Mixabin, bersiva qada navnetewî ne di asta wateya manîfestoya dawî ya Rêber Apo de ye. Ji ber ku bersiv di dewletan de nîne, lê di nava gelan de bersiv heye. Ji ber vê divê em peyama Rêber Apo bigihînin cîhanê hemûyê. Bersiva dewletan herdem girêdayî berjewendiya ne, ne berjewendiyên civakê. Lê xuyaye ku rewşa aloz ya li Rojhilata Navîn jî dikare bi paradîgmaya Rêber Apo were çareserkirin.
Xebatên Jineolojî li gelek herêmên cîhanê pêk tên. Ev xebat xwe disipêrin nêrîna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî jinê û xebatên Tevgera Azadiyê ya jinên Kurd. Me weke rojname li gel yek ji endamên komîteya Jineolojî ya Katalonyayê Fanny Arambîlet hevpeyvînek çêkir. Arambîlet pirsên me yên derbarê çend mijarên sereke de bersivand.
Li gorî we têkoşîna ji bo serxwebûnê ya Katalonyayê û têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadiyê çiqas nêzî hevin û dişibin hev?
Dewleta Spaniya bersiv nade rastiya dîrokî ya Nîvgirava Îberîka ku hezar salan bûye şahidê hebûna gelên cûr bi cûr. Hinek ji van gelan gelek kevnar in, hinek piştre hatin; lê wan gelan hemûyan taybetiyên xwe yên dewlemend lê zêdekirin û rastiya me pêk anîn. Katalonya eynî wekî welatê Baskê li hemberî zordarî û dagirkeriya Spanya li ber xwe da. Spanya serdema xwe ya herî zêrîn di serdema Împaratoriya Spanya de jiya. Abya Yala (Amerîkaya Latîn), Ewropa û Efrîka bindest kirin. Niha ev mîna bîranînekê û xewnekî nostaljîk ya rastgirên faşîst ên Spanya dimîne. Ji ber vê ne tesadufe ku Katalonya herêma Spanya ya herî zêde piştgiriyê dide doza Kurdan. Ji ber ku mînaka Kurdistanê, têkoşîna ji bo nasnameyê dişibe têkoşîna gelê Katalan ya ji bo parastina ziman, çand û nasnameyê ya li dijî dagirkerî û polîtîkayên asîmîlasyonê ya li dijî dewleta Spanya dimeşîne. Ev rewşa dagirker ya Spanya dişibe rewşa dewletên dagirker ên Kurdistanê ku dixwazin herêmên Kurdan kontrol bikin.
Hûn komploya navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?
Komploya li dijî Rêber Apo mînakeke ku durutî û pêkanînên îllegal yên dewletan radixe pêş çavan. Dengê Rêber Apo dengek xeter bû ji bo pergala kapîtalîst û babiksalar. Her wiha wî doza azadiya gelê Kurd kir û ji bo Rojhilata Navîn jî çareserî pêşniyar kir.
Hûn bangên ji bo aştiyê û danûstandinê ku ji aliyê Ocalan ve tên kirin çawa dinirxînin?
Li gel tecrîda ku ji 25 salan zêdetire, Rêber Apo peyama xwe parast ku ev peyam ya aştiyê ye. Di manîfestoya dawî de jî careke din Ji bo azadiya gelê Kurd û aştiya herêmê projeya xwe ya çareseriyê pêşkêşî cîhanê kir. Di roja me de cîhan pêvajoyekî giran û aloz dijî. Lê wî careke din nêrînên xwe yên ji bo çareseriyê û aştiyê ku di parêznameyan de jî hebûn xist rojevê.
Gelo li gorî we vê bangê di asta navneteweyî de bersiveke têr wergirt?
Mixabin, bersiva qada navnetewî ne di asta wateya manîfestoya dawî ya Rêber
Apo de ye. Ji ber ku bersiv di dewletan de nîne, lê di nava gelan de bersiv heye. Ji ber vê divê em peyama Rêber Apo bigihînin cîhanê hemûyê. Bersiva dewletan herdem girêdayî berjewendiya ne, ne berjewendiyên civakê. Lê xuyaye ku rewşa aloz ya li Rojhilata Navîn jî dikare bi paradîgmaya Rêber Apo were çareserkirin.
Li gorî we modela Konfederalîzma Demokratîk a Ocalan çi tevkariyê li nîqaşên li ser azadî û demokrasiyê yên li Katalonya û Ewropayê dike?
Konfederalîzma Demokratîk hem bersive û hem jî yekane rêya derketinêye ji bo çareseriya pirsgirêkên gelên Katalan, Ewropa û heta cîhan dijî. Di rewşa Katalonya de pirsgirêk ew e ku çîna siyasî dewletekî wekî Spanya dixwaze ku hem kapîtalîst e, hem babiksalar û hem jî kedxwar. Tevî gelê Katalan gelek caran nîşan da ku ew modelek cuda dixwaze ku nêzîkî konfederalîzma demokratîk e û înisiyatîfa gel îfade dike. Civaka Katalan sala 2017’an ji bo daxwazên xwe bedel da, zor û zehmetiyên dewleta Spanya li ser ferz kirî jiya.
Nêrîna we li ser nêzîkatiya ku azadiya jinan dixe navenda veguherîna civakî çiye?
Di nava nirxandinên polîtîk ên herî giring ên ku Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşkêş dike de, rewşa jinê di asta yekê de cih digire ku pêşniyarên pir xurt dike ji bo têkoşîna li dijî pergala babiksalar û kapîtalîst. Ev nêrîn jinan îfade dike, şêwazekî nû yê civakî pêşkêş dike. Belkî jî ne şêwazekî nû ye, ji ber ku di destpêka mirovahiyê de civak li ser bingeha pîvanên rêxistinî yên çanda xwedawend a dayîk ava bû û tevgeriya. Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê anî bîra me ku jin pêşenga civakên destpêkê bû. Civakên ku xwe wekî komên biçûk rêxistin dikir, li hemberî şert û mercên tirsnak ên hawirdorê rêxistin li derdora jinê çêkir û jiyan saz kir. Ji ber ku çanda xwedawendiyê çanda jiyanê ye. Roja îro em encamên kuştina xwedawendan ji aliyê çanda babiksalarî ve dijîn ku ev bi awayê şer, talankirin, biyanîbûn û talankirina xwezayê xwe dide der.
Perspektîfa azadiya jinan çawa bandorê li hevgirtina navneteweyî ya jinan û rêxistinkirina wan dike?
Ji hilweşîna madî zêdetir, di roja me de mirovî rûbirûyê hilweşîna nasnameyê, nirxên civakî û jiyanê dihêlin. Destjêberdana nirxên ku civakê zindî û di nava yekbûnê de dihêlin di rojevê de ye û lewma kêfxweşiya jiyanê, dostanî û nêrîna xweşik di nava xeteriyê de ye. Jinên Kurd demek dirêje têkiliyên xurt yên komunîkasyonê çêdikin û piştgiriyê bi jinên li parzemînên din ên cîhanê û welatên cuda re dikin. Li Rojhilata Navîn, Ewropa, Abya Yala Jineolojî torekî hevgirtinê çêdike, bi tayên ji rengên cuda rastiya jinên cîhanê dihûne. Li hemberî cîhanek aloz berxwedanek ku kokên wê heya cîhana kevnar ya civaka xwezayî diçe heye. Rêber Apo bi projeya aştiyê careke din dibe pêşengê guhertin û veguhertinek bingehîn.
Li gorî we, ji bo ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve, di asta navneteweyî de divê çi bê kirin?
Em rastiya hêzên mezin yên Modernîteya Kapîtalîst dizanin jixwe. Lê li aliyê din civak heye ku dikare bikeve tevgerê. Di asta navnetewî de pêwiste ku peyamên Rêber Apo berbelav bibin. Em dikarin manîfestoya Rêber Apo bi kom û nasnameyên cuda bidin nasîn. Her wiha gotubêj û pêngavan li ser vî bingehî rêxistin bikin. Di nava salan de Tevgera Azadiya Kurdistanê torekî têkiliyan, danûstandin û ragihandinê ava kir. Bi vî awayî gotubêjên li ser pêvajoyê dikare bigehe gelek aliyên cîhanê.



