Pêla aqlê gerdûnê tovên hêza jiyanê di ramana mirov de dipişkivîne. Cîhana mirov a metafizik jî dibe enerjiya bedewî û li hevanîna wê diafirîne.
Huner jî hîbeyeke wê ya xwezayî ye ku bi riya dîtin û hîs kirinê diteyisîne ser hestê mirov. Ahenga gerdûnê bi xwe karekî hunerî ye. Her tişt bê qusur, pircureyî, diyar û nediyar ku xwe dide hîskirin, mirov li hember sêhbaziya wê matmayî û mest dibe. Gelo mirovê di vê gerdûna bê ser û bin de li ser navê hunerê bi hêza gerdûnê re di nava rikbirî û qayîşê de ye? Yan jî hunerê mîna riya herî kurt dibîne ji pêgihiştina xwedawendî û xwedabûna ku ticarî timahiya wê ji binhişê mirov derneketiye? Ji ber ku nepeniya sermedî û bê dawîbûna mirinê di kirina hunervaniyê re derbas dibe.
Wate sedema afirandina hunerê ye
Kiye û çiye yên ku gava pêşî li ser riya hunerê avêtin? Ew çi hêze ku mirovan ji hunerê re mîna evînê deriyê dil û mejiyê xwe vekirin û di cihê herî bi qedir de erşê wê ava dikin. Nexwe em dighêjin vê encamê: Ger wate nebe, hebûn tenê têrê nake ku mirov bi vê jiyanê re li hev bike û bi rêve biçe. Wate sedema afirandina huner û hunervaniyê ye. Ger em bandora şopa lingê mirovê yekem di heriyê de, weke tabloya sereke ya keşfa hunerê bihesibînin, emê bizanibin ku huner xelata jiyanê ye. Belkî ji wê rojê û heya roja me ya îro, mirov beyî ku li şop û bandora tiştekî kûr û dûr bihizire derbas nabe. Ji hunera mîmarî ya xaniyekî bigre, heya perestgehan mirovahî deyndarên vê tabloyê ne. Ji xwe ilhama jiyanê bi keşfên hunerî yên biçûk dest pê dike. Her wiha ji bo ku mirov ilhamê ji jiyanê bigire, ne girînge ku hunermend be an na. Tene ya girîng ewe ku di feleka jiyana wan de, hebûneke bi navê hunerê hebe ji ber ku hebûna wan parçeyek ji wate û amûra ku huner pê di afire ye.
Bi hestê bayekî nermî ku mijgulê mirovan şeh dike destan li hev anîne. Dengê bablîsokê û xuşîniya pelê darên çinarê ku bi xwe re li ba dike, wêne xêz kirine. Lorîkê dayikê ku bi im ima zarokê ku ji bedena wê şîr dimije, dengbêjî welidandiye. Şivanan di ber çêrandina pez de ji qamûşa bilûr, bêriyên ku bi dotina şîr, dengê karikê ku direvin ber guhanê dayikên xwe, armoniya awazê tevgera jiyanê dirêse. Şevên bi heyv û sitêrkan diçirise hêviya ku wê di her berbangekê de roj hilê, temaya şer û xêrê di çîrokan de fesilandine. Ya ku li ser mirov dimîne ewe ku dil û mejiyê xwe ji her deng û lebatekê re pênaseya mecazî ku hêza wateyê bi afirîne. Wê gavê xwedawendî dibe enerjiyeke xwerû ku xwe li bedena mirovekê/î ku nakokiya mirin û jiyanê di bedena wan de ye, lê bi hebûna xwe wê her hebe bi aline. Pênaseya ku em jêre dibêjin dîrok û danehev jî tiştekî ku nayê wenda kirin e.
Jin hunermenda yekem a çanda hunera jiyanê ye
Ger em bên û bipirsin ku cihê jinê di vê tabloya jiyanê de li kuderê ye, emê bibîn ku portre ya wê ye. Bi cara yekem gava ku kulma xwe tije ax dike û li şûna wê tovekî diçîne, çanda ku wê bibe amûra hunerê mohra xwe li dîroka vejîna jiyanê dide. Lewra jin dibe hunermenda yekem ya çanda hunera jiyanê. Teybetmendiya wê ya biyolojîk ku vê gerdûnê weke diyariyeke wê xelat dike bi rola dayikbûnê, teybetmendiyê wê ku hevbeşin bi xweza û fezayê re, hevaltiya wê bi ajal û zindiyê hawîra wê re, hêjayî xulqdariyeke çandî û hunervaniyê tê dîtin. Ji ber ku teybetmendiya huner û hunervaniyê ne tiştekî ku tê çêkirin, girêdayî hawîra mîhweriye. Bi qasî ku mirov çêke çêdibe. Bi qasî ku hez bike lê zêde dibe û bi qasî ku bê ku bêhêvî bikeve bigere dibîne. Çîroka rêwîtiya jinê ku bi destê mirovahiyê girtiye û aniye roja me ya îro jî, ji vê hêzê çavkaniya xwe digire. Gelekî zahmete ku evqas deme ku jin mirovahiyê bêyî tu bendewariyan di derguşa xwe de dihewîne, lê dilxweşiya bi vê kedê re, dibe heyvanê hunereke resen. Ji ber ku jin fêrî hunerê nebuye, huner jiyan kiriye û afirandiye.
Gava huner bu mijara bazarê jin jî hat kirîn û firotin
Xwezaya jinê bi cewherê hunerê re hevsenge, her wiha gava ku bedewiya hunerê xwe li bedewiya jinê zêde kiriye, cazîbeya wê şewq daye çavên her kesî. Lewra em civak, jiyan û evîneke ku li dewrû berê jinê şên dibe dibînin. Ta ku cinsê beramberî wê hesûdiya wê dike û di qadê de cihekî ji xwe re vediqetîne. Gava ku cinsê nêr ji xwe re cih vediqetîne mebest ne ewe ku hevbeşiya dualîtiya nirxê vê bedewiya huneriye. Berovajî bi hêza zanyariya ku ji cewherê hunerê bigire, bixe bin xizmeta pesinîna berjewendiya serdestiya xwe ye. Ji wê rojê heta rojame ya îro li ser navê hunerê jin di areneya kirêtiyê de dîl hatiye girtin. Kiryarên bazirganî yên xemilandî bi hunera rasteqînî re hat beramberî hev. Zilamê ku ji noşa deshilatdariyê şêt bûyî bi dek û dolabên xwe jinê ji xwezaya wê û ji bedewiya hunerê biyanî dike. Jin, civak yên ku di ferqa van fen û fûtan de bûn, deriyê jîrî û pênaseya rast ji xweza hunerê di ruyên wan de hate girtin. Gava ku huner bû mijara bazarê, jin jî hat kirîn û firotin. Du cêwiyên wateya jiyanê temam dikin bûn mehkûmê qedereke tarî.
Kengî huner dibe jiyanî, civakî û kengî dibe bazarî? Bê guman ev herdu têgeh di xwezaya xwe de dijberin. Ji ber ya ku dibe jiyanî û civakî bi nirxe û ya ku dibe bazarê erzan û sivik dike. Huner ewe ku jîriya mirovên xwedî doz û armancê mezinin. Ji bo nirxên dîrokî û pêşerojeke bi zanyarî û ronakbîriye. Ya ku bazirganiye mijokiya hebûna van nirxaye. Ji cewherê wê vala kirine. Yek ji van nirxên herî giran buha jine, wê jî dikin amûra bazirganiya xwe, di qada ku li ser navê hunerê tê kirin wê bi kar tînin. Ji rêderketina exlaq û wijdan bi destdirêjiya li ser jin û hunerê dest pê dike. Hêzên desthilatdar û pergala kapîtalîst ku bi riya sermayê û teknolojiyê ev qad bi dest xistine, di riya van kiryarên xwe de civakê bê hafîza dîrokî û civakî dihêlin. Hişên wan ditevizînin, mirovên serkorî çêdikin. Ji xwe di bin navê çaxa hişê çêkirî de, ji civak, mirov û jinê re dibêjin pêwîstî bi hizrînê jî nemaye. Dibêjin, emê li şûna wê bihizirin û biaxivin. Mirov û civak di çavê hev de, di çavê xwe de di asta herî jor de bê nirxiya afrîneriyê dijî. Sitranên Eyşeşan, Meryem Xan, Şakiro ku ji ser zimanê dapîr û dayikên me ne diketin, bi riya hişê çêkirî, bi devokek ku tîpên Kurdî bi qirika Tirkî telefuz dike, bi riya jineke ku zilam xeyal kiriye di sere xwe de distirê û em dibhîzin. Di van sitranan de helbestên hunermendên civaka me ya resen Ehmedê Xanê û Cegerxwîn tê bi kar anîn.
Jin Jiyan Azadiyê asoyeke nû di rêwîtiya hunera resen de vekir
Em dizanin wekî Kurd, wekî jin em li ser koka xwe şîn hatine, bila koka me li ser axeke din zuha nebe. Şilêr li zinarên çiyayên Xinêrê û gelek deverên din ên Kurdistanê şîn dibin, gulên reş jî li Rihayê dibişkivin. Xweseriya erdnîgariya hunerê jî cuda ye em vê jibîr nekin. Lewra em dibînin ku îro li Kurdistanê jin bi zanyariya xwe bi jîrbuna xwe şoreşeke hunerî li dar dixin. Helbest, sitran, destan û filman bi hersê gotinên efsunî ku em dibêjin Jin, Jiyan, Azadî pêş dixin, vê yekê asoyeke nû di rêwîtiya hunera resen de vekiriye. Civak li derdora bedewiya jin-dayikê kom kiriye. Berhemên hozaniya jina Kurdistanê bandora perperîkê li cîhanê kiriye. JİN, JİYAN, AZADÎ ne ji sê peyvan pêk tê, ew xelata hunervaniya jiyanê ye.
Ji bo her hunermendkê/î gava ku pênûsa xwe girt destê xwe da ku romanekê binivîse, her wênesazek ku firçe û rengan digre destê xwe, ji bo her sitranbêjek ku li ber mîkrefonê disekine û her derhênerek ku kamera xwe radike divê carekê li pişt xwe bizîvire û bi navê esîlbûna xwe ya çanda dîrokî têkeve ser riya zaniyariya hunerê.
