser lingan bimînin, ev nêzîkatî ji aliyê hemû jinan de hate destek kirin. Di hevdîtinan de ji bo pêşnûmeya makezagonî ya demkî dubare di ber çavan re were derbaskirin tê gotin ku di bin çavdêriya NY de avakirina komîsyonekê hatiye rojevê. Dibêjin dahata petrolê jî cuda wê were destgirtin. Li gel vê, mijara perwerdê jî di rojeva muzakereyan de cîh girtiye. Ji sala 2011’an û vir ve xwendevanên li dibistanên Rêveberiya Xweser perwerde dîtine dîplomayên wan werin naskirin û mufredat were qebulkirin, ji bo nifşê xurt ê pêşerojê weke gavên krîtîk derketin pêş. Di hevdîtina Trump-Colanî de jî weke hate dîtin, her gava ku tê gotin ji bo çareseriyê hatiye avêtin, di bingeha xwe de avakirina rêveberiyeke li gor hesab û berjewendiyên xwe yê, di heman demê de di eksena perçeyek ji dîzayna Rojhilata Navîn pêşde diçe; Ev jî pirsgirêkên hene kurtir dike. Divê were qebulkirin ku, pergalên hene beşeke mezin a kapasîteya xwe ya çareserî avakirinê ji dest daye.
Herî dawî ne ji bo bêhêvîtî were avakirin lê tabloya derketiye hole bi kurtasî ez dixwazim hevokekê bînim ser ziman. Gavên heya niha hatine avêtin, hevdîtinên hatine kirin, nîqaşên li ser maseyên mûzakereyê yên hatine danîn hatine kirin bi axaftinê maye; Tenê peymanên 10’ê adarê û 1’ê insane li ser kaxizê hate îmze kirin, lê gavên pratîk hê jî nehatine avêtin. Di vî alî de peymanên hatine îmzekirin jî bi peymanên devikî re heman çarenusê parve dikin. Tû hevpeyman heya niha nehatiye asta bikeve meriyetê. Dibêjin ku axaftin bi ber bayê çolê re dihere, di hişkesaliyê de hişk dibin û diherin, lê nivis dimîne, bi avê re dibe yek û dihere ku derê jiyan dide.