Pergala kapîtalîst hemû hiş û mejî wiha fêr kiriye ku aborî û teknîk ji aliyê vê pergalê ve hatiye pêşxistin. Lê ev çiqas rast e? Di vê derbarê de pêwistî bi lêkolînek baş heye. Di roja îro de çima kapîtalîzm van hemû pêşketinan dike malê xwe? Di rastiyê de tiştê ku kapîtalîzm dike dizî ye. Bi destdanîna ser mal û milkê gelan, bi amûrên şer axa netewan ji wan distîne û dema ku bi şerên mezin tê ser welatekî, bi têgînên weke demokrasî xwe dinixumîne û rûpûşekê dixe ser rûyê xwe. Kastê ku kujeriyê dike û can distîne, bi vê kujeriyê rih dide xwe, îro bûye xwedî pergal û bûye hêza ser serê civakan.
Dîroka mirovahiyê li Mezopotamya jorîn a di navbera çemê Dîjle û Firatê de destpê kiriye. Û herêm bûye warê destpêkê ya belavbûna şaneyên yekem a civakbûn û mirovbûnê, ango xwezaya duyem ji vê herêmê destpê kiriye. Rojhilata Navîn û taybet Kurdistan bûye dergûşa yekem a hemû zayîn û zanînan, vê herêmê hemû mirovahî fêrî wate, afrînerî û berdewamiya jiyanê kir.
Yekem car li ser vê erdnîgariyê civakbûna li dora jindayîkê hate avakirin, yekem car genim û ceh li van deveran hate çandin û dirîn. Li gorî tê gotin cara yekê li herêma Qerejdaxê tovên genim tê dîtin û li vir ji bo çandiniyê tên bikaranîn. Piştî ku cureyê ewil ê genim têkilhev dibe, genimekî nerm ê depoyî bi 6 kromozoman derdikeve holê. Nanê yekemîn ji vî genimî tê çêkirin. Dîsa kedîkirina ajalan, bikaranîna destar, bi hezaran amûr û zanînên ku heta roja me hatine û hîn jî şopên wan di gund û malên me de hene, hemû diyar dikin ka çawa çavkaniya mirovahiyê ev herêm bû. Çawa ku çavkaniya hemû berhemên dîroka mirovahiyê ev dever e û bo dewama jiyanê, aboriya yekem jî çavkaniya wê ev herêm bû. Lê dema em li rewşa aboriya herêmê temaşe dikin, herêm weke cihekî herî feqîr û jar ya cîhanê tê dîtin û temaşekirin. Ev hemû di encama pergal û hişmendiya kujerê kastîk ê ku îro bi pergala Kapîtalîst xwe zindî dike de, derketiye holê û hîn jî ev hişmendî tê sepandin.
Aborî ne Kapîtalîzm e, Kapîtalîzm ne aborî ye
Pergala kapîtalîst hemû hiş û mejî wiha fêr kiriye ku aborî û teknîk ji aliyê vê pergalê ve hatiye pêşxistin. Lê ev çiqas rast e? Di vê derbarê de pêwistî bi lêkolînek baş heye. Di roja îro de çima kapîtalîzm van hemû pêşketinan dike malê xwe? Di rastiyê de tiştê ku kapîtalîzm dike dizî ye. Bi destdanîna ser mal û milkê gelan, bi amûrên şer axa netewan ji wan distîne û dema ku bi şerên mezin tê ser welatekî, bi têgînên weke demokrasî xwe dinixumîne û rûpûşekê dixe ser rûyê xwe. Kastê ku kujeriyê dike û can distîne, bi vê kujeriyê rih dide xwe, îro bûye xwedî pergal û bûye hêza ser serê civakan. Heta em van rastiyan baş fêm û analîz nekin, wê teoriyên weke Netewa Demokratîk û Aboriya Komînal bi awayekî tendurist neyên fêmkirin. Bi taybet fêmkirineke wiha di hişê her kesî de hatiye avakirin ku ‘aborî Kapîtalîzm e û Kapîtalîzm jî aborî ye’, lê teoriyek wiha ji binî de şaş e û divê em vê rastiya berevajî di hişê xwe de biguherînin. Ji vê jî wêdetir, bi xebatên erdkoliyê yên li Xirabreşkê derketine holê re, diyar e ku pêwiste em bi çavên nû li seyra dîrokê temaşe bikin. Çawa analîz û şîroveyeke nû ji dîroka mirovahiyê re pêwist e, di heman astê de nêrîneke nû li temaşekirina ji mijara aboriyê re jî pêwist e. Ji ber pergala Kapîtalîst di roja îro de hemû berhemên dîrokê kirine malê xwe û li ser wan esasan civakê bi xwe ve girê dide û koletiya herî kûr bi riya aboriyê li ser mirov û civakê disepîne.
Di vê derbarê de perspektîfa Komînalîteya Demokratîk, perspektîfa herî azad, îfadeyek ronî û zelal a dîroka herêma Rojhilata Navîn û Kurdistanê ye. Di roja îro de li tevahiya cîhanê Kapîtalîzm hilweşîn û qeyranê di asteke jor de dijî, lê rewşa wê ya herî kûr li Rojhilata Navîn tê jiyîn. Şer û qeyranên tên jiyîn bi qasî bandorê li aboriyê dike, di heman demê de xeteriyek mezin li ser civakbûn û nirxên dîrokî yên çandî û exlaqî çêdike. Li ser vî bingehî Rêber Apo dibêje; ‘Li hember vê hilweşîna kûr, derketina li ser bingehê Modernîteya Demokratîk, wê bibe derbaskirina Sosyalîzma pêkhatî, ev yek rast e û alternatîfek nebe nabe ye. Modernîteya Demokratîk, hem di derbaskirina Sosyalîzma pêkhatî de, hem jî di derketina ji qeyrana Modernîteya Kapîtalîst de derfetên çareseriya pratîk pêşkêş dike. Ango ne tenê bernameyek teorîk e, bi qasî nan û ava rojane pêwistiyek pratîkî ye.’
Roja îro hilberîna zêde (endustrîyalizm) ku Kapîtalîzm pêk tîne, bûye sedem texrîbatên mezin di gerdûnê de pêk bên. Bi yek gotinê mirov dikare bêje kapîtalîzm bûye weke cinawirekî hema her tiştî dadiqurtîne. Ne tinê dewlemendiyên sererd û binerd, lê hemû nirxên mirovahiyê yên dîrokî jî bi xwe re ji holê radike. Hemû tiştên li pêşiya berjewendiyên xwe asteng dibîne bê rehm tine dike û bi xwe re yek reng û yek teşeyê dide kes û civakê. Li gel vê dibin navê pêşketinên teknîk de bêkarî û birçîbûna di asta jor de li ser mirovahiyê ferz dike. Lewma zanîna pergala kapîtalîst û encamên kiryarên wê derdixin holê, giring e. Ji ber eger pergala em li dijî wê têdikoşin nas nekin, wê rêbazên me yên têkoşînê jî ne diyar bin û belkî em bikevin rewşa ku em ji aşê wan re avê bikişînin û di gerandina aşê wan de rolê me jî hebe. Ev jî wê bihêle em bi armancên xwe re bikevin nava nakokiyan.
Jina çêkera aboriyê bûye amûra aboriya Kapîtalîst
Di dîroka mirovahiyê de çêker û avakera aboriyê jin e, aborî bi destê jinê hat pêş xistin. Lê jina ku aborî pêş xistî îro bûye amûra herî erzan a reklamên aboriya Kapîtalîst. Rêber Apo vê wiha tîne ziman; ‘Îro jin mecbûrê nan e, li destê zilam dinêre. Zilam kar neke, jin birçî dimîne.’
Ji xwe ji wateya gotinê jî diyar dibe ka di destpêka dîrokê de ekonomî an jî aborî ji aliyê kê ve hatiye pêşxistin. Peyva eko-nomî peyveke Helenî ye û tê wateya “debara malê”, ango zanista aboriya malê ye. Lê dema em li hemû qadên jiyanê tamaşe dikin em ê bibînin ku jin bi temamî ji aboriyê hatiye qutkirin û hemû aborî ketiye bin serwerî û destê zilaman. Lê di serdemên destpêkê de hemû aborî di destê jinê de bû. Em bi rihetî dikarin bêjin di şerê di navbera Mardok û Înana de û 104 ‘ME’ yên jin yên ji aliyê kujerê kastîk ve hatine dizîn ku di navê de aborî jî hebû, di roja îro de hîn jî ji aliyê Kapîtalîzmê ve tên dizîn û aramanca vê diziyê jî ji destpêka dîrokê heta îro bêkar hiştina jinê ye. Bi vî awayî jin bi temamî girêdayî mêr û pergalê hatiye hiştin. Ger em bêjin koletiya di warê aborî de bi qasî koletiya li ser jinê dîrokî û kûr e wê ne şaş be. Dîsa diziya di warê aborî de hîn ji diziya 104 ‘ME’ yên jinê destpê dike, heta roja me tê û dewam dike.
Li hember alozî û qeyranên ku kapîtalîzm di warê aborî, çandî, perwerde, ziman, huner û gelek beşên jiyanê de dijî û ji kokê dûrketinê tîne, civaka Demokratîk Komînal altarnatîfa herî guncaw e û çareseriya bingehîn a hemû pirsgirêkan e. Di heman demê de komînalîteya demokratîk bi temamî li gorî rastiya dîrokî ya herêmê ye. Kapîtalîzm çiqas înkar û tinekirina civakê be, jiyana komîn jî ewqas karakterê civakbûna vê herêmê ye. Di vê derbarê de Rêber Apo dibêje; ‘Komîn şêweyê hebûna civakê ye; civak li ser vê bi gewde dibe. Komîn di cewher de hem dibe nûnertiya azadî û wekheviyê hem jî xwediyê taybetmendiyên demokratîk e. Kapîtalîzm dejenerekirina demokrasiyê li dijî civakê wekî amûrekê bikar tîne. Komîn jî berevajî bi demokrasiyê li ser piyan dimîne. Armanca civaka demokratîk ew e, rêgezên civakî û taybetmendiyên civaka dayîksalar ku ji klanê destpê dike û heta roja îro tê, jinûve di civakê de serwer bike. Bingeha civakê komîn e. Îro jî ji bo ku hebûna civakî bijî divê ev jinûve çalak bibe. Di esas de civaka demokratîk xwe disipêre xwe-rêveberiyê û xwe-parastinê. Komînalîte, navê pergala civakî ya demokratîk e. Ev pergal, di xwe de cudahiyan dihewîne, nêzîkatiyên ku li ser bingehê bawerî û etnîsiteyê pêşdikevin û dixwazin parçe bikin, cudakariyê çêkin qebûl nake.’
Di aboriya Komînal de bingeh kara civakê ye
Pêşdebirina Netewa Demokratîk, Komîn-Komînalîte û analîza Aboriya Ekolojîk (Eko-Ekonomî), bi temamî li gorî rastiyên dîrokî ye. Em ê çawa hemû qadên xwe yên jiyanê li ser bingehê komînê rêxistin bikin û pergala komînal weke mala xwe ya bingehîn bibînin? Çawa em ê ji du kesan heta tevahî civakê bibin komîn? Ji bo debara jiyana xwe bikin jî em ê bibin komîn û di serî de aboriya xwe rêxistin bikin. Lewma hewce ye di serî de hişmenidiya me li ser bingehê komînal be. Herdem aborî mîna dewlemendiya tekakesî û pere hatiye fêmkirin, berjewendiyên civakê hatiye piştguhkirin. Lewma di aboriya li ser esasên komînal de, berjewendiya civakê li pêş e, ne berjewendiya kes û malbatekê tenê. Dema em dixwazin aboriya komînal pêş bixin pêwiste di serî de em dûrî berjewendî û dewlemendiya tekakesî bikevin. Berevajî pêdivî bi hişmendiya aboriyeke civakî ya komînal heye. Ji ber aboriya em pêş dixin ne li ser bingehê ku beşek tenê ya civakê têr bibe û pêş bikeve, berevajî arman ew e hemû civak li ser bingehê wekheviyê bijî.
Beriya her tiştî, ger em dixwazin aboriya li ser bingehên komînal pêş bixin, hewce dike em aboriyê ji bin yekdestiya mêr derxin, li ser hişmendiya jindayîkê û bi rêgezên hevjiyana azad jinûve ava bikin û aboriya xwe rêxistin bikin. Li gel vê pêwiste hemû komînên aboriyê xwedî zanebûna ekolojîk bin û hemû xebatên aboriyê li ser bingehê parastina xwezayê di nava tekoşînê de bin. Aboriya xwe bispêre zanebûn û parastina ekolojiyê, li hemberî teoriyên dibêje; xweza hov û dirinde ye û hewl dide ji holê rake, têdikoşe. Divê bi riya komînên xwe yên aboriyê zanebûn û feraseta ‘xwezaya dayîk û dost’ li hemû kesên hawirdora xwe û civakê belav bike. Ji ber ger xwezaya yekem nebe, xwezaya duyem ya bi navê civakbûna mirov jî pêk nayê.
Alternatîf pergala aboriya Komînal e
Li hemberî pergala Kapîtalîst a hovane û kedxweriya ku li ser civakê disepîne, em ê xwe di warê aborî de çawa bi rêxistin bikin? Di pergala komîna demokratîk de xwe bi pergala kooperatîf rêxistinkirin rêbaza herî dewlemend e. Her kes dikare di komînên aboriyê de cihê xwe bigire. Ji ber komîna aboriyê ne tenê cihê karkirinê ye, di heman demê de cihê perwerde û hilberînê ye. Ji ber ev komîn ne tenê wê bihêle mirov bi zikê têr razin, di heman demê de wê bihêle hestên wekheviyê di can û rihê wan mirovan de çêbe. Dema em komîna xwe ya aboriyê ava dikin, divê em rastiya xwe ya dîrokî ji bîr nekin. Ji ber dema em dîroka mirovahiyê lêkolîn bikin, em ê bibînin ku yek ji gelên herî kedkar gelê Kurd e. Kurdan bi têkoşînê heta îro hebûna xwe parast. Bi rêxistinkirina aboriya komînal di heman demê de em ê hêza xwe ya cewherî pêk bînin, bi vî awayî em ê parastina hebûna civakbûna xwe jî pêk bînin. Li ser erdnîgariya Kurdistanê û bi hişê di civaka Kurd de çêbûyî, êdî dem hatiye em bi xwe aborî û debara xwe ya jiyanê bikin. Dapîr û dayîkên me pergala aboriyê di dîrokê de ava kirin, lê ev ji destê wan hate dizîn. Weke neviyên şîr helal, divê em berpirsyariya xwe pêk bînin û aboriya ji me hatiye dizîn li xwediyên wê yên resen vegerînin.
Tiştekî ku kapîtalîzm bide me nîne û em nikarin ji vê pergalê bi hêvî bin. Pergala kapîtalîzmê hemû gerdûn wêran kiriye û ev hemû di bin navê aboriyê de tê kirin. Îro di Kurdistanê de bi hezaran mînakên talankirina xwezayê bi navê dewlemendiyê tên kirin, lê dema ku bi kûrahî li van kiryaran bê nêrîn em ê bibînin tenê berjewendiya netew-dewletê û kesên girêdayî wan di vê talanê de heye. ji ber endustrîyalizma bi navê aboriyê bi rêve diçe wiha dewam bike, wê di gerdûna me de cihê jiyanê nemîne. Lewma li hemberî netew-dewleta kapîtalîzmê netewa demokratîk; li hemberî hêza kapîtalîzmê ya tine dike vegera komînalîzmê, li hemberî endustriyalîzmê jî têgîna “eko-endustrî” giring e. Li ser vî bingehî Rêber Apo dibêje; ‘eko-aboriya ku xwe disipêre komînalîzmê, wekî alternatîfa endustrîyalizmê pêş dikeve. Ev şêwazê aboriyê, ji bo kevneşopiya aboriya komînal ya civaka Rojhilata Navîn jî guncaw e. Bi rêya komînan, çavkaniyên sererd û binerd wê bibin yên civakê û hilberînek li ser esasê parvekirina komînal wê were pêşxistin. Bi vî awayî texrîbatên ku endustrîyalizmê di civak û qada ekolojîk de pêk aniye, wê werin beralîkirin. Polîtîkayên bajarvanî, polîtîkayên çandî û polîtîkayên aborî yên heyî, civak xistine rewşeke ku nayê naskirin û rewşeke hilweşînê. Ev jî dijberiya rastiya dîrokî ya sosyolojiya Rojhilata Navîn îfade dike. Li hemberî vê komînalîteya demokratîk mîna derman e.’
Divê civaka Kurd dij-kapîtalîst be
Li gel vê pêwiste em aboriya xwe azad bikin. Ji ber hem aboriya me di bin nîrê koletiyê de ye, bi riya aboriyê koletiya herî kûr li ser civak û mirovahiyê tê ferzkirin. Ev jî bi têkoşîn, pergala komîn û kooperatîfan dikare pêk were. Ev xebat tenê bi berxwedanê nabe. Di sazîkirina jiyan û civaka nû de avakirina saziyên demokratîk û rêbazên tekoşînê pir giring in. Li ser vî bingehî Rêber Apo got; ‘Pêwiste civaka Kurd dij-kapîtalîst be. Kurd wê xwe bi Netewa Demokratîk, Eko-Ekonomî û Komînalîteyê azad bikin û jiyaneke mayînde ava û misoger bikin.’
Ji bo em di bin sîwana komînal de aboriya xwe pêş bixin pêwiste di serî de em xwe li ser esasên hişmendî perwerde bikin û xwe ji hişmendiya aboriya kapîtalîst rizgar bikin. Dema em behsa perwerdeyê dikin divê ku mirov li tecrûbe û mînakên li cîhanê temaşe bike û dersên pêwist ji wan werbigire. Lê ger em li dîroka xwe vegerin, em ê bibînin ku bi hezaran sal li ser vê axê şêweyê jiyana komîn jixwe hebû. Ev pergala aboriyê bi destê dapîr û dayîkên me ji destpêka dîrokê ve hatiye avakirin. Lewma rastiyên em tînin ziman ne xeyal in, berevajî rastiyên me yên dîrokî ne. Kujerê kastîk ev rastiyên dîrokî berevajî kirine û di vê derbarê de erka dikeve ser milên me ew e ku em heqîqeta xwe ya dîrokî careke din zindî bikin.
Li hemberî pergala kapîtalîst bûyîna xwedî pergaleke komînal û li gorî wê di warê aborî, ziman, çand, perwerde, spor, huner, tendurustî û şaredariyan de xwe bi rengê komîn rêxistinkirin, wê di têkoşîna hebûnê de me ber bi azadiyê ve bibe. Jixwe di civaka Kurd de rastiya jiyanê nêzî xwezayê ye, lê pergala kapîtalîst Kurdan ji vê rastiyê dûr dixe. Rastiya çandî ya civaka Kurd wê bihêle hilberîna ku di aboriyê de pêk tê, hîn nêzî feraseta ekolojîk be, dûrî hişmendiya desthilatdariya li ser xwezayê be û hilberînên sûdê dide ax û gerdûnê pêk bîne. Ev hemû wê bi rêbaza xebatên kolektîf cudahiya hişmendiya netewa demokratîk deyne holê.
