Rîta Levî-Montalcînî

Di qada zanistê de pêşengek

- Berjin TEKOŞER
178 views
Rîta Levî Montalcînî, di laboratuwarekê de ku wê di şert û mercên dijwar ên şer de li mala xwe ava kiribû, pêşketina şaneyên rehikan lêkolîn kir û Faktora Mezinbûna rehikan (NGF) keşf kir.

Faktora Mezinbûna rehikan proteînek krîtîk e ku mezinbûn û domandina şaneyên reh destek dike û pêşveçûna pergala rehikan bi rêya birîna sînaptîk rê dixe.
Rîta Levî Montalcînî zanyarek e ku lêkolînên wê ronî dixin ser fonksiyona mejî û nexweşiyên mejî û her wiha xebata wê di dermankirina gelek nexweşiyan de, ku di nav de Alzheimer jî heye, tê bikar anîn.

Rîta Levî Montalcînî kî ye?

Rîta Levî Montalcînî di 22’ê Nîsana 1909’an de, li Turîna Îtalyayê, ligel xwişka xwe ya cêwî Paola, weke zaroka herî biçûk a malbateke Cihû hat dinyayê. Babê wê endazyarê birqê û matematîkzan bû, dayîka wê jî wênesaz bû. Rîta Levî Montalcînî ku di ciwaniya xwe de ji xwendinê pir hez dikir, ji nivîskara bi nav û deng a Swêdê, Selma Lagerlof bandor dibe û dixwaze bibe nivîskar. Lê belê piştre ji ber ku mirovek wê yê nêz ji ber pençeşêra mîdê jiyana xwe ji dest dide, ew ji vê rewşê pir bandor dibe û biryar dide ku biçe zanîngeha pizîşkî.
Wê di bîst saliya xwe de biryar da ku jiyana xwe di ber zanistê de bibexşîne û ji fîgura jin a klasîk a ku babê wê dixwest xwe dûr dixe. Di salên ku li fakulteyê de bû ew bi Giuseppe Levî re li ser zanista mejî dest bi xebatê dike, ku di wê demê de wekî qadeke zanistê ya hema bêje nû dihat hesibandin. Dema ku di sala 1936’an de mezûn dibe, li gel Levî wek asîstan dest bi kar dike. Ji bo demeke kurt wê dê navber bida karê xwe; lê wê ti caran bi giştî nedaba sekinandin. Ev ji ber wê bû ku fermana Benîto Mussolînî ya qedexekirina karê akademîk a Cihûyan derketibû holê.

Lêkolîna yekem a genetîk

Rîta Levî Montalcînî lêkolîna xwe ya genetîkî ya destpêkê li odeya xwe ya li malê, di laboratuwareke demkî de ku wê bi materyalên kêm û nebes çêkiribû, domand. Ew ê li ser pirsa ‘Ka çawa karî wiha di şert û mercên netêr de karê xwe bidomîne?”, wiha bigota; “Helwesta Mussolînî hişt ku ez wiha bi daxwazek mezintir karê xwe bidomînim. Vê nêzîkatiyê ji bo ez bixwînim coşek da min, xwendina min êdî ne li zanîngehê, lê di odeyekê de ew ê dewam bikira.”
Rîta Levî Montalcînî di laboratuwara xwe ya malê de, li ser mezinbûna lîfên esaban a di embirîyoyên mirîşkê de lêkolîn kir. Ev xebat ew ê dovre bûba bingehek ji bo xebatên wê yên pêşerojê. Ew dema di sala 1943’an de, tevî malbata xwe direve başûrê Floransayê jî, di odeyekê de laboratuwarekê ava dike. Lê belê pir derbas nabe ku di sala 1945’an de dîsa vedigere.
Di Îlona 1946’an de, Levî Montalcînî vexwendinek ji Zanîngeha Washingtonê qebûl kir û di bin çavdêriya Profesor Vîktor Hamburger dest bi xebatê kir. Her çend vexwendina wê tenê ji bo yek serdema akademîk bû, lê ew li wir 30 salên temam xebitî û îmze avêt bin xebatên pir giring. Di sala 1952’an de, wê faktora mezinbûna rehikan (NGF) ji şaneyên mejî yên penceşêrê yên ku bi lez mezin dibin û dabeş dibin veqetand. Lêkolîna vê proteînê, wê fonksiyona mejî û nexweşiyên mejî ronî bikira, nexweşiya Alzheimer jî di nav de, di dermankirina gelek nexweşiyan de bihata bikaranîn. Piştî vê vedîtina giring, wê û Dr. Stanley Cohen gelek faktorên lezandina mezinbûnê destnîşan kirin û ji hev veqetandin. Yek ji van, faktora mezinbûna epîdermal, di pêşketina pençeşêra sing de rol lîst û yek ji gava herî giring a di rêya dermankirinê de bû.
Rîta Levî Montalcînî di sala 1958’an de bû profesor û di sala 1961’an de li Romayê navendeke lêkolînê ava kir, ku piraniya jiyana xwe li wir derbas kir. Wê heşt salan li vê navenda ku jê re “Navenda Lêkolînên Neurobiyolojiyê ya CNR” dihat gotin û dovre jî li Laboratuwara Biyolojiya Hucreyê xebitî. Di sala 1968’an de, ew yek ji wan jinan bû ku wek jina 10’an ku ji bo Akademiya Zanistî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat hilbijartin.

Di qada zanistê de Keşfên nû!

Di salên 70’î de, Rîta Levî Montalcînî li gel şîrketa derman a Fîdîa bi awayek hevbeş dest bi kar dike. Ev lêkolîn paşê li çaraliyê cîhanê bûn sedema gotubêjan. Di salên karê hevbeş de wan rastiyên berê nenas ên li ser gangliosîdan, ku wekî wergirên li ser parzûna şaneyên rehikan de tevdigerin, kifş kirin. Li ser bingeha vê agahiyê, şîrketa Fîdîa dermanek derxist ku ji şaneyên mejiyê heywanan dihat bidestxistin. Zanyaran bawer nedikir ku pirsgirêkek di derman de hebe; berevajî vê, wan piştgirî dida. Dermankirinên kesane bandorên dermankirinê yên dermanan a li ser nexweşiyên taybet jî nîşan dida. Lêbelê, piştî çend salan di hin nexweşên ku dermankirina Cronossîal dîtibûn de nexweşiyên neurolojîk xwe didin der. Di derman de hin bandorên neyînî yên nehatibûn pêşbînîkirin hebûn. Ev mijar pir dikeve rojevê û pirsgirêk rû didin. Lê, ew ê di sala 1983’an de, ji bo keşifkirina mekanîzmayên ku mezinbûna şane û organan birêve dibin, ku nêzîkî bîst sal berê qewimîbû, wê Xelata Louisa Gross Horwitz li Zanîngeha Columbia werbigirta û piştre digel Stanley Cohen, Xelata Nobelê ya Tipê ya 1986’an werbigirta. Wê di sala 1987’an de xelata Akademiya Zanistî ya Neteweyî, xelata herî bilind a Amerîkayê wergirt.
Ew weke yek ji zanyarên pêşîn ku di salên 1990’an de îşaret bi giringiya şaneyên Mast dikir, derket pêş. Di heman demê de, wê madeyek di hundirê laş de kifş kir ku şaneyên Mast rêk dixist. Kişfa madde dê ji bo dermankirina êşa kronîk û îltîhaba mejî bihata bikaranîn.

Di qada siyasetê de jî rol dilîze

Rîta Levî Montalcînî biqasî ku di qada zanistê ya cîhanî de dihat nasîn, di qada siyasetê de jî li pêş bû. Di sala 2001’an de, ji aliyê Serokomarê Îtalyayê Carlo Azeglio Cîampî ve weke Senatora heta hetayî hat destnîşankirin. Di sala 2006’an de, di 97 saliya xwe de, ew beşdarî vekirina hilbijartinên Senatoyê bû û piştgiriya xwe ya ji bo Romano Prodî yê çepgirê-navendî ragihand. Ew ji aliyê baskê rastgir ve bi berdewamî rexne lê dihat girtin, bi hewldana carekedin rakirina ser piyan a hikûmetek çepgir a têkçûyî dihat tawanbarkirin.
Rîta Levî Montalcînî di sala 2002’an de Enstîtuya Lêkolînên Mejî ya Ewropa damezrand û demek dirêj weke rêvebera wê xebitî. Di sala 2006’an de, wê ji Fakulteya Biyomedîkal a Zanîngeha Polîteknîk a Torîno pileya Honoris Causa wergirt. Rîta Levî di 103 saliya xwe de, li mala xwe ya li Kolana Vîlla Massîmo ya li Romayê koça dawî kir. Montalcînî ku di salên 1950’î de bi lêkolînên xwe yên giring dihat nasîn, di 30’ê Kanûna 2012’an de jiyana xwe ji dest da.