Şengal bîranîneke kû di dilê mirovahiyê de hêj jî di şewite

- Feleknaz UCA
228 views
Vê dawiyê dema dewleta Tirk dît, tiştê li Rojavayê Kurdistanê dixwest bi dest neket, vê carê dîsa  berê xwe da Şengalê û bi awayek vekirî gef li Şengalê xwar. Ev polîtîka bi vê jî sînordar nema. Tirkiyê bi Iraqê re li hevkir kû Êzidî bên bêçekirin. Armanca wan diyar bû.

Civaka  Êzidiyan, ne civakeke ji rêzê ye. Ew parçeyeke ji dîroka kûr û dûr a mirovahiyê ye. Yek ji kevintirîn baweriyane kû bi sedan sale tevî hemû zilm, zordarî û qirkirinan kariye xwe biparêze û li ser lingan bimîne. Dîroka civaka Êzidî ne tenê dîroka xwe ragirî û berxwedanê ye, di heman demê de dîroka êş, xwîn, kuştin, qirkirin û bêdengiya derdor e. Salên gelek dûr û dirêj, bi awayekî sîstematîk Êzidî rastî zordarî, komkujî û jenosîdan hatin. Cîhan şahidê gelek fermanên li dijî Êzidiyan e. Lê piraniya caran bêy kû tiştekî bike, tenê weke temaşevanekê lê nêriye.
Qirkirina Êzidiyan ne bûyereke wisaye ku di dîrokê de winda bibe. Ew birîneke ku ti carî nayê saxkirin. Ew lekeyek reşe li rûyê mirovahiyê hatiye xêzkirin. Birîneke ku her roj ji nû ve xwîn jê diherike. Ji dema damezrandina Dewleta Iraqê, ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekê hat avakirin heta îro, dengê Êzidiyan di nava siyaseta Irakê  de hatiye windakirin. Ti carî nehat guhdarîkirin. Nasnameya wan wekî civakekê fermî nehatiye pejirandin. Ev ne tenê şaşiyek bû, siyasetek ya bi zanabûn bû û vê jî rê li ber gelek trajediyên mezin vekir.

Hikûmeta Iraqê û herêmê Şengal bê parastin hişt

Şengala kû stargeha Êzidîyan bû, kirin goristanek mezin ji bo Êzidiyan. Di sala 2014’an de Şengala warê ronahî û rojê, reş û tarî kirin. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de terorîstên DAIŞ’ê li ber çavên hemû dinyayê û taybetî jî li pêş çavên Hikûmeta Navendî ya İraqê û Herêma Kurdistanê êriş bir ser Şengaliyên sivîl, bê çek û parastin. Heta Hezîrana sala 2014’an kontrola serbazî ya herêma Şengalê di destê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û İraqa Federal debû. Piştî kû 10’ê Hezîrana heman salê Mûsil ket destê terorîstên DAIŞ’ê, artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişiya. Şeva 3’ê Tebaxa 2014’an dema DAIŞ’ê êrişî herêma Êzidiyan kir, hêzên Pêşmergeyan bêy kû berxwedanekê li dijî terorîstan bikin xwe paşve kişand û gelê sivil bi awayekî bê parastin hişt.
Piştî vê rewşê DAIŞ bi awayekî pir hêsan ket Şengalê. Bi hezaran jin û zarok dîl girtin. Bi hezaran bi komî kuşt. Destdirêjî kir ser gelek keç û jinan. Bi hezaran li bazaran weke kole firot. Aqûbeta bi hezaran hêj jî nayê zanîn. Bi sed hezaran neçar man birevin û koç bikin.
Tê texmînkirin kû terorîstên DAIŞ’ê 7.000 heta 10.000 Êzidî kuştin. Heta niha li herêmê zêdetirî 81 gorên komî yên Êzidiyan hatine dîtin. 5 heta 7 hezar jinên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Gelek ji wan hêj jî li welatên Ereban di destê kesên DAIŞ’î de ne. Hêj jî 2.700 heta 2.800 jin û zarok windane. Gelek jinên Êzidî ji bo nekevin destên terorîstên DAIŞ’ê xwe di çiya û zinarên bilind de avêtin û dawî li jiyana xwe anîn.
Di nava çend rojan de, bi hezaran kes hatin qirkirin. Zarok li ber çavên dayîkên wan hatin kuştin. Bi sedan zilam hatin serjêkirin. Terorîstên DAIŞ’ê yek ji jenosîdên herî mezin û hovane li dijî civaka Êzidî pêkanîn.

Li dijî qirkirinê Şengalê berxwedan hilbijart

Tevî tevayî van hovîtiyan gelê Şengalê xwe radestî êş û bêhêvîtiyê nekir. Berxwedan hilbijart. Li aliyekî li hember DAIŞ’ê berxwedan dikir, li aliyê din jî rêveberîyek ya xwe disipêre xwe, rêkxistina azadîya jinan û civakeke ekojojîk di hûnan. Bi vî awayî di sala 2017’an de li Şengalê dawî li dagirkerîya DAIŞ’ê anîn û xweseriya xwe ragihand.  Di serî de jinan, Şengaliyan karî di nava cografyayek ya bi dehsalan bûyî meydana rikberiya hêzên emperyalîst kontrola jiyana xwe bigirin destên xwe. Li derdora meclîsên demokratîk xwe bi rêkxistin, li ser bingehê azadiya zayendî xwe pêş xistin û ji bo şer jiyan û çanda wan tine neke, ji bo parastina xwe hêzên parastina cewherî pêkanîn.
Bi sûd wergirtina ji ezmûnên PKK/HPG û YPG/YPJ’ê dinava demekê kurt de Êzidîyan destpêkê Yekîneyên Parastina Cewherî avakirin û piştî wê demekê jî rêkxistina xwe bi hêztir kirin û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) damezrandin.
YBŞ û YJŞ, xwe dispêrin fikra Konfederalîzma Demokratîk û rewatiya xwe ji mafê parastina rewa ya vê fikrê werdigire. Lê wan xwe tenê bi rêkxistiniya leşkerî sînordar nekir. Li milekî gel xwe bi rêkxistin kir, birînên xwe pêça û li milekî jî têkoşîneke mezin ji bo pêkanîna pêwistiyên jiyanî da. Peydakirina xurek, kêmiya xizmeta tendurîitiyê, çareserkirina pirsgirêkên civakî û niştecihbûnê mijarên din yên sereke bûn.
Ji bo pêkanîna tevayî van pêwistiyên xwe, gelê Şengalê dest bi damezrandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk kir. Bingehê vê avanê meclîs û komunên demokratîk pêk dianî kû ji bingehê civakê ve dest bi xwerêkxistinê dikir.

Armanc têkbirina destketiyên Kurdan bûn

Piştî kû DAIŞ’ê di havîna sala 2014’an de Mûsil dagir kir, li Şengalê komkujî li dijî Êzidiyan pêkanî û piraniya xaka Sûrî kontrol kir, artêşên herêmê hatibûn rewşek wisa kû nedikarîn vê pêşketina terorîstan rawestînin. Di vê demê de terorîstên cîhadîst berê xwe dabûn bajarê Kobanê.  Bi êrişa ser Kobanê, armanca DAIŞ’ê ew bû kû tevahiya destketên Kurdan tine bike. Dîmenên me li Şengalê dîtîn li Kobanê jî derketin holê. Hovîtî û tevahiya kiryarên nemirovî dubare bûn.
Gefên Tirkiyê, êrişên bi balafirên bê mirov, dagirkerî û wêrankariyê ev tundûtûjî hê zêdetir kûr kir. Ji Şengalê heta Rojava hedefgirtina saziyên tenduristiyê, hedefgirtina pêşengên Êzidiyan û reşkujiyên li dijî xelkê medenî û berdewambûna êrişên li hember komên baweriyên cûda parçeyek a vê pêvajoya şîddetê bû.

Êriş û gefên li dijî Şengalê dewam dikin

Li Sûriyê êrişên vê dawiyê yên li dijî taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, mîna heman êrişên li dijî Şengal û Kobanê bûn. Dîsan jin û zarok, Kurd û komên ji baweriyên cûda hatin hedefgirtin.  Vê dawiyê dema dewleta Tirk dît, tiştê li Rojavayê Kurdistanê dixwest bi dest neket, vê carê dîsa  berê xwe da Şengalê û bi awayek vekirî gef li Şengalê xwar.
Ev polîtîka bi vê jî sînordar nema. Tirkiyê bi Iraqê re li hevkir kû Êzidî bên bêçekirin. Armanca wan diyar bû. Dixwestin Êzidiyan dîsa bê parastin bihêlin û pêşî lê bigirin kû Êzidî li Şengalê bi îradeya xwe biryaran li ser jiyana xwe bidin. Ev gef tirsa wê yekê çêdikin kû tiştên sala 2014’ê hat jiyîn dîsa bê jiyîn. Heta mirov dikare wiha bêje; tiştê DAIŞ’ê 2014’an nekarî temam bike, îro dixwazin bi destê hinek hêzên din temam bikin.  

Şengal êdî bi hêza xwe bawer e

Di çarçoveya ‘Peymana Şengalê’ya 9 Cotmehê  de gef, zext û provokasyonên van salên dawî yên artêşa Iraqê dike, vê rewşê û tirsê kûrtir dike. Ev peymana kû dinavbera Hewlêr û Bexda de hatî kirin, li dijî maf û hebûna Êzidiyane û di berjewendiya Tirkiye û Iraqê de ye. Xala hevbeş a van hêzan ew e kû napejirînin rêveberiyek cewherî ya Êzidiyan hebe. Lê ev rewş di heman demê de rêgire li pêkanîna vê peymanê. Ji ber ev gelê kû dewletan ne parastî, rûbirûyê komkujî û jenosîdan hiştî, êdî fêrî wê bûye kû ji her kes û her tiştî zêdetir baweriyê bi hêza xwe ya cewherî bîne û bi baldarî li hêz û pesartekên wan binêre.
Ji bo Êzidîyan êdî dema şînê nebû. Ji bo Êzidîyan dem dema rabûna ser lingên xwe û hesap xwestinê bû. Wan jî ew kir. Rabûn ser lingên xwe, meclîsên xwe ava kirin, hêzên xwe yên parastînê rêkxistin û saziyên xwe yên rêveberiya cewherî ava kirin.
Îro li Şengalê, tevî hemû gef û êrişên dewleta Tirk û Iraqê jiyan ji nûve tê hûnan. Pêşengiya vê ji nûve avakirinê jî jin dikin. Felsefeya Jin, Jiyan, Azadî, li Şengalê vegeriyaye şoreşa jinan.